1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Çilaxa …Yek ji xelekên xweserî û fedraliyê
Çilaxa …Yek ji xelekên xweserî û fedraliyê,çilaxa,yek,ji,xelekên,xweserî,û,fedraliyê

Çilaxa …Yek ji xelekên xweserî û fedraliyê

A+ A-

SÎPAN SILO

VÎDEO 1: https://www.youtube.com/watch?v=3K2aieoKwvs

VÎDEO 2: https://www.youtube.com/watch?v=NwDiyzXYRPY

NAVENDA NÛÇEYAN- Sala 2013‘an ji bo Rojavayê Kurdistanê sala azadiyê bû. Li ser rizgarkirina herêma Çilaxa 4 sal derbas dibe. Şêniyên herêmê bi îlankirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re jiyaneke nû ji hevbeşî û biratiyê xêz kirin û gavên din ên ber bi federaliyê ve davêjin.DOSIYA-CELAXA-U-FEDRALI (5)

Piştî şervanên YPG/YPJʹê bajaroka Cilaxa ji rêjîmê rizgar kirin, şêniyên herêmê yên ji hemû pêkhateyan li gorî Rêveberiya Xweseriya Demokratk dest pê kir. Şêniyên herêmê di serî de meclîsên xwe yên tax û gundan ava kirin. Paşê jî Mala Gel û saziyên xizmetguzariyê vekirin.

Çilaxa di dema dagirkeriya rêjîmê de

Bajaroka Cilaxa di dema desthilatdariya rêjîma Baas de û li gorî sîstema rêveberiyê, wekî navenda  navçeyê ya girêdayî herêma Dêrik girêdayî navend Hesekê bû. Li wir saziyên rêjîmê wekî avahiya navçeyê û qereqola polîsan, avahiya Partiya Baas, navenda Ciwanên Baas û hin saziyên xizmetguzariyê hatibûn vekirin.

Bi pêvajoya şoreşa 19‘ê Tîrmehê re ku çirûska wê ya yekem li Kobanê hat pêxistin, şervanên YPG/YPJ‘ê di 21‘sibata 2013‘an de bajaroka Çilaxa ji rêjîma Sûriyê rizgar kir û alên xwe li ser hemû avahiyên bajar ku rêjîma Baas bikar tanîn rakirin.DOSIYA-CELAXA-U-FEDRALI (1)

Piştî rizgarkirinê, xwe birêxistinkirin 

Piştî rizgarkirinê, rêveberiya sivîl a demkî ku ji 20 kesên ku nûnertiya pêkhateyên bajar dike, hate avakirin û demildest dest bi xebatên rêveberî û xizmetgozariyê kir. Paşê meclîsa gundan jî hate avakirin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî û pêşxistina xizmetguzariyê Mala Gel û navenda jinan hat vekirin. Paşê jî saziyên mîna Şaredariya Gel û Dadgeha Gel hatin vekirin.

Li aliyekî din şêniyên herêmê li gel hêzên Asayîşê xwe li gorî koman birêxistin kirin û parastina herêma xwe kirin.

Hevseroka Meclîsa Bajaroka Çilaxa Cahîde Şemo da zanîn ku Mala Gel rola bi qasî hemû saziyên xizmetguzariyê girt.

Li ser xebatên Şaredariya Gel a bajaroka Çil Axa, hevserokê Şaredariya Gel Elî Remedan diyar kir ku rewşên ku herêm tê re derbas bû, bandoreke mezin li ser hemû aliyên jiyanî kir û wiha domand: “Avakirina komîte û buroyên şaredariyê ji bo pêkanîna prsgirêkên kanalîzasoyên, av, ceyan, temîrkirina riyan, pêwîstiyek bû.”

Li aliyekî din Dadgeha Gel û komîteyên Lihevanînê rolek girîng di peydakirina atmosfêra dada civakî de û parastina mafên hemû welatiyan bi taybet ji bo çareserkirina nakokiyên ku rêjîma Baas di nava gel de pêş xist, nîşan da. Her wiha Navenda Zanist û Perwerdehiya Jin jî ji bo zanebûn û perwerdekirina jin di her qadan da ku rola bi awayekî aktîv bide nîşandan û ji şoreşê re bibe pêşeng xebatên bi rêk û pêk da meşandin.

Ji bo pêşxisitna Rêveberiya Xweser komîn esas girtinREMEDAN SILEMAN

Meclîsên gel ku şêniyan ava kiribûn erka xwe ya bi rêxistinakirin û birêvebirinê bi cih tanî. Bi armanca ku xurtkirina xebatê û rêvekirina li ber beşdarbûna gel di biryaran de, pêwîstî bi avakirina komîna da ku bibe bingeha sereke ya birêxistinkirina kar bide pêş hebû. Li ser vê yekê şêniyên Çilaxa hemleya avakirina komînan û komîn jinan da destpêkirin.

Nûnera Pêkhateya Ereb a Meclîsa herêma Çilaxa û Hevseroka Şaredariya Gel Hûda El-Hisên anî ziman ku Sîstema Rêveberiya Xweser projeya yekem bû ku karibû jiyana hevbeş biparêze û mafên hemû pêkhateyan misoger bike.

Şêniyên herêmê bi hemû pêhateyên wê, bi xwe, xwe bi rêve dibim û êdî jiyana xwe li gorî sîstema Rêveberiya Xweser pêş dixe. Bi pêşveçûnên heyî re, pêwîstiyeke hebû ku êdî gel xwe di nava sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê de birêxistin bikin, li gorî axaftinên yek ji Rûspiyên êla Elbû Umer, Şêx Ehmed Xelef.

Di 11‘ê Nîsana 2016‘an de piştî nîqaş û civînên bi rojan, Komîteya Çalakiyên Civakî ya Sîstema Federaliya Demokratîk , di civîna xwe ya yekem de li herêma Çilaxa ev prove ji şêniya re pênase kir. Li ser vê yekê nerîna şêniyan û pêşniyarên wan hatin giritin. Li ser mijarê, Şêx Ehmed Xelef anî ziman ku wekî pêkhatyên erebî piştgirî dane vê projeyê û wiha domand: “Ev proje yekîtiya xaka Sûriyê diparêze, ne tenê kurd mafên xwe dixwazin, mafê me jî heye. Divê em hêvî û baweriyên xwe bi federaliyê re xurt bikin. Ji ber ku ev destkeftiyeke serke ji bo me û pêşeroja me ye.”DOSIYA-CELAXA-U-FEDRALI (4)

Ehmed anî ziman ku Rêberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava, bala tevahî dunyayê kişand û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi Federaliya Bakurê Sûriyê re wê çareseriya aloziya Sûriyê ya azad û demokrastîk pêk were.”

Şêniyên Çilaxa xebatên xwe yên xwerêveberinê didomînin û li ser bingeha Xweseriya Demorkatîk ku hêmana sereke yê avakirina Fedraliyta Demokratîk e têdikoşin. Şêniyên Çilaxa êdî bi hevgiritin û biratiya xwe serbilidin û dibêjin ku Fedraliya wan a Bakurê SÛriyê riya çareserkirina aloziya Sûriyê ye.

(bb/dc)

ANHA

DOSIYA-CELAXA-U-FEDRALI (2) DOSIYA-CELAXA-U-FEDRALI (6) EMINA