1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. 'Tirkiye û Îran dixwaze Herêma Kurdistanê ji xwe re bike cihê bazarê'
'Tirkiye û Îran dixwaze Herêma Kurdistanê ji xwe re bike cihê bazarê',tirkiye,û,îran,dixwaze,herêma,kurdistanê,ji,xwe,re,bike,cihê,bazarê

'Tirkiye û Îran dixwaze Herêma Kurdistanê ji xwe re bike cihê bazarê'

Wezîrê Ziraat û Çavkaniyên Avê yê Herêma Kurdistanê Ebdulstar Mecîd diyar kir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê stratejiyek û felesefeyek ji bo sektora taybet nîne û got ku topbaran û bombebaranên Tirkiyeyê û rejîma Iraqê ziyenek mezin li ser sektora çandiyê çêkiriye

A+ A-

HANA AZAD / HEWLÊR

Wezîrê Ziraat û Çavkaniyên Avê yê Herêma Kurdistanê Ebdulstar Mecîd di hevpeyvînek taybet de li ser rewşa çandî, ziyanên topbaran û bombebaranên dewleta Tirk û Îranê li ser xaka Herêma Kurdistanê û girîngiya çandiyê ji ajansa me re axivî. Mecîd diyar kir ku PDK li pêşiya çêkirina bendava Bêxme astenge. Herwiha destnîşan kir ku Tirkiye û Îran dixwaze Herêma Kurdistanê ji xwe re bike cihê bazarê.

Ebdulstar Mecîd têkildarî vekîşîna Komeleya Îslamiya Kurdistanê ji hikûmeta Herêma Kurdistanê jî wiha anî ziman; "Ji bo vekêşîna Komeleya Îslamiya Kurdistanê nêrîn heye, lê hîn nebûye biryar."

“Li rexmê krîza aborî ya li Başûrê Kurdistanê heye, çima heya niha sektora çandiniyê ji bo hikûmetê ne bûye alîkar, da ku hikûmet ji vê krîzê derbas bibe?

Hikûmetê stratejî û felesefeyekî zelal li hemberî sektora çandiyê nîne

Sektora çandiyê sedemekî girînge ji bo bingehê aborî, parastina xurek û avê. Li Herêma Kurdistanê me çend caran li Desteya Wezîran behs kiriye, divê ev sektor bibe beşekî bi hêz û çavakaniya sereke ya xurekê ji bo welatiyan. Berhemê bîne û em bi xwe bibin xwedî çavkaniyên xurekê. Ji ber ku her tim dijminê me van çavkaniyan li hemberî me weke çekekê bi kar tîne, ji bo di nava xwe de li hemberî Kurdan lihevkirinê bikin. Ji ber vê yekê pêwîste em gelek girîngiyê bidinê. Ez gelek girîng dibîn ku girîngiyê bidin parastina xurek û avê. Ev yek ji pêwîstî bi alîkariya dezgehên hikûmeta Herêma Kurdistanê û xelk û ragihandinê heye. Eger wisan nebe em nagihîn armancên xwe yên sereke. Heya niha ji bo parastina xurek û avê weke tê xwestin bi hev re bûn û hevaltî nîne. Tirkiye û Îran hewil didin ku Herêma Kurdistanê bikin cihê firotina bazara eşyayên xwe. Hewil didin ava Herêma Kurdistanê bi çêkirina bendavan bi çikînin. Bi taybet projeya Gap li Tirkiyeyê û çend bendavên din li Îranê 46 km rêya avê diguherin.

Gelo di nava hikûmeta Herêma Kurdistanê de li ser van mijaran yek dengbûyîn lewaze, yan bihêze?

Di hemû warî de lewaze û hikûmetê stratejî û felsefeya wê li hemberî sektora çandiyê zelal nîne û pêwîst bû hikûmet bi projeyên dagirtî û xwedî bername piştgiriya wezareta ziraat û çavkaniyên avê bikiriya. Di heman demê de weke tê xwestin ragihandin nabe alîkar. Piraniya ragihandinê ji bo berhemên biyanî reklamê dikin û berhemên navxweyî dişkênin.

Te di serdanên xwe yên derveyî welat de behsa berhemên navxweyî kir? Ji bo sektora çandiniyê ezmûnek nû we peyda kir?

Li ser çêkirina bendavên Tirkiye û Îranê me bersiva fermî wernegirtiye

Bêguman me behs kir, wan welatan çarçoveyek ji bo xwe diyar kirine ka wê çawa berhemên navxweyî zêde bikin û wê çawa bişînin ji derve. Niha ji pêwîstiya me zêdetir bi genim, hêk, kartol, pîvaz û goşt heye. Em ji ber gelek keyfxweşin. Şandekî mezin ya Tirkiyeyê hat vir û ji me re gotin ku rêjeyek zêde ya şandina tiştan ji bo Herêma Kurdistanê kêm bûye. Sîstema parastina berhemên navxweyî yek ji erkên me ne û cotkaran jî jê sûd dîtiye. Niha erkekî zêdetir ketiye li ser milê wan. Pêwîste mişteriyan ji bo berhemên xwe peyda bikin. Lê ev yek di xema me de nîne. Ji ber vê yekê sektora çandiyê pêwîstî bi hevkariya her kesê heye.

Te bersiva çêkirina evqas bendavan ji aliyê Tirkiyeyê û Îranê ve girtiye, di demekî ku li ser Herêma Kurdistanê metirsiyê çêdike?

Me li gel Tirkiyeyê gelek caran behs kiriye. Lê wan qet avek nîne derbasî Herêma Kurdistanê bibe. Piraniya wê ji bo jêrê Iraqê di herike. Lê digel Îranê bi fermî me li gel Cigirê Serokkomar û Wezîrê Ziraatê yê Îranê behs kiriye. Me nerehetiya xwe ya ji bo çêkirina van bendavan aniye ziman. Bersiva wan ev bû ku peywendiya vê yekê bi pasdaran ve heye û sozdane ku bi pasdaran re biaxivin ku bi rengekê çêkin ziyan bi Herêma Kurdistanê negihî. Lê me ji Tirkiyeyê û Îranê li ser çêkirina bendava bersiva fermî negirtiye. Pêwîste hikûmeta Iraqê li ser vê yekê dengê xwe der bixe.

Astengiyên PDK'ê yên li hemberî çêkirina Bendava Bêxme yên ji ber sedemê di keve çend gundên barzaniyan hîn berdewam dike?

Belê ev pirsgirêk hîn maye. Wezareta pêştir hewil dana wê bendavê çêke. Lê ji ber sedemê rewşa siyasî nekarî çêke. Mixabin partiyên siyasî biryarê didin. Eger Bendava Bêxme ava bikin wê li Rojhilata Navîn bibe bendava herî mezin. Eger bê avakirin wê bibe li Iraqê wê bibe bendava herî mezin. Herçend ku mebesta me nîne li dijî Iraqê bi kar bînin.

Gelo hîn jî PDK li hemberî çêkirina vê bendavê astenge?

Raste PDK li hemberî çêkirina bendava Bêxme astenge. Lê divê vê yekê bînim ziman, pêştir di dema çêkirina vê bendavê de, daxwaz hat kirin ku asta avê kêm be. Lê bi vî rengî wê ti sûdê xwe nebe. Herwiha ji bo çêkirina vê bendavê kabîna niha û berê ji ber krîza aborî nikare çêke.

Bombebarankirina li ser sînorên Herêma Kurdistanê didome, van bombebarana çiqas ziyan bi sektora çandiniya wan Herêma Kurdistanê gihandiye?

Bombebaranên dewleta Tirk û Îranê şermezar dikin

Em topbaran û bombebaranên ji aliyê Tirkiyeyê û Îranê ve pêk tên şermezar dikin û karekî xerabe. Ziyanekî mezin bi berhemên çandiyê gihandiye. Bi taybet li herêmên li ser sînorin berhemên gelek baş hene, berdewam ji ber bombebarana zeviyên van herêman di şewitin. Par nizîkî 80 hezar donim daristan şewitî. Sedemê vê yekê Tirkiye û Îran bû. Ji ber vê yekê ziyanek mezin ji ber bombebarana li sektora çandiyê bûye.

Ji bo parastinê qet hewildanek hebû?

Me raporek daye hikûmetê. Ji bo parastina sînoran li hemberî bombebaranan, divê li ser asta hikûmetê axaftin li ser bê kirin û daxwaza tazmînatê bê kirin, ji bo cotyaran.

Yek ji wan pirsgirêkên sektora çandiniyê rast hatiye hikûmeta Iraqê ye, di vî alî de pirsgirêk çiye û gihiştiye çi astê?

Hikûmeta Iraqê xwe li ber pêşketina Herêma Kurdistanê nagire. Lê ji ber sedemê krîza siyasî û ne aramiya navxweyî û nebûna yekdengiyê me derfet aniye ku ev welatane ziyanê bide me. Hikûmeta Iraqê li pêşiya şandina mirişka bû asteng û pereyê genimê cotyaran naşîne. Herêma Kurdistanê ji herêmên di bin destê çeteyên DAIŞ'ê de hesab kiriye. Niha dezgehek nîne Herêma Kurdistanê bi parêze. Niha pirsgirêka me ya genim heye, di demekê ku em di nava xwe de dikarin bi 500 milyon dînar bikirin. Lê pirsgirêka darayî li hember vê yekê astenge. Bexda jî heya niha nîvê pereyê genimê sala 2014'an neşandiye. Qet bazirganiyek heye di navbera parçeyên din ên Kurdistanê de?

Me serdana Mêrdînê kir û me ragihand ku qet cûdahî di navbera Rojhilatê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê û Bakûr de nîne. Her parçeyekî Kurdistanê berhemên me bibin em ê tişta pêwîst ji bo wan re bikin.

Serokê Koma Komeleya Îslamiya Kurdistanê li parlamentoyê daxwaz kir komele ji hikûmetê vekêşe, dîtina te li ser vê yekê çiye?

Rêveberiya Komeleya Îslamiya Kurdistanê wê biryara li ser vekêşîna Komeleya Îslamiya Kurdistanê ya di nava hikûmetê de bide. Heya niha ev yek bi tevahî hatiye behs kirin. Her kesekî li ser biaxive ev nêrîna wî ye. Her çend ji bo vekêşîna Komeleya Îslamiya Kurdistanê di nava hikûmetê de nêrîn hebe jî lê hîn nebûye biryar. Her demekî ku biryara vekêşînê ji hikûmetê hat dayîn, ji bo min weke mû ji mast der bixiye. Lê niha dixwazim di nava hikûmetê de bimînin. Serê Komeleya Îslamiya Kurdistanê ji ber nûnerên wê yên li hikûmetê bilinde.”

(ab)