1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Unesco: Armancên kampanya 'Ji bo her kesî perwerde' bi ser ne ketin
Unesco: Armancên kampanya 'Ji bo her kesî perwerde' bi ser ne ketin,unesco,armancên,kampanya,ji,bo,her,kesî,perwerde,bi,ser,ne,ketin

Unesco: Armancên kampanya 'Ji bo her kesî perwerde' bi ser ne ketin

Xebatên bi dirûşma 'Ji bo her kesî perwerde' yên bi pêşengiya Rêxistina Çand û Zanistên Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî (Unesco) tên meşandin bi pêş ve diçin. Lê belê hînê bi mîlyonan zarok nikarin biçin dibistanê

A+ A-

Parîs - Anf Xebatên bi dirûşma 'Ji bo her kesî perwerde' yên bi pêşengiya Rêxistina Çand û Zanistên Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî (Unesco) tên meşandin bi pêş ve diçin. Lê belê hînê bi mîlyonan zarok nikarin biçin dibistanê. Beşeke mezin a zarokên nikarin biçin dibistanê li welatên xizan dijîn. Ji bo Unesco xwe bigihêjîne armancên xwe, divê hîn bêhtir bikeve nava hewldanan.

Li gorî rapora ji aliyê Unesco ve hat weşandin, ji sala 2000'î û vir ve li gelemperiya cîhanê di armancên perwerdeyê de gelek pêşketin çêbû, lê li hin welatan xwegihandina armancan, nebû.

Di rapora ku mehek beriya Forûma Perwerdeyê ya Cîhanê ya li bajarê Kore Incheon bê lidarxistin hat weşandin de, 15 salên însiyatîfa bi navê 'Ji bo her kesî perwerde (Education for All-EFA)' ya di sala 2000'î de li paytexta Senegal Dakarê hat ragihandin, hat nirxandin. Li gorî rapora Unesco, di nava 164 welatan de li yek ji sê welatan armancên hatin destnîşankirin, bi ser ketin. Di serî de parzemîna Afrîka li bi dehan welatên din, ev armanc nehatin bi ser xistin.

Yek ji van armancan, çûyîna hemû zarokan ji bo dibistana seretayî bû, lê belê ev armanc bi tenê ji sedî 52 ê welatên hatin diyarkirin, pêk hat.

LI SÛRIYEYÊ NIFŞEK WINDA DIBE

Di raporê de yek ji welatên ku bi taybetî bal tê kişandin ser Sûriye ye, ku li vî welatî ji ber şerê navxweyî yê 4 sal li dû xwe hişt, nifşek ji perwerdeyê bêpar mane. Ji dawiya sala 2013'an û vir ve ji 4,8 mîlyon zarokên di dema dibistanê de ne, li vî welatî 2,2 mîlyon ji wan nikarin biçin dibistanê.

Bi qasî nîv mîlyon zarokên Sûriyeyî, ji ber ku li welatên weke Misir, Lubnan, Urdun û Tirkiyeyê ne, ji sîstema perwerdeyê ya welatê xwe qut bûn.

'ÊRÎŞÊN TERORÎSTÎ Û PEVÇÛN BANDORÊ LI XWENDEKARAN DIKIN'

Di rapra Unesco de ji bo welatên ku lê perwerdeya zarokan tê astengkirin, Nîjerya ya ku di bin êrîşên çeteyên Boko Haram de ye, mînak tê nîşan dan. Li Nîjeryayê bi taybetî ji ber êrîşên li hemberî dibistanan mafê perwerdeyê yê zarokan tê astengkirin.

Di dewama raporê de hat ragihandin ku li Sîerra Leone, piştî şerê navxweyî yê 11 salan ji sala 2005'an û vir ve pêşketineke cidî heye. Hikûmetên li Sîerra Leone ji sala 2005'an û vir ve hejmara zarokên naçin dibistanê daxistin nîvî.

58 MÎLYON QET NEÇÛN, 100 MÎLYON NEKARÎ DIBISTANA SERETAYÎ BIQEDÎNE

Dîrektora Giştî ya Unesco Îrîna Bokova rapora aşkera kir û anî ziman ku di perwerdeya li welatên cîhanê de di nava 25 salan de 'pêşketinên girîng' hene lê belê hînê bi deh hezaran zarok nikarin biçin dibistanê. Hat ragihandin ku hejmara zarokên nikarîbûn biçin dibistanê bi 84 mîlyonî hatin kêmkirin û ji van 52 mîlyon zarokên keç in.

Xuyaye ku hînê gelekî zû ye Unesco xwe bigihîne armancên xwe yên perwerdeya ji bo her kesî. li gelemperiya cîhanê, 58 mîlyon zarokên gihaştine temenê çûyîna dibistanê nikarin biçin dibistanê. Hejmara zarokên bêyî qedandina dibistana seretayî dibistan terikandine jî nêzî 100 mîlyonî ye. Temamiya zarokên nikarin biçin dibistanê ji malbatên xizan in.