1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Çarînên Xeyam êdî bi kurdî ne!
Çarînên Xeyam êdî bi kurdî ne!,çarînên,xeyam,êdî,bi,kurdî,ne

Çarînên Xeyam êdî bi kurdî ne!

A+ A-

14 Gulan

GOKHAN ALTAY

AMED (DÎHA) - Çarînên Omer Xeyam ku li hember desthilatdariyê deng didin û evîn, mey û azadiyê di nav xwe de dihewîne ji aliyê nivîskar û rojnamevan Îkram Balekanî ve hatin wergerandin. Balekanî, da zanîn ku wî di çarînên Xeyam de kesek fîlozof, evîndar û zana dîtiye û kurd êdî ne mecbûr in ku bi zimanê biyanî, çarînên Xeyam bixwînin.

Pirtûka çarînên nivîskar û zanyar Omer Xeyam ku bi zimanê farisî hatiye nivîsandin ji aliyê rojnameger û nivîskar Îkram Balekanî ve hat wergerandin. Çarînên Xeyam ji aliyê weşanxaneya Evrenselê ve hat çapkirin. Cara yekem e ku evqas bi rêk û pêk, tam li ser hev 240 çarînên Omer Xeyam, bi zimanekî sade û ji orjînala farsî li zimanê kurdî hat wergerandin. Di pirtûkê de pêşî li ser jiyana Omerê Xeyam agahî têne dayîn, paşê jî çarînên wî. Balekanî, di pirtûkê de dîsa balê dikişîne ser taybetiya çarînên Xeyyam û heta niha çend caran li kîjan zimanê cîhanê hatine wergerandin.

Çarînên evîn, hezkirin, felsefeyê...

Dîsa Balekanî, li ser şaşiyên di wergerên din de jî hin şiroveyan dike. Bi taybetî çarîna ku bû sedema dadgehkirina hunermendê tirk Fazıl Say jî rexne dike û dibêje, çarîneke bi vî rengî di orjînala farsî de tune ye û vê yekê bi mînakan rave dike. Wergêr balê dikişîne ser taybetiya şerabê ya di nava çarînan de û dibêje ku Şerab têgeheke sembolîk e û di çarînên Xeyam de, evîn, hezkirin, felsefe û zanist heye. Şerab jî sembala herî xurt a ku hatiye bikaranîn. Dîsa di pirtûkê de tê gotin, ji bo ku felsefe û ramana Omer Xeyam berovajî nebe û baş bê fêmkirin, çarîn bi baldarî hatine wergerandin. Ji ber ku zimanê Kurdî û Farsî nêzî hev in, lewre çarîn zêde dûrî orjînalê neketine û heta gelek çarîn ji orjînala wê xweştir û bi watetir bûne.

Îkram Balekanî jî da zanîn piştî ku wî agahiyên heyî yên derbarê Omer Xeyyam de berhevkirine û di sala 2013'an de dest bi wergera Çarînên Omerê Xeyam kiriye. Balekanî, destnîşan kir ku wî di çarînan de kesekî fîlozof, têgihiştî, zana û evîndar dîtiye û got ku kurd êdî ne mecbûr in ku bi zimanê xelkê çarînên Xeyyam bixwînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Xeyam carcaran pirsan arasteyî Xweda dike, carcaran gilî û gazinan dike, car caran mirov dide fikirandin."

(gka/bd)