1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. TEV-DEM: PDK/ENKS û AKP/MÎT li ser dijminatiya li Rojava civiyan
TEV-DEM: PDK/ENKS û AKP/MÎT li ser dijminatiya li Rojava civiyan,tev,dem,pdk,enks,û,akp,mît,li,ser,dijminatiya,li,rojava,civiyan

TEV-DEM: PDK/ENKS û AKP/MÎT li ser dijminatiya li Rojava civiyan

Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê destnîşan kir ku PDK/ENKS û AKP/MÎT li ser dijminantiya li Rojava civîn çêkirine, hinek kom anîn cem hev û serkêşiya wan jî sîxurên Tirkiyeyê dikin. Desteyê ev yek wekî “helwestek provokatîf û rezîlane” bi nav kir.

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN - ANF Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê destnîşan kir ku PDK/ENKS û AKP/MÎT li ser dijminantiya li Rojava civîn çêkirine, hinek kom anîn cem hev û serkêşiya wan jî sîxurên Tirkiyeyê dikin. Desteyê ev yek wekî “helwestek provokatîf û rezîlane” bi nav kir û got ku xizmeta planên qirêj dike.

Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) der barê civîna ku li dijî Şoreşa Rojava li bajarê Rihayê hatiye lidarxistin de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Li Kurdistanê em di pêvajoyeke wisa de ne ku her kêlî pêşketin û geşedanên pir girîng û dîrokî têne jiyîn. Tam jî ji bo ku ji vê pêvajoyê re û ruhê demê re bibin bersiv kurd, ereb, asurî-suryan, tirkmen û çeçen di bin banê MSD’ê de îradeya xwe ya demokratîk, siyasî kirine yek û bi hêza xwe ya parastinê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) gihîştiye asteke wisa û xwedî roleke wisa ye ku bandorê li ser hemû pêşketin û geşedanan dike. Ji bo pêşeroja demokratîk, azad û hevpar a hemû gel û civatên baweriyan, berxwedaneke destanî pêş xistine û bedelên pir mezin dane.

Gelên me li hemberî hêzên rejîmê, El Nûsra û çeteyên faşîzan ên DAIŞ’ê têkoşîneke bênavber, her daîm û qehremanî dane. Li gel hemû bê îmkanî û bê derfetiyan bi ruhê seferberiyê berxwedaneke cansîperane pêş xistine. Li aliyekî keç û xortên gelê kurd, ereb, asurî-suryan û tirkmen ên herî hêja ji bo parastina axa xwe dibûn cangorî, şoreşger û sosyalîstên ji cihên cuda yên cîhanê berê xwe didan şoreşa Rojava û bi qehremanî tevlî karwanê pakrewanan dibûn. Li aliyê din li hemberî vê qehremaniya ku ji mirovahiyê re dibû hêviyeke mezin hin kesên bêkesayet, bênasname, ji rûmet û wêrekiyê bêpar ji ber tirsa canê xwe diketin nava lêgerîna ku demek beriya demekê axa xwe, ava xwe û gelê xwe terk bikin û birevin. Hinek ji wan ji ber bêpariya wêrekî û rûmeta neteweyî, hinek ji wan ji ber nezaniyê, hinek ji wan jî ji bo berjewendî û jiyana xwe ya şexsî axa xwe û gelê xwe terk dikirin û ji însafa hêzên dijminê mirovahiyê El Nûsra, DAIŞ û rejîmê re dihiştin. Van kesana ji bo şoreş, rûmet û azadiyê ti bedel nedane; ne dilopek xwîn ji tiliya wan, ne jî xwêdanek ji eniya wan rijiya ye.

PDK ji van kesan hêzek berhev kir û ji bo şoreşa Rojava vala derxîne çi pêwîst be kir. Xuya dike ku PDK-ENKS û MÎT li Bakurê Kurdistanê civiyane, dîsa hin plan û hewldanên bêyom pêş dixînin. Li Rihayê bi tevahî li ser dijminantiya Rojava civînekê li dar dixin. Ji vê civînê re birayê Meşal Temo Abdulazîz Temo pêşengtiyê dike. Destê Meşal Temo di şehîdxistina yek ji ewladê herî hêja yê gelê kurd Şehîd Xebat Dêrîk de heye û ji destpêkê ve sîxurtiya TC’yê dikir. Birayê xayinekî wisa ku ji civînê re pêşengtiyê dike, nîşan dide ku ev civîn ew ê xizmetê ji planên qirêj re bike. Ev kesana ku bi awayekî rûşûştî û bi bêexlaqî xwe weke berdevk û îradeya şoreşa Rojava nîşan didin helwesteke provokasyon û rezîlane ye. Yên ku civîn amade kirine û bi rêxistin kirine TC û PDK ye. AKP’ya ku li Qamişlo li Nisêbînê, Cizîra Botan û Sûrê komkujî kiriye û destê wê di xwîna kurdan de ye, vê civînê amade dike. Civîn li Tirkiyeyê pêk tê û ji Tirkiyeyê her roj axa Rojava tê topbarankirin. Ev kesên ku tevlî vê civînê dibin di heman demê de piştgiriya êrîşên li ser Şêxmeqsûd dikin. Ji ber vê kesên tevli civînê dibin li hemberî gelê kurd qasî AKP’ê û heta zêdetir sûcdar û gunehkar in. ENKS û PDK ku bi MÎT û desthilatiya AKP’ê re tê bibîranîn, nîşan dide ku ev ketine nava hewldaneke çawa ya qirêj û bêyom.

Gelê me ev hevkarên ku di ser gelê kurd re xwe her roj ji desthilatiya AKP’ê û Erdogan re pêşkêş dikin ew ê ti carî ji bîr neke. Di her fersendê de ew ê bersivê bide van kesên ku li hemberî dîrokê ketine rewşeke bi lanet. Ev kesana di nava hewldanên ku çawa hîn baş bazara xwe bikin de ne. Her çiqas ev kesana di nava helwesteke bi lanet de bin jî, em ê berpirsyariya xwe ya dîrokî, avakirina Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê û têkoşîna xwe bi biryardariyeke mezin berdewam bikin. Gelên me li hemberî vê rûreşiyê divê hişyar be û bi pêşxistina tifaqa xwe wê vê bêyomiyê pûç bike.."