"Şerê Kevokan"!,şerê,kevokan

"Şerê Kevokan"!

A+ A-

9MURAT ÇÎFTÇÎ / RIHA

Li Rihayê xwediyê kevokan amadekariya "şerê kevokan" dikin. Xwediyê kevokan ji bo şerê ku dê di cotmehê dest pê bike û heta nîsanê bidome, bi paqijkirina pûrt û baskên kevokan û xwedîkirina bi xwarina taybet a kevokan amadekariyê dikin. xwedî dikin.

"Şerê kevokan" dê li taxa Sirrin a Rihayê li kolaneke vala di meha cotmehê de dest pê bike û heta meha nîsanê bidome. Kevok li taxên dîrokî Haşîmiye, Eyyubiye, Yakûbiye û Suleymaniye yên Rihayê li sedan malan tên xwedîkirin û perwerdekirin. Ji bo ku rojek kevokên kedî û xwedîkirî, şer bikin û ji xwediyê xwe re pere bidin qezenckirin. Kevokên ku li ser baniyên malan tên xwedîkirin, bi denge xalxalên û avazên xwe bûne sembola Rihayê. Xwediyê kevokan berî şer ji bo ku kevok hîn bibin wan li ser banên malên xwe difirînin, pûrt û baskên wan paqij dikin û xwarina taybet didin ber wan. Armanca xwediyê kevokan, xwedîbûna refa bi hêz e. Li gorî refa bi hêz, xwediyê wê refê jî di nava yên din de bi nav û deng e.

Şer bi rêberiya 'pêşeng' dimeşe

Endamê Komeleya Kevokan Mehmet Taş, bal kişand ser sembolên aştiyê kevokan û got ku kevok her çiqas bi navê şer tên binavkirin jî şer û kevok nayên ba hev. Taş, beşên kevokan wiha dide nasîn: " Ji kevokên firok re (Halis), Bagdadî, Karagoz, Şix Şellî, Dervîş Êlî, Îspîr, Misirli, Holanda, Îsraîl, Keşpîr, Gumuşkuyrak, Kirktellî, Posta, Gullu, Kelebek, Gok, Balîna û hwd tê gotin. Ji bo kevokên Şebab re jî; Qûrenk, Mîskî, Arap, Çakmakli, Gok' mînak in. Bûhayê halisan ji 5 TL heta hezar TL diguhere. Bûhayê şebaban heta 3 hezar TL jî zêde dibe. Taş da zanîn ku pêşengê refan heye û wiha axifî: "Pêşengê kîjan refê dakeve şer winda dike û ji bo xwediyê refê şermeke mezin e. Pêwîst e refa ku pêşengê wê daket were xirakirin. Her roj ref tên firandin û heta êvarê tên payîn. Refa bi hêz ji refên din kevokan qut dike û tevlî refa xwe dike wiha vedegere mal. Ew kevoka ku ji refên xwe qut buyî, êvarê tê ba xwediye xwe yê nû û paş ve nayê dayîn. Şerê li hewa şerê hebûn û tunebûnê ye. Kevok wek kamîkaze û qomandoyê întîxarê ne."

Ji Nemrûd heta îro

Endamê Komeleyê Mehmet Pala jî diyar kir ku, ew kevneşopiya ji Nemrud heta îro 4 sal in didome û îro li sedan malên Rihayê bi hezaran kevok tên xwedîkirin. Pala da zanîn ku, endamên komeleyê li Bazara Etaran a dîrokî tên ba hev û 6 mehan şer nîqaş dikin, 6 mehan jî amadekariya şer dikin. Pala bal kişand ku dê ji cotmehê dest pê bike û her roj kevok saet 16.30'en de li hewa bin û wiha berdewam kir: "Refên ji sedan kevokan peyda dibin wê li hewaya taxa Sarayonu werin ba hev û tevlî hev bin. Yên bê hêz dê bi şopa ba yê bi hêz bikevin û herin ba xwediyê xwe yê nû."

(sa)


Bêjeyên Miftehî