1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ezîzê Cewo
  4. 8-GULANÊ – DAWÎ, YAN DESTPÊKEK A NÛ?!
8-GULANÊ – DAWÎ, YAN DESTPÊKEK A NÛ?!,8,gulanê,dawî,yan,destpêkek,a,nû

8-GULANÊ – DAWÎ, YAN DESTPÊKEK A NÛ?!

A+ A-


Ezîz ê Cewo


Bi r’astî, em ji berê va çapemenîya k’urdî dişopînin. Me gelek gotar û nivîsên cuda xwendine, û gelek ji wan jî bi naver’oka xwe, sazîya xwa ya nivîsê va bi wat’eya nirxan û nirxandinê va hêjayî gotina qenc in. Û mirov bi wan dilgerm dibe, ku di nav gelê me da nivîsk’ar û r’ojnamevanên  hêja hene. Lê hinek nivîs jî carna r’astî mirov tên, ku mirov ji helawesta wan ecêbmayî dibe, dixaze armanca wan nivîsan tê bigihîje, lê, heyf û mixabin, mirov bawer jî nake, ku ew biraderana dikarin tiştne wisa binivîsin. Bi r’astî, demên  weha mirov tengezar dibe, dixwaze şiroveyekê bibîne, lê bê encam dimîne. Û r’ewşên weha da mirov pirsê dide xwe: “Ya Xwedê, wan dikaribû ew hêz û ênêrjîya xwe ji bo tiştekî dine dêris bikirana…?” Heya pirs ne t’enê nivîsar û gotaran an da ye, bila binivîsin, lê, wisa, ji bo ku paşê mirov şerm neke û ji xwe p’oşman nebe. Gelek caran r’ewşenbîr û siyasetmederên bîyanî (di nav wan da – heya hinek ên t’irk jî!) bi wî awyî li pirsan nanihêr’in û helwesta xwe bi wan şêwazan nadin der! 

Li vir mabesta me ev pêvejoya sîyasî ye, yak u bi înîtsîatîva r’êberê gelê k’urd bir’êz Abdullah Ocala destpêbûye û ew helwest e, ya ku li hember vê pêvajoyê di nav hinek r’ewşenbîrên me da r’û daye!   

Bi r’astî, di destpêkê da mirov bi hestî nêzîkî nivîs û helwestên weha dibe, lê paşê, bi demê r’a, k’ela mirov datîne û ew bêht’ir bi bêhna fireh, bi ç’avekî felsefî li wan hemûyan dinihêr’e: “Yek e,  her tişt di r’êya xwe da dimeşe, – mirov bi xwe ji xwe r’a  dibêje, – ewqas dewlet, hêz û kesên dijberî vê T’evgerê hebûne û hene jî, bila ev çend  kes jî hebin, wê çi bike?! Yek e, wek ku tê gotin,  ew di guhar’tina hewa sîyasî da t’u r’olekê nalîzin, her t’enê dilê derdorên xwe dêşînin û helwestên neyînî di nav mirov da hişyar dikin. Mirov heya r’adeyekê dîsa bi xwe ber dilê xwe da tê, – ew jî r’engekî me ne, hebûna wan jî pewîst e, –  mirov dibêje, –  ew bi hebûn û helwesta xwe ç’avên  mirov li ser r’ewşa civaka me û gelek xeterîyan vedikin, mirovan hişyar dikin, ku ew haş ji xwe hebin û hesabê xwe  bizanibin”. 

Lê, dîsa jî...

Helbet, mafê her mirovekî heye, ku gelek tişt û kesan r’exne bike. Lêbelê, eger p’êwendîyên mirov bi wan r’a hebin, û ger ew k’êmasîyan bibînin û wan r’exne bikin, ew tişyekî normal e. Helbet, eger ew r’exne ji bo avakirinê bin, ne ji bo wêrankirinê, yan jî ji bo xatirê gotina tiştekî. Ango, r’exne çi ye? Ew dîtina kêmasî û şaşyan e û destnîşankirina r’êyên serer’askirina wan e. Ew ji bo ji holê r’akirina kêmasîyan pêk tên. Lê, eger, berovajî wê, hinek xwe daynin hêlekê, t’u k’arî nekin û ji bo xatirê r’exnekirinê r’exneyan bînin zimên, ew li şanê mirovan nak’eve... Helbet, em wê jî tê digihîjin, gelek r’exneger hene, bi r’astî, bi dil dixwazin bi cûr’eyê xwe  alîk’ar bibin, dibe ku ewan gelek caran heya r’adeyekê haş pê jî nînbin, ku bi şêwazekî din êdî yên di nav t’evgerê da bi xwe li ser wan şaşî û kêmasîyan gotina xwe anîne zimên... Mirov jî hene, dixwazin li hinekan xweş bên û  cîyê xwe misoger bikin. Ji ber ku dibînin, k’a helwesta dewletên bîyanî, bi bingehîn jî yên hevk’ar û hevp’arên T’irkîyayê, li hember endamên PKK û dilêşên wê çawan e, ên ku li dû doza xwe dimeşin, bi çi ç’avî li wan dinihêr’in. Lê ger yek bêt’eref be, ji xwe r’a serê xwe bike ber xwe û t’enê k’arê xwe yê r’ojane va mijûl be, ji bo r’ewşa gelê xwe zilekî nede ser zilekî, wê demê, ji xwe wê pirsgirêkên wan bi wan dewletan r’a zêde t’unebin. Lê, ger ew li dijî t’evgerê tiştekî bibêjin, an bikin, ji bo wan wê pirsgirêk t’unebin û hemû r’ê dê li ber wan vekirîbin… 

