1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. YPS-Jin Botan: Em ê weke Arîn Mîrkan li ber xwe bidin
YPS-Jin Botan: Em ê weke Arîn Mîrkan li ber xwe bidin,yps,jin,botan,em,ê,weke,arîn,mîrkan,li,ber,xwe,bidin

YPS-Jin Botan: Em ê weke Arîn Mîrkan li ber xwe bidin

YPS-Jin a ku li Bakur bi îlanên xwerêveberiyê re ava bû, rêxistinbûyîna xwe roj bi roj bi şiyara 'civaka wekhev' berfireh dike. Endama YPS-Jin Botan diyar kir, li dijî dagirkerî, destavêtin û koledariyê jin ji berxwedana destanî re amade ne

A+ A-

VÎDEO: https://www.youtube.com/watch?v=1kgpfvzULJE

MÊRDÎN / ANF - FERHAT ARSLAN

YPS-Jin a ku li Bakurê Kurdistanê bi îlanên xwerêveberiyê re ava bû, rêxistinbûyîna xwe roj bi roj bi şiyara 'civaka wekhev' berfireh dike. Endama YPS-Jin Leyla Botan diyar kir, li dijî dagirkerî, destavêtin û koledariyê jin ji berxwedana destanî re amade ne.

Li Nisêbînê, tevî dorpêçî û qedexeya derketina derve ya bi mehan, berxwedana xwerêveberiyê li pişt xendek û bendên li taxan didome. Bi avabûna YPS'ê re, YPS-Jin a ji rêxistnên jinan hat ragihandin. Endama YPS-Jin Nisêbînê Leyla Botan da xuyakirin, ku tevlîbûna jinan li nava refên wan roj bi roj zêde dibin û li ser armanc û mîsyona YPS-Jin ji ANF'ê re axivî.

Hûn dikarin ji me re qala YPS-Jin bikin?

Di nava YPS a li Bakurê Kurdistanê hat damezrandin de, weke jin me jî rêxistinbûyîna xwe YPS-Jin ava kirin. Dema pêwîstî pê hebe, jin dikarin bi çekê jî qada xwe ya jiyanê biparêze. Dijmin li dijî jinê bi her awayî êrîş dike. Me jî di vê mijarê de rêxistinbûyîna xwe îlan kir. Di nava civaka em tê de ne, rol û mîsyona ji jinê re hatiye dayîn li pêş çavan e. Li dijî her şêwe êrîşên li hemberî jinan û civakê, divê were zanîn ku em ê mekanîzmaya xweparastinê bixin dewrê.

Weke YPS-Jin hûn bi pirsgirêkên din ên civakê re eleqedar dibin?

Hebûna tevgera jinê di nava YPS'ê de pêwîstî bû. Ji bilî avakirina rêxistinbûyîna xwe li hemû qadan, şensekî din ji jinan re hatiye hiştin. Ji bo jiyana li ser xaka xwe ya bi awayekî azad, berdêla xwe çi dibe bila bibe jin wê xwedî li vîna xwe derkeve. Her şêwe êrîşên îro di nava civakê de li hemberî jinê tên kirin, bi desteka dewleta heyî pêk tê. Lewma ne tenê jinên Kurd, girîng e li dijî destavêtin, komkujî û şîdeta ji dewletê tê, jin hemû cihê xwe di nava refên YPS-Jin de bigirin.

Hûn dikarin rol û mîsyona YPS'ê hinekî din vekin?

Di nava vê sîstemê de jin bi her awayî hatiye xistin. Mîna hebûneyeke di nava çarçoveyekê de serî bitewîne, nêzîkatî ji bo jinê tê nîşandan. Lê weke YPS-Jin em ê nîşan bidin ku wê ev qalib bi temamî were hilweşandin. Eşqa azadiyê ya jinê di berxwedana Kobanê de xwe bi awayekî zelal nîşan da. Li Kobanê, ji bo nekeve nava destê çeteyên DAIŞ'ê yên destavêtê, jinan dema pêwîstî bi didît xwe di nava wan tecawizkarand e diteqandin. Mînakek vê Arîn Mîrkan e, şehîd Slava ye. Dema li ser vê bingehê rol û mîsyona jinê were nirxandin, bi mînakên dema nêz û ya kevin re tê dîtin, ku ruhê jinê dûrî xiyanetê ye. Artêşa Tirk dest diavêt jinên Dêrsimî yên bi saxî zext dikir. Lê belê li wê derê Besê pêşengî ji hemû jinan re kir û li dijî teslîmiyetê xwe ji zinaran avêt. Şopdara wê kevneşopiyê şehîd Bêrîtan ji bo bedena xwe radestî dijmin û xayinan neke bi tilîliyan xwe ji zinar avêt.

We bal kişandin ser berxwedana jinan a li Kobanê. Li Nisêbînê jin bi rojan li qada şer man, gelo ji bo vê derê jî heman rewş heye?

Ji niha û pê ve em ê li vê erdnîgariyê li hemberî her şêwe şîdeta li dijî jinê bisekinin. Di serî de em ê gelê xwe perwerde bikin, lê belê li dijî her şêwe êrîşên li hemberî bedena jinê em ê bi biyardarî bisekinin. Ev dibe ku dewlet be, yan jî şexsên ji feraseta paşverû ya dewletê hêzê werdigire be. Ti ji van wê bê ceza nemînin. Divê were zanîn ku ji bo dayîna her şêwe berdelan ji bo gelê me, em amade ne. Ji roja ragihandina xwerêveberiyê û vir ve yên ku tevî zarokên xwe li qada şer bi serbilindî sekinîne, jinên Kurd in. Îro li Nisêbînê, gelek jinan hewl dan nehêlin dijmin bikevin nava taxên me. Dayikên 70 salî keviran dixe dawa xwe û tîne ber xendekan. Gelek caran derketina derve hat qedexekirin, jinan bi tilîliyan bersiv dida dijmin, ku tilîliyên wan mîna fîşekê li dijmin diketin. Hişmendiya jina azad li vê erdnîgariyê belav bûye û jinên Kurd jî van rojan weke rojên bi rûmet dibînin. Dayikên jinên ciwan ên di nava refên YPS-Jin de cih digirin, weke endameke dildar a YPS-Jin bi berpirsyarî radibin.

Jinên rêxistinbûyî, hûn li ku dibin bila bin, di nava refên YPS-Jin de bi wezîfeya bi rûmet rabin û bang dikim ku li dijî mêtîngeriya dijmin cihê xwe di nava refên YPS-Jin de bigirin.