1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Şêx Seîd Li Amedê Hat Bibîranîn
Şêx Seîd Li Amedê Hat Bibîranîn,şêx,seîd,li,amedê,hat,bibîranîn

Şêx Seîd Li Amedê Hat Bibîranîn

A+ A-

Parlamenterên birêz, şaredarên hêja û nûnerên rêzdar ên saziyên demokratîk ku îradeya bajarê me temsîl dikin.
Hûn hemû bi xêr hatin.

Îro em bi boneya 86'mîn salvegera şehadeta Şêx Seîdê Kal û hevalên wî li vir amade ne. Berî niha bi 86 salan, di vê rojê de, li vî bajarî "dadgeha" qirkirinê ya komarê ku bi erkên awarte hatibû peywirdarkirin, bi navê Dadgehên Şerq Îstiqlalê, di 28'ê hezîranê de biryara darvekirinê dan û em niha wan Lîderên Kurd ên wê demê bi bîr tînin.

Kalên me yên 86 sal berê hatin şehîdkirn, di gorên tomerî de hatin veşartin. Cendekên wan bi giştî hatin veşartin û cihê gorên wan veşartî hatin hiştin.

Piştî 86 salan em ên ku li vir amade ne, em doz dikin ku Komara Tirk vê neheqiya ku kiriye û mexdûriyeta ku derxistiye holê ji holê rake.
Wekî tê zanîn Piştî Şerê Yekemîn ê Cîhanê tiştên ku hatin jiyandin, di avakirina Rojhilata Navîn de cihekî girîng dilîze. Hêzên navnetewî û herêmî roleke diyarker lîstin, êş û qirkirin, şer û neheqî pêk hatin û kurd bi ol û dîrokê demek dirêj bi tirkanre jiyan, bi hev re tevgeriyan. Di şerê Rizgariyê yê 1919-1923'an de cihekî çalak girtin. Di avakirina komara nû de wekî avakarê bingehîn cih girtin.

Lê dema sala 1925'an hat medrese hatin girtin, hem jî bi rejîma nû re ji alî olî ve pirsgirêkên ku derketin holê kûr bûn; hem jî perwerdeya kurdî hate rakirin û pêvajoya asîmîlasyonê dest pê kir. Kurd ji statuyeke siyasî hatin dûrxistin û bi hilbijartina 1923'an û Makezagona 1924'an ji avahiya siyasî û îdarî hatin dûrxistin.


Heta îro ev pêvajo ji alî siyasî, îdarî çandî, olî û mezhebî ve kûr bû, tevlihev bû û xwîn jê çû.

Di roja me de îcar hemû hêzên siyasî yên kurd dibin yek, bi hev re tevdigerin û refleksên wan ên yekîtiyê pêşve diçin.

Digel ku hemû cudahiyên xwe yên fikrî diparêzin jî, em di demek wiha de ne ku bi hev re tevdigerin.

Dîsa ji alî nîqaşên makezagonê ve nûnerên siyasî yên kurdan û Komara Tirk bi hev re hevdîtinan dikin, diyalogan pêşve dibin. Em hem di deriyê çareseriyeke mezin, hem jî pêvajoya pevçûneke mezin de ne. Di demek wiha de em kalên xwe yên ku ji bo dozê şehîd bûne bi bîr tînin; em doza wan bi bîr tînin û zilma ku hatiye kirin lanet dikin û piştî 85 salan ji bo ev birîna bi zilmê mezin bûye, xwîn bûye bal bikişîne û ji bo dîsa ev birîn were dermankirin, di sedemên derketina pirsgirêkê de çewtiyên ku hatine kirin bên serastkirin, em hatine gazî bikin...


Herkes divê bizane ku;

Sêdarên hatine avakirin, gundên hatine şewitandin, gorên tomerî, qirkirinên tomerî, koçberkirin, surgûnên bi zorê û bi plan wekî awayê tirkirina kurdan hatine ceribanidn, lê di merheleya îro de ev hemû têk çûne, bi ser neketine.


