1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Çîroka me hemûyan: Malîno
Çîroka me hemûyan: Malîno,çîroka,me,hemûyan,malîno

Çîroka me hemûyan: Malîno

A+ A-

ZEYNEL BULUT

AMED (DÎHA)- Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn li hemberî pergala kapîtalîzmê di warê şano, rêzefîlm û sîtkoman de xebatên bi hûrgilî dide meşandin. Yek ji van xebatan jî rêzefîlma 'Malîno' ye.

Di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de ji bo civaka kurd di gelek waran de şoreş pêk hatin. Yek ji van şoreşan jî em dikarin bêjin di aliyê çandê de ye. Tevgera Çanda Kurd li hemberî pişaftina pergalê, li hemberî qirkirina çandê ji bo parastina berhem, çand û hunera kurdî têkoşîneke mezin da. Li aliyê din ji bo gelê kurd ji pencê qirkirinê biparêze gavên gelekî girîng avêt. Yek ji wan gavan jî di warê şano, fîlm û sînemayê de ye. Tevgera çandê bi avakirina saziyên xwe yên akademî û konservatûaran bi sedan şagirt pêş xistin û niha di warê çand û hunerê de gelek xebatên girîng tên meşandin. Dîsa heta niha bi dehan lîstikvan û şanoger hatine pêşxistin. Bi dehan hunermend, muzîkjen, şanoger, lîstikvan, senarîst û derhinêr hatin pêşxistin.

Yek ji amûrên parastina li hemberî qirkirinê jî şano û sînema ye. Lewre di vê kulvarê de destan, berxwedan û têkoşîna gelê kurd tê pêşandan û xwedîderketina li çand û hunerê pêş dikeve. Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn di vî warî de gelek xebatên giranbûha dimeşîne. Di komeleyê de komeke bi navê Senaroj hatiye avakirin û ev kom ji 7 kesan pêk tê. Koma Senaroj bi xebateke kolektîf û komunal gelek tekstên şano, kurtefîlm, rêzefîlm û sînemayê amade dike.

Yek ji endamê Koma Senarojê senarîst Metîn Ewr der barê senaryoya rêzefîlma Malînoyê û xebatên xwe yên li Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhalata Navîn de axivî.

'Karekterên bi hişmendiya pergalê teşhîr dikin'

Senarîst Metîn Ewr da zanîn ku cara yekemîn wî di sala 1999'an de li Edeneyê di NÇM'ê de dest bi xebatên hunerî kiriye û ji lîstikvaniyê heta nivîsandina senaryoyê xebat meşandiye. Ewr diyar kir ku ew piştî Edeneyê di 2009'an de hatiye Amedê wan biryara sîtkoma Ax û Jiyanê daye û ev tişt anî ziman: "Ax û Jiyan sîtkoma yekemîn bû. 52 beşan lîst û rastî eleqeyeke mezin hat. Piştre me seneryoya rêzefîlama Ref nivîsand û wekî 13 beşan di 2014'an de hat lîstin. Piştî Refê me dest bi senaryoya sîtkoma Malînoyê kir û niha jî em Malîno didomînin. Armanca me ew e ku 2 salan ev rêzefîlm berdewam bike. Malîno projeya me ya 3'yemîn e. Ax û Jiyan û Malîno rêzefîlmên sîtkomî ne. Lê Ref drama bû."

Ewr destnîşan kir ku rêzefîlma Malînoyê jiyan û têkiliya di navbera gund û bajarvaniyê de radixe ber çavan û wiha got: "Li aliyekî jiyana xwezayî heye û têkoşîna wê tê dayîn. Li aliyê din jî jiyana bajarvaniyê ku bi hişmendiya pergalê teşe girtiye tê vegotin. Di Malînoyê de têkoşîna xweza û civakê li hemberî şaristaniyê derdikeve pêş. Ev yek jî di ser du karakteran de derdikeve pêş. Yek jê xwe bi jiyana şaristaniyê ve girêdaye û li gorî karakterê vê jiyanê pêşketina kesayeteke dij civakî ye. Karaktera din jî jiyana gundewar, xwezayî û exlaqî diparêze." Ewr bi lêv kir ku armanca wan ew e teşhîra karakterên bi hişmendiya pargalê di nav civakê de tevdigerin bikin. Ewr anî ziman ku ew li gorî pêvajoyê sernaryoyê diguherînin, li serê dixebitin û li gorî wê yekê wekî rêzefîlm amade dikin. Ewr got ku dema ew senaryoyekê amade dikin, ji ber peydakirina lîstikvanên zarok û extiyar kêm in zehmetiyan dikişînin. Ewr da zanîn ku ji bo di vî warî de kêmasiyan derbasbikin jî xebatên wan hene.