U gelek axavtin û nivîs li ser vê bingehê didin der. Gelek bi înstînkta kesê xwe biewlekirinê û p’arastina berjewendîyên kesî bi van k’aran r’adibin (mirov vê jî tê digihîje, lê...), lê hinek jî, ji ber bêprênsîbîya xwe, dişimitin û dik’evin avên mirovên weha... 

 Û mirov li vê jî bi felsefî dinihêr’e û  dinirxîne... 

 Lê hinek tişt jî hene, ku bi r’astî nayên p’ejirandin: hinek kes û r’êxistin, yên bi gotinên xwe di serê mirovan da t’evlihevîyê û dudilîyê çêdikin, nirxên net’ewî bênirx dikin, di nav gel da jî t’oximên bêhêvîyê dir’eşînim... A, li vir e, ku mirov, wek dilêş û biraderên hev, ji hev r’a gotina r’astîyê bibêje: “R’aweste bira, li dor xwe binihêr’e, ma ne, ev çi ku tê kirin, ji bo we, zar’okên we û pêşer’oja wan e, we xêr e?!”   

Ma, gelo, li şûna van tiştan, eger ev mirovên han pênûs hildana û gotarên r’exnegerî di warê wêje û zimên, huner û çandê, sînema û şanoya net’ewî da binivêsyana, gelo wê xirab bûya?! Ma wê çêtir nînbe, ger em çanda r’exne û r’exnegerîyê di evan waran da biçînin û pêş bêşbixin? Ma ne, ji bo wê ku  sîstêma r’exne û r’exnegerîyê di nava ziman, wêje, huner û çanda me da nîne, ev şaxên çand û hunera net’ewî ne li ser wê astê ne, ku di warê xwe da daxwazên r’ewanî û r’amanî yên net’ewekê t’êr bikin... Ma çêtir nîne ev biraderana, ên ku dixwazin, tiştekî binivîsin, di van waran da hêza xwe bicêr’ibînin? Ev çi nexweşî ye? Yan, p’ir’ hêsa ye, ku mirov tiştên wisa, yên li ser r’adeyek a sivik û nimiz li ç’ep û r’ast bi arzanî belav bike? Ewê binivîsin  bi întêrnêtê ji vir û wir r’a bişînin û wê derbaz be...Û kesekê nikaribe wana berev bike û wat’edar bike! Ê, paşê? Lê, ger li şûna van tiştan em hemû ji bo doza net’ewî di nav Yekîtîya Net’ewî da bicivyana û hêza xwe bikira yek, gelo wê xirab bûya?...   

Em van pirsan jî wek helwestek a felsefî û pirsne hrêtorîk hesab bikin û daynine alîkî... û veger’in ser pirsa vê pêvajoyê. 

Li ber ç’avan e, ev pêvejo, ya ku destpê bûye, biencambûna têk’oşîna  gelê k’urd a bêhemp’a ya 35 salan e, ya bi serk’êşîya r’êberê gelê k’urd bir’êz Abdullah  Ocalan. Ev pêşveçna heşmendî ya têk’oşîna ji bo destxistina mafên gelê k’urd ên mirovî û net’ewî ye. Ango, mirov dikare bibêje, dema ku ev têk’oşîn destpê bûye armanca wê ç’areserî bûye, ne ku meşandina şer’ekî ji bo xatirê şer’kirinê. Û ev armanc jî bi zanistî formûle bûye û k’et’ye bingeha vê têk’oşînê! Û, zû yan dereng, divê vê têk’oşînê  r’ojekê ev bibira sêrî. Û ev dem jî îro pêr’a gihîştye. Naha hinek r’abûne, r’astedêr an sergirtî di nav gel da nêr’înên çewt û xeter belav dikin, xwedêgiravî: “Her tişt bi dawî bû!”,  “Ç’ekên xwe dihêlin û diçain!”,  “Va, wê AKP-ê pirsên zimanê k’urdî hel dike!”  û tiştên  din ên bê bingeh û bêwat’e... Bi r’astî, li vir mirov nizane çi bibêje, ew bi xwe tê nagihîjin, gelo, ku gelê k’urd ji berê va tiştên weha dîtîni. Bila qe na bi têlêvîzîonan axavtinên wan pîredêyên 70 salî guhdar bikin, helwesta zar’okan binihêr’in, yên 7-8 slî. Ma gelo ev gel wê ji tiştên weha bawer bike?!  Hinek jî ji cîyê xwe yê nermik û nip’oxî şîret û pêşnîyaran r’êz dikin... Û ji bo kê?! Mirov dixwîne û zendegirtî (mat’ma) dibe!    

