1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Çîrokek berxwedan û hunandinê: Şêxmeqsud
Çîrokek berxwedan û hunandinê: Şêxmeqsud,çîrokek,berxwedan,û,hunandinê,şêxmeqsud

Çîrokek berxwedan û hunandinê: Şêxmeqsud

A+ A-


 HELEB – Di 5 salên aloziya Suriyeyê de berxwedana herî domdirêj li vê taxê hat nîşandan. Dema bajar bi tevahî hildiweşiya, wê rista jiyanek nû dirisand. Niha jî jiyanê vedihûne. 2

Li Suriyeyê dema ku pêla serhildana gelan ji aliyê hêzên berjewendîparêz ve ji riya wê hat derxistin û aloziyan destpê kir, yek ji cihên ku bû navenda van aloziyan, bajarê Helebê bû. Hema bêje hemû hêzên herêmî û navnetewî, planên xwe li vir diceribandin. Bazar hemû li ser vê herêmê hatin meşandin, loma hemû polîtîka bi riya komên cur bi cur ên çete li vir hatin ceribandin û şer qet ranewestiya. Piştî 5 salan di navbera hêzên wekî Rusya, Tirkiye, Îran û rejîma Baas a Suriyê de li ser herêmê lihevkirin çêbû û komên çete hemû ji bajar hatin derxistin. Bajar teslîmî rejîmê hat kirin û piştre gotubêjên li ser sîstema pêşeroja bajar hatin meşandin.

Ji ber ku hemû netew û bawerî li bajar dijîn, nêrînên wekî “rengê sîstema Helebê dê rengê sîstema pêşeroja Suriyeyê jî diyar bike” derketin pêş. Lewma her hêzek hewl dide ku planên xwe pêk bîne.

Tam di vê noqteyê de dîsa li Helebê bixwe rengekî cudatir ku wekî bêje, “çareserî ez im” xwe nîşan dide. Ev reng li taxa Şêxmeqsud derketiye holê.3

Lê çima Şêxmeqsud? Çîroka 10 salan a vê taxê bersiva vê pirsê dide. Ev taxa ku bi taybetî di 5 salên dawiyê de berxwedan bênavber domand, di dawiyê de biser ket û jiyanek nû raçand.

Vaye çîroka berxwedan û hunandina jiyanê: 

Taxa Şêxmeqsûd li ser girekî mezin ku li aliyê bakûr ê bajarê Helebê ye, hatiye avakirin. Cihê herî bilind ê Helebê ye û serwer e. Ji wî girî re dibêjin “Cebel Seydê (Çiyayê Rêzdarê”. Li ser navê vî girî gelek tişt hatine gotin, lê ya herî zêde derdikeve pêş jî ew e ku ev nav ji baweriya Xiristiyaniyê hatiye. Li herêmê Dêrek hebûye û gotina “Rêzdarê” jî, ji bo Hz. Meryem hatiye gotin.

Taxa Şêxmeqsud ku dikeve rojhilatê taxa Eşrefiyê di heman demê taxa herî mezin a bajar e. Tax li ser çargoşek erd ê 4 hezar metre (m2) hatiye avakirin û li gorî hejmartina sala 2010 a rejîmê hejmara şêniyên wê 800 hezar kes e. Li taxê pêkhatiyên kurd, ereb, Turkmen û ermen dijîn, lê piraniya wan kurd in. Welatiyên kurd ji herêmên Efrîn, Kobanê û Şehba di sedsala 20’an de hatine taxê, beşek ji wan jî, di dîrokên kevin de li herêmê bicîh bûne.

Li dijî neheqiyan serî rakirin û lêgerîna azadiyê 

Şêniyên taxê yên kurd piranî ji ber pêkûtî, neheqî, zulm, kuştin, talan û înkarê koçber bûne û li taxê bicîh bûne. Bi gotineke din gelek êş û elem kişandine û her li jiyanek azad geriyan e. Ji ber van sedeman neheqî qebûl nekirine û li vir jî berxwedan û lêgerîna xwe domandin.

