1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Zozanên Şerefdînê û dema bêrîvaniyê
Zozanên Şerefdînê û dema bêrîvaniyê,zozanên,şerefdînê,û,dema,bêrîvaniyê

Zozanên Şerefdînê û dema bêrîvaniyê

Li Zozanên Şerefdînê dem dema bêrîvaniyê ye

A+ A-

LEYLA SOFUT Li Çiyayê Şerefdînê bi hezaran salan li zozanan sewalkarî û zozanvanî tê kirin. Li van zozanên bi xêr, bêr û bereket ji salên 1900'an û şûnde zozan hatin qedexekirin. Welatiyên li kontarên Şerefdînê dijîn li gel hemû zext û zordariyan ji cihê xwe koç nebûn. Koçerên li vir sewalkariyê dikin, bi helandina berfê re dest bi koça zozanan kirin.

Her sal zozanên Çiyaê Şerefdînê ji koçer û sewalkaran re dibe sifre. Bi zozanên xwe yên fireh, kulîlkên rengîn û çêra xweş dilxweşî û kêfxweşiye dide mêvanên xwe. Zozanê Çiyayê Şerefdînê piştî salên 1990'an û şûnde her tim operasyon ji ser serê wê kêm nebûn. Ji ber operasyonên leşkerî gelek welatiyên herêmê koçber kirin. Lê Koçerên ku hezar salan in li vir koçeriyê dikin, li gel hemû astengî, zext û zordariyên dewletê dîsa jî dest ji çand û koçeriya xwe bernedan. Yek ji van koçer û sewalkaran welatiyên mezrika Xişxişokê ye. Mezra Xişxişokê ku girêdayî gundê Heznaweyê navçeya Kanîreşê ye ji 30 malan pêk tê. Hemû welatiyên vir debara xwe bi sewalkariyê dikin. Welatiyên ku demsala zivistanê di bin berfê de derbas dikin, li benda hatina buharê û helandina berfê ye. Piştî ku berf ji kontarên çiyê dihele û zozan sifreya xwe ji wan re vedikin, rêwitiya koçeran a ber bi zozan û kontarê Çiyayê Şerefdînê jî dest pê dike. Her çend operasyonên leşkerî zêde bin jî welatiyên ku bi hezar salan in debara xwe bi sewalkarî û koçeriyê dikin, neçar in dîsa berê xwe bidin zozan û havîngehên xwe.

Koçerên ku bi hilandina berfê re ji gun berê xwe didin zozan û kontarên çiyê, konên xwe vedikin û heta payizê li vir dijîn. Welatiyên ku sewalên xwe li vir diçêrînin rojên 2 caran pezê xwe didin berî û didoşin. Ji koçeran Sohpe Sayak anî ziman ku ji ber operasyonên leşkerî hene bi tirs diçin û tên û wiha got: "Em ji ber oprasyonan nikarin sewalên xwe zêde serbest bigerînin. Li vir çiqas çêre zêde be ew qas şîr zêde ye. Çiqas şîr zêde be ewqas rûn û penêr jî û qatix jî zêde ye. Dotina pez gelek zahmet e. Karê me gelek zahmet e. Lê bi qasî zahmetiya xwe ew qas jî xweş e."

Zarokê 12 salî Mustafa Sayak jî anî ziman ku li gel malbatê hatiye zozanan û pez diçêrîne. Sayak, da zanîn ku dema diçin çem pez û pez mexel dikin mih, baran ango pezekê bi Bizbendê bi destê xwe ve girê didin. Sayak, bilêv kir ku dema pez biherike û ew razabe bi bizbendê hişyar dibe û ferk dike û wiha got: "Çiqas çêre pir be ew qas pez qelew dibe û şîrê wî pir e. Em her sal 3-4 mehan li vir dimînin. Em piştî 2-3 saetan pez diçêrinin em dîsa mexel dikin û guhdar dikin. Hin caran peranê me heta 110 kîloyan ji qelew dibin. Sayak da zanîn ku di bin germa havînê de sewalkarî û şivantî pir zahmet e. Dema operasyon jî hebin bêtir zahmet e. Em vir di bin siya şer de sewalan diçêrînin û koçeriyê dikin. Hin caran leşker cilên HPG'iyan li xwe dikin û herêmê digerin.

Berîvana bi navê Naime Sayak, ji anî ziman ku di salên dawî de ji ber nexweş e nikare biçe bêriyê û nikare pez bidoşe û wiha got: "Ez nikarim biçim bêriyê. Lê ez li malê penêr çê dikim. Ez karê malê dikim.

(mae)