1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Şahidê Fermana 73’an: Yê ji bo me rê vekir bitenê PKK bû!
Şahidê Fermana 73’an: Yê ji bo me rê vekir bitenê PKK bû!,şahidê,fermana,73,an,yê,ji,bo,me,rê,vekir,bitenê,pkk,bû

Şahidê Fermana 73’an: Yê ji bo me rê vekir bitenê PKK bû!

Elî Şabo yê ku bûyî şahidê fermana 73’an diyar kir ku pêş zarokên wan ji xew rabin pêşmerge reviyan û yên ku rê ji bo wan vekirin tenê PKK bû û wiha got: “Êdî gel ketibû rewşek wisan hêviya jiyanê nemabû.”

A+ A-

ROJNEWS/RIZGAR DENÎZ / ŞENGAL

Welatiyê Êzidi yê ji gundê Til Ezir yê bi navê Elî Şabo di dema fermanêde, ew jî weke her kesî Êzidî neçar maye ji gundê xwe bireve û berê xwe dide çiyayê Şengalê, da ku karibe malbata xwe xilas bike û ew nekevin destê DAIŞ`ê. Heya niha Elî Şabo li çiyayê Şengalê dijî û dest ji xaka xwe berneda ye.

‘Pêş zarokên me ji xew rabin pêşmerge reviya bûn’

Elî Şebo çîroka xwe ya fermanê wiha destpê kir: “Em li gundê xwe bûn, seat 02:00’ê şev çeteyên DAIŞ’ê êrîşê herdû gundên (Gundê Sîbayê û Gir Zerik) derdora me kirin. Wê demê em li malên xwe bûn, me dît li ser herdû gunda şere û di wan gundan de berxwedaniyek mezin dihate kirin. Beriya ku zarokên me ji xew rabin, pêşmergên PDK’ê li Şengalê bûn me hiştin nava destê DAIŞ`ê û reviyan. Dema gel dît ew direvin, êdî gel jî dest bi revê kir û ew gundên lê şer hebû gelê Êzidî ji malên xwe bi hewara wan ve diçûn û bi wesayitên xwe malbat ber bi çiya ve derdixistin. Bi vê rêbazê me karî gelek malbat ji fermanê xilas bikin. Yek ji wan gundên ku gelek malbat rizgar kirîn gundê Rembûsî bû. Ev ji bû alikariyek mezin ku karibin 5 seatan şerê xwe berdewam kirin û çeteyan mijûl bûn. Bi vî şerê gelê me yê Êzidî derfetek dît ku li gundê din birevin û bi vî awayî rê li pêşiya komkujiyek mezin girtin.”

Şebo da zanîn bi hezaran kes bi şêwazên cûda ji başûrê çiyayê Şengalê ber bi çiya ve dihatin ji bo ku tenê nekevin destê DAIŞ`ê û wiha got: “Wê demê me du wesayît hebûn, piştî 10 seatan me bi wan wesayitên xwe gihand gundê Cidalê. Tenê ji bo ku em karibin malbatên wir xilas bikin, me gel xwe ne nan û ne jî tiştek din bir, bi wî awayî me malbat xilas kirin. Dema me xwe gihand çiya ez û her birayek xwe li cihekî re derketibûn û agahiyên me ji hev nebûn. Bi sedan zarok, jin, kal û gelê me pêxwas li çiya de bûn û her yek ji wan çîroka wî jê din bi êş û zehmetir bû. Ji ber ku hezaran kes xwe gihandin çiya, ava di çiya de ji ber jimara zêde têra gel ne dikir.”

Şebo çîroka xwe wiha berdewam kir: “Kesên li Cidalê diman li hev kom bûn û gotin em ê xwe ji bo şer kom bikin û plana xwe danîn da ku Qûba ku li Cidalê ye û wan kesên li wir biparêzin. Lê hinek kesa got, em nikarin li hemberî DAIŞ’ê şer bikin, ji ber ku ew ji me bi hêztirin. Van gotina bandorek mezin li ser wî gelê ku dixwest şer bike, kir. Ji bo vê yekê şerek lewaz hate kirin.”

‘Ew kesên ku PDK`ê serbest berdan, keç û jinên me revandin’

Şabo destnîşankir ku ew kesên teqîna 2007’an li gundê Sîba û Til Ezêr kirin ew kes bûn tevlî DAIŞ`ê bûn û got: “Welatiyê Ereb yê bi nasnav Telal Elî Qasim ji gundê Ebû Xême destê wî di komkujiya Til Ezêr û Sîbayê de hebû. Bi sedan gelê me bûn qurbaniya wê teqînê. Ew kesê destê wî nav teqînê de hebû ji aliyê asayişa PDK`ê ve hate girtin û li xwe mikûr hat ku destê wî di wê teqînê de hebû. Piştî demekî ew kes hate berdan û dema DAIŞ hatî tevlî DAIŞ’ê bû. Ebû Xême wêneyên xwe û keçên Êzidî yên dîl ketibûn destê çeteyan li ser facebook belav dikir.”

