1. Hemû Nûçe

  2. Wêje

  3. ‘Wêjeya çiya, wêjeya civakekê ye’
‘Wêjeya çiya, wêjeya civakekê ye’,wêjeya,çiya,wêjeya,civakekê,ye

‘Wêjeya çiya, wêjeya civakekê ye’

Endama Komîteya Wêjeyê ya KCK’ê Nûpelda Engîn girîngî û wateya xebata wêjeya çiyayan, nirxên ku xwe dispêrê û aliyên vê yên ku bi rê ve dibe nirxand û got: “Wêje şêweya vegotina jiyanê ye

A+ A-

BEHDÎNAN - DEVRÎM AMED / OZGUR DEVRÎM - ANF Me bi endama Komîteya Wêjeyê ya KCK’ê Nûpelda Engîn re wêje axivî. Nûpelda Engîn girîngî û wateya xebata wêjeya çiyayan, nirxên ku xwe dispêrê û aliyên vê yên ku bi rê ve dibe nirxand û got: “Wêje şêweya vegotina jiyanê ye. Gerîla li çiyayan hesreta xwe belkî dikare ji şiverêyan re vebêje, lê ev şiverê di çavên wan de zindiye, ne parçeyek xakê, ne rêyeke ku li ser tê meşandin, di navbera mirov û wî parçeyê xwezayê de têkiliyek heye. Mînak mirov hestên xwe dikarin ji avê re vebêjin, tişta dilê xwe de hîs dikî zindî ye.”

Engîn diyar kir ku eleqeya wê ya li dijî wêjeyê bi guhdarkirina beytên Elewî destpê kiriye û got: “Min wate da hevokan, strana ku min guhdarî dikir li ser hestên min bandor kir. Beytên ku min di biçûkatiya xwe de guhdarî dikir, bandora wê hê li ser min e. Mînak gotina ‘insan-i Kamîl’, ‘Arîf’ naveroka wê pir tijeye. Aliyê wê yê felsefî li pêş e. Eleqeya min a li hember wêjeyê, ji şêweyê jiyana min tên. Di biçûkatiyê bandora malbatê ya li ser min zêde ye.”

Engîn bi lêv kir ku herî zêde di bin bandora Pîr Sultan Abdal de maye û wiha berdewam kir: “Ji bo min ev wêjevanekî gelek mezin e. Gotinên beytên wî gelek bi wate ne. Mirov ji gotinên wî heqîqeta xwe fêr dibe. Wêjevanekî mezin e. Ez di jiyana dibistanê de li dijî Omer Seyfettîn û nivîskarên neteweperest ên Tirk bi bertek mezin bûm. Pirtûkên wan bi neteweperestiya Tirk tijî bûn. Ez li gund mezim bûm. Lê em ji bo dibistanê diçûn bajar. Aliyê çep bala min dikişand. Xeyalên min hebûn. Min di biçûkatiya xwe de li lênûska xwe nivîsa ‘Ez ê bibim jinek sosyalîst’ dinivîsî. Dema min Che Guevera dixwend bi rojan di hişê min de dima. Di pêvajoya me de nivîskarên Rûs zêde bûn. Mînak pirtûka Ana ya Gorkî, di hişê me de diman. Pirtûkên şerê Vîetnamê, pirtûkên şoreşa Rûsyayê vedigot nêzî me bûn. Min nivîskarên Tirk zêde nedixwend.”

Nûpelda Engîn di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser malbata xwe û got: “Malbata min xwe diparast. Dayika min wek jinek Elewî bi sewalên xwe û xakê re diaxivî, bi xwezayê re yek bû. Berê min zêde wate nedida vê, lê niha em dibêjin; xweza emanetê mirov e. Dema ez ji Rêbertiyê têkildarî xwezayê nirxandinan guhdar dikim, dayika min tê hişê min. Piştî beşdar bûm bi salan ez bi dayika xwe re axivîm û ji min re got; Ji bo parastina te ez ji kevir, çiya re dûa dikim. Ger ez li bajar bijiyama, min ê ev fêm nekiriba. Ev bi fêmkirina îdeolojiya Rêbertiyê, şert û mercên gerîla û çiyayan pêş ket.”

Nûpelda Engîn tişta ku ew ber bi PKK’ê ve kişandiye wiha vegot: “Min cewhera bindestî û pelçiqandinê bi PKK’ê re dît. Dema ez beşdar bûm di çavên min de Rêbertî ji bo min Pîr Sultanekî mezin bû. Ji me me dema Pîr Sultan bê gotin wisa hestek ne ji rêzê ye, hesteke cuda bû. Lêgerîna min ya jinek Elewî divê çawa be, çawa bijîi gelek xurt bû. Ev jî ji atmosfera ku ez lê dijiyam çavkaniya xwe digirt. Li dibistanê wek Tirk li me dinêrtin. Digotin wek Tirkan biaxivin. Ji ber vê min ji biçûkatiya xwe de ji neteweperestiyê hez nekir. Bavê min ji sazê hez dikir. Eleqeya me jî bi vê destpê kir. Ez li Mereşê mezin bûm. Ev herêm di bin komkujiya Mereşê de derbas bûye, zimanê Kurdî zêde ne bandor be jî, li malê çanda Kurdî dihat jiyîn.

