1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ezîzê Cewo
  4. ABDULLAH OCALAN – 70! JIYANA MIROVEKÎ, YA KU HEBÛNA NET’EWEKÊ JI NÛVA WAT’EDAR KIRYE!
ABDULLAH OCALAN – 70! JIYANA MIROVEKÎ, YA KU HEBÛNA NET’EWEKÊ JI NÛVA WAT’EDAR KIRYE!,abdullah,ocalan,70,jiyana,mirovekî,ya,ku,hebûna,net,ewekê,ji,nûva,wat,edar,kirye

ABDULLAH OCALAN – 70! JIYANA MIROVEKÎ, YA KU HEBÛNA NET’EWEKÊ JI NÛVA WAT’EDAR KIRYE!

A+ A-

 

   

 

 

… Îro mirov nikare warekî jîyana gelê k’urd bibîne, yê ku bi nav û îdêayên r’êberê gelê k’urd bir’êz Abdullah Ocalan şêwaz negirtibe! 

 Li ber ç’avan e, ku evî Mirovê Mezin heya dawîyê, bê hêvişandin, jîyana xwe dîyarî r’izgarîya gelê xwe kirye, û jîyana xwe jî hema bi wê wat’edar kirye … Ev r’astîyek e, ya ku heya dagerker û dijminên gelê k’urd nikarin nebînin. Her dimîne, ku mirov ji vê jîyana Mezin ji bo pêşer’oja gelê xwe dersan derîne.

Û ev Jîyana mînaka wê ye, k’a divê mirov çawa bijî û bide jîyandin, û bi xwe jî bibe ji bo mîlîonan mirovan bibe bawerî – bêyî cudayîya pêkahtîbûna wan a net’ewî!   

R’êber Ocalan dîtina xwe li ser r’ewşa gelê k’urd hê di destpêka lêger’înên xwe yên zanistî û şêwazgirtina bingehên bîrdozîya xwe da têgihîştye, û weha t’omar kirye:  

…Û heya ku kurd di rewşeke weha da ne,  – ew dibêje, – ev cîhana nivîşkan e, bêexlaq û sûckar e, ew mehkûm e.  

Kurd heya radeyekê encama helwesta neyînî ya mirovahîyê ne, û ji vê hêlê va – trjêdîya wê ne.   

Û armanca jîyana xwe jî ewî anegorî vê dîtina xwe rasterê kirye, ji bo ku vê bêdadîyê ji hole rake. 

… Lêbelê, dive bê zanin, ku hema di destpêkê da jî Ocalan dizanibûye, ku bi carekê va, her tenê bi têkoşîneke çekdarî ev rewş nikare bê guhartin, ku ji bo vî gelî bîrdozîyeke nû, xwetêgihîştineke nû pêwîst dike! Û ji bo vê jî divê ew bikaribe dîroka xwe ji nû va watedar bike û ji wê dersan derîne, bi  rêxistin bibe, yekîtîya xwe ava bike… Û ji bo vê yekê jî, pêwîst bû, bi zanistî rê û rêbazên pêkanîna wê armancê bihatana dîtin, û bi wan ev gela bihata birêxistin û tevgerkirin… 

Û, ya ku îro pêk hatye jî, encama vê ye – hemû destkevtîyên gelê kurd, ên bi vê bîrdozîyê tevgerkirî, berhemên karê Serok Apo yên zanistî-lêgerînî, rêxistinî û tevgerî ne, wek rêberê netewekê … Û îro êdî siyaseta netewî, dîplomasî û têkoşîna gelê kurd a ji bo destanîna mafên xwe yên mirovî-netewî li ser bingeha vê bîrdozîyê hatine avakirin, û berhemên wê jî êdî li ber çavan in – hem di têkoşîna li dişî DAÎŞê ya di Rojavayê Kurdisatanê û bakûr-rojhilatê Sûrîyayê da, hem jî di qada siyasî – di Bakûrê Kurdistanê da …   

Lewