1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Tevgera Azadî encamnameya 1. Konferansa xwe ya herêma Raperîn eşkere kir
Tevgera Azadî encamnameya 1. Konferansa xwe ya herêma Raperîn eşkere kir,tevgera,azadî,encamnameya,1,konferansa,xwe,ya,herêma,raperîn,eşkere,kir

Tevgera Azadî encamnameya 1. Konferansa xwe ya herêma Raperîn eşkere kir

A+ A-

KARÛX WIRTÎ/ RAPERÎN

Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê duh 1. Konferansa xwe ya herêma Raperîn li dar xist. Di encama konferansê de 10 xalên encamnameyê hatin eşkerekirin.

Duh Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê bi tevlîbûna 21 delegeyan 1. Konferansa xwe ya herêma Raperîn a Silêmaniyê li dar xist. Di konferansê de ji bo desteya disiplînê ya herêmê û du kes jî ji bo hevserokatiya Tevgera Azadî ya Raperîn hatin hilbijartin.

Ji bo meclisa rêveber a Tevgera Azadî ya Raperîn Resûl Hemed Resûl, Elî Hemed Mistefa, Mihemed Hesen, Hisên Hesen Xidir, Mam Şiwan, Resûl Ebdullah, Aştî Mihemed Nûrî, Tuba Mihemed, Şiware Salih, Şemal Hesen, Şêwaw Îbrahîm, Helîme Îsmaîl, Şêx Mihemed Bestê, Nesreddîn Hemed, Esmer Resûl, Helale Emer, Ezîz Îbrahîm, Huner Siware, Tara Husên, Silêman Hisên, Mihemed Qadir hatin hilbijartin. Her wiha ji bo desteya disiplînê jî Bala Omer, Rehman Hisên û Ebdulla Elî û ji bo hevserokatiya rêxistinê ya Raperîn jî Berêz Hemedemîn û Awaz Îsmaîl hatin hilbijartin.

Encamnameya 1. Konferansa Tevgera Azadî ya herêma Raperîn wiha ye:

1-Ji bo pêşxistin û xistina meriyetê ya sîstema rêveberiya demokratîk, xwerêxistin kirin û xwerêveberî yek ji erkên me yên bingehîn û sereke ye.

2- Ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî avakirina komîteyek ji bo xebatên rêxistinî li gund, bajarok, navçe û bajarên herêmê. Her wiha dinava mamosta û xebatkarên tenduristiyê de jî pêşxistina rêxistinkirinê armanca me ya bingehîn e.

3- Giringî dan bi xebatên perwerde, hînbûn, çandî-hunerî û hîn zêde pêşxistina sîstema demokratîk, pêwîst e her sal hemû endam tevlî civîn û perwerdeyên salane bibin.

4-Li hemberî nebûna mûçe û xizmetgûzariyê, em ê pêşengiya hemû cure çalakî û xwepêşandanên girseyî û gel bikin.

5- Li hemberî êrîşên hewayî yên dewletên dagirker ên Îran û Tirkiyeyê ku bûne sedema qetilkirina gelê me yê sivîl û zerardayîna madî, wê çalakiyên nerazîbûn û şermezarkirinê yên me berfirehtir bibin.

6- Xwedî derketina li malbatên şehîdên gundê Bûtê, Kûrtek, Zergelê û hemû şehîdên encama êrîşên dagirkeran de şehîd bûne, wê têkoşîna me berfirehtir bibe û çêkirina bîrdariyan ji bo wan bernameya me ya sereke be.

7- Li ser bingehê pîvanên bi hevre karkirina siyasî û civakî li gel hemû aliyên siyasî, civakî û kesayetên demokrat ji bo çareseriya pirsgirêkên hene xebat bikin.

8- Li hemberî tundûtujiya li herêmê dijî jinê tê kirin, bi hemû hêz û hewldanên xwe li hember bisekin. Her wiha piştgiriya hemû xebat û hewldanên pêşketina jinê dinava civakê de bikin.

9-Li dijî bêkarî, bê hêvîbûn û koçberiya ciwanan ji Herêma Kurdistanê bê girtin, giringî didin zêdekirina perwerde û rêxistinkirina ciwanan, dikin armanca xwe ya bingehîn.

10-Her wiha ji bo parastina cihên dîrokî û xwezayê hewl didin ji bo avakirina gundan û berhemên xwezayî.

Di dawiya konferansê de soza bihêzkirina têkoşîna demokratîk li Kurdistanê hat dayîn. Konferans bi gerandina govend û gotina stranan bidawî bû.

(sk)