Li hemberî komployê4

Gelê Şêxmeqsud nerazîbûna xwe ya herî mezin li hemberî komploya navnetewî ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat destpêkirin, nîşan da. Di 15’ê Sibata 2001’an de, bi hezaran kesan ji herêma Şiqêf  a girêdayî taxa Şêxmeqsûd dest bi meşê kir û heta kolana 20’an hatin. Di xwepêşandanê de hêzên rêjîmê êrîşî meşvanan kir û bi dehan kes girtin.

Serhildana 2004’an

Dema ku hêzên rejîmê di 12’yê Adara 2004’an de li bajarê Qamişlo komkujî pêk anî û gelê Rojava rabû serhildanê, şêniyên taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûd jî li dijî rêjîmê rabûn serhildanê. Hêzên rêjîmê rêbazên xwe yên hovane li vir jî meşandin û zêdetirî hefteyekê derketina derve qedexe kir. Nexweşxane û navendên tendirustiyê jî girtin û nehiştin bijîşk biçin ser karê xwe.Her wiha di êrîşên ser malan de, bi sedan ciwanên kurd girtin û îşkence li wan kir.

Lê gel serî netewand û di 16’yê Adara heman salê de, bi sedan şêniyên her du taxan li nêzî herêma Sêkoşeyê ya taxa Eşrefiyê çalakiyek li dar xist. Vê carê hêzên rejîmê bi çekan êrîş kirin û du ciwanên bi navê Arî Foz Welo, Celal Ibrahîm û jineke bi navê Ferîde Ehmed şehîd bûn. Du kesên din jî birîndar bûn. Ciwanên taxê li hemberî êrîşên rêjîmê çalakiya xwe veguherandin serhildaneke mezin, kîna xwe ya tolhidana şehîdan vala kir. Di vê serhildanê de fermandarekî payebilind û bi dehan endamên rêjîmê hatin kuştin, seyareyên wan şewitandin.

Şoreşger û hunermendê mezin bi agirê bedena xwe rê nîşan da5

Di 20’ê Adara 2004’an de bi hezaran şêniyên taxa Eşrefiye û Şêxmeqsûd daketin qadan û êrîşên rêjîma Baas şermezar kirin. Di 26’ê Adara heman salê de, şoreşger û hunermendê mezin Yekta Herekol (Erdoxan Qehreman) ku li taxa Şêxmeqsûd xebat dimeşandin, li meydana Seedelah El-Cabirî ya di nava Helebê de agir berdana bedena xwe û gihîşt şehadetê. Van çalakiyan hêzên rêjîmê xistin nava tirsê ku êdî li hebermberî çalakiyan dengê xwe nekin.

Bîranîna Qamişlo û Helebçe

Di sala 2005’an de li seranserî Rojava û herêmên Suriyeyê yên ku kurd lê dijîn, çalakiyên bîranîna şehîdên komkujiya Qamişlo hatin lidarxistin. Li taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûd jî di 12’ê adarê de çalakiyên bîranînê çêbûn, lê hêzên rejîmê dîsa êrîş kirin û gelek kes girtin. Di 16’ê adarê de jî bi sedan şêniyên Eşrefiye û Şêxmeqsûd ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Helebçe mîtîngek organize kir. Di şeva Newrozê de kurdan cejna vejînê pîroz kir, lê hêzên rejîmê êrîş kir û bi dehan kurdên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye girtin. Lê kurdan çalakiyên xwe zêdetir kirin û rejîm neçar hişt ku girtiyan berde.

Li sûka Eşrefiyê berxwedana gel

Di 27’ê kanûna 2007’an de hêzên rêjîma Baas êrîşî xwepêşandana kurdan a li sûka zebzeyan a taxa Eşrefiyê kir û bi sedan şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê girtin. Piştî îşkenceyên giran hinek ji wan hatin berdan, lê hinek jî hatin windakirin û heta niha agahî nayê girtin. Ciwanê bi navê Ceger Şêxo ku ew jî hatibû girtin, sala derbasbûyî şehadeta wî hate îlankirin. Ciwanên bi navê Sefqan û Şukrî hîn nehatine dîtin.

