1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Tugluk: Em Gelê Kurd Xweseriya Demokratîk îlan dikin
Tugluk: Em Gelê Kurd Xweseriya Demokratîk îlan dikin,tugluk,em,gelê,kurd,xweseriya,demokratîk,îlan,dikin

Tugluk: Em Gelê Kurd Xweseriya Demokratîk îlan dikin

A+ A-

Hevseroka KCD'ê û parlementera Wanê Aysel Tugluk encama civîna KCD'ê xwend û diyar kir ku ew wekî gelê kurd Xweseriya Demokratîk îlan dikin. Tugluk, wiha got: "Em di çarçoveya mafên gerdûnî yên mirovan de li ser feraseta welatiyê hevbeş û yekîtiya axê, her wiha li ser perspektîfa Neteweya Demokratîk girêdayî Yekîtiya Neteweya Tirkiyeyê wekî gelê Kurd Xweseriya Demokratîk îlan dikin." Tugluk, bang li camîaya navneteweyî kir û xwest îlankirina Xweseriya Demokratîk a gelê kurd qebûl bikin.

Civîna Kongreya Civaka Demokratîk ku ji bo li dijî bêstatuya nasnameya kurd li salona Konferansê ya Vedat Aydin a BDP'a Amedê pêk hat bi dawî bû. Cîvîna ku Hevserokên KCD'ê Ahmet Turk û Aysel Tugluk, Hevserokên BDP'ê Hamît Geylanî û Fîlîz Koçalî, parlamenterên grûba BDP'ê, şaredarên BDP'ê, nûnerên saziyên sivîl ên civakî, nûnerên rêxistinên jin û ciwanan, nivîskar, rojnameger, navdar, delegeyên gel û bi tevahî 850 delege tevli civînê bûn qediya. Di civînê de li ser modela Xweseriya Demokratîk, rewşa xistina parlamenteriya parlamenter Hatîp Dîcle, parlamenterên girtî, girtiyên siyasî, operasyonên siyasî û leşkerî, bendava hilbijartinê, makeqanûna demokratîk û gelek mijarên din de biryar hatin girtin. Li bendê yle ku encamnameyê çend deqe şûndeli Qada Batikentê di bernameya ku ji bo biranîna berxwedêrên 14'ê Tîrmehê de bê aşkerakirin. KCD'ê di roja 14'ê Tîrmemehê de ku ji bo gelê kurd rojek dîrokî ye der barê îlankirina Xweseriya Demokratîk de biryar hate girtin. Endama civîna KCD'ê Hevseroka KCD'ê Tugluk, xwend. Tugluk îlankirina xweseriyê bi vê gotinê anî ziman: "Em di çarçoveya mafên gerdûnî yên mirovan de li ser feraseta welatiyê hevbeş û yekîtiya axê, her wiha li ser perspektîfa Neteweya Demokratîk girêdayî Yekîtiya Neteweya Tirkiyeyê wekî gelê Kurd Xweseriya Demokratîk îlan dikin." Tugluk, diyar kir ku bi bawerî û heviya ku ev biryar ji bo azadiya gelê kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê bibe vesîle û ji hemû Tirkiye, Rojhilata Navîn û Cîhanê re pîroz be.

Tugluk, anî ziman kurd ku gelê Mezopotamya yê herî qehîm û dîrokî ne îro hêj rastî polîtikayên inkar û îmhayê tên û hêj di bin gefê feraseta netew dewletê de dijîn. Tugluk, da zanîn ku hêj polîtîkayên perçekirin bişavtin û tunekirinê li ser wan didomin û bingeha mirovahiyê û çandê gelê kurd li hemberî tunebûnê re rû bi rû maye. Tugluk, bibîrxist ku hemû gelên hatine herêmê her tim hembêza xwe ji wan re vekiriye û herçend ol, ziman û neteweyên wan cuda bin jî her tim bi wan re bûye dost û heval. Tugluk, destnişan kir ku li gel vê rastiyê dîsa di sedsala 19'an û her wiha 20'an de feraseta îttîhat û Terakkiyê pêş ketiye û bi vê yekê re tunekirina kurdan hatiye armanckirin.

'Tunekirina kurdan hatiye xwestin

Tugluk, bilêv kir ku di makeqanûna sala 1921'an de înkara kurdan tune bû, bi kurdan re hatibû avakirin. Tugluk, bilêv kir ku di felsefeya rizgariya Tirkiyeyê de yekîtiya gelê kurd û tirk hebû. Meclîs jî liser vê binehê hate avakirin. Lê piştî peymana Lozanê di makeqanûna 1924'an de ev polîtîka hate guhertin û li ser înkar, îmha û tunekirina kurdan hate avakirin. Tugluk, daxuyand ku bi vê polîtîkayê re îsyanên Koçgirî, Şeyh Saît, Agirî, Dêrsim û hwd pêş ketin. Tugluk, destîşan kir ku li aliyekî tunekirina fîzîkî û li aliyê din ya siyasî hate pêşxitin û hêj didome.

Tugluk diyar kir ku polîtikaya îmha û înkarê heta niha hatiye meşandin û wiha berdewam kir: "Tirkiyeyê bi dewletên din ên ku li ser kurdan desthilatdariya xwe meşandiye ve ji bo kurd bên tunekirin tîfaq pêk aniye û ev polîtiya bi awayeke dijwar hatiye meşandin. Netewe-dewletan li ser gelan û çandên cuda çawa polîtikayên qirkirinê daye meşandin di polîtîkayên van dewletan de bi awayeke zelal hatiye dîtin. Rojane guhertin hebe jî di cewherê xwe de înkar heta îro hatiye meşandin û polîtikayên tasfiyeyê didome. Her çiqas dixwazin nîşan bidin ku polîtikayên statukoperez tê rakirin jî statukoya înkarê ya nû tê avakirin. Ev yek bi awayeke zelal ji aliyê kurdan ve tê dîtin."

'Dixwazin mafên gelên kurd bê tasfiyekirin'

Tuguluk destnîşan kir ku operasyonên leşkerî û siyasî bê navber didomin, pêşiya îradeya gelê kurd a azad tê girtin, parlamenteriya Hatîp Dîcle hate betalkirin, parlamenterên girtî nehatin berdan, ev yek nîşaneya avakirina statukoya nû ye. Tugluk wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dîse di bin navê operasyonên KCK'ê de li dijî siyasetmedarên kurd operasyonên qirkirinê yên siyasî didome û bi hezaran mirovên me rehîn tên girtin. Bi salan e li girtîgehan têne girtin. Li dijî kurdî qirkirina çandî didome. Weke ku me li jorê jî diyar kir gelê kurd ji aliyê mafên mirovî, welat, ziman, çand, nasnameyê de tê xwestin ku bê tasfiyekirin."

Tugluk bilêv kir ku li Tirkiyeyê û derveyî Tirkiyeyê gelek derûdor ji bo ku pirsgirêka kurd bê çareserkirin daxwazên xwe tînin ziman lê dewleta Tirkiyeyê û îxtidara AKP'ê ne ji bo Tirkiyeyê ji bo berjewendiyên xwe polîtîkayê diafirîne ûj i ber vê yekê jî nayê çareseriyê. Tugluk wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em bêhelin çareseriya pirsgirêka kurd bi polîtîkayên xwe rizandinê kûr dikin û êşên mezin bi gelên kurd didin kişandin. Di vê pêvajoyê şunde heke neçareserî bidome gel dê di nava vê pevçûn û şîdetê de hêzê winda bike. Ev ê ji bo Tirkiye û Kurdistanê bê wateya xirabûnê. Pirsgirêka kurd ji ber ku mafên kurdan nayê dîtin û xwedî statuyeke nîn en û daxwazên wan bi şîdet û pêkutiyê tune tê hesibandin derdikeve holê."

'Êdî gelê kurd naxwaze bêstatu bijî'

Tugluk anî ziman ku pirsgirêka kurd heke kurd weke gel bên qebûlkirin û bi gelên Tirkiyeyê de wekhev bijîn, bibin xwedî statu dê bê çareserkirin û wiha got: "Di rewşa heyî de gelê kurd êdî li dijî polîtîkayên ku hebûna wan tehdît dike naxwaze bêstatu bijî. Li cîhanê geleke weke kurdan nifûsa wî 40 milyon e lê mafên wan ewqas tune tê hesibandin nîn e. Gele kurr bêstatukobûna siyasî êdî red dike. Êdî em dixazin demokrasiya xwe ava bikin û bibin xwedî statu. Em xwedî hêza ku xwe bikaribin rêvebinin in."

