1. Hemû Nûçe

  2. Gotar

  3. Êşa kêmnebûyî û têkoşîna didom e: Roboskê- DOSYA 2
Êşa kêmnebûyî û têkoşîna didom e: Roboskê- DOSYA 2,êşa,kêmnebûyî,û,têkoşîna,didom,e,roboskê,dosya,2

Êşa kêmnebûyî û têkoşîna didom e: Roboskê- DOSYA 2

A+ A-

ERDOGAN ALTAN/FERZEN ÇATAK

ŞIRNEX (DÎHA) - Li Roboskê, di 28'ê kanûna 2011'an de, di encama bomberana balafirên şer yên Artêşa Tirk de piraniya wan zarok 34 welatî hatin qetilkirin. Li ser komkujiyê re 3 sal derbas bû, hê jî kiryar derneketine holê, hikûmeta ku yekemîn berpirsiyarê vê komkûjiyê ye şûna hesab bide, her tim kiryarên komkujiyê parast. Malbatên ku hesab dipirsin û li edaletê digerin tên cezakirin. 3 sal bi komkujî û berxwedanê derbas bû.

Li gundê Roboskê ya navçeya Qilabana Şirnexê, di 28'ê kanûna 2011'an de, di encama bomberana balafirên şer yên Artêşa Tirk de, piraniya wan zarok 34 hemwelatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan de, sê sal derbas bûn. Di van sê salan de wek e êrîşan berxwedan jî tije bû. Ligel di van sê salan de di hêla komkûjiya Roboskê de bi hezaran rûpelan daxuyanî û rapor hatin weşandin, di mijara komkûjî ji hêla kî ve û darizandina kiryaran de tu gav nehate avêtin. Malbatên ku di komkûjiyê de xizmên xwe winda kirin, ligel di ser komkûjiyê de 3 sal derbas bûye jî hê jî kincên reş lixwe dikin û şîna 34 xizmên xwe digirin.

Weke roja ewil êşê dijîn

Ji ber berf zêde nebariye bazirganiya cixare û neftê ya li sînorê Herêma Federal a Kurdistanê berdewam dike. Dema mirov lê dinêre yên bazirganiyê dikin jî ciwanên ku di temenê navbêra 13 û 22 salî de ne. Ciwan dema ji bo bazirganiyê ber bi sînor ve bi rê dikevin, li cihê komkûjiyê ya ji hêla malbatê ve kêla spî ya nivîsê reş li ser "28 Kanûn 2011'an de, seat di navbera 21.45 û 22.20'an de ji hêla balafirên şer ên girêdayên dewleta tirk ve di encama bomberanê de jiyana xwe ji dest dan. Ji bo bîranîna wan ev kêl hatiye danîn. Malbatên Roboskî" hatî nivisandin dibînin, êşa wek e roja pêşîn careke din dijîn.

Samîmiyeta AKP'ê li Roboskê diyar bû

Gelê kurd li bendê bûn ku bi destpêkirina 'pêvajoya çareseriyê' ve hinek tişt bên guhertin. Lê hikumeta AKP'ê dê vê pêvajoyî îstîsmar bike sinyala yekemîn di biryara Komîsyona Binî ya Parlementoyê de ya der barê Roboskê de da. Komîsyon biryara "Her tişt qeza û qûtbûna îrtîbatê pêk hatî" de da, ji hêla malbatên Roboskî de vê yekî wek e ev biryar ji bo ya AKP'ê di mijara komkûjiyê de paqij derbixe de ye û bertek nîşan da.

Rojên pêncşemê bû roja lêgerîna edaletê

Ji roja komkûjî pêk hatî heta niha malbatên ku yê yekî zarokê wan, bav, hevjîn û birayê wan li ser gora wan ên li tenişta hev, roja pêncşemê piştî hatin bombekirin di nava betaniyan de li tenişta hev hatibûn rêzkirin, li ser kêlên goran hesreta xwe derbas dikin û daxwazên xwe yên edaletê diqîrin. Malbatên Roboskêyî ku ji serê komkûjiyê heta niha li hemberî van pêkanînan bêdeng neman, têkoşîna xwe ya edaletê li hemberê mejiyê komkûjiyê û kiryaran bê navber didomînin, piştî demek kurt a di ser salvegera duyemîn a komkûjiyê de derbas bû biryara dê bi tevahî tevbigerin girtin, her roja Pêncşemê ku diçûn ser goristanê, ji bo nirxandina pêvajoya komkûjiyê, di hefteya 55'emîn de nirxandina Pençşemê kirin.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê, di 11'ê hezîrana 2013'an de der barê lêpirsîna ku hat vekirin, biryara bêpeywiriyê girt û dosya şand Dozgeriya Leşkeriyê ya Serfermandariya Giştî. Dozgeriya leşkeriyê jî diyar kir ku personelên TSK'ê de di çarçoveya ku TBMM û Lijneya Wezîran peywir dane wan, ferman anîne cih û ji ber vê yekê hincet nedîtine ku doz vekirin û biryara bêşopandinê da.

