1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Wate Bi Latînî Derket
Wate Bi Latînî Derket,wate,bi,latînî,derket

Wate Bi Latînî Derket

A+ A-

HEWLÊR – Hejmara dawîn a Kovara Wateyê ku li Herêma Kurdistana Başûr tê çapkirin , bi kurmanciya latînî derket.

Kovara Wateyê ku bi hevbeşiya Dezgeya Arasê ya li Hewlêrê û Dezgeya Şefeqê ya li Kerkûk derdikeve, hejmara xwe ya 12'ê bi kurmanciya latînî derxist. Hejmara nû ya kurmancî ji 248 rûpelan û ji çend nivîsarên Wateyê yên bijarte yên ku di hejmarên berê de hatine belavkirin pêk tê.

Kovara Wateyê kovareke 3'ê mehî ya çandî û giştî ye û  bi zaravayê soranî derdikeve û heta niha 11 hejmarên wê derçûne.

Berpirsê Dezgeya Arasê Bedran Ehmed Hebîb di sergotara Kovara Wateyê ya bi kurmanciya latînî de dide zanîn ku di çend hejmarên berê yên Kovara Wateyê de bi sedan mijarên girîng û balkêş hatine belavkirin û wan pûte bi gelek mijarên girîng ên aktûel, mêjûyî, siyasî û kulturî dane.

Bedran Ehmed Hebîb dibêje, "Ev hejmar ji çend mijaran pêk tê ku bi ya me ji bo xwendevanên zaravayê kurmanciya jorîn girîng in. Me ev mijar ji mijarên cihê cihê yên Wateyê wergirtine û wergerandine kurmanciya jorîn."

Berpirsê Dezgeha Arasê di berdewamiya sergotara Wateyê de dibêje, "Çêdibe hin kes bêjin ev muameleyeke balkêş e, lê ne wiha ye. Berî me jî kesên din, berî dehan salan di navbera du zaravayên kurdî de mijar wergerandine. Ev rastî û rewşa zimanê kurdî ye û em nikarin xwe jê veşêrin."

Hebîb diyar dike ku arîşeya kurdî tenê cudahiya zaraveyên wê nîn e, ji ber ku rewşa hemû zimanên xwedî devok û zaravayên cuda, bi vî rengî ye û dibêje:

"Lê di kurdî de arîşe zêdetir aloz bûne. Ya yekê ji ber dabeşbûna Kurdistanê bi ser çend welatên din ve, têkiliya di navbera wan beşan de pir kêm bûye yan her nebûye. Jixwe têkilbûn nebe, ziman ji hev vediqete. Ya duyê, bikaranîna alfêbeyên cuda sedeme karîgertir e ji cudahiya zaravayan û nebûna têkiliya civakî. Van sedeman wiha lê kiriye ku xelkê başûr û bakurê Kurdistanê, bi qise û axavtin heta radeyekê ji hev kêm bikin lê di nivîsandinê de nikarin sûdê ji kultur û edebiyata hev werbigirin."

Berpirsê Dezgeya Arasê amaje bi wê çendê jî dike ku rewşa hanê dihêle mirov hindek car pena bibe wergerê îca çi wergera ji zaraveyekî bo zareveyekî din çi guhastina ji alfêbeyekê bo alfabêyeke din.

Mijarên ku Kovara Wateyê ya kurmancî li ev in:

- Dijminatiya Îranê li hemberî Herêma Kurdistanê-Iraq (Dr.Mûnzûr El-Fezl)

- Kurd li Iraqê di navbera Federalliyet û Konfederaliyetê de (Dr.Marif Omer Gul)

- Bila li ser Kurdistanê nebe qayîşkêşan (Henri.C. Barkey)

- Cudahiya  di navbera êlên ereb û êlên kurdan de di warê siyasî de (Hemeferîq Hesen)

- Salên dawî yên Mistefa Barzanî (Sefîr David Korn)

- Komara Kurdan li Mehabadê (Erkê Rozvêtl)

- Hacî Qadirê Koyî û Dildarî (Mesûd Mihemed)

- Destpêkek bo venasîna Elî Herîrî (Bedran Ehmed Hebîb)

- Kurd û Ola Beha’î (Behiye Ferecula Zekiyî Merîwanî)

- Cilê Kurdî hem kelepûr û hem jî nasname ye (Mihemed Ferîq Hesen)

- Ziman çawa dimrin? (Tore Janson)

- Li ser şerefa Fadîmeyê kuştin û şerm (Unni Wikan)

- Nesîr Mahid Ebuzeyd (Hevpeyvîn: Nazim Eseyid)

 
AKnews


Bêjeyên Miftehî