'Pirsgirêkên gel bi rêzefîlman dixwazin vebêjin'

Yek ji endamê Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhalata Navîn û derhênerê rêzefîlma Malînoyê Îbrahîm Yildirim jî diyar kir ku ew di rêzefîlma Malînoyê de derhêner e û di heman demê de di akademiyên Cegerxwîn û Aram Tîgran de jî dersên sînema û dîroka sînemayê dide. Yildirim got ku ew gelekî kêfxweş e ku di xebateke bi vî rengî de cih digire. Yildirim ev tişt anî ziman: "Em di vê rêzefîlmê de wekî komekê dixebitin. Dema me dest bi rêzefîlma Ax û Jiyanê kir, hin kes gotin; li Amedê xebatên wiha gelek zehmet in lê me di nav zor û zehmetiyan de fîlmên xwe çêkirin û her roj xebatên me xurt dibin û berfireh dibin. Niha jî em rêzefîlma Malînoyê amade dikin. Wekî derhêner ez dikarim bibêjim em bi komunal û hevparî xebatên xwe dimeşînin. Di navbera me de cudahî nînin û em hemû wekî hev dixebitin. Em Malînoyê wekî peywir digirin dest. Ji ber vê yekê em dixwazin pirsgirêkên gelê kurd di van rêzefîlman de bînin ziman. Ev ji bo me şanseke û em ê vê şansê baş bixebitînin. Dîsa rexne û pêşniyarên ku ji me re tên, em dinirxînin û xwe li ber çavan re derbas dikin. Formata me ya rêzefîlma Malînoyê li ser van xebatan tê meşandin. Em dixwazin çanda civakê ya li hemberî pergalê bidin rûniştandin û bixin meriyetê."

'Karakterên jin rê û rêbaz nîşan didin'

Yildirim da zanîn ku di rêzefîlma Malînoyê de du cure karakter hene. Yildirim destnîşan kir ku karakterên sereke jin in û wiha got: "Karakterên ku di Malînoyê de rê û rêbaz nîşan didin jin in. Perspektîfa me li ser vê hatiye avakirin. Di rêzefîlmê de têkiliyên jin û mêr, kes û civakê em tînin ziman. Ev jî dê bandorekê li ser gelê me bike."

'Ji bo jiyana jinê mînak e'

Yek ji lîstikvana jin Nesîbe Gunayli ku di Malînoyê de bi karakterê Sitê tê nasîn der barê karekterê Sitê de diyar kir ku Sitê jineke koçber e, ji gund hatiye bajar û li gorî jiyana xwe ya gund jiyana xwe dide meşandin. Gunayli da zanîn ku Sitê di nav jiyana bajar de jiyana gund dijî û li gorî vê tevdigere û ev tişt anî ziman: "Sitê karakterê jinên ku berê heta niha li Kurdistanê hatine koçkirin dide nîşandan û jiyana gelê kurd radixe ber çavan. Tiştên ku berê welatiyên kurd jiyane dema fîlmê temaşe dikin tê bîra wan û xemgîniyê jî dijîn. Jinên ku li Sitê temaşe dikin karaktera jina kurd dibînin. Çanda bajar û çanda ku jinên me dijîn di karekterên Sitê û Menîce de derdikeve pêş. Ji ber vê jî ew her du karakterên Malînoyê jî ji bo jiyana jinên me mînak in."

'Armanca me jî ew e ku civak di fîlm de qirêjiya bajar bibîne'

Yek ji lîstikvana Aynur Kaya ya ku bi karakterê Menîce tê ser ekranên me. Kaya destnîşan kir ku karaktera Menîce jina kurd a ku ji çanda xwe dûr ketiye û li bajar çandeke biyanî dijî ye. Kaya da zanîn ku di di Malînoyê de rexnên herî zêde ji wê re tên û ev tişt li gotinên xwe zêde kir: "Divê fîlm ji bo hemû kesan bibe mînak, jiyana jinên kurd ne wekî jinên bajar bê zanîn. Divê hemû jinên kurd xwedî li ziman, jiyan û çanda xwe derkevin. Menîce keseke di bin bandora jiyana bajar de maye û eslê xwe winda kiriye. Menîce ji bandora gund derketiye û ketiye bin bandor bajarvaniyê, hatiye pişavtin. Ji ber vê yekê Sitê dixwaze Menîce li eslê wê vegerîne gund. Li ser vê mijarê nîqaşên Menîce û Sitê hene. Armanca me jî ew e ku civak di fîlm de qirêjiya bajar bibîne. Divê hemû kes li Malînoyê temaşe bikin."

Êş û xweşiyên civakê bi hunerê vedibêjin

Lîstivan Abdullah Tarhan da zanîn ku ew 19 sal in di nav xebatên hunerî de cih digire. Tarhan got ku wî di Ax û Jiyan, Ref û niha jî di Malînoyê de û heta niha di gelek lîstikên şanoyê de jî lîstiye. Tarhan ev tişt anî ziman: "Armanca me êş û xweşiyê vê civakê bi awayekî hunerî bînin ziman. Hewldanên me ji bo vê yekê ye." Lîstikvan Tarhan ku di rêzefîlma Malîno de bi karakterê Ezîz dilîze der barê karekterê Ezîz de destnîşan kir ku Ezîz karekterekî sereke ye. Tarhan diyar kir ku Ezîz li hemberî xwezayê, li hemberî parvekirinê, li hemberî jinê û di aliyê birdoziyê de karakterekî pir qels e û jiyana xwe li gorî xwe ava kiriye. Tarhan da zanîn ku ji Ezîz re jiyan çawa xweş be wiha dijî û ev tişt anî ziman: "Ezîz karakterekî egoîst, teng û li dijî xwezayê ye. Ji ber vê yekê jî karakterê Ezîz di lîstikan de min gelek caran dixe tengasiyê. Divê di civakê de karakterên mîna Ezîz baş bên zanîn û ji bo bên deşîfrekirin gelek tişt dikevin ser milên me. Gava mirov berê xwe dide civakê ev karakter bi gelek kesan re diyar e. Ezîz li gorî berjewendiyên xwe tevdigere."

(sa)


Bêjeyên Miftehî