Doz birin qada navneteweyî

Malbatên Roboskê bi riya perêzeran, îtîrazî biryarê kirin, lê ev daxwaza malbatan, di 20'ê hezîranê de hat redkirin. Malbatan der barê Serfermandarê Giştî Necdet Ozel û 32 kesan serlêdana sûç kirin. 108 parêzeran herî dawî serî li Dadgeha Makeqanûnê dan. Her wiha BDP'ê biryar bire Dadgeha Ceza ya Navneteweyî û bi hinceta ku li Tirkiyeyê lêpirsîn baş nayê kirin, xwest berpirsyar di qada navneteweyî de bên darizandin.

Cezayê berxwedana Geziyê jî ji Roboskî re birîn

Li Tirkiyeyê berxwedana Geziyê pêl bi pêl mezin bû û hikumet jî li ser navê kurdan ceza bike, li zozana Roboskê leşkera li pey provokasyonê ketin û di ser HPG'yiyan de guleya tacîzê kir, lê gelê Roboskî ev hewldan vala derxist. Ligel vê jî bi hinceta malbatên Roboskê ku di roja 500'emîn komkujiyê de qurnefîl danîbûn cihê komkujiyê derheqê 110 kesan de bi angaşta "Sînor binpêkirine" ji bo her yekî 3 hezar TL ceza hate birîn. Dewlet û hikumeta ku bi vê têr nebû, dosyaya komkujiya Roboskê ji daraza sivîl wergirt û da daraza leşkerî.

Di 1 Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê kampanyaya îmzeyê

Saziyên mafên mirovan ên li Tirkiye û Kurdistanê di sala 2012'an de bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê kampanyaya îmzeyê ya bi navê "Em li Roboskê daraza leşkerî naxwazin" da dest pê kirin.

Piştî çalakiyên nirxandinên roja pêncşemê ya li ser goristanê ku di 55'emîn hefteya komkujiyê de hatibû destpêkirin de, di sala duyemîn de jî Komeleya Ji Bo Roboskê Edalet Ji Bo Cîhanê Aştî (Roboskê-Der) hate ava kirin. Armanca komeleya hatî avakirin ne tenê ji bo komkujiya Roboskê her wiha hemû komkujiyên pêk hatine, binpêkirina mafan, hemû pirsgirêkên li heremê dijîn mudaxil bibin, bi van re jî ji bo vegera gundan, li hemberê mayinan têkoşîn û têkoşîna ekolojîk esas bê girtin e.

'Pêwîstî bi lêpirsînê nîn e'

Di 15'ê çileyê de Waliyê Şirnexê ji bo li xebatên çêkirina qalekol û "riya ewlehiyê" ku ligel hemû sozan dev ji çêkirinê bernedan, binêre dê biçûya sînor, gundiyên gundê Roboskê û Gulyazî ji bo walî protesto bikin xwestin biçin sînor. Lê leşkeran pêşiya gundiyan birî û mudaxeleyê wan kir, gelek bombeyên gazê û guleyên rastî bikar anî. Di mudaxeleyê hatî kirin de zarokê bi navê Serhan Çiya Encu ji serê xwe bi giranî birîndar bû. Leşkerên ku vî çalakiyî hincet nîşan da di 19'ê çileyê de avêt ser her du gundan û di nava wan de Servet Encu ya di komkujiyê de birîndar filitî bû heyî 9 kesan binçav kirin û piştre serbest berdan.

Malbatên Roboskêyî êşa komkujiya Somayê jî jiyan!

Malbatên Roboskêyî di 25'ê gulana 2014'an de ji bo sersaxî û piştevaniya malbatên 301 karkerên madenê yên di komkujiya madenê ya Somayê de jiyana xwe ji dest dane bikin, çûne Somayê. Malbatan, gora wan ziyaret kirin û piştre jî derbasî gundê Elmadereyê bûn û sersaxî dane malbata wan jî.

Bi sedan parêzeran dosyaya komkujiyê birin AYM'ê

Li ser îtîraza li hemberê biryara bêşopandinê ya Dozgeriya Leşkerî derbarê komkujiyê de bêşopandinê hatibû kirin, bi sedan parêzer bi awayek takekesî serî li Dadgeha Makekanûnê dan. Parêzeran di serlêdanê de xwestin ku makekanûn firqeya 3 ya madeya 17'emîn a bi ser navê "Destnedayîna kesan, hebûna wan a madî û manewî" hatiye binpêkirin de biryar bide. Her wiha rayedarên merciya herî jor de ji muwekilên wan lêborîna fermî bike, biryara neşopandin û reda îtîrazê ya li hemberê neşopandinê hatibû kirin bê rakirin, her wiha ji ber bûyera kûştinê Lîjneya Wezaretan, rayedarên mulkî û leşkerî ji bo bên darizandin dosyayê bişînin dadgeha têkildar.

