1. Hemû Nûçe

  2. Gotar

  3. Êşa kêmnebûyî û têkoşîna didom e: Roboskî - DOSYA-3
Êşa kêmnebûyî û têkoşîna didom e: Roboskî - DOSYA-3,êşa,kêmnebûyî,û,têkoşîna,didom,e,roboskî,dosya,3

Êşa kêmnebûyî û têkoşîna didom e: Roboskî - DOSYA-3

Jinên Roboskî: Em ê xwe bi wan nedin perçiqandin

A+ A-

ERDOGAN ALTAN/FERZEN ÇATAK

ŞIRNEX (DÎHA) - Rojên ku ji bo serê salê ve diherikiyan 28'ê kanûna 2011'an de piraniya wan zarok 34 hemwelatiyên ku ber bi riya sînorên sûnî yên ji nimêj ve hatibûn danîn diçûn, li gundê Roboskî ya girêdayê navçeya Qileban a Şirnexê ji hêla balafirên şer ên aîdên Artêşa Tirk ve hatin bombekirin û qetilkirin. Komkujiya ji roja yekemîn pêk hatî ku tê xwestin ser wê bê girtin, her çiqas di ser bûyerê de sê sal derbas bûye jî kiryar dernexistine holê, dijberê wê hikumeta ku yekemîn berpirsiyarê vê komkujiyê ye şûna berpirsiyariya xwe bîne cih, serî li parastina kiryarên komkujiyê da. Malbatên ku ji bo zarokên xwe yên winda kirine ketine ser riya edaletê bi milyonan re bûne yek, dema li edaletê digerin tên cezakirin ligel vê yekê jî dev ji têkoşîna xwe ya hesap pirsîna ji dewletê berdewam dike.

Di ser komkujiya Roboskî ya di 28'ê kanûna 2011'an de li gundê Roboskî ya navçeya Qileban a Şirnexê ku di encama bombekirina ji hêla balafirên şer ên aidî TSK'ê de piraniya wan zarok 34 hemwelatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan de, sê sal derbas bûn. Di van sê salan de wek e êrîşan berxwedan jî tije bû. Ligel di van sê salan de di hêla komkûjiya Roboskî de bi hezaran rûpelan daxuyanî û rapor hatin weşandin, di mijara komkujî ji hêla kî ve û darizandina kiryaran de tu gav nehate avêtin. Malbatên ku di komkûjiyê de xizmên xwe winda kirin, ligel di ser komkujiyê de sê sal derbas bûye jî hêj jî kincên reş lixwe dikin û şîna 34 hemwelatiyan digirin.

'Em ê xwe bi wan nedin perçiqandin'

Li hemû malan de mirov dikare vê yekê bibîne. Mirov di awirên bi taybetî ya jinan de ya li zarok, keç û xortên wan, keser kişandin, êşa ku roja pêşî çewa dikşandin niha jî dikşînin bibîne, lê ji bilî vê me di awirên wan de hesabpirsîna berpirsiyar û kujeran bipirsin, hêrs û têkoşîna dayîn jî didît. Jixwe ev gotinên jinan a "Heta edalet bicih bê em dê sekina xwe ya serbilind bidomînin da ku him em ê ji bo kiryar bên darizandin hem jî ji wan hesab bipirsin têkoşîna xwe bidomînin. Em ê li hemberê wan neyên perçiqandin" her tişt datanîn berçavan. Dema hûn bêne Roboskê êdî hûn ê wan jinên ku li pêşberî kamerayan "jan û perîşan" nebînin, berovajî hûn ê hemwelatiyên fêm dikin, vedibêjin, didin fêmkirin û ji berpirsiyaran hesab dipirsin bibîn in. Sedema vê guherandinê jî bi peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a par ji bo salvegera komkujiya Roboskî şandibû ve girê didin.