Çi bûye, ev çi hewr û hêwarze ye! Dema ku van dot û lawên k’urd ên hêja û xwedî şana here bilind û dilsoz ji bo vî gelî xwe gorî dikirin, ev biraderana li k’u bûn? Dema ew dihatin girtin, di zîndznan da dihatin îşkencekirin, di girevên birçîbûnê da p’akr’ewan  dibûn, ev biraderana li k’u bûn?.. Ma, lê ewên din li k’une, yên ku wê demê diqîr’yan: “Bila her bijî ew, yê ku em kirin em!” Ma naha çi qewimîye? Fermo dîs derên meydanê û gelê dîsa ji we r’a ç’epikanxe û ji we r’a r’êz bigirie! Yan hinekan t’irê her tişt hatye jibîrkirin û çûye?..    

Ma, gelo ev baş e? 

Yên ku ev têk’oşîn destpêkirine, wan hema wisa bi eşîrî nekirine, ew hemû li ser bingehek a zanistî û heşmendî avabûye û hatye meşandin. A, eger nêr’înek a wan heye, fermo, bila her’in nav T’evgerê, her tiştî bi ç’avê xwe bibînin, beşdarî k’ar û barên wan bibin û pêşnîyar û r’exnyên xwe jî bêjin. An – na!..  

Pirsa garantîyan dibêjin. Ma, gelo ew nizanin, yên ku vî k’arî dimeşînin, k’îne? Eger dizanin, bila xwe nexapînin, lê ger nizanin, sed heyf û mixabin. Ji  gel r’a dibêjin: “Va,  t’eslînm bûn!”, “Va, ç’ekên xwe datînin û diçin!” Bila hîç kes ji van gotinan bawer neke, bila hîç kes guman neke! Di sêrî da bersîvê van agahîyên çewt li Qendîlê r’êvebirya PKK-ê û KCK-ê dane. Lê heya, eger dertên jî, ew hêz li k’u jî hebe, ger pêwîst bike, wê dîsa veger’e. Û evê yekê yên dijberên wan baş dizani! Ma berî 15-ê gelawêja 1984-an çawa bû? Ma piştî girtina bir’êz Ocalan, bi gotinek a r’êberê wan xwe xwe venek’işandin? Ê?! Paşê dîsa veneger’yan? Ji bilî wê, ewqas gelê p’erwerdebûyî heye! Ew berê bû, ku li milekî PKK hebû û li milê di jî – gelekî di bindestîyê da ç’şavtirsîyayî û xwe jibîrkirî.  Lê îro cuda ye: hemû gel birêxistin bûye, û ger pêwîst be, wê doza xwe bi her awayî bidomîne, ji ber ku ewî hêza xwe ji r’ewan û r’amana Ocalan û PKK-ê girtye. Û ji  bo meşandina têk’oşîna ji bo mafên xwe, ji bo serhildan û berxwedanan hemû hêzên wî hene. Û yên bi gîyana pak’rewanên vê dozê p’erwerde bûne, îro bi mîllîonan hene. Û berê, eger gel di meydan û kolanên bajarên K’urdistanê, T’irkîyayê û Ewropayê da  dimeşya û digot:  “PKK gel e û gel jî li vir e!” – Me digot:“Çi sloganek a xweş e!” – Lê naha ew slogan bûye r’astî! Û evê r’astîyê dost jî baş dizanin û yêndijberî vê dozê jî dizanin! A, garantîya ç’areserîya pirsgirêka gelê k’urd jî, hema di vê da ye, gelê k’urd ê vê serdemê ye.  

Û ya din jî; li bal hinekan ew nêr’îna çewt çêbûye, ku serk’evtina li hemberî bindestîyê, apartêîdê û faşîzmê mirov dikare, t’enê bi têk’oşîna ç’ekdarî bidestbixe. Helbet, hêza ç’ekdarî mercekî mezin û girîng e, ew, çi jî hebe, garantya hemû tiştê net’ewê ye.  Ma dewletên gewre û biç’ûk bê hêza leşkerî dibin? Sîstêma cîhanê wisa ye! Û ji bo wê jî, heya gelê k’urd heye, û, eger ew dixwaza hebe, divê yekîtîya xwe ava û xurt bike û bibe xwedîyê hêza xwe ya p’arastinê. Û evan r’astîyên îro nikaribûn pêk bên, eger r’êvebirên vê t’evgerê ev tiştên han ê sade nizanibûna...   