'Em weke gelê kurd Xweseriya Demoktarîk îlan dikin'

Tugluk der barê Xweseriya Demokratîk de agahî da û wiha berdewam kir: "Sîstema hemû civakên ku bi awayeke xwezayî dijîn e. Xweseriya Demokratîk xirakirina dewletekî û avakirina dewleke dîn nîn e. Di heman demê de sîstema dewletekî jî nîn e. Sîstema gel a bi rêveberiya xwe ya cewherî ye. Di serî de jin, ciwan û hemû beşên civakê rêxistina xwe ya xweser ava dikin û polîtîkayên xwe di meclîsên xwe de bi awayeke wekhev-azad li ser esasên welatîbûnê diafirînin. Ji ber vê yekê jî hêza cewherî esas digire. Xweseriya Demokratîk sînoran naguherîne di nava sînorên hevpar de nirxên gelên herêmê qebûl dikin û bi nirxên hevpar peymaneke civakî ya nû ye. Li ser vê esasê em jî girêdayê yekîtiya gelên Tirkiyeyê dimînin û weke gelê kurd Xweseriya Demokratîk a xwe îlan dikin. Em dixwazin ji bo ku Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ê ku mîmarê projeya Xweseriya Demokratîk e ji bo Tirkiyeya Demokratîk bixebite şert û merc bên amadekirin."

Bangawaziya xwedî lê derketinê

Tugluk bang li gelê kurd jî kir ku xwedî li Xweseriya Demokratîk derkeve û wiha domand: "Li ser bingeha vê dabihîstinê em bang li gelê xwe yê fedakar dikin. Em bang li gelê xwe dikin ku li ser bingeha bexwedana dîrokî ya 14'ê Tîrmehê, têkoşîna bêhempa ya hatî meşandin û ji bo bîranîna ewladên gelê kurd ên herî fedakar, xwedî li Kurdistana Xweser a Demokratîk derkevin. Her wiha em bang dikin ku hemû rewşenbîr, nivîskar, nûnerên rêxistinên civaka demokratîk û hemû kesên wijdana gelê xwe yên li ser vê axê dijîn, xwe wekî endamek Kurdistana Xweser a Demokratîk bibîne û xwedî li vê dabihîstinê derkeve. Em bang li hemû gelê Rojhilata Navîn û gelê tirk jî dikin ku li ser bingeha wekhneviyê ji nûve biratiyê ava bikin."

Ji gelên Tirkiyeyê re banga hevgiriyê

Di berdewama axaftina xwe de Tugluk bang li gelên Tirkiyeyê jî kir û ev tişt gotin: "Bangame ji bo gelên Tirkiyeyê ye; lazim e piştgiriyê bidin gelê kurd ê bi hezaran salan e li ser vê axê bi hev re dijîn û hevgiriya Kurdistana Xweser a Demokratîk bikin. Banga me ji bo hemû dostên gelê kurd e; em dixwazin hemû derdorên sosyalîst, demokrat, lîberal, dîndar, femînîst, partî, sazî û kesayetiyên demokrat di vê îlana rûmet a gelê kurd de, piştgiriya xwe diyar bikin." Tugluk bang li TBMM'yê jî kir û xwest ku di çarçoveya makezagona demokratîk a nû bê çêkirin de Xweseriya Demokratîk wekî statuya gelê kurd bê naskirin.

Bang li rayagiştî ya navneteweyî hate kirin

Tugluk bang li hemû rayagiştî ya navneteweyî jî kir û wiha pêde çû: "Em bang li rayagiştî ya navneteweyî dikin ku Xweseriya Demokratîk a gelê kurd ku bingeha xwe ji hiqûqa gerdûnî digire, nas bikin. Bi hêvî û baweriya Xweseriya Demokratîk dê bibe wesîleya pêşketinên mezin, em Xweseriya Demokratîk li hemû gelê xwe, gelên Tirkiyeyê, yên rojhilata navîn, gelên cîhanê û mirovahiya pêşketî re pîroz dikin." Piştî daxuyaniyê Xweseriya Demokratîk ji hêla dîwanê ve kete dengdanê û bi yek dengî hate qebûlkirin. Beşdaran li ser piyan û bi sloganan xweserî pîroz kir. DÎHA (eb/mae/sa)