1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. 'Îlyada herî baş bi zimanê kurdî hat vegotin'
'Îlyada herî baş bi zimanê kurdî hat vegotin',îlyada,herî,baş,bi,zimanê,kurdî,hat,vegotin

'Îlyada herî baş bi zimanê kurdî hat vegotin'

A+ A-

12:30 14.01.2014

KADRİ ÖZKAN

STENBOL (DÎHA) - Şûnwarnasê bi navê Fecrî Polat û mamosteyê zimanê tirkî Kamûran Demîr di bin xebatên Weqfa Trîoa de Destana Îlyada ya ku ji aliyê Hozanê bi nav û deng yê Yewnanî Hormeros ve hat nivisandin wergerand kurdî. Polat wiha vegot: "Ji ber kevneşopiya gotinî dewlemendiya hêza vegotinê û dewlemendî û nermbûna ziman ez dikarim bêjim ku Îlyada herî baş bi zimanê kurdî hat vegotin."

Şûnwarnasê bi navê Fecrî Polat û mamosteyê zimanê tirkî Kamûran Demîr di bin xebatên Weqfa Trîoa de Destana Îlyada ya ku ji aliyê Hozanê bi nav û deng yê Yewnanî Hormeros ve hat nivisandin wergerand kurdî. Destana Îlyada şerê di navbera Akad û Yewnaniya yên bajarê Troîa yê salên 1100 berî zayînê vedibêje û destana bi devkî hatî vegotin 500 sal piştre ji aliyê hozanê bi nav û deng Homeras ve tê nivisandin. Destana Îlyada wek helbestê epîk destanwarî tê qebûlkirin. Taybetmendiya destana Îlyada ya herî balkêş jî wek çanda dengbêjî bi nêzî 500 salî bi gotinî hatî parastin û vegotin. Hozan Homeros yê ku tê îdîakirin ku korbûye ji aliyê niviskarê kurd yê bi nav û deng Mehmed Uzun ve wek "Şahê Dengbêjan" dihat binavkirin.

Polat diyar kir ku çar beşê dest pêkê hatî wergerandin û wergerandina wan xilas bûye sedema wergera destana Îlyada jî wiha vegot: "Min li ser Dengbêjê binav û deng yê kurd Evdalê Zeynikê lêkolîn kir. Em Evdalê Zeynikê Wek "Homerosê kudan" binav dikin. Ev lêkolinana bû sedem ku ez destana Îlyada wegerînim kurdî."

Evdalê Zeynikê ev nêzî Homeros kir

Şûnwarnas Fecrî Polat diyar kir ku dema bi Serokê Şûnwarnasiya Troia yê Doç. Dr. Rustem Aslan ve dest bi xebatan kirbû wê demê dest bi wergerandina Destana Îlyada kir û wiha got: "Dema min pirtûka mamosteyê xwe bi nav hevxist min dît ku Yaşar Kemal ji bo nûnerê herî mezin ê kevneşopiya dengbêjiyê ji bo Evdalê Zeynikê dibêje "Homerosê kurdan" wisa bi nav dike dema ez vê yekê hinbûm min li ser vê mijarê de lêkolînkir."

Polat diyar kir ku yê ku Ev nêzî wergera destana Îlyada kirî Evdalê Zeynikê ye. Polat diyar kir ku zarokatiya wî li Agiriyê derbas bûye di zarokatiya xwede gelek dibin bandora çanda dengbêjiyêde maye. Polat ji wergera xweya Îlyada ev hevoka minak da "Bibêje, Xwedawend, hêrsa Akhîlleûsê kurê Peleûs bibêje" hozanê me ev qalib neguherandiye yekser veguhêzandiye nivisê. Wek cevherî mirov dikare bêje Homeros destana Îlyada de "Oral Hîstory" ( Kevneşopiya Dîroka Gotinî) destana ku girtiye dest bûyerek dîrokî vedibêje ev kevneşopî kevneşopiya hozanên Anatoliyayê nîne naşibe kevneşopiya Aşiqan ev zêdetir dişibe kevnoşopiya dengbêjiyan di kevneşopiya dengbêjiyê de jî qehrmanê û lehengî û gernasiyên di şerde tê vegotin. Destana Homeros jî bi heman awayî hatî nivisandin."

'Îlyada herî baş bi zimanê kurdî hat vegotin'

Polat diyar kir ku zimanê ku herî zêde nêzî zimanê destana Homeros di warê sazûmanide zimanê kurdî ye û wiha got: "Wek cevherî di destana ÎIyada de jî şer, gernasî û lehengî hatî vegotin ev taybetmendiya di dengbêjiya kurdî jî heye. Mirov dikare kevneşopiya destanên kurdan û homaros li berhevke ji ber ku li ser heman bingehê tê. Ji ber ku de zimanê kurdî de kevneşopiya nivesê pêşneketiye û di gelek sedeman de zimanê kurdî hatî qedexekirin di zimanê kurdî de ji niviskî behtir gotinî pêşketiye. Dema mirov di vê çarçoveyê de bigre dest heke kevneşopi dibîne ku gelek dişibe hev. zimanê kurdî di warê vebêjîde gelek bi hêze û dewlemende. Ji ber kevneşopiya gotinî dewlemendiya hêza vegotinê û dewlemendî û nermbûna ziman ez dikarim bêjim ku Îlyada herî baş bi zimanê kurdî hat vegotin."

'Bersiva herî baş wergerandina Îlyada ya kurdiye'

Polat anî gotinên Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç ên di demek nêzde gotibû "Zimanê kurdî zimanê şaristaniyê nîne" jî anî rojevê û wiha got: "Bila berdin zimanê kurdî zimanê dewlemende an jî zimanê şaristaniyê ye nîne bila mirovên zanistê biryarê bide. Zimanzanê ku di vê warî de lêkolînê dikin bila ew biryarê bidin. Di vê mijarê de bersiva herî baş weferandina destana Îlyada ya kurdiye."

Polat der barê weşandina destanê de jî agahîda û wiha got: "Ji bo têgehîştina destanê pêşgotina ku ji 10 rûpelan pêktê bi awayek berfireh hatî dest girtin wergerandina çar beşê destpêkê û beşa dawiyê hatî temamkirin. Amadekariya vana ya ji bo weşanê tê amadekirin û pêvajoya meya wergerê didome. Ev karana dem dixwaze karên demdirêjin."

(my/mae)