1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. YPS Jin a Botanê wê bibe nûnera herî xurt a xeta berxwedanê ya Sara
YPS Jin a Botanê wê bibe nûnera herî xurt a xeta berxwedanê ya Sara,yps,jin,a,botanê,wê,bibe,nûnera,herî,xurt,a,xeta,berxwedanê,ya,sara

YPS Jin a Botanê wê bibe nûnera herî xurt a xeta berxwedanê ya Sara

Fermandariya YPS Jin a Botanê, ku di salvegera komkujiya Parîsê de hat îlan kirin, bi biryar e ku bibe nûnera herî xurt a xeta berxwedanê ya Sakîne Cansiz (Sara)

A+ A-

CIZÎR - ANF Di daxuyaniya fermandariyê de hat ragihandin, ku vîna xwerêveberiyê ya gelê Kurd bi şer û qirkirinê bersiva xwe dibîne û hat gotin, "Xwerêveberiyên me yên ku jin, ciwan û hemû civak lê bi awayekî demokratîk û azad bijîn, polîtîkayan hilberînin û hêza xwe karibin bi kar bînin, bi terora dewleta ji zîhniyeta mêr re rû bi rû ne. Şîdeta mêr li her qada jiyanê xwe nîşan dide. Mînaka vê ya herî şênber, şerê ku dewleta bi aqlê mêr li Kurdistanê dimeşîne ye. Gelê me û Rêberê me çiqasî gotin demokrasî û aştî, dewletê jî di dîktatorî û şer de israr kiriye. Îro li her devera Kurdistanê, jin, zarok, ciwan, extiyar tên qetilkirin. Li hemberî vê komkujiya ku cîhan hemû û civaka Tirkiyeyê bêdeng e, weke jinên Kurd em ê serî netewînin."

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Berxwedan û têkoşîna azadiya jinên Kurd ji me re çand û mîrateyeke gelekî xurt hiştiye" û hat destnîşan kirin, ku çawa dewleta Tirk li zîndanên Amedê li pêşberî berxwedana Sakîne Cansiz têk çû, jinên şopdarên wê, wê di roja îro de jî dewletê têk bibin.

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: "Jinên Botanê wê kevneşopiya berxwedanê ya Bêrîvanan, Azîmeyan, Çîçekan bi rûmetdarî bidomînin. Li dijî vî şerê li her devera Kurdistanê belav bûye, berxwedana herî xurt ji aliyê jinên Kurd ve tê nîşandan. Li pişt bendan, jiyaneke nû tê avakirin. Berxwedana herî heybet a vê yekê jî, ji aliyê jinan ve tê meşandin. Di demeke ku em ewçend nêzî azadiyê ne de, yên ku herî zêde bi vê hişmendiya berxwedanê hesiyane, jin in. Lewma herî zêde jin hedef tên girtin. Hevrêyên Sêvî, Pakîze û Fatma, nûnertiya herî watedar û xurt a berxwedana me ya xwerêveberiyê kirine. Weke dilsoziya bi bîranîn û berxwedana wan re, hîn bêhtir xurtkirina xweparastina jinên Botanê ji bo me wezîfeyek e. Li diJî vî şer û van êrîşên li hemberî jinan, bersiv bi xweparastinê dibe. Weke jinên heta niha me li pişt bendan li ber xwe didan, ji bo me jiyanî ye ku em rêxistinbûyîna xweser a xweparastina xwe ava bikin. Ji ber vê yekê em îlan dikin ku weke jinên Botanî em ê di bin sîwana YPS Jin a Botanê têkoşîna xwe ya xweparastinê dimeşînin û vê têkoşînê mezintir bikin.

YPS Jin a Botanê li hemû jinên sosyalîst û Kurd pîroz be. Em bang li hemû jinên Kurd li dijî şîdeta dewletê û her şêwe şîdeta bi zîhniyeta ji serdestiya mêr têdikoşin dikin, ku tevlî nava refên YPS Jin bibin. YPS Jin eniya herî xurt a berxwedanê ya jinên li Kurdistan û Tirkiyeyê ye. Girîng e jin hemû beşdarî vê eniya berxwedanê bibin û ji bo azadiyê vê eniyê mezintir bike. Di serî de jinên ciwan em bang li hemû jinan dikin ku tevlî berxwedana YPS Jin a Botanê bibin, ku li tevahiya Botanê bi taybetî jî li Cizîr, Silopiya, Hezex, Nisêbîn, Kerboran û Şirnexê bi rêxistin bûye.

YPS Jin a Botanê me ku me di salvegera komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileyê de damezrandina wê ragihand, wê bibe nûnera herî xurt a xeta berxwedanê ya hevrê Sara.

Bi vê wesîleyê em hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî bi rêzdarî bibîr tînin û destnîşan dikin ku em ê hesabê hemû komkujiyên li hemberî jinan bi taybetî komkujiyên Parîs û Silopiyayê bipirsin."