‘Êdî hêviya jiyanê nemabû'

Şabo wiha dewam kir; “Di wan dema de DAIŞ'ê sîxorên xwe yê ku gelê herêmê nas dikirin rê dikirin, ji gel re digotin DAIŞ tiştek bi we nakin nerevin, bi vî rengî dixwestin gel bixapînin. Gelek kes ji tirsa dimiriyan. Ti hêviyên wan ê ku bijîn ne ma bûn. Gelek zarok û jin mirin. Wê demê gotin, DAIŞ hat keçek ciwan li gel me bû dema bihist DAIŞ tê, gelek tirsiya û roja din ew keçik mir. Dayika keçikê jî dilîland û digot, ez gelek kêfxweşim keça min bi Êzidîtaya xwe mir û nekete destê DAIŞ’ê.”

Şebo çîroka dayikek a xwedî du zarokan jî wiha anî ziman: “Ji roja fermanê hetanî 11`ê Tebaxê 2014’an ez li çiyê mam, min pir êş kişand. Yek ji wan jî dema ku ez di serê sibehekê rabûyim min dît du jin li gel hev digirîn, ez çûme gel wan min got, xwişkê çima tû digrî? Ji min re got me du zarok hene temenê wan nêzîkî salekê ye û yek ji wan ji ber ku şîrê wî nemaye, li ber mirine û yê din jî nexweşe. Di wê demê de ez jî giriyam û ez çûm da ku ez karibim xwarinekê ji bo zarokan peyda bikim. Lê dema ku ez lê vegeriyam min dît yek ji wan zarokan miribû , min fotoyên wan zarokan ji ajansan û Êzidiyên Ewrûpa re şandin. Li gundê Cidalê de DAIŞ`ê kom kujiyek pêk anî û nêzîkî 40-50 kes kuştin û 20 keçên me yên Êzidî birin.”

‘PKK’ê ji bo me rê vekir’

Şabo wiha pêde çû: “Ez nêzîkî 8 roja li Cidalê mam, me biryar girt ku ew jî berê xwe bidin serê çiyê. Dema em bi aliyê çiya ve hatin di rê de me sê kesî mirî dîtin, ji bê avî û xwarinê mirîbûn. Dema em gihiştîn Serdeşt, gotin PKK`ê rê vekiriye û milet bi wesayitan ber bi Rojava ve dişandin. Lê wê demê gelek xortên Êzidî sileh rakiribû û her kes di nava berxewdanê de bû. Li ser rêya lofan a ku ji bajarê Şengalê dihata çiyê bi dehan xortên me hebûn mewzî girtibûn û ew der diparastin. Li ser dûşkayê ku li cem gerîlayan bû, ala Serok Apo hebû. Ji ber ku şervanê PKK`ê şerker bûn bi sedan xortên me li gel diman û ji wan tecribe hil digirtin. Ez bi xwe li gel komekî bûm, em nêzîkî 70 kesî bûn, em li rexa HPG bûn. Me ciwan û kesên çek jî rakiri alikariya wan dikir.”

‘Zarokên min bê xwarin xew dikirin’

Şabo ragihand wan ji bo karibin gelê ku di çiya de mayî biparêzin, wan ji her milî ve têkoşîn kir û Şabo ev roj wiha bi lêv kir: “Ez her roj gelek dimeşiyam heta ez diçûm cihê ku çeperên me lê bûn. Xwarin pir kêm bû û dema em diçûn me nizanî em ji cihê xwe tên yan na , ew şert û merc pir bi zehmet bû, lê ya ji wê bi zehmet tir dema ez li mala xwe vedigeriyam min dizanî zarokên min bê xwarinin xew kirine. ”

‘Di roja fermanê de pêşmerge sê ji gelê Êzidî kuştin’

Şabo da diyar kirin ku dema DAIŞ'ê gundên bakûrê çiyayê Şengalê girtin, bi dehan komkujî pêk anîn û dema pêşmerga ew gund girtin yek kuştî neda û DAIŞ çawa hatibû dîsa bi wî rengî bi planekê dest ji wan gunda berda û got: “Dema pêşmerge reviyan gelê me xwestin pêşmergeyan bidin sekinandin, pêşmerge dema reviyan sê ji xortên me kuştin û derketin. Li ser sînorê Rojava û çend kesî din jî pêşmergeyên Êzidîbûn li milê Solaxê jî kuştin. Heta niha jî polîtikayên xwe yên qirêj berdewam dikin û ambargo daniye ser me da ku me bê îrada bibin û teslîm bibin. Bi wî rengî em daxwaza mafê xwe nekin.”

'Pêwîste em yekîtiya xwe bihêz bikin'

Şabo di dawiyê de bang li gelê Êzidî kir ku tola fermanê hilînin û yeketiya xwe bihêz bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Pêwîste em Êzidîtaya xwe bi ser bilindî û rastî bi rêve bibin û ti partî nikaribin navbera me nexweş bike, pêwîste Êzidîtaya ji bo me tiştê herî sereke be û em ji bo azadiya xwe têkoşînek mezin bikin. Em spasiya her kesî ku roja fermanê heya îro alîkariya me kirî dikin.”

(rn)