Naha pirsa sereke ji bo gelê k’urd, ya ji her tiştî ferztir Yekîtî ye! Û gote-gotên li ser vê pêvajoyê û T’evgera R’izgarîxwaz a Net’ewî pêk tên, divê her kesekî me baş  bişopîne, bi heşmendî binirxîne, qîmet bike, ji ber ku di van  p’êwendî û bûyerên vê serdemê da di nav hinek derdoran da xeterîya şirove û nirxandinên çewt li ber çavan e. Lê ya sereke, bila hîç kesek hewl nede, ku ji vê pêveejoyê r’a bibe asteng. Îro r’oja ji xwe û hêza xwe bibawerbûnê ye, divê em hemû r’astîyên cîhanê nas bikin û hinek tişt bip’ejirînin. Ev têk’oşîn, a ku bi hilk’etin û dak’etinan va, di vê cîhana bêwijdan da li hember t’oreya faşîst û înk’arê bir’êz Abdullah Ocalan destpêkirye û  ewê jî bibe sêrî!

Belê, dibêjin, ku hêzên gêrîlla wê 8-gulanê xwe ji Bakûrê K’urdistanê vek’işînin. Gelo ev tê çi wat’eyê: dawî, an destpêkek a nû ye? R’êberê gelê k’urd di nameya xwe da evê pêvajoyê wek destpêkek a nû navdike, şerê ç’ekdarî bingehek avakirye, ji bo ku mafên gelê k’urd, êdî ji vir û pêva, bi aştî bên ç’areserkirin. Û ji bo vê têk’oşînê gelê me yê dilsoz, ê ku înîtsîatîva têk’oşînê êdî hildaye destê xwe, amade ye, û wê gotinên R’êberê  xwe yek bi yek pêk bîne. Naha barekî mezin dik’eve ser mile me – r’ewşenbîrên k’urd jî. Îro em dikarin r’ola xwe ya dîrokî di vê pêvajoyê da bilîzin û navekî bi r’ûmet li dû xwe bihêlin. An – na, dîrokê me efû neke!   

Li vir li ser vê notê min dixwest gotinên helbestvan û fîlosofê r’ûs ê sedsala XIX Fêodor Tyûtçêv banya, yên ku wî ji bo r’ewşenbîrên r’ûs di derbarê welatê xwe da nivîsye. Fermo, bixwînin  û bibînin, k’a ew îro çiqas li vê r’ewşa me k’urdan, R’êberê gelê me û T’evgera R’izgarîxwaz a Net’ewî ya îroyîn tê. Weha, ew çarîna:   

“ R’ûsîya bi mejû nayê têgihîştin,

Bi arşîna1 giştî nayê pîvandin: 

Sêk’na2 hindur’în a wê cuda ye – 

Mirov dikare her jê bawerke!”  

(F. Tyûtçêv, helbestvan û fîlosofê r’ûs ê sedsala XIX)

Û, têbînîyek:  

Dema ev gotar ji bo şandinê êdî amade bû, min li ser malp’er’ên me yên r’ûsî (kurdishcenter.ru û kurdistan.ru) werger’a hevp’eyvîna endamê Parlamênta T’irkîyayê yê ji k’oma BDP-ê SirriSureyyaOnder xwend, a ku "Hurrîyet Dêylî Nyûs"-ê ("Hurriyet Daily News") weşandibû. Ez dibêm, gelek rewşenbîrên me ew xwendine, lê yên ku nexwendibin, wê bixwînin. Min xwend û carek a dinê bibawer bûm, ku têgihîştina pirsê tû pêwendîya xwe bi wê ra nîne, ka mirov ji kîjan netewê ye, û min li şûna hinek rewşenbîrên me, wek kurdekî, ji xwe şerm kir...

Û – ya dawîyê: 8 û 9-ê gulanê gelên cîhanê cejna serkevtina li dijî faşîzma Almanîyê pîroz dikin! Em jî bi hêvîya ku rojekê di Kurdistan û Tirkîyayê da wê 8-ê adarê wek roja destpêka serkevtina dijî faşîzmê pîroz bikin, evê Cejna Mezin li mirovahîya cîhanê, di nav da jî li gelê kurd û tirk, pîroz dikin! 

_____________

1Arşîn– Yeke ya pîvan a dirêjîyê ya kevn di R’ûsîyayê da. 

2 Sêk’n – Helwest, xweza ya t’aybetî.