Ev ên ku îro li vir in, delîl, dîtyar û îradeya vê yekê ne.


Darvekirinên ku ji kalên me re rewa hatine dîtin û veşartina wan a tomerî û veşartina gorên wan jî nebûye sedema ku ji hişê vî gelî bên avêtin û bibin sedema jibîrkirinê. Berevajî vê yekê, bûye sedema lêxwedîderketinê. Em li vir in û bi giştî ji bo nêzîkatiyeke mirovane û ehlaqî em riya çareseriya pirsgirêkên kurdan nîşan didin.


Em gazî hêzên serdest dikin.

Pêşî kurdan wekî mirov bibînin û rêzdar bin.

Dest ji bêhurmetiya hûn ji kalên me re dikin berdin. Em vê bêhurmetiyê lanet dikin.

Di serî de Şêx Sedîdê Kal û Seyîd Riza, Xalid Begê Cibranî, Bedîuzeman û hemû gorên nayên zanîn ên şexsiyetên kurd, teslîmî malbatên wan bikin.

Em dixwazin wan li gor adet û çanda xwe, li gor bawerî û ola xwe veşêrin; kêla gora wan daynin û wesîyeta wan bînin cih.

Ev, ji bo we dê bibe lêborîna zilma ku we li kurdan kiriye. Ev bila ji bo çareserkirina pirsgirêkan destpêkek be. Her pirsgirêk di sedema destpêkirinê de tê çareserkirin, ji ber vê yekê ev pêdivî ye.

Bi mentiqeke berevajî, di 29'ê hezîrana 1999'an de, cezayê îdamê ku li Serokê PKK'ê birêz Abdullah Ocalanî hate birîn, peyamek ji 29'ê hezîrana 1925'an re dişand, lê dana cezayên îdaman û bi polîtîkayên înkar û tunekirinê pirsgirêkên kurdan nayên çareserkirin. Divê bê zanîn ku ev ne riya çareseriyê ye. Çareseriya rê ew e ku mafên herî bingehîn ênkurdan, li ser bingeha wekheviyê, bi serastkirina çewtî û neheqiyêndîrokê û bi qebûlkirin mumkûn e.


Ji bo neheqiyên di dîrokê de bûne, divê rastî bên vekolîn. Ji bo vê divê hemû arşîvên dewletê bên vekirin. Bi vî rengî divê hemû neheqî û tawanên ku hatine kirin bên tesbîtkirin û ji mexdûran lêborîn were xwestin. Lihevhelalkirin piştî ev mexdûriyet hatin derbaskirin pêk tê. Piştre peymana jiyaneke bi hev re û şirîkatî divê were amadekirin.


Bi hurmeta îradeya Kurd û bi muzakereyên beramber avakirina jiyaneke şirîkatî mumkûn e.

Em neviyên Şêx Seîdê Kal û hevalên wî yên dozê, em spasiya we yên ku em bi tenê nehiştin dikin, digel hemû kom û derdorên siyasî.

Ev saziyên me:

KCD, Serokatiya Bajêr a BDP'ê, Serokatiya Bajêr a HAK-PAR'ê, Serokatiya Bajêr a KADEP'ê, NÛBIHAR, Koma Diyalogê ya DÎCLE-FIRAT, TEV-KURD, TDŞK, MAZLUM-DER, TİHV, ŞEYH ABDURRAHMANÊ AKTEPE VAKFI, DİAY-DER, MEYADER


Em spasiya xwe ji bo Şaredarê Sûrê Abdullah Demirbaş dikin ku di vê xebatê de her cure alîkariya me kir

Dîsa em spasiya xwe ji Şaredarê Bajarê Mezin Osman Baydemîr re dikin ku desteka vê xebatê kir û niha li vir mazûvaniya me dike.