Piştî ez hatim çiyayan min rojnivîs dinivîsî. Min pêvajoyên şer, cihên ku em lê man, min hevalên şehîd nivisî. Em gerîlayên jin di astên cidî de derbas dibin. Min ev dinivîsî. Em li vir civakek nû ava dikin. Civaka nû, fêmkirina cihanek nû ye. Bi PKK’ê re civakek nû hatiye avakirinê heye. Di nava civakê de ti hewl didî wateyê bidî xwe. Nivîsên min ev hemû digirtin nav xwe.

Min di qada pratîk de bi zimanekî serbest helbest dinivîsî. Ne pirtûk bû, parçe parçe derdiket. Helbestek min a bi navê ‘Rojek’ heye. Veqetînê vedibêje. Pêvajoya veqetîna hevalekê vedibêje. Hevalek me şehîd ket. Min li ser vê nivîsî. Min ev hestên xwe vedigot.”

Engîn bal kişand ser têkiliya di navbera şer û wêjeyê de û anî ziman ku di jiyana wan de şer û wêje gelek di nava hev de ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Têkiliya mirovan a bi xwezayê re li her derê heye. Mînak bi şive rêya ku dimeşî re heye. Wêje di rastiyê de şêweya ku xwe bi van re vedibêje ye. Mînak ti karî hesreta xwe ji şiverêkê re vebêjî, lê ev şiverê di çavên te de zindî ye, ne parçeyek xakê, ne rêyek ku ti li ser derbas dibî, di navbera mirov û wê parçeyê xwezayê de têkilî heye. Mînak mirov dikarin hesta xwe ji avê re vebêjin.

Em gelek tiştan dijîn, lê em tiştên dijîn nekarin vebêjin. Bi gelek hevalan re ev wisa tê jiyîn. Ger tiştên ku em dijîn, ji civaka xwe re vebêjin, ev asteke gelek bi heybet û xwedî wateyên kûr e. Mînak; PKK ya serketî di serê her kesî de heye, lê bi kîjan jiyanê bi ser dixîne. Hebûna me ya li çiyayan, ji bo serketina me têr nake. Şerkirina me, canê xwe dayîn ji bo serketinê têr nake. Ya esas me serketî dike çi ye? Ev jî ji ber ku em têr wêjeyê nakin jiyana xwe. Li aliyê din jî li gorî min em wêjeyê ji kûrahî hîs dikin. Ji bo em vê bikin jî divê em hestên esasgirtinê bişikînin. Bi qasî ku mirov xwe difikirin divê mirov kesên hemberî xwe yanî mirovê difikire biafirînin.”

Nûpelda Engîn bi lêv kir ku kulliyatek cidî ya Rêbertiyê ya di mijara wêjeyê de heye û got ku bi vê re dikare roman û nivîs bên nivîsîn û got: “Ne hewce ye dubare li tîpolojiya mirovên Kurd bê lêgerîn. Tîpên hatine avakirin gelek in. Di vê mijarê de şert û mercên me têr nakin. Em rêxistinbûna xwe tam pêk naynin. Ji ber ku em hê rêxistinek ku divê pergala xwe ya parastinê ava biken. Di aliyê wêjeyê de hê gelek şert û merc tine ne. Dema wêjevanek ji derve bê, em dikarin der barê wêjeyê de gelek tiştan vebêjin lê der barê wêjeya Kurdî de gelek caran dema me çênabe.”

Engîn got; “Ez wisa difikirim ku wêjevanên Kurd gelek qels in. Gelek wêjevanên Kurd hene; hê ne xwedî jîrbûneke ku van bînin gel hev in. Mînak ji pirsa ‘Divê çawa bê jiyîn re’ nabin bersiv. Ji Kurdên ku hilhatine, bê agahî ne. Ev Kurd çawa hatine avakirin, bê agahî ne. Li gorî min nivîskarek çawa dijî gelek girîng e. Em dizanin ku wêje ji jiyanê tê hilberandin.

Divê wêje, nivîsandina pirtûkan bi armanca aborî neyê kirin, ji bo qezenckirina pereyan neyê kirin. Mirovek dikare pirtûkê binivîse û jiyan xwe li ser vê bidomîne. Ez vê ji bo cuda bixînim nabêjim. Lê xebata xwe di vê astê de meşandin, qelsiyek cidî ye.”

Engîn da zanîn ku ew bi taybet mijarên wekê jiyana hevalên şehîd dinivîsin û got ku ji ber ku jiyana hevalekî cangorî ne tenê jiyanek gerîla ye û got: “Civak, malbat, pêvajoya beşdarbûna gerîla û gelek tiştên jiyane hene. Em van tînim gel hev û dinivîsin.

Her wiha min li ser portreya 37 hevalên ku di operasyona Şoreşgerî Geliyê Tiyarê ya di 2011’an de pêk hat de jî xebatek meşand. Min destpêkê ev wek wêjevanekê nekir. Wek hevalek wan tiştên ku min hîs kir nivîsî. Lê niha van wek çîrok dinivîsim. Ji bilî vê ez ê rastiya pêkhatina bûyerê vebêjim; niha sê cîlt xebatên pirtûkekê li ber min in.”