Meşa yekemîn a bi qurnefîl ji dadgehê bereat hat

Dadgeha Cezaya Sulh a Qilebanê derbarê meşa bi qurnefîl a di roja 500'emîn a ber bi cihê komkujiyê de, biryara xwe da. Di doza derbarê meşê de hatî vekirin de biryara bereatê da.

Malbatên ku di roja 1000'emîn a di 23'ê îlona 2014'an de careke din ji bo qurnefîlan deyinin cihê komkujiyê ketin rê. Lê ev car leşkeran bê bi malbatan re hevdîtinê bikin, bê hişyarî bi bombeyên gazê mudaxeleyê kir. Ji ber bombeyên gazê gelek kes jixwe çûn û birîndar bûn. Ligel van hemû êrîşan malbatan kom bi kom cuda cuda ji bo biçin cihê bûyerê çûn, lê ev car leşkeran jibilî bombeyên gazê guleyên plastîk û rastî êrîş kir. Ji ber van gelek dar şewitîn. Ligel vê yekî ji malbatan gelek kes xwe gihiştandin cihê komkujiyê û li wir daxuyaniyek kurt dan. di daxuyaniyê de soz dane xizmên xwe yên hatine qetilkirin û gotin: "Em soz didin we em ê vê heremê ji herêma şer derbixin."

Jinên roboskêyî çûn sînorê Kobanê

Jinên Roboskê bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Hemberê Tundiyê ya li ser Jina ku ji hêla DOKH'ê ve hatibû organîze kirin, berê xwe dan gundê Mehserê ya navçeya Pirsûsê ya Rihayê ku li sînorê Kobanê ye û berxwedana Kobanê silav kirin.

'Çimkî erd bi mayinkirî ne em tu karî nikarin bikin'

Zekî Encu (18) ku di komkujiyê de kekê wî Hamza Encu hat qetilkirin, hêj jî bazirganiya cixare û mazotê berdewam dike diyar kir ku ji ber tu karekî ew bikin tune ye ew jî bazirganiya ser sînor a tekane çavkaniya wan e dikin û wiha got: "Ji ber vê yekê em bên kuştin jî, ceza kirin jî em neçarin vî karî bikin. Jixwe em sînoran jî nas nakin. Her kes dizane xizmên me li aliyê din a sînorên sûnî hene. Ji ber vê yekê em sînoran nas nakin." Encu, destnîşan kir ku ji ber dema ew diçin sînor digihêjin cihê komkûjiyê ya kekê wî jî di nav de li wir digirîn û carnan paşve dizivirin û ev tişt gotin: "Gelek ciwan, dema têne ber cihê komkûjiyê ji ber xizmên wan an jî hevalên wan hatibû qetilkirin, bi deqîqeyan û bi seatan digirîn. Ji ber vê yekê jî ji ber hikumet û dewlet di vê mijarî de tu gav navêje pir hêrs dibin."

Umît Encu (18) jî ku birayê xwe di komkujiyê de winda kiriye heman hêstan anî ziman û wiha got: "Di vê mijarî de heta kiryar neyên darizandin û edalet cihê xwe nebîne em dê têkoşîna xwe bidomînin."

'Kesên di komkujiyan de sînor nasnakin em jî wan nasnakin'

Dema 11'ê gulana 212'an de ku di roja 200'emîn de komkujiyê de ku berê de xizmên kesên di komkujiyê de hatibû qetilkirin xwestin herin cihê komkûjiyê, rastî mudaxeleyek tund a leşkeran hatibûn û gelek kes birîndar bibûn. Dema ketin 500'emîn roja komkujiyê malbatên Roboskê xwestin cihê komkujiyê bibînin û qurnefîlê deyinin wir. Ligel hemû astengiyên leşkeran malbatan barîkatan şikandin û çûne cihê bûyerê û daxuyanî dan. Di daxûyaniyê de ev tişt hatin gotin: "Dema zarokên me, birayên me, bavên me qetil kirin tu sînor nasnekirin. Vaye em jî kesên di komkujiyan de sînor nasnakin em jî wan nasnakin. Em van sînoran jî nasnakin."

SIBÊ: Jinên roboskêyî peyama Rêberê PKK'ê Ocalan a par ji bo salvegera duyemîn a komkujiya Roboskî re şandî dinirxînin.

(ea/ça/wk)