1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Viyan Dexîl: Hê jî 4 hezar jinên Êzdî di destê DAIŞ’ê de ne
Viyan Dexîl: Hê jî 4 hezar jinên Êzdî di destê DAIŞ’ê de ne,viyan,dexîl,hê,jî,4,hezar,jinên,êzdî,di,destê,daiş,ê,de,ne

Viyan Dexîl: Hê jî 4 hezar jinên Êzdî di destê DAIŞ’ê de ne

A+ A-

HANA AZAD/HEWLÊR Parlamentera Êzdiyan li parlamentoya Iraqê Viyan Dexîl di daxuyaniyekê de ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê zêdetirî 5 hezar û 422 welatiyên Êzdî revandine. Dexîl anî ziman ku ji vê hêjmarê 4 hezar jinin.

Viyan Dexîl di daxuyaniyekî nivîskî de derbarê jinên Êzdî yên ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatine revandin de wiha got: “Çeteyên DAIŞ’ê gelek tawanên li dijî mirovatî û şer encamdane. Ji wan jî revandina jinên Êzdî û ev yek li beramberî ti tawanekî din nayê berhevkirin.”

Derbarê jinên Êzdî yên di destê DAIŞ’ê de mane jî Dexîl destnîşan kir ku hê jî zêdetirî 4 hezar jinên Êzdî di destê çeteyên DAIŞ’ê de ne. Dexîl got ku li hemberî wan jinan tawanên hov û herî xirab tên kirin û di bazaran de tên firotin.

Parlamentera Êzdiyan Viyan Dexîl daxwaz ji sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon jî kir ku di di azadkirina jinên Êzdî de rol bileyîze.

Roja 3’ê Tebaxa 2014’an çeteyên DAIŞ’ê bajarokê Şengalê yê başûrê Kurdistanê, gelek gund û navçeyên din ên Êzdiyan dagirkirin. Di encama de, bi hezaran keç û jinên Êzdiyan hatin revandin û bi hezaran jî hatin qetilkirin.

(şf/mo)