1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. TEV-DEM'ê hişyar kir: Cenevre wê bibe Sykes-Picot a duyemîn'
TEV-DEM'ê hişyar kir: Cenevre wê bibe Sykes-Picot a duyemîn',tev,dem,ê,hişyar,kir,cenevre,wê,bibe,sykes,picot,a,duyemîn

TEV-DEM'ê hişyar kir: Cenevre wê bibe Sykes-Picot a duyemîn'

TEV-DEM'ê hişyarî da, ku danûstandinên li Cenevreyê wê bibe 'Sykes-Picot a duyemîn' û bang li hêzên derve kir, ku dest ji vê şaşîtiya dîrokî berdin

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN - ANF Navenda Têkiliyên Dîplomatî a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), der barê 100. salvegera Peymana Sykes-Picot de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de li ser peymana Sykes-Picot agahî hatin dayîn û wiha hat gotin:

"Peymana Sykes-Picot di sala 1916`an de di navbera Brîtanya û Fransayê de pêk hat. Di vê peymanê de ji bo hêsankirina rêvebirin û kontrolkirinê mîrasa Imperatoriya Osmaniyan dabeşî wîlayetên biçûk hat kirin.

Di vê peymanê de îdîaya Kurdistanê bikin çar parçe û her parçeyekî wê bikin pêveka dewletekê ku çarenûs û îradeya gelê kurd kontrol bike, hat kirin.

Di van bûyerên ku herêma Rojhilata Navîn pê re rû bi rû ye, vê care hêzên cîhanî piştî binketina hevpeymana Sykes-Picot, hewl didin peymanên nû bixin dewrê.

Bi salane gelek gotûbêj û civîn li Cenevreyê pêk tîn û tê de qeyrana li Rojhilata Navîn û rêbazên çareserkirina wê têne lêkolînkirin."

Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hatin rêzkirin:

"Tê zanîn ku Impiratoriya Osmaniyan ji ber binketina xwe ya di şerê cîhanê yê 1. de li ba ket. Ji ber binketinê, welatên ku di şer de bi serketin planên dabeş kirina bermahiyên Impiratoriya Osmanî ji bo kontrol kirina herêman di navbera Fransa û Brîtanyayê de derxistin. Ji ber vê yekê ji aliyekî ve Sykes ê Brîtanyayî û Picot ê Fransî plana dabeşkirinê ya Rojhilata Navîn, ji bo lewaz kirina herêmê ava kirina netewe dewletan û nihîştin dewleteke bi hêz dewsa Impiratoriya Osmaniye bigire bê ava kirin, derxistin. Ji aliyekî din ve jî Kurdistan kirin çar parçe û di navbera her çar netewe dewletan Iran, Iraq, Tirkiye û Sûriyeyê de belav kirin. Tevî ku kurdan dikaribûn mafê xwe di peymana Sevrê ya di sala 1920`an de pêk hat, îsbat bikin. Lê peymana Lozanê ya di sala 1923`an de pêk hat, kurd û mafên wan ji xalên peymanê yên berê derxisin û ji ber Tevgera Netewî ya Tirkiye ya bi pêşengiya Ataturk û bi alîkariya hêzên mezin, peymana Sevrê nehat pêk anîn.

Ev hêzê dihizirin ku siyaseta li ser erdê heye bi giranî sînor heyî, biparêzin. Dîrokî jî îsbat kir ku ev sînorên heyî, di herêmê de ne faktoreke aramiyê ne. Kurd ji destpêkê ve rabûn û daxwaza mafên xwe yên rewa kirin. Gelek soreş li her çar parçeyên Kurdistanê hatin lidarxistin û bi hezaran şehîd hatin dayîn. Her wiha gundên kurdan wêran kirin û malên wan hatin talan kirin. Lê belê dewlet neteweyan tundî û kîna xwe li ser gelên têkoşer ên ku ji bi destxistina azadiya xwe di hindir dewletan de têdikoşiyan, zêde kirin. Heta gihişt astekê ku gel di qirkirinan de hatin derbas kirin. Mînaka vê yekê jî qirkirina ku ji ber hişmendiyeke neteweperest a van welatan ku di bin dirûşmeyên yek al, yek welat û yek ziman de tev digeriyan, li ser gelê ermen pêk hatiye. Hişmendiya neteweperest qirkirina etnîkî bi xwe re anî û sed hezaran kes kirin qurban , lê tevî qirkirin û komployên pêk hatin, îradeya gelan bi bin neket. Gelê Kurd riya xwe ya têkoşînê domand û li dora metoda xwe ya nû ku konfedralîzma demokratîk, jiyana hevbeş û biratiya gelan temsîla wê dike û Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan pê bang kir û li ser vî bingehî li Rojava û Bakurê Kurdistanê destketî hatin bi destxistin, civiya. Tevî ku peymana Sykes-Picot ya 1. bi bin ket û hemû pirsgirêkên ku niha pêk tên, encama ew peymana nebixêr in.

Lê careke din xwediyên fikrên netewe dewlet hewl didin ku kurdan ji danûstandinên Cinêvê veder bikin. Kurd temsîla parçeyekî bingehîn ji opozisyonê dikin û bi berxwedana xwe ya li hember terorê xwe îsbat kirin. Ne ihtîraf kirina bi mafê rewa yê gelê kurd, îsbat dike ku Cinêv vediguhêze Sykes-Picot a 2. Em weke Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM ) van peymanan şermezar dikin û em ji hêzên navneteweyî dixwazin ku şaşetiyên dîrokî sererast bikin. Em ji hêzên navneteweyî dixwazin ku ihtîrfê bi mafê kurdên ku bi şerê li hember terora mezin a li cîhanê mirovahiyê diparêzin, bike. Kiryarên ku hikûmeta Başûrê Kurdistanê ku Partiya Demokratî Kurdistanî (PDK) temsîla wê dike li ser rojava pêk tîne û ambargoyê li ser sînorê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de pêk tîne, berdewam kirina hişmendiya peymanên ku bi dawî bûne ye. Piştî derbas bûna 100 salî li ser peymana Sykes-Picot ve û piştî wê Lozan îro dijminên gelê kurd siyaseta xwe didomînin. Ji ber vê yekê, dive em bi hev re bi hevgirtinê li dijî van siyaset û projeyên parçekirinê bisekinin û îradeya azad bi ser bixin."