1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. 'Tundiya li dijî jinê rewa tê dîtin'
'Tundiya li dijî jinê rewa tê dîtin',tundiya,li,dijî,jinê,rewa,tê,dîtin

'Tundiya li dijî jinê rewa tê dîtin'

Li Tirkiyê ku her roja paştir e tundiya li hemberî jinê zêdetir dibe

A+ A-

EMÎNE ALTINKAYA- NAGİHAN AKARSEL Seroka Beşa Civaknasî ya Zanîngeha Hacetepeyê Prof. Dr. Aylîn Gorgun Baran diyar kir ku bingeha tundiya li hemberî jinan û întîxarên jinan divê baş bên analîzkirin û got; "tundiya li hemberî jinê rewa tê dîtin. Baran anî ziman ku di 140 nûçeyên di çapemeniyê de nêrîna tenê 3 pisporan hatiye girtin û anî ziman ku divê piştî van nûçeyan divê nêrînên pisporan bên teyîsandin

Li Tirkiyê ku her roja paştir e tundiya li hemberî jinê zêdetir dibe, bi îstatîstîkan derketiye holê ku ji her pênc jinan du jin rastî tundiyê tên. Seroka Beşa Civaknasî ya Zanîngeha Hacetepeyê Prof. Dr. Aylîn Gorgun Baran sedem û analîza tundî û întîxara jinan a li hemberî jinan nirxand. Baran diyar kir ku tundiya li hemberî jinan di çapemeniyê de ciheke berfireh digire û got; "Di nava civakan de tundî wekî rêbaza çareseriyê tê bikar anîn. Ev yek ji bo jinê jî derbasdar e. Lê em li vê derê xwedî nêrîneke cuda ya civakî ne. Em tundiyê wekî, pêkûtiya hêzar a li ser bêhêz dinirxînin. Di kêlîka ku îxtîdara hêzar dikeve nava xetereyê de hêzar bêhêza diçewisîne. Wê demê dibe serdest. Wekî mînak; jina ku zilam guhdar nake rastî tundiya zilam tê. Zilamê ku difikire desthilatdariya wî ketiye nava xetereyê bi pêkanîna tundiyê xwe dide guhdarkirin.

'Tundî pirsgirêkeke binyatî ye'

Baran diyar kir ku tundî pirsgirêkeke binyatî ye û wiha axivî: "Normên civakî, nirxên baviksalarî dema ku difikirin vediguherin dest bi rêbazên tundiyê dikin. Ev yek heta tundiya fîzîkî jî diçe. Gelek cureyên tundiyê hene. Tundiya fîzîkî, derûnî, zayendî û devokî ye. Jinan demên berê li hemberî zilam stûyê xwe xwar dikirin, lê piştî ku dest bi xebatê dike, dibêje ez jî dixebitim, ez jî heqdestê xwe digirim, lewma naxwazim wekî berê bijîn. Li hemberî vê yekê jî zilam bi gotinên wekî; 'jina min, malê min, ez çi bixwazim dê bikim' dest bi tundiyê dike." Baran bibîr xist ku di çapemeniyê de roj nîne ku li ser tundiya jinan nûçe derbas nebin û anî ziman ku piştî van nûçeyan divê teqez nêrîna pisporan jî bên teyîsandin

'Çareseriya întîxarê bidawîbûna pevçûnan e'

Baran anî ziman ku îdîayên întîxara jinan zêde bûye û destnîşan kir ku ji bo pêşiya întîxarên jinan bê girtin divê pevçûnên heyî bidawî bibin. Baran diyar kir ku li Tirkiyeyê bûyerên siyasî û pirsgirêka kurd ancaq bi diyalogê û bi hevfêmkirinê dê çareser bibe.

'Divê polîtîkayên kevneşopiya zilamtiyê bişkêne bên pêşxistin'

Baran got divê polîtîkayên kevneşopiya polîtîkayên zilam bişkêne bên pêşxistin û wekheviya zayendî di nav civakê de bê rûniştandin. Baran bibîr xist ku di vê mijarê de roleke mezin dikeve ser milên civak, çapemenî, zanîngeh û rêxistinên saziyên sivîl.

'Di çareseriya pirsgirêka kurd de jin diyarker in'

Baran diyar kir ku li herêmê bi avasaziyên rêxistin û saziyên jinan gavên girîng hatine avêtin û destnîşan kir ku ji bo jinên di nava civakê de jî mînakên baş derketine holê. Baran bal kişand li ser çareseriya pirsgirêka kurd û got; "Di çareseriya pirsgirêka kurd de rola jinên kurd diyarker e. Lewma di mijara çareseriya pirsgirêka kurd de hevfêmkirin û diyalog girîng e.

(ak)