Serhildana ji bo Reqqayê 

Rêjîma Baas di sala 2009’an de êrîşî şahiya pîrozbahiya Newrozê ya li Reqqayê kir û di encamê de bi dehan kurd hatin kuştin. Li hemberî vê komkujiyê, şêniyên Helebê bi taybet taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê meşeke bi meşele lidar xistin. Lê hêzên rêjîmê dîsa êrîş kirin. Gel jî serhildan mezin kir û nerazîbûna xwe anî ziman.

Serhildana 2011’an6

Zêrevanên sînor ên rêjîma Sûriyê, di sala 2011’an de li ser sînorê bajarê Dêrikê yê Kantona Cizîrê şoreşgerên bi navê Şoreş û Masîro ku li Helebê kar dimeandin, qetil kirin. Li ser vê  yekê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) banga xwepêşandanê kir. Bi banga PYD‘ê re bi sedan kes daketin kolanên Şêxmeqsud. Meş ji kolana 20’an a rojavayê Şêxmeqsûd dest pê kir. Piştî çend kêliyan hêzên rêjîmê bi hejmareke mezin êrîşî meşvanan kir. Lê çalakvanan meşa xwe bê tirs domand. Hêzên rejîmê ji bo dawî li meşê bîne dest bi girtina bi dehan ciwanan kir.Her wiha êrîşî malan kirin û bi sedan ciwan girtin.


Çirûska şoreşê 

HELEB – Kurdan ne tenê li Rojavayê Kurdistanê, li bajarê Helebê jî hêza xwe ya cewherî ava kirin û pêşengiya şoreşê kirin.5

Pêla şoreşê ku di 15’ê Adara 2011’an de li Suriyeyê destpê kiribû, di 2012’an de li tevahiya welat belav bû. Li Helebê jî ku ji bo hemû hêzan wekî cihekî stratejîk hat dîtin, gelên bajar hêza xwe ya cewherî ava kirin û parastina xwe kirin. Li vir jî kurdan danahevên xwe yên salan veguherandin hêza pêşeng a şoreşê. Li taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê ku piraniya şêniyên wan kurd in, li dijî hemû êrîşan, li aliyekê xeta parastinê hat avakirin, li aliyê din bingeha pergala jiyana hevbaş hat avêtin.

Çêkirina hîmê sazumaniyê 

Di sala 2011’an de şêniyên Helebê, bi taybet li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dest bi xebatên rêxistinbûyîn û sazûmaniyê kirin. Di Îlona 2011’an de Navenda Çand û Hunera Demokratîk li taxa Şêxmeqsûd hat avakirin û ev bû saziya yekemîn a herêmê.6

Di cotmeha heman salê de, bi tevlîbûna bi hezaran ji şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê meclîsên gel hatin avakirin. Paşê meclîsên herdu taxtan di bin sîwaneya meclîsa jortir de bûn yek û tevlî Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) bûn. Di hilbijartinên MGRK’ê de Sînem Mehemed ku ji niştecihên taşa Eşrefiyê ye û niha nûnera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Ewropa ye, wekî seroka meclîsê hat hilbijartin.

Fermandarê xwe hembêz kirin 

Dema ku gelê herêmê rêxistinbûyîna xwe pêş dixist, damezirînerê Yekîneyên Prastina Gel (YPG) Xebat Dêrik li bajarê Qamişlo di encama êrîşek xayînane de bi giranî birîndar bû. Xebat Dêrik ji bo dermankirinê birin Nexweşxaneya Osman a li taxa Eşrefiyê. Piştî agahî belav bû, bi sedan kurdên li Helebê li ber nexweşxaneyê kom bûn û hefteyekê bi awayekî dorveger nobedariya nexweşxaneyê kirin. Lê tevî hemû hewledanên bijîşkan jî, Xebat Dêrik di 14’ê Çileya 2012’an de gihîşt şehadetê. Cenazeyê Fermandar Xebat Dêrik, li warê wî bajarê Dêrikê bi merasîmek heybet spartin axê. Bi deh hezaran ji şêniyên taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûd jî beşdarî oxirkirina cenazeyê fermandarê xwe bûn.7

Şehîda yekem 

Di vê navberê de pêxwasên rêjîma Suriyê, li hember pêşketinên ku li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê çêdibûn, dest bi êrîşan kirin. Çeteyekî rejîmê yê ji malbata Ehmed Subhî El-Bekarî, di adara 2012’an de êrîşî firneyek nan a li Eşrefiyê kir. Di encama êrîşê de endama Yekîtiya Star Gulê Selmo ji serê xwe birîndar bû û di 13’ê adarê de li Nexweşxaneya Henan a taxa Eşrefiyê jiyana xwe ji dest da.

Gelê Helebê cenazeyê Gulê Selmo bi merasîmeke girseyî li gundê Qetme yê Efrînê spart axê.2

Piştî êrîşê, gel komîteyên xwe yên parastinê ava kirin û bi dar û çekên biçûk parastin dikirin. Piştî berxwedaneke mezin jî pêxwasên rêjîmê ji taxên xwe derxistin.

Li hemberî êrîşan berxwedana mezin

Pêxwasên rêjîmê di 10’ê Nîsana 2012’an de dîsa êrîşî taxa Eşrefiyê kirin û du sivîl kuştin, 5 jî birîndar kirin. Li ser êrîşê bi sedan ciwanên kurd ên taxa Eşrefiyê li herêma Sêkoşeyê kom bûn û çalakî lidar xist. Pêxwasên rejîmê êrîşî çalakiyê kirin, lê ciwanan berxwedanek mezin nîşan dan û pêxwas neçarî vekişînê kirin.

Di 8 û 10’ê gulana 2012’an de hêzên rêjîmê bi riya pêxwasên xwe vê carê êrîşî sûka Zebzeyan a Şêxmeqsud kirin û jinek û du ciwan kuştin, gelek kes jî birîndar kirin. Ciwanên kurd ku komîteyên xwe yên parastinê ava kiribûn, li taxa Şêxmeqsûd berxwedaneke lehengî nîşan dan. Meşa ciwanan bi seatan dom kir û gihîşt herêma Seken El-Şebabî ya taxa Eşrefiyê. Di şerê ku li vir derket de, bi dehan pêxwasên rêjîmê hatin kuştin û yên din reviyan.3

Hêzên parastinê hatin avakirin 

Bi firehbûna xwepêşandinên şoreşê re, şêniyên taxa Eşrefiyê, di Tîrmeha 2012’an de, hêza xwe ya parastinê bi nave Tugaya Şehîdên Eşrefiyê ava kirin. Piştî hefteyekê jî, li taxa Şêxmeqsûd Tugaya Berxwedana Şêxmeqsûd hat avakirin.

Dema ku di 19’ê Tîrmeha 2012’an de li Kobanê şoreşa Rojava destpê kir û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hatin îlankirin, hêzên parastina taxên Eşrefiye û Şêxmeqsud jî tevlî YPG’ê bûn. Bi pêla şoreşa ku li tevahiya Rojava belav bû re, hêzên rejîmê ji Eşrefiye û Şêxmeqsud jî hatin derxistin.

