1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Şervanên jin li Şengalê di akademiya Şehîd Bêrîvan de dest bi perwerdê kirin
Şervanên jin li Şengalê di akademiya Şehîd Bêrîvan de dest bi perwerdê kirin,şervanên,jin,li,şengalê,di,akademiya,şehîd,bêrîvan,de,dest,bi,perwerdê,kirin

Şervanên jin li Şengalê di akademiya Şehîd Bêrîvan de dest bi perwerdê kirin

Jinên Şengalê xwe perwerde dikin. Şervanên YJŞ'ê li çiyayê Şengalê di Dewreya Şehîd Gulçîn ya Akademiya Şehîd Bêrîvan Şengal de dest bi perwerdeyê kirin

A+ A-

RODA AMED-SARA CANDA / ŞENGAL

Di 3'ê Tebaxa sala 2014'an de li ser Kurdên Êzidî komkujiyek mezin pêk hat. Fermana 73'an pêk hat. Di vê fermanê de bi hezaran jin hatin revandin, bi bazaran hatin firotin, hatin tecawuzkirin û qetilkirin. Jinên Êzidî yên dixwazin tola vê komkujiyê rabikin, ji bo hîn xwe di warê parastinê de, xwe pêş bixin, xwe perwerde dikin. Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) di dewreya Şehîd Gulçîn a Akademiya Şehîd Bêrîvan Şengal de dest bi perwerdekirina 28 jinên Êzidî kir.

Di dewreya perwerdeya bi merasîma leşkerî hatî vekirin de, ji Fermandarên YJŞ'ê Raperîn Engîzek, Helîm Êzidî, Zeyneb Cûdî û Hezda Şengal amade bûn. Di merasîmê de fermandara YJŞ'ê Raperîn Engîzek axaftinek kir. Engîzek di kesayeta Bêrîvan Şengal de hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bir anî û got; "Akademiya Şehîd Bêrîvan Şengal li ser vê xaka pîroz, ji bo jinên Êzidî bikarin xwe pêş bixin û li ser bingehê hîn zêdetir xurtkirina parastina cewherî hat vekirin. Keçên Êzidî hem di warê leşkerî, hem jî di warê bîrdozî de dixwazin xwe pêş bixin.

‘Em ê di vê perwerdeyê de kelecana şoreşê jiyan bikin’

Di demekî wiha de vekirina akademiyek wiha ji bo me tevan wateyek cûda ye. Ev akademî bi armanca şopandina rêya hemû hewrêyên şehîdbûne hat vekirin. Yên di şopa wan de biçin ev jinên ciwan ên Êzidî ne. Li ser bingehê milîtanbûn û kadrobûnê YJŞ mezin dibe, yên ku ji gelê Êzidî pêşengtiyê bike, ev şervanin. Armanca din ya vekirina vê akademiyê xweperwerdekirina ji bo rizgarkirina jinên Êzidî yên di destê çeteyên DAIŞ'ê yên ku nesîbê xwe ji mirovahiyê negirtîne. Di vê derweya perwerdeyê de em ê hemû kelecanê şoreşê bidin jiyan kirin û bi bawerî serketinê ji hemû şervanên akademiyê re dixwazim."

Piştî axaftinên Fermandar Engîzek şervan bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Jin jiyan Azadî" derbasî merasîma sond xwarinê bûn.

(ab)