1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Tarhan Erdem: Sîstema îdarî ya navendî neçareseriyê zêde dike
Tarhan Erdem: Sîstema îdarî ya navendî neçareseriyê zêde dike,tarhan,erdem,sîstema,îdarî,ya,navendî,neçareseriyê,zêde,dike

Tarhan Erdem: Sîstema îdarî ya navendî neçareseriyê zêde dike

A+ A-

STENBOL (DÎHA) - Lêkolîner-nivîskar Tarhan Erdem ê têkîldarî deklerasyona KCD'ê ya "xweseriyê" şîroveya "daxwazeke baş e" kir, anî ziman ku sîstema îdarî ya navendî li şûna ku çareseriyê biafirîne neçareseriyê zêde dike. Erdem got ku navendî bûna rêveberiyê pêşiya demokrasiyê digire û nirxandina "nîzamekî me ya encama gel tevli rêveberiyê nabe derdixe holê heye" kir.

Der barê deklerasyona Kongreya Civaka Demokartîk (KCD) ya balê dikişîne li ser "xweseriyê" nîqaş berdewam dike, li aliyeke jî "amadekirina qanûnekî esasî ya nû" hate rojevê. di pêvajoya ku li Kurdistanê terora dewletê berdewam dike de rakirina desnedayîna parlamenterên HDP'ê tê çi wateyê yan jî guhertinên ku tê xwestin di "Qanûna Şaredariyên Bajarê Mezin" de bên çêkirin û ji aliyê Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala ve hate rojevê, bi vî rengî paye dayîna navendê tê çi wateyê? Bi salan e Tirkiyeya ku bi vî terzê rêveberiyê ve tê rêveberin ev terzê rêveberiyê di serî de pirsgirêka kurd, ji bo pirsgirêkan gelo dê bibe çareserî? Lêkolîner-nivîskar Tarhan Erdem ev pirs ji bo DÎHA'yê bersivand.

* Bi pênasekirina herî sivik çi ye xwerêveberî?

Ez naxwazim li ser peyvan biaxivim. Xwerêveberî çi ye, ji ber ku hûn xwerêveberiyê cuda pênase dikin, ez dikarim cuda pênasebikim. Li ciheke, di gotereke de gotina xwerêveberiyê tiştekî îfade nake.

* Belê em wiha bipirsin, hûn "xweseriya" ku KCD'ê di deklerasyona xwe de bal kişand li ser çawa dibînin?

Di deklerasyona KCD'ê de jibilî îtiraza min a di 4-5 madeyan de ji bo min pir rast hat. Ji min re wekî daxwazekî baş hat. Rêberiya di cih de li Tirkiyeyê pirsgirêkeke pir kevn e û pirsgirêkeke berdewam dike ye. Ev 3-4 salên dawî de pir teng bû, sîstemeke îdarî ya navendî berfireh bû. Bû rewşekî ku jiyana mirovan asteng dike.

* Hin kes dibêjin "cudakar" hin kesan wekî "sîstemekî yekîtiyê pêk tîne" nirxandin. Li gorî we kîjan e?

Cuda şîrovekirina deklerasyona KCD'ê bi rastbûn an jî şaşîtiya wî ve eleqadar nîne. Armanc ew bû ku HDP di bin bendê de bimîne sucdarkirin bû. Ji ber vê yekê jî bi cewherê danezanê ve têkîldar nîne. Li hemberî organîzyona hikûmetê, li hemberî propagandaya wan, vegotina cewherê wî gelekî zehmet bû û nekarîn vebêjin jî. Hê jî îro li Tirkiyeyê hûn ji mirovekî bipirsin gotina "KCD'ê federasyon xwest dewletekî nû xwest, xwest veqete, parçe bike" bi kar tîne. Lê di esasê xwe de tiştekî wisa tuneye.