Tolhildana şehîdan

Eşrefiye û Şêxmeqsud xeta parastinê avakirin, lê beşên din ên bajar di navbera hêzên rêjîmê û komên navê Opozisyona Sûriyeyê de şer diqewimîn. Ji ber van şeran di sala 2012’an de, ard li taxên bajêr qut bû û Şexmeqsû û Eşrefiyê jî para xwe ji vê yekê girtin.4

Meclîsa Gel a Taxa Eşrefiyê û Şêxmeqsûd ji bo peydakirina ard, kamyonên xwe li gel komîteyên parastinê şandin aşekî nêzî balafirgeha Helebê. Lê li vir hêzên rêjîmê kamyon gulebaran kirin û 3 endamên komîteyên parastinê kuştin, 10 jî birîndar kirin.

YPG’ê, bi armanca bersivdayîna van êrîşan, di 27’ê Tîrmeha 2013’yan de li hemberî du bendên rêjîmê yên li ketina herêma Seken El-Şebabî, Çerxereya Cendul û herêma Şiqêf a taxa Şêxmeqsûd çalakî pêk anîn. Di çalakiyan de 20 endamên rêjîmê hatin kuştin.

Komkujî û berxwedan 

Hêzên rêjîmê di payîza 2012’an de, bi du fuzeyan êrîşî sûka Sebzeyan a li nêzî mizgefta Marûf a Şêxmeqsud kir. Di êrîşê de 20 sivîl hatin kuştin.

Di vê navberê de Nûnerên Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê El-Exder El-Ibrahîmî diyar kirk u ji bo Cejna Qurbanê, di navbera 26 û 30’ê cotmeha 2012’an de agirbest hatiye îlankirin. Lê agirbest li taxa Şêxmeqsûd neket meriyetê û çeteyan êrîş pêk anîn. Koma bi navê  Tabûrên Selahaddîn derbasî taxa Eşrefiyê bû û hewl da ku derbasî taxa Şêxmeqsûd jî be.

Şêniyên taxê li hemberî vê yekê nerazîbûn nîşan dan û derketin xwepêşandanan. Meşvanan 500 metreyan nêzî çekdarên Selehedîn ên li herêma Tela ya rojavayê taxê bûn. Lê çeteyan meşvan gulebaran kirin û di encamê de hejmarek ji meşvanan jiyana xwe ji dest dan û hin jî birîndar bûn.

Piştî êrîşê şevanên YPG’ê mudaxele kir û di encama berxwedaneke mezin de çete ji taxê hatin derxistin. Rojek piştre hêzên rêjîmê û çekdarên bi navê opozîsyona Suriyeyê êrîşî Şêxmeqsud kirin û 14 sivîl şehîd bûn,  bi dehan jî birîdar bûn. Şervanên YPG’ê dîsa bersivek tund da û herdu alî ji taxê dûr xistin.

Destanên Derwêşî 

HELEB – Êrîşên li ser taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûd di salên 2013 û 2014’an de vê çar alî pêk hatin. Lê berxwedana hatiye nîşandan jî Derwêşane bû.HLB-DOSIYA-2 ‫(2)‬ ‫‬

Êrîşên ku ji aliyê hin komên çete û hêzên rejîmê ve dihatin pêkanîn, vê carê gelek zêde û dijwartir bûn. Komên girêdayî Koalîsyona Niştimanî ya Opozîsyona Sûriye, çeteyên Cebhet El-Nusra û hêzên rêjîmê bênavber êrîş kirin.

Berxwedana hatiye nîşandayîn jî, destanî bû. Her wiha rista pergala xweseriyê hat xurtkirin.

Komkujiya Eşrefiye û tolhildan 

Di çileya 2013’an de balafirên rêjîma Baas li taxa Eşrefiyê komkujiyek pêk anî û 23 sivîl kuştin, 40 jî birîndar birîndar kirin. Bi van êrîşan rejîmê xwest ku li taxê serwer bibe.HLB-DOSIYA-2 ‫(127468035)‬ ‫‬

Li ser êrîşan şervanên YPG’ê çalakiyên bersivdayînê lidar xistin û di şerên giran ku 15 roja dom kirin de şervanên YPG’ê qereqola Eşrefiyê û çend navendên stratîjîk ên rizgar kirin. Hêzên rêjîmê ku 50 windahî dan, neçar man xwe ji herêma çerxeriya yekemîn a di navbera taxên Eşrefiye û Suriyana Nû de vekişînin.

