1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Şêx Alî: Ji jiyana hevbeş re alternatîf tune ye
Şêx Alî: Ji jiyana hevbeş re alternatîf tune ye,şêx,alî,ji,jiyana,hevbeş,re,alternatîf,tune,ye

Şêx Alî: Ji jiyana hevbeş re alternatîf tune ye

A+ A-

TÎRAST CÛDÎ

HAWARNEWS - EFRÎN – Sekreterê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê (PYDKS) Mihyeddîn Şêx Alî ji bo çareseriya aloziya Sûriyeyê jiyana hevbeş esas girt û got ku ji vê jiyanê re alternatîfeke din peyda nabe. Alî diyar kir ku hewldanên çareserkirinê nayên rawestandin û banga pêşxistina xebatan li hêzên beşdarî Kongreya Sûriyeya Demokratîk kir.

Sekreterê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê (Yekîtî) Mihyeddîn Şêx Alî derbarê Kongra Sûriya Demokratîk ku li bajarê Dêrikê hatiye lidarxistin û encamên wê de pirsên ANHA’yê bersivandin.

*Pêwîstiya bi lidarxistina Kongra Sûriya Demokratî çi ye û armanca wê bi taybet di vê demê de çi ye?

Ji her kesî re eşkere bû ku bisînorkirina civînên meratonîk û konferansê opozîsyonê ku li derveyî Sûriyeyê ji bo pêşeroja Sûriyeyê tên lidarxistin, tiştekî bê encam e û piraniya welatiyên Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên wê ji van civînan ne razî ne. Ji ber vê yekê û ji ber ku derfeta lidarxistina civîn û konferansan di hundirê Sûriyeyê de heye, lidarxistina kongra Sûriya Demokratîk di destpêka kanûna 2015’an de di bin durişmeya ‘Ji bo avakirina Sûriyeke azad û demokratîk’ de pêwîstiyek bû û serkeftî bi encam bû. Di vê kongreyê de piraniya nûnerên hêz û tevgerên siyasî, leşkerî û civakî yên li ser erdê dixebitin beşdar bûn. Armanca sereke ya vê kongreyê ew e ku alternatîfeke jiyana hevbeş a pêkhateyên Sûriyeyê tevî hemû pirsgirêkan tune ye.

*Ferq û cudahiya di navbera vê kongreyê û hemû kongreyên berê yên wekî Cinêv, Qahîra, Viyanna û Riyadê de çi ye û gelo lidarxistina kongreyên Dêrik û Riyadê di heman demê de tê çi wateyê?

Cîwazbûna Kongra Sûriya Demokratîk ku li bajarê Dêrikê hatiye lidarxistin, di encama amadekariyên demeke dirêj de pêk hat û li ser axa Sûriyeyê li herêmeke dîrokî ya kurdan ku têde musliman û xiristiyan bi biratî jiyan dikin, hate lidarxistin. Wesifkirina lidarxistina Kongra Sûriya Demokratîk wekî bersivekê li hemberî kongra Riyadê tiştekî şaş e û ne di cih de ye.

*Bi nêrîna we serkeftina kongreya Dêrikê di çi astê de ye. Hûn nêrînên aliyên navnetewî yên piştgiriya çareseriya siyasî û aştiyane di Sûriyeyê de û di çarçoveya Kongra Sûriya Demokratîk de çawa dinirxînin. Hûn ji vê kongreyê çi hêvî dikin?

Bi giştî Kongreya Sûriya Demokratîk gaveke serkeftî li ser riya hevgirtin û yekîtiya aliyên opozîsyona niştimanî ya Sûriyeyê ên xwedî nêrînên demokratîk in û zihniyeta Selefî ya radîkal û toreyên terorîst ên girêdayî wê yên wekî DAIŞ û Cebhet El-Nusra qebûl nakin, avêt. Hêvî û baweriya me bi Kongra Sûriya Demokratîk û Meclîsa Sûriya Demokratîk ku di kongreyê de hatiye avakirin mezin e û dê berfirehtir bibe. Her wiha li gorî perspektîfên kongreyê gavên mezintir dê bêne avêtin û bi taybet ji ber ku aliyên ku beşdarî kongreyê bûne li hundir û li derveyî welat xwedî hêz in û piraniya welatiyên Sûriyeyê li hemberî wan rêzdar in.

Ji aliyekî din ve nêrînên hêz û aliyên navnetewî li hemberî dosya Sûriyeyê û asta ciddîbûna van aliyên navnetewî û herêmî ji bo peydakirina çareseriyeke siyasî ji aloziya Sûriyeyê re, ne zelal in. Her wiha ji bo serkeftina misyona nûnerê navnetewî Stîffan De Mestûra de dudilî ne. Ev proje xwe dispêre gelek biryarên Konseya Ewlekariyê û divê li hemberî navaroka wê berpirsyar bin.

*Gelo teqînên li bajarê Til Temirê di heman dema serkeftina Kongra Sûriya Demokratîk de pêk hatine bi zanebûn e, lê di çarçoveya rêzehovîtiya hêzên li dijî Rojava ne de ye?

Fedekarî û serkeftinên hêzên YPG’ê û YPJ’ê û avakirina Hêza Sûriya Demokratîk (QSD) û piştgiriya gel bi van hêzan re, her wiha serkeftina Kongra Sûriya Demokratîk, tirs û xof di dilê çeteyan û bi taybet çeteyên DAIŞ’ê de mezin kir. Ji ber vê yekê komên çete hêrsa xwe li welatiyên sivîl bi êrîşên hovane datînin. Di encamê de bi dehan welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan. çeteyên DAIŞ’ê û hevkarên wê bi taybet hebûna kurdan li Cizîrê, Kobanê, Efrînê û Helebê hedef digirin.

*Bi nêrîna we cûdabûna şêwazên çareseriyê ku herdu kongreyên Dêrik û Riyadê de hatine pêşniyarkirin çi ye. Xalên bi hêz û lewaz ên van herdu pêşniyaran çi ne?

Di aliyê hevsengî û cudabûna di navbera herdu kongreyên Dêrik û Riyadê de, em dikarin bêjin ku hevrikiyeke zelal di navbera herduyan de heye. Aliyên ku sponseriya kongra Riyadê dikin û şêwaz û siyasetên têde tên meşandin gelekî ji aliyên beşdarî kongra Dêrikê bûne dûr in. Diyar e aliyên beşdarî Kongra Dêrikê bûne zihniyeta Selefî ya radîkal qebûl nakin û têkoşîna xwe ji bo parastina hemû pêkhateyan û mafên mirov û jinan dimeşînin. Her wiha li dijî bikaranîna ol di karên siyasî de ne.

(jh)

ANHA