* Dema ku em li dîroka Komara Tirkiyeyê dinêrin her tim rêveberiyekî navendî heye. Lê Tirkiye xwedî civakekî pir rengî ye ango, kurd, tirk. çerkes hene. Ev rêveberiya navendî dê çawa bibe bersiva wan?

Pirsgirêk, pirsgirêka çerkes, kurd, tirk, laz nîne, pirsgirêka cudakirina etnîkan nîne. Dibe ku em hemû tirk bin jî. Her kes tirk bin jî lê navendîbûna rêveberiyê dîsa tiştekî ku demokrasiyê asteng dike ye. Nîzamekî me yê encameke ku pêşiya tevlibûna gel a rêveberiyê asteng dike derdixe holê heye, sîstemekî me yê Qanûna Esasî ya bi vî rengî heye. Em nikarin ji wî xwe rizgar bikin. Hemû kes dibêjin qey kurd vî dixwazin, laz vî dixwazin. Pirsgirêk ne ev e, pirsgirêk daxwaza kurdan, lazan, çerkesan ev e nîne. Sîstemekî me yê berovajî sîstema îdarekirina mirovan heye.

* Sîstema navendî di serî de pirsgirêka kurd, gelo dikare ji pirsgirêkên Tirkiyeyê re çareseriyê bîne?

* Neçareseriyê zêde dike. Piştî hilbijartinên 2011'an teşkîlata wezaretan jinû ve guherî. Qanûn hatin derxistin, li wir sîstema îdarî ya navendî zêdetir kir. Pirsgirêk ev e.

* Li gorî we sîstema "rêveberiya xwecihî" "xweserî" ya KCD'ê an jî "xwerêveberiya" HDP'ê li Tirkiyeyê dikare pêk bê? Heke pêk bê dê sûdewariya vê çi be?

Divê pêk bê. Pêkanînê vê mecbûrî ye. Ango divê rêveberiyê li cihên xwe dest pê bike, dê çawa be, çawa bê organîzekirin. Ji wir divê dest pê bike û heta jor biçe. Hûn navê wî rêxistinê çi datînin daynin hûn dikarin bibêjin "muxtarî" bibêjin "şaredarî" jî. Divê ewil ew ava bibin, pirsgirêkên wan ên hevpar dê jor çareser bike. Heta dema hûn dest bi pirsgirêkên wan ên hevpar bikin, çawa pirsgirêkên hevpar ên taxan navenda navçeyê, bajarek çareser dike, pirsgirêkên hevpar ên bajaran jî herêmên di warê aborî û civakî de nêzî hev in; pirsgirêkên herêman ên hevpar jî divê îdareya navendî ya jor çareser bike. Lê di me de ne wisa ye. Hemû xizmet dane ser îdareya navendî, li jêr kesek tiştekî nake. Li jêr şaredarî hene, tubandora van şaredariyan tuneye, pereyên wan tuneye. Mafên wan ê komkirina pere tuneye. Kontrol tuneye.

* Dîsa nîqaşên qanûna esasî di rojevê de ye. Serokomar Erdogan nîqaşên "sîstema serokatiyê" didomîne. Sîstema "serokatiya tîpa tirk" gelo li Tirkiyeyê dikere pêk bê?

Jixwe dibêje. Çi dixwaze bibêje hemûyan dibêje. Dê ew bibêje hemû kes bike.

* Erdogan Tirkiyeyê ber bi kû ve dibe?

Diçe kû derê diçe. Diçe derekî. Ma ne diyar e ber bi kû derê ve diçe? Ango mirovek dê bibêje "Divê ev otobus di rê de derbas nebin, li Stenbolê bila metro wiha be an jî tiştên dibêjin şaş e. Ev rast e ji ber vê yekê jî vî bidin cezakirin, vî nedin cezakirin, bila zanîngeh vê bikin. Bila wisa bac bê komkirin" Dê ew bibêje hemû teştîlat jî dê wî bike.

* Gelo ev tê çi wateyê?

Ev tê wateya yek mirov.

