1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ÎHD: Bila deriyê Nisêbînê ji heyetan re bê vekirin
ÎHD: Bila deriyê Nisêbînê ji heyetan re bê vekirin,îhd,bila,deriyê,nisêbînê,ji,heyetan,re,bê,vekirin

ÎHD: Bila deriyê Nisêbînê ji heyetan re bê vekirin

A+ A-

MÊRDÎN (DÎHA) - Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Mêrdînê Erdal Kuzu, diyar kir ku li ser Nisêbînê polîtîkaya "Careke din li ser piyên xwe raneweste" tê meşandin. Kuzu, xwest ji bo lêkolînê deriyê Nisêbînê ji heyeta serbixwe re bê vekirin.

Li navçeya Nisêbînê ku dagirkerî û dorpêçê di 13'ê Adarê de dest pê kir, 83 rojin rewşa awarte û êrîşên hêzên dewletê berdewam dike. Her çend rayedarên dewletê gotin "Duh operasyon bi dawî bûn" jî dîsa êrîşên li ser Nisêbînê berdewam dikin. Medya hawiz bi nûçeyên derew û çêker gotin "Teslîm bûn, paqij bûn" û fîlmek belav kir. Lê ev fîlmê wan ê derew zû di destê wan de teqiya. Her çend bêjin operasyon bi dawî bûne jî destûr nadin ku heyet biçin Nisêbînê. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Mêrdînê Erdal Kuzu bertek nîşanî vê yekê da û diyar kir ku li dijî Nisêbinê polîtîkaya ku carek din wekî xwe nebe û nikaribe li ser piyê xwe raweste dimeşînin.

Kuzu, anî ziman ku ji ber dorpêç berhdewam dike û derî ji lêkolîna heyetan re girtî ye ew nizanin çi dibe û wiha got: "Hefteya borî hat gotin "Bombeya fosforê" bikar anîne. Ev sûcê mirovahiyê ye. Ev bi tena serê xwe sedema darizandina hemû rêveberiya dewletê ye. Niha ji bo sûcê xwe veşêrin delîlan ji holê radikin.

Bi qasi ji derve tê xuyakirin dixwazin jiyana Nisêbînê felç bikin da ku careke din Nisêbîn neyê ser halê xwe. Divê hikûmet bi lezgîn deriyê Nisêbînê ji heyetan re veke û heyet karibin biçin li Nisêbînê lêkolîn bikin.

Ger ku delîlan tune bikin û heyet biçin lêkolîn bikin ji tu wate tune ye. Ji bo lêkolînek rast divê heyet niha biçin lêkolîn bikin.b

Kuzu, herî dawî anî ziman ku ji bo kesên hatin binçavkirin û rastî îşkenceyê hatin jî dê doz û heqê wan bişopînin û Her dem ji bo parastina mafên sivîlan dê têbikoşin.

Kuzu, herî dawî destnîşan kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê siyaseta demokratîk û pêvajoya aştî û diyalogê têkeve meriyetê. Divê pirsgirêka kurd li ser riya rewa û zagonan çareser bibe. Divê mafê gelê kurd ê demokratîk bi zagonan bê parastin.

(mae)