1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Çîroka jineke ku ewil li dijî sîstemê piştre jî li dijî DAIŞ’ê li ber xwe da
Çîroka jineke ku ewil li dijî sîstemê piştre jî li dijî DAIŞ’ê li ber xwe da,çîroka,jineke,ku,ewil,li,dijî,sîstemê,piştre,jî,li,dijî,daiş,ê,li,ber,xwe,da

Çîroka jineke ku ewil li dijî sîstemê piştre jî li dijî DAIŞ’ê li ber xwe da

A+ A-

NÎLGUN YILDIZ

SÊRT (DÎHA) – Jinên cihanê ji bo pîrozkirina 8’ê Adarê amadekiriyan dikin, Mizgîn Alan a ku li Kobanê di refên YPJ’ê de li ber xwe da û li vir jiyana xwe ji dest da mi rûyên xwe ken di hefizeyan de ma. Alan a YPJ’î di hemû qadên jiyana xwe ya dijwar berdewam kir de li Kobanê jî navê xwe di dîroka têkoşîna jinê nivîsand.

Jinên YPJ’î li Şengal û Kobanê bi berxwedana xwe ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi berxwedana xwe ya bêhempa ve bi derketinên xwe yên ji bo azadiya jinê jî balê dikêşin. Mizgîn Alan (Nefel Besel) a YPJ’î ku dayika wê di 15 saliya xwe de ew anî dinê hem bi jiyana xwe hem jî têkoşîna xwa ya li Kobanê bû yek ji jinên ku navên xwe di dîroka têkoşîna jinê nivîsand. Alan a YPJ’î di 1995’an de li gundê Hilêlok a bi ser navçeya Dihê ya Sêrtê ji dayik bû. Malbat qod navê Gurbet Aydin a PKK’î Mizgîn li wê dikin. Ew hêj di 2 saliya xwe de bû gundê wan ji aliyê dewletê ve tê valakirin û koçî Dihê dikin. Alan a li Dihê mezin dibe. Dayika wê Zelîha Alan der barê keça xwe de wiha got: “Nefel ji ber ku li gund mezin nebûbû bi hesreta gund bû û vê hesretê hişt ku ew nêzîkî tevgera Azadiyê be.” Alan piştî ku zanîngehê qezenc dike wî didin kurapê wê lê ji dawetê re hefteyek dimîne ew derbasî Kobanê dibe û tevli refên YPJ’ê dibe. Alan a di rizgarkirina Kobanê de cih girt di 27’ê Sibatê de di pevçûna li gundê Bexdikê jiyana xwe ji dest dide.

Zelîha Alan a ku got ew bi keça xwe re mezin bûye anî ziman ku Newroz ji bo keşa wê pir girîng bû û wiha berdewam kir: “Heval Nefel hêj biçûk bû lê di cejnê de çi li xwe bike û kîjan sloganan bavêje dihejmart. Hem zaroka min a yekemîn bû hem jî bû sedema mezinbûna bû ji berk u em bi hevre mezin bûn.”

‘Dema berxwedana Kobanê destpê kir wekî ku dilê w êli wir davêt’

Zelîha Alan bilêv kir ku ligel ku keça wê dergîstî bû jî her tim di hundirê wê de agirê azadiyê hebû û tevlibûna keça xwe ya refên YPJ’ê jî wiha vegot: “Ew li pey têkoşîna ku ji bo gelê xwe dihat dayîn çû. Beriya ku biçe her tim pirsên li ser jiyana gerîlayan dikir. DEma berxwedana Kobanê dest pê kir her tim berxwedana Kobanê dişopand, dixwend û wekî ku dilê w êli wir davêt.”

Alan anî ziman ku di dema pêvajoya berxwedanê de gelek caran li zaroka xwe geriyaye û moral ji wan girtine û wiha axivî: “Her tim di dengê wê de ken hebû. Di hevdîtinên me de her tim dengê top û bombeyan dihat lê mirov qet nediket gumanê wekî ku ne rast bûn. Pir rehetî diaxivî.” Alan wiha berdewam kir: “Dema girê Miştenûrê hate rizgarkirin gelek hevalên wen şehîd ket lê wan soza dê tola hevalên xwe bigirin dan û soza xwe bicih anîn.”

Alan a ku nirxandina “Dayika şehîdan bûn nabe nesûbê her kesî. Keça min ne riya ku nîşanî wê dan na, li pey jiyana ku dixwest çû û ji ber vê yekê jî pir kêfxweş bû. Niha çiqas dilê min biêşe jî di têkoşîna xwe de jiyana xwe ji dest da.”

Apê Mizgîn Alan, Huseyîn Alan jî da wiha got: “Nefel ji berk u azadiya jinên kurd û gelê kurd dixwest û sîstema desthîlatdar a zilaman qebûl nedikir tevli tevgera azadiyê bû. Bi coş û heyecana xwe ve di dema pevçûnên herî dijwar ên li Kobanê de jî ji bom e bû moral.”

Bapîra Alan: Em bi Nefela xwe ve bi serbilind in

Bapîra Alan Makbule Alan jîg ot ku ligel ku neviya xwe dergîstî kirine jî zûye Kobanê û herî dawî dema ku em axivîn ji wan re gotiyê bi wê serbilind bin. Alan destnîşan kir ku wê her tim der barê bexwedana Kobanê de agahî daye wan û wiha axivî: “Em bi Nefela xwe ve serbilind in. Mizgîn tenê zaroke me nebû. Ew bû malê têkoşîna gelê kurd û gelê kurd.”

(sa)