1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Waliyê Kerkuk: Hebûna hêzên hevbeş moralek bilind ji bo gelê me çêkir
Waliyê Kerkuk: Hebûna hêzên hevbeş moralek bilind ji bo gelê me çêkir,waliyê,kerkuk,hebûna,hêzên,hevbeş,moralek,bilind,ji,bo,gelê,me,çêkir

Waliyê Kerkuk: Hebûna hêzên hevbeş moralek bilind ji bo gelê me çêkir

A+ A-

ŞARISTAN NURHAK KERKUK/ROJNEWS

Waliyê Kerkuk û endamê polîtbiroya Yekitiya Nîştimaniya Kurdistan (YNK) Dr. Necmedîn Kerîm diyarkir ku hebûna hêza hevbeş ji bo gelê kurd moralek gelek bilind çêkir û şerê li hember DAIŞ pêwîste bibe sedemê zêdetir em girîngî bidin Kongreya Netewî û hê zêdetir hewl bidin ji bo çêkirina Kongreya Netewî.

Dr. Necmedîn Kerîm li ser hebûna hêzên hevbeş û sazkirina Kongreya Netewî ji RojNews re axivî. Kerîm got ku hebûna hêza hevbeş ji bo gelê Kurd gelek girînge û moralek gelek bilind çêkir û wiha axivî: “Têkelbûna pêşmerge, gerîla û hêzên rojava tiştek gelek başe û vê hevbeşiyê nîşanî hemû cîhanê da ku, kurd yek milete. Sînorên ji bo Kurdistanê hatîn çêkirin, ne sînorên rastin. Ji ber ku Kurdistan yek xake û yek milete. Yekbuna gerîla û pêşmergeyan bu sedemê şkestina çeteyên DAIŞ û ev yek nehêla çeteyên DAIŞ serbikeve.

Kerîm balkêşa li ser Kongreya Netewî jî û wiha pêdeçû: “Kongreya Netewî ji bo Kurdistanê gelek girînge, şerê li hember DAIŞ pêwîste bibe sedemê zêdetir em girîngî bidin Kongreya Netewî û hê zêdetir hewl bidin ji bo çêkirina Kongreya Netewî.” Herwiha Kerîm got ku wê ev yek bibe alîkariyek mezin li ser meseleyên dervey Kurdistanî jî.

Necmedîn Kerîm wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dema ku şandek Kurd li ser navê hemû Kurdan çû ji derve û qise bike, ev yek gelek girînge, ji bo wê divê em bi xelkê bidin têgihiştin. Her parçeyek taybetmendiyek ya xwe heye, îro li başur federalizm heye û li rojava sîstema kantonan heye. Em spasiya hemû wan hêzan dikin ku kesukarê xwe bi cih hiştine û dinava zoriyan de welatên xwe diparêzin. Xelkê Kurdistanê jî spasiya xwe û piştigiriya xwe ji bo wan hêzan dike û hêviya serkeftinê ji wan redixwaze.”