1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. 'Çiqas zimanê AKP'ê dijwar bibe şîdeta li hemberî jinê jî ewqas zêde dibe'
'Çiqas zimanê AKP'ê dijwar bibe şîdeta li hemberî jinê jî ewqas zêde dibe',çiqas,zimanê,akp,ê,dijwar,bibe,şîdeta,li,hemberî,jinê,jî,ewqas,zêde,dibe

'Çiqas zimanê AKP'ê dijwar bibe şîdeta li hemberî jinê jî ewqas zêde dibe'

A+ A-

ÎZMÎR (DÎHA) - Prof. Dr. Solmaz Zelyut têkildarî nêrîna AKP'ê ya li hemberî jinê û hêvî û bendewariyên xwe yên di serdana nû anî ziman û got zimanê AKP'ê çiqas tûj bibe şîdeta li hemberî jinê jî ewqas zêde dibe.

Ligel hikûmeta AKP'ê di sala 2002'an de ji bo şîdeta li hemberî jinê pêk tê asteng bike zagona hejmar 6284'an a "Zagona Têkildarî Pêşîlêgirtina Şîdeta Li Hemberî Jinê Pêktê û Parastina Malbatê" jin ji aliyê zilaman ve tê kuştin û bêceza dimînin. Nûnera Platforma Em Dê Cînayetên Jinan Rawestînin a Îzmîrê Denîz Sanem Kural diyar kir ku piştî hilbijartina 7'ê hezîranê AKP'ê li ser hemû civakê polîtîkayên şîdetê rewa kirin. Kural anî ziman ku jin bi salanin li hemberî mantiqa zordariyê ya AKP2ê têkoşînê dikin û wiha got: "Ez meclîsa nû êdî ji bo jin nemirin û cînayetên jinan asteng bikin dewetî peywirê dikim. Di cînayetên jinan de ji bo qetîl cezayê muabetê yê giran bigire zagon şert e."

'Ji qatilan re cezayên ehîl nayên dayîn'

Hîndekara Zanîngeha Egeyê Prof. Dr. Solmaz Zelyut jî diyar kir ku li holê ji pirsgirêka jinê bêtir pirsgirêka zilam heye. Zelyut anî ziman ku têkildarî zagonan de ne di bikaranîna zagonan de pirsgirêk hene û cezayên bên dayîn nayên dayîn. Zelyut da zanin ku dı cinayet û şîdeta li hemberî jinan de berpirsiyariya herî mezin dikeve ber AKP'ê û wiha got: "Di vê mijarê de çiqas zimanê hikûmetê tuj dibe di civakê de şîdeta li hemberî jinê jî ewqas zêde dibe. Em dibînin ku şîdeta li hemberî jinê li gorî vê yekê pêk tê."

'Zêdebûna cezayan cînayetên jinan ranawesîtîne'

Prz. Hulya Gulbahar jî diyar kir ku sûcên li hemberî jinan pêk tên bi cezayên zêde nayên astenkirin. Seroka Meclîsa Jinan a Konseya Bajar Kizbes Aydin jî diyar kir ku AKP têkildarî jinan de tu polîtîkayên serkeftî pêk nayne. Aydin anî ziman ku tu polîtîkayên AKP'ê yên têkildarî mafên jinan de tuneye.

(bd)