1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ‘Zimanê me çand û nasnameya me ye’
‘Zimanê me çand û nasnameya me ye’,zimanê,me,çand,û,nasnameya,me,ye

‘Zimanê me çand û nasnameya me ye’

A+ A-

RÛKEN BERÎ

HESEKÊ – Hevserokên Komîteya Têkiliyan ê TEV-DEM’ê ya Kantona Cizîrê destnîşan kirin ku perwerdeya bi zimanê dayîkê ji mafê hemû kesane û gelê kurd bi zimanê xwe yê dayîkê perwerde dibe. Hevserokan her wiha helwesta ENKS’ê ya dijîtiya metreyalên bi zimanê kurdî şermezar kirin.

Hevserokên Komîteya Têkiliyên Dîplomasî yên TEV-DEM’ê Ebduselam Ehemed û Eyhan Murad derbarê perwedeya bi zimanê kurdî û dijîtiya ENKS’ê ya vê perwerdeyê re, ji ANHA’yê re axivîn.

EBDULSELAM EHMED

Ebduselam Ehemed got ku ENKS’ê beşek ji Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyê ye ku dijîtiya gelê kurd û Rêveberiya Xwerseriya Demorkatîk dike ye û wiha axivî: “ENKS’ê bi helwesta xwe dijîtiya gelê kurd dike. Ev helwesta wan di çarçoveya berjewendiyên hêzên derve û di serî de AKP’ê de ye.”

Ehmed wiha dirêjî da axaftina xwe: “ENKS’ê li gorî AKP’ê tevdigere û her dem li dijî briyarên Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk disekine. Niha jî li dijî zimanê dayîkê derdikeve, ew jî tê wateya ku ew ji aliyê wan ve tê meşandin û li gorî biryarên wan tevdigere.”

Ehmed da zanîn ku kesên hebûna zimanê xwe qebûl nekin nikarin banga kurdayetiyê bikin û ne ji mafê wan e behda mafê gelê kurd bikin.

Têkilddarî heman mijarê Hevseroka Komîteya Têkilyên Dîplomasî ya TEV-DEM’ê Eyhan Murad jî helwestên ENKS’ê yên djberiya zimanê dayîkê dikin şermezar kir û got: “Kesên li dijî fêrbûna bi zimanê dayîkê derdikevin û zimanê xwe qebûl nakin em jî wan qebûl nakin.”

EYHAN MURAD

Di dema rêjîma Baas de gelê me ji ziman û çanda xwe bêpar ma û wiha got: “Bi destpêka şoreşa Rojava re durşmeya gelê me ya yekem mafê çandî û zimanê dayîkê bû. Em îro gihiştin asta ku em piraniya mafên xwe bi dest bixin. Ji ber wê ne ji mafê kesî ye ku perwerdeya bi zimanê dayîkê li me qedexe bike.”

Murad got ku ji mafê hemû netewane ku fêrî zimanê xwe bibin û wiha dirêj da axaftina: “ENKS’ê navê wê kurdî ye, lê li dijî zimanê dayîkê meşan lidar dixe. Ev tiştekî nakok e. Hûn dibêjin em krud in, ev çi kurdîtiye. Pêwîste helwesta xwe biguherin.”

Murad di dawiya axaftina xwe de ev tişt anîn ziman: “Zimanê me çand û nasnameya me ye, em rê nadin tu kesî ku mafê me yê ziman derkevin. Banga min ji hemû gelê me re zarokên xwe bişînin dibistanan da ku fêrî zimanê xwe yê dayîkê bibin.”

(dc/dm)

ANHA