Hêzên rêjîma Baas di 29’ê adara 2013’an de bi çekên giran êrîşî rojhilatê taxa Şêxmeqsûd kir û ev êrîş heta 17’ê nîsanê dom kirin. Di êrîşên 10’ê nîsanê de 15 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 25 jî birîndar bûn.

Di 13’ê heman mehê de, 3 sivîl ji ber xazên jehrî yên ku hêzên rejîmê bikar anîn, şehîd bûn û 16 jî bi jehrî ketin.

Li ser bersivdayîna şervanên YPG’ê 100 ji endamên rêjîmê hatin kuştin, 3 tank hatin desteserkirin.HLB-DOSIYA-2 ‫(127468034)‬ ‫‬

Di berxwedana li vir de Endamê Meclîsa Leşkerî ya YPG’ê ya Kantona Efrînê Zekeriya Xelîl gihîşt şehadetê.

Êrîşên çeteyên El-Heyanî

Komên çete yên bi navê Lîwa Şuhedaa Bedir ên girêdayî Xalid El-Heyanî di 25‘ê nîsana 2013’an de, êrîşên hovane li dijî rojavayê taxa Şêxmeqsûd û herêma Seken El-Şebabî ya taxa Eşrefiyê pêk anîn.

Di roja 3’yemên a êrîşan de, çeteyan êrîşî nexweşxaneya Meydanî ya Seken El-Şebabî kirin. Di êrîşan de hejmarek ji xebatkarên nexweşaneyê revandin û welatiyek piştî îşkenciyê şehîd xistin.HLB-DOSIYA-2 ‫(1)‬ ‫‬

Şevanên YPG’ê li hemberî van hovîtiyan berxwedanek mezin nîşan dan û herêma Seken El-Şebabê, kolana 20’an a taxa Şêxmeqsûd ji çeteyên El-Heyanî paqij kirin û kesên hatibûn revandin rizgar kirin.

Endamê Kordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger Zehredîn Xelîl û hejmarek şervanan di vê berxwedanê de şehîd bûn.

Ji gulana 2013’yan heta kanûna heman salê taxa Şêxmeqsûd bû hedefa hêzên rêjîma Sûriyê. Lê her êrîşek bi berxwedanek mezin hat bersivandin.

Êrîşên komên çeteHLB-DOSIYA-2 ‫(1)‬

Di destpêka 2013’an de, komên bi navê Nesir Îslam, Cund El-Eqsa, Xurebaa El-Şam, Lîwa El-Tewhîd, Tabûrên Şuhedaa Bedir û hin komên din êrîşên giran birin ser rojhilatê taxa Şêxmeqsûd. Li hemberî êrîşan YPG’ê berxwedan nîşan da û çete ji taxên Bustan Başa, Hulok û hin taxên derdorê paşve ajotin. Dema çeteyan êrîş dikirin, hêzên rêjîmê jî êrîş domandin.

Destanên berxwedana 2014’an

Êrîşên li ser taxa Şêxmeqsûd di sala 2014’an de dom kirin. Hêzên rêjîmê di 13’ê nîsanê de êrîşî taxê kirin, lê YPG’ê bersiv da û 5 endamên rêjîmê hatin kuştin, rêjîm paşve çû.HLB-DOSIYA-2 ‫(127468033)‬ ‫‬

Rêjîmê di 17’ê gulanê de vê carê bi balafiran êrîş pêk anîn û hejmareke ji sivîlan kuştin û birîndar kirin.

Şervanên YPG/YPJ‘ê li dijî van pêkanînan çalakî lidar xistin û gelek endamên rejîmê hatin kuştin.

