1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. "Tecrîd vegeriya tehdîdê "
"Tecrîd vegeriya tehdîdê ",tecrîd,vegeriya,tehdîdê

"Tecrîd vegeriya tehdîdê "

A+ A-

Li dijî astengkirina hevdîtinên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a bi parêzeran re nerazîbûn didomin. Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk diyar kir tecrîda li Îmraliyê vegeriya tehdîdê û got ku gelê kurd dê li qadan nerazîbûnên xwe bîne ziman. Parlamentera Altan Tan peşniyara ji bo ku hem bi Îmrali hem jî bi Qendîlê re hevdîtinê pêk bîne avakirina heyetekî kir. Aktîvîstê Meclîsa Aştiyê Hakan Tahmaz jî destnîşan kir ku tecrîd dê sûdê nede kesekî.

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan herî dawî di 27'ê tîrmehê de bi parêzeran xwe re hevdîtin pêk anî bû xwestibû şert û mercên "bi awayekî azad tevgerandin, tenduristî û ewlehiyê" bê amadekirin, hevdîtina Ocalan piştî wê rojê heta niha hate astengkirin. Li dijî astengkirina hevdîtinên bi Ocalan re siyasetmedarên kurd û nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî nerazîbûn nişan dan. Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk bi bîr xist ku dewlet bi salan e dixwaze kurdan bitirsîne û wiha got: "Mafên kurdan xesp kirin. Niha jî rêberê wan xistine bin tecrîdê. Kurd vê yekê qebûl nakin. Dê li kolanan û qadan nerazîbûnên xwe nîşan bidin. Di pêvajoya ku diyalog tê meşandin de kirina vê yekê tê wetaye tecrîd vegeriyaye tehdîdê. Kurd vê yekê qebûl nakin û kurd dê tecrîdê dê bibin rojeva raya giştî ya Tirkiyeyê."

Parlamenterê BDP'ê yê Amedê Altan Tan jî diyar kir ku di qeydên dengan ê ku derketine holê de tê xuyakirin ku dewlet bi Qendîlê re hevdîtinê pêk tîne û xwest ku muzakere di çarçoveya aştiyê de bidome. Tan diyar kir ku divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe û xewst ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd heyetek bê amadekirin. Tan da zanîn ku di heyetê de divê ji BDP, CHP, AKP nûner cih bigirin û hem bi Îmrali û hem jî bi Qendîlê re hevdîtinê pêk bînin û wiha berdewam kir: "Tenê bila çareserî bibe. Bila tecrîda li Îmraliyê tecrîd bê rakirin û bi Îmraliyê ve hevdîtin dest pê bikin."

Serokê Odeya Tabîban a Amedê Şemsettîn Koç jî diyar kir ku Tirkiye bi tecrîde nikare tu pirsgirêkan çareser bike û wiha berdeawm kir: "Demên borî jî tecrîd hate jiyîn, alozî derket, pevçûn û mirin qewimîn. divê rayedar vê yekê fêm bikin ku kesekî ku kurd xwedî li wî derdikevin di bin tecrîdê de be dê li dijî vê nerazîbûn hebe. Em naxwazin mirin çêbini. Kurkirina tecrîdê pirsgirêkan çareser nake. Em dixwazin aştî pêk bê. Heke hûn tecrîdê kur bikin nikarin tu pirsgirêkeke çareser bikin."

Berdevkê Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê Hakan Tahmaz jî destnîşan kir ku tecrîd ne hiqûqî ye û derveyî peymanên navneteweyî û mafên mirovan e. Tahmaz got ku dewlet tecrîdê dike mijara bazarê lê ev yek ne rast e. Tahmaz anî ziman ku divê ji nûve pêvajoya hevdîtinan dest pê bike. DÎHA (sa)


Bêjeyên Miftehî