1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Zêdebûna mirovan fauna tune dike
Zêdebûna mirovan fauna tune dike,zêdebûna,mirovan,fauna,tune,dike

Zêdebûna mirovan fauna tune dike

A+ A-

LONDON - ANF Di nava 40 salên dawî de nifûsa cîhanê bi du qatan zêde bû, lê beramberî vê di heman demê de nifûsa fauna cîhana me bi awayekî dramatîk kêm bû. Li gorî zanyaran, zêdebûna nifûsê û xerabûna hevsengiya ekolojîk, faktora herî girîng a dijwariya li cîhanê zêde dibe ye.

Li gorî lêkolînek ji aliyê Zanîngeh Londonê ve hat kirin, di nava 40 salan de hejmara kêzikan, zîroyan, kêzikên bi qalik û bi lîçik nîvî nîvî kêm bûye.

Di xebata bi pêşengiya Dr. Ben Collen hat meşandin de hat tespîtkirin, ku di nava 500 salên dawî de cûreyên 322 heywanên mazmazkan ji holê rabûne, nifûsa cûreyên din jî bi qasî rêjeya ji sedî 25'an kêm bûye.

Collen ragihand ku ew nedifikirîn ku cûreyên heywanên bê mazmazk bi qasî famîlya mazmazkan ji zêdebûna nifûsa mirovan bi bandor bûne û destnîşan kir ku ew li pêşberî vê rewşê matmayî mane.

Famîleya bê mazmazkan ji bo eko sîstem a cîhanê di asta jiyanî de girîng in. Hilgirtina polenan, kontrola hûrmêşan, paqijkirina avê û ji bo çandiniyê xwedîkirina axê ji aliyê mîneralê pêwîst ve, rola heywanên bê mazmazkan zêde dike.

Zanyar, kêmbûna cûreyên heywanan bi ji holê rabûna cihên xwezayî û guhertina klîmayê ya global ve girê didin. Lê belê lêkolînên dawî nîşan didin ku rewş xwe dispêre sedemên gelekî tevlîhev.

Ji Zanîngeha Stanfordê profesorê biyolojiyê Rodolfo Diroz da xuyakirin ku parastina cihên xwedîkirinê yên xwezayê, ji aliyê pêşîgirtina li kêmbûna nifûsa cûreyên heywanan ve, pêngaveke girîng e. Lê belê pêngava herî girîng ew e ku di nava civakan de hişmendiya ekolojîk bê afirandin û heywanên cûreyên wan li ber tunebûnê ne bên parastin.

CÛREYÊN HEYWANAN DIREVIN QADÊN BILIND

Li gorî zanyaran, ji ber ku germaniya global a cîhanê wê germahiya herêmên di binê 600 metreyî de biguherînin, cûreyên tropîkal ên li van cihan ji bo ji xwe re qadeke guncaw peyda bikin, dibe ku koçî cihên bilind bikin.

Di lêkolînê de hat tespîtkirin ku li cihên guherîna germaniyê bandora xwe lê kiriye, cûreyên nebat û heywanan ji mêj ve koçî qadên bilind kirine. Zanyaran her wiha di lêkolîneke din a li Parka Neteweyî ya Yosemite ya li eyaleta Kaliforniya ya DYA de dîtin ku di nava salên dawî de famîleya guhandaran a heywanan koçî cihên bilindtir kirine.

Ekîbek ji Zanîngeha Berkeley a Kaliforniyayê, di lêkkolîna li vê parka neteweyî ya li Çiyayên Sierra Nevada derxistin holê ku di nava 90 salên dawî de cûreyên weke sihorî, soreks û mişk bi qasî nîvê wan li cihên bilindtir dest bi jiyanê kirine.

XERABÛNA HEVSENGIYA EKOLOJÎK DIJWARIYÊ ZÊDE DIKE

Li aliyê din li gorî raporeke nû ya li kovara Science hat weşandin, kêmbûna nifûsa fauna, bandorê li zêdebûna dijwariya li cîhanê dike.

Li gorî rapora bi îmzeya profesorê ekolojiyê yê Zanîngeha Berkeleyê Justin Brashares, li cîhanê bi mîlyonan mirov hînê bi aboriya ji fauna tê, girêdayî ne. Ji ber vê yekê guhertinên li fauna rû didin, bandoreke neyînî li aboriyê dike.

Li gorî Brashares, di goştê ji fauna tê bidestxistin kêmbûneke ciddî tê jiyîn û di encama vê de jî bêkarî zêde dibe.

Di raporê de tê destnîşankirin ku pirsgirêka korsan a îro li Somalî tê jiyîn, ji ber sedema kontrola li ser çavkaniyên masiyan ên li herêmê ye.

Tê destnîşankirin ku kêmbûna cûreyên heywanan, bûyerên dijwariyê zêde dike.