Xebatên rêxistinkirinê ji nû ve destpê kirin

Di sala 2014’an de êrîşên li ser taxê hinekê kêm bûn. Şêniyên taxê ji fersendê feyde girt û rêxistinkirina xwe berfirehtir kir. Meclîs û saziyên xwe aktîf kirin, sûka gel ji nû ve hat vekirin û tevgera bazirganiyê geş bû. Şêniyên koçber jî vegeriyan warê xwe. Ji herêmên din ên Sûriyê gelek welatiyên ji ber şer reviyane, xwe spartin taxê.

Di vê navberê de xebatên parastinê hatin zêdekirin û tevlîbûna nava refên parastinê zêde bû.

Bi zêdebûna êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Katona Kobanê re ciwanên taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd vê carê berê xwe dan eniyên şer ên li Kobanê. Di vê berxwedanê de gelek ciwan gihîştin şehadetê.


HELEB – Salên 2015 û 2016’an li rex berxwedanê, bûn salên serkeftin û avakarina sîstema mînak ji bo herêmê.   HLB-DOSYA4 ‫(38863361)‬ ‫‬

Hêzên rêjîma Baas di 3’yê sibata 2015’an de li Seken El-Şebabî bendên kontrolê yên YPJ’ê bombebarana kirin. Di bombaranê de şervana YPJ’ê Şoreş Mehmo (Canda Welat) ya ji gundê Qestel Mixtar ê navçeya Bilbila Efrînê şehîd bû. Ji bo bersivdayîna êrîşan, YPJ’ê çalakiyek li hember hêzên rêjîmê yên li taxa Şêxmeqsûd lidar xist. Di çalakiyê de 3 endamên rêjîmê hatin kuştin.

Ji nivîya sala 2015’an heta dawiya salê komên çete jî êrîşî Şêxmeqsud kirin û ambargo pêk anî.

Komên çete yên Cebhet El-Îslamiya El-Kurdiye, Cebhet El-Şamiya, Tevgera Ehrar El-Şam a Îslamî, Tabûrên Ebû Emara, Firqeya 16, Ehfad El-Selatîn, Feyleq El-Şam, Fewec El-Ewel, Tabûra Sefewa, Tevgera Nûredîn El-Zinkî, Tabûrên Siwar El-Şam ên ku Cebhet El-Nûsra serkêşiya wan dike, di 2’yê gulana 2015’an de, li hemberî taxa Şêxmeqsûd di bin navê “Lebeyikî ya Uxtah” hatin ba hev.HLB-DOSYA4 ‫(38863362)‬ ‫‬

Van koman di meha gulanê de dest bi êrîşan kirin. Êrîşa herî dijwar di 28’ê gulanê de pêk hat û bi dehan sivîl bûn qurbanî. Şervanên YPG/YPJ’ê bersiva van êrîşan dan û çete neçar kirin ku ji taxê vekişin.

Komên çete yên Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyê di 22’yê îlona 2015’an de dest bi astengkirina alîkariyên ku dihatin taxê kirin û nehiştin ku madeyên sotemenî, derman, her wiha madeyên alîkariyê derbasî taxê bibin. Li aliyê din bêserûber tax topbaran kirin.

Komên çete yên Cebhet El-Nusra bi tevlîbûna Lîwa Ehrar El-Şam, Sultan Murad, Sultan Mihemed El-Fatih, Fewc El-Ewel, Tevgera Ehrar El-Şam û kombûna Festeqim di 27’ê mijdara 2015‘an de careke din bi dijwrî êrîşî taxê kirin, êrîş hetanî payîza 2016‘an dom kir.

SeferberîHLB-DOSYA4 ‫(1)‬

Li heberî êrîşan Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) di 20’ê Sibata 2016’an de seferberî îlan kir û şêniyên taxê bi aramanca ku taxa xwe biparêzin seferber bûn.

Bi destpêka payîza 2016’an re, komên çete di êrîşên xwe yên li ser Helebê de hêdî hêdî şikestin û windahî dan. Girêdayî têkçûna çeteyan, ambargoya li ser herêmê jî rabû. Heta dawiya 2016’an di encama berxwedana mezin û dîrokî de hemû êrîş hatin şikandin.