* Di qanûna esasî de mijarên ku AKP, CHP û MHP li hev dikin neguherandina 4 madeyên destpêkê ne. Û amadekariya qanûna esasî ya HDP tuneye heye. Gelo li gorî weqanûna esasî ya ku HDP tuneye dê çiqas demokratîk be?

* Wekî HDP'ê mêze nekin, ev dibe ku partiyeke li meclîsê be yan jî derveyî meclîsê be, Dibe komek mirov bin. Li gorî etnîkan be. Li gorî Nêrîna hurenê dibe. Heke ev cudatî derfetên tevlibûna îdareyê nabînin ev dê nebe demorasî. Tê xwestin demokrasiyê bêhtir kêm bikin. Çi dibe ez nizanim.

* Di Qanûna Şaredariyên Bajarên Mezin de guhertin di rojevê de ye. Hin payeyên herêman dayîna navendê di rojevê de ye.

Qet meraq nekin dê bikin. Ma ev ne îdare ye.

* Gelo bê çêkirin dê çi bibe?

Ma dê çi bibe, ji vî xirabtir tiştek heye. Tank û topan davêje bajarekî ne wisa? Ji bo mirovekî kuştinê bi tankê top nayê avêtin. Ji bo xirakira wî avahiyê tevahî top hatiye avêtin. Ma ji vî xirabtir heye, şaredariyê rake dê çi be, raneke çi be.

* Nîqaşên ji bo rakirina destnedayînên HDP'iyan heye. Hûn çawa dibînin?

Bêguman şaş e. Ez kîjan aliyê wî rast bikin. Hemû tiştên şaş e. Bi vî rengî dawlet nayê birêvebirin lê em nikarin vebêjin. Her tim dibêjin. Ji keyayan re dibêje ku "divê destnedayîna van bê rakirin. Ev peywira meclîsê ye, cezakirin lazim e pêywira darazê ye" Ma 20 kesan ceza bikî dê çi bibe? Orhan Dogan û destnedayînên DEP'iyan rakirin. Avêtin girtîgehê çi bû. Ev dê ji bo kê sûdewar be. Divê em biaxaftinê çareser bikin.

* Li Tirkiyeyê di dema her hikûmeta nû de guhertina qanûna esasî hate rojevê. Dîsa ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd hin pêşniyar hebûn. Lê pevçûn bi dawî nebû. KCD'ê di pêvajoyeke bi vî rengî de bi deklerasyon weşand. Gote bila bê nîqaşkirin. Lê destur nayê dayîn. Tirkiyeyê çima nîqaşên xweseriyê tê redkirin.

Ev terzê rêveberiyekî nikare bê berdewamkirin e. Ev nikare bê vegotin. Em dibînin gelek jin, zarok têk kuştin. Qebûlkirin ne pêkan e. Hê jî serokomar diaxive. Çareserî çi ye ez jî nizanim. Divî parlementerên AKP'ê vê rewşê fêm bikin û bibêjin divê em ji vê vegerin. Divê ew biçin ji serokomar re bibêjin heke heta vê rojê van tiştan nekin em ê îstîfa bikin.

* Li dijî kurdan polîtîkaya îmhayê gelo pêk tê?

Rêveberiya mirovan bi axaftina mirovan vê tê kirin. Heke ez tiştekî ku hûn naxwazin bi zorê bidim kirin ez ê şexs bixim zorê. Bi sed hezaran mirovan zordayîn ma pêkan e. Ev tiştekî şaş e. Tiştên ku ez niha dibêjim min 50 caran nivîsand, ne nû ye. Em çima hê jî diaxivin. Di vê navberê de mirov dimirin. Çima dimirin diyar e. Li wir yên ku dimirin mirov in. Ji Tirkiyeyê hin tişten dibin. Ew mirovên ku dimirin tenê ji kurdan hin tiştan nabin. Me çi yê xwe winda kir dê piştî 10 salan mirov fêm bikin. Tenê zirarê neda kurdan dide me hemûyan.

(sa)