'Heke em ji komkujiya Geliyê Tiyarê re bêdeng nemana dê nikaribûn van zarokan qetil bikin'

Dayika Erkan Encu (13) yê di komkûjiyê de hate qetilkirin, Felek Encu peyama Ocalan li cem xwe girtibû, nîşan da û du xalên girîng a di peyamê de xwend. "Dîrokê nîşan da ku gelê kurd di her serdemê di hêla hişmendiya nasnameya demokratîk a neteweyî hişyar bû, rastî hedefa komkujî û êrîşên hovane hatiye. Di vê wateyî de di meha kanûna 1978'an de komkujiya Gurgumê de rasterast zarokên bêguneh ên kurdan hedef hatin girtin." Encu xala duyemîn jî wiha xwend: "Berxwedana birûmet a malbatên ku di pêşengiya jinên Roboskî pêk hat, diyalog jî di nav de lêgerîna wan a heq û edaletê pir bi nirx û hêjayê rêzgirtinê dibînim. Em di firqê de ne ku ev lêgerîna edaletê ne kesayetî civakî ye. Divê em di zanîna ev êş ne rojane bi dîrokî ye jî. Dê gelê me malbatên Roboskiyê wek e her car dê îro jî tenê nehêle. Hikumet jî, di hêla rûbirû bûna heqîqeyê jî ji Roboskî despê bike dê kareke rast bike. Bi vê re ez bawerî û taziyeyê li gelê Roboskê dikim. Jinên Roboskiyê yê li doza zarokên hatine qetilkirin xwedî derdikevin jî dê bibin nirxên anitsal a aştiyê."

Dayik Encu da zanîn ku bi vê peyamî re ew dê heta dilopek xwîn di leşê wan de bimîne lêgerîna xwe ya edaletê bidomîn in û wiha got: "Zarokên me wek e wan ne hêsan bûn, lewre em dê xwîna zarokên xwe ji wan re nehêlin. Lewra tu gunehê zarokên me tunebû, tenê ji ber nanê xwe qezenc bikin hatin kuştin. Ne ji ber PKK'î an jî gerîla ne jixwe ji bo wan hema kurd be bes e. Jixwe dewlet hîn bûye zarokên kurdan qetil bike. Heke beriya Komkujiya Roboskê li Geliyê Tiyarê 37 gerîla dema hate qetilkirin em bêdeng nemabûna, dê nikaribûna zarokên me qwetil kiribûna. Me ji bo qetilkirina 37 gerilayan dengê dernexist ew jî şermek e me bû. Lê ji niha û pê de heta dilopek xwîn di leşê me de bimîn e em ê têkoşîna edaletê bimeşînin û hesab bipirsin."

'Divê rayedarên dewlet û hikûmetê ji vê helwesta xwe şerm bikin'

Xwişka Huseyîn Encu ya di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da, Selcan Encu jî diyar kir ku li heremê tu febrîqe an jî qadeke ku ji bo kar tune ye û ev tişt gotin: "Ji ber vê yekê zarokên me ji bo debara malbat, mal û zarokên xwe bikin, di vê berf û baranî de bazirganiyê bikin. Bixwazin nexwazin neçarin vê karî bikin. Divê rayedarên dewlet û hikumetê jî ji vê helwesta xwe fedî bikin. Di ser komkujiyê de sê sal derbas bû lê kiryarên komkujiyê hêj nedarizandine. Vê dewletî di me de êşeke wisa berda ku di emrê xwe de em ji bîr nekin. Em jî dê heta edalet cihê xwe bibîne têbikoşin û hesab ji wan bipirsin. Em ê li pêşberê wan xwe neperçiqînin."

'Em ê ji kujeran hesab pirsin'

Dayika du birayan Savaş û Husnu Encu Ayşe Encu jî bibîrxist ku komkujî ketiya sê saliya xwe lê hikûmet di hêla edaletê de tu gavek neavêtiye. Encu destnîşan kir ku qetilkirina 34 ciwanan wisa ne hêsan e, lê ew ê heta dawiya emrê xwe ji bo haq û hiqûqa zarokên xwe têbikoşin.

'Heta em li ser rûyê erdê bin em ê rehetî nedin berpirsên komkujiyê'

Dayika Mahsun Encu, Leyla Encu diyar kir ku di ser komkujiyê de sê sal derbas bû lê wek e sê roj berê be êşa wan hêj germ e û wiha got: "Zarokên me bêguneh bûn. Piştî agir xistin mala me em ji dewletê tu tişt naxwazin. Zarokên me hêj duwazdeh çardeh salî bûn, her yekê xeyalên wan hebûn. Lê bê wan xeyalên xwe bicih bînin wan qetilkirin. Lê bila ew jî vê yekê zanibin ku em heta li ser rûyê erdê bin em jî dê rehetî nedin berpirsên komkujiyê. Her tim em dê tirsa wan bin û derkevin pêşberê wan. Heta ku kujerên zarokên me derxin pêşberê edaletê û bên darizandin."

(ea/wk)