Çekên kîmawî hatin bikaranîn

Taxa Şêxmeqsûd di sala 2016’an de sê caran rastî topbarana bi çekên kîmyewî hat. Di 8’ê adarê û, 7-8‘ê nîsanê de êrîş pêk hatin û bi dehan sivîl jehrî bûn. Çeteyên ku navê Ceyş El-Îslam li xwe dikin bi daxuyaniyeke fermî îtîraf kirin ku wan çekên kîmyewî bikar anîne.

Rapora Rêxistina EfûyêHLB-DOSYA4 ‫(38863364)‬ ‫‬

Rêxistina Efûya Navnetewî têkildarî êrîşên li ser taxa Şêxmeqsûd raporeke amade kir û ev tişt diyar kirin: “Komên çekdar li taxa Şêxmeqsûd û herêmên derdora wê, bê serûber êrîş dikirin. Di encamê de sivîl hatin kuştin û birîndar çêbûn, her wiha ziyanên madî gihîştin avahiyan.”

Di rapora ku zaniyariyên wê ji şahidan bûyeran hatine girtin de wiha dihat gotin: “Di navbera sibatê û nîsanê de, di encama êrîşên komên opozîsyonê de zêdetirî 83 sivîlên ku 30 ji wan zarok in, hatin kuştin, 700 jî birîndar bûn. Çekdarên opozîsyonê bi çekên giran û topên hawanê herêmên di bin serweriya Yekîneyên Parastina Gel de topbaran kirin.”HLB-DOSYA4 ‫(38863365)‬ ‫‬

Alîkariya yekem

Piştî 10 mehan ji ambargoyê, cara yekem, ango di 22’yê hezîrana 2016’an de kamyonên alîkariyê ku Netewên Yekbûyî şandibûn, derbasî taxê bûn.

Di 7’ê îlonê de çeteyan opozîsyona Suriyeyê, li taxa Şêxmeqsûd komkujî pêk anî û tekane bijîşkê taxê Şahid Cemyan ku bi eslê xwe ji Dêra Zorê yê, şehîd bû. HLB-DOSYA4 ‫(38863366)‬ ‫‬Cemyan di Rêxistina Heyva Sor a Kurd de kar dikir û bi seden birîndar ji mirinê rizgar kiribûn.

Taxên rojhilat hatin rizgarkirin

Piştî ku êrîşên çeteyan hemû hatin şikandin, şervanên YPG/YPJ’ê di destpêka mijdara 2016’an de li rojhilatê bajar ku çeteyan her tim ji vir êrîş dikirin, hemleya papijkirinê da destpêkirin. Di vê hemleyê de 6 taxên bi navê Bustan Başa, Hulok, Beydîn, Şêx Xidir, Heyderiyê û Şêx Faris yên dikevin bakûr rojhilatê Helebê ji çeteyên opozîsyona Suriyeyê û Cebhet El-Nûsra rizgar kirin.

Bi rizgarkirina taxan, hêza çeteyan şikestin û ambargoya li ser taxê hate rakirin.

Hûnandina sîstemê

Piştî ku herêm ji çeteyan hat rizgarkirin, tora sîstema xwerêvebiriyê hat berfirehkirin. Şandeyeke ji Rêveberiya Xweseriya HLB-DOSYA4 ‫(1)‬ ‫‬Demokraîtk a Efrînê di meha kanûna 2016’an de serdana Helebê kir û soza alîkardayîna da. Li aliyekê komîn û meclîsên li Eşrefiye û Şêxmeqsud hatin bihêzkirin, li aliyê din li herêmên ku nû hatine rizgarkirin, ev sîstem hat hûnandin.

Di demeke ku hêzên herêmî û navnetewî li ser pêşeroja Helebê di axivin de, sîstema ku di encama berxwedana 5 salan de derketiye holê, ji bo herêmê dibe tekane riya çareseriyê.

(bb/a)

ANHA