1. Hemû Nûçe

  2. Lêkolîn

  3. Şaşîtiya 92 salan a bi Şoreşa Rojava re bê wate bû; Peymana Lozanê
Şaşîtiya 92 salan a bi Şoreşa Rojava re bê wate bû; Peymana Lozanê,şaşîtiya,92,salan,a,bi,şoreşa,rojava,re,bê,wate,bû,peymana,lozanê

Şaşîtiya 92 salan a bi Şoreşa Rojava re bê wate bû; Peymana Lozanê

Peymana Lozanê bi windakirina hukmê xwe re dikeve sala 92'an. Zarokên gelê Kurd ên beriya 92 salan ji aliyê hêzên navneteweyî ve tine hatin hesibandin, bi Şoreşa Rojava re ji niha ve pûç kirine

A+ A-

LOZAN - SERKAN DEMÎREL / ANF Peymana Lozanê ya ji aliyê hêzên emperyalîst ve bi tinehesibandina Kurd û Kurdistanê re hat îmzekirin, bi windakirina hukmê xwe re dikeve sala 92'an. Zarokên gelê Kurd ên beriya 92 salan ji aliyê hêzên navneteweyî ve tine hatin hesibandin, bi Şoreşa Rojava re ji niha ve pûç kirine.

Peymana Lozanê ya di 24'ê Tîrmeha sala 1923'an de li bajarê Swîsre Lozanê di navbear Tirkiye, Fransa, Japonya, Îtalya, Îngilîstan, Yewnanîstan, Romanya, Bûlgarîstan, Portekîz û Belçîkayê de hat îmzekirin, bi windakirina derbasdarî û hukmê xwe re dikeve sala 92'an. Li gorî biryara wê rojê, peymana ku wê 100 salan derbasdar be, ji aliyê zarokên gelê Kurd û Kurdistanê yên beriya 92 salan tine hatin hesibandin ve, bi Şoreşa Rojava re ji niha ve bê hikum hatiye hiştin.

Her çend Peymana Lozanê weke peymaneke aştiyê di navbera hêzên emperyalîst de piştî 1. Şerê Cîhanê bê bilêvkirin jî, biryarên di hevdîtinên navbera 20'ê Mijdara 1922-24'ê Tîrmeha 1923'an de, ji bo hêzên emperyalîst li erdnîgariya Rojhilata Navîn û Kurdistanê qadeke mêtîngeriyê ya sedsalan biafirîne, sedem derxistin holê.

DEMA ÎNKARÊ YA BI PARÇEKIRINÊ RE DESTPÊ KIR

Li gorî Peymana Lozanê ji Ermenî, Rûm û Yahûdiyên li herêmê re mafên hindikahiyan hat dayîn û li ser daxwaza Îsmet Înonu yê li ser navê Tirkiyeyê tevlî peymanê bû, Kurd li gorî xala 38. a peymanê "bêyî cihêkariya milliyet, ziman, nîjad" di nava 'temamiya' gelê Tirk de hat dîtin û tine hat hesibandin.

Pêşnûmeya li Lozanê ji bo mafên hindikahiyan hat pêşkêşkirin her çend hindikahiyên Misilman jî di nava xwe de vedihewand, Îsmet Înonu bi gotina 'Li Tirkiyeyê hindikahiya Misilman nîne' re Kurd di nava 'fona Tirkîtiyê' de nirxand û mafên neteweyî yên Kurdan red kir.

Kurdistan a ku piştî Şerê Çaldiran ê 1639'an di navbera Osmanî û Îranê de bi peymana Osmanî-Îranê re û di sala 1920'î de bi Peymana Sevr re bi du parçeyan hat parçekirin, vê carê li gorî berjewendiyên hêzên emperyalîst, bi Peymana Lozanê re bi 4 parçeyan hat parçekirin.

Kurdistan a bi Peymana Lozanê re bi 4 parçeyan hat parçekirin, ji wê rojê û pê ve em rastî talana dewletên lê serdest in, hem jî rastî talana hêzên emperyalîst ên piştî 2. Şerê Cîhanê mezin bûn, hat.

ÎNKAR BI BERXWEDANÊ RE HAT PÛÇKIRIN

Li dijî hêzên Kurdistan kirin 4 parçe û ji xwe re kirin qada mêtîngeriyê, ji Lozanê heta roja îro gelê Kurd li 4 parçeyan her tim bi hev re têkoşiyan. Hêzên emperyalîst ên Kurdistan di nava serdestiya rejîmên Îran, Tirkiye, Iraq û Sûriyeyê de hiştin, dema wê rojê ev biryar girtin, rastiyek hesap nekiribûn. Ew jî: dîroka berxwedanê ya gelê Kurd e.

Berxwedana gelê Kurd a di tevahiya rêveçûna dîrokê de hat nîşandan, piştî Peymana Lozanê jî li 4 parçeyan li hemberî hêzên dixwazin wan talan bikin, her tim dewam kir.

Tevî hemû polîtîkayên bi feraseta tekparêz a 'netewe dewlet' ji aliyê Tirkiyeyê ve hat meşandin jî, tevî komkujiyên li hemberî raperînên Kurdan ên li Bakurê Kurdistanê jî, pêşî li Têkoşîna Azadiyê ya KUrd nehat girtin. Kurdên li Zîlan, Dêrsim û Raperîn Şêx Seîd de rastî komkujiyê hatin, tevî van komkujiyan jî dest ji evîna xwe ya azadiyê bernedan û di sala 1980'î de b pêşengiya PKK'ê re dest bi têkoşîna azadiyê kirin. Bi vê têkoşînê re biryarên li Lozanê pûç kirin.

Kurdên li Başûrê Kurdistanê jî ku di bin desthilatdariya rejîma dîkta ya Iraqê de bûn, li vir her tim li ber xwe dan. Ji ber têkoşîna xwe ya li hemberî polîtîkayên înkarê li Helepçeyê û li gelek deveran rastî komkujiyê hatin. Lê belê dest ji evîna xwe ya azadiyê bernedan û bûn xwedî Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê.

FERASETA MÊTÎNGERIYÊ YA SED SALAN LI ROJAVA HAT RAWESTANDIN

Tevî destketiyên li van her du herêman, derba bingehîn a li Peymana Lozanê ket, piştî 90 salan yanî di sala 2012'an de li Rojavayê Kurdistanê bi Şoreşa Rojava re hat lêxistin.

Kurdan di sala 2012'an de bi destpêkirina şerê navxweyî yê li Sûriyeyê re, li xaka lê dijîn xwe parastin û li dijî polîtîkayên hêzên emperyalîst ên li herêmê, ji xwe re xeteke 3. destnîşan kirin û dest bi avakirina azadiya xwe kirin.

Di nava şerê roj bi roj mezin bû de li herêma Rojava, di çarçoveya felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de Kurd hewl didin "neteweya demokratîk" ava bikin û li wê herêmê bi gelên din re li dijî êrîşên gelekî giran, berxwedaneke mezin nîşan dan.

Gelê Kurd ê ku piştî 90 salan destûr neda kesek wan êdî tine bihesibîne, sînorên li Lozanê li hemberî wan hatin xêzkirin nas nekirin, ji parçeyên din ên Kurdistanê herikîn Rojava û bi berxwedaneke dîrokî re dest bi avakirina azadiya xwe kirin.

RASTIYA BERIYA 92 SALAN HAT JI BÎR KIRIN WÊ ÊDÎ TI CARÎ NEYÊ JI BÎR KIRIN

Keç û xortên berxwedêr ên gelê Kurd ku hêzên emperyalîst beriya 92 salan ew tine hesibandin, li dijî çeteya DAIŞ'ê ya ku dewlet jî nikarin xwe li ber ragirin, bi berxwedaneke ti kes ti carî ji bîr nekin re, li Rojava azadî ava kirin. Bi sîstema li Rojava hat avakirin re gelê Kurd sînorên hatin xêzkirin bê wate kirin. Û bi qasî ku careke din nehêlin şaşitiya di 24'ê Tîrmeha 1923'an de li Lozanê hat kirin dubare bibe, bi xurtî li hemberî emperyalîstan disekinin.

Tiştekî bi tenê li pêşiya van hêzên emperyalîst maye ku bikin; ew jî dawîanîna li şaşitiya 92 salan a ku hebûna wê bi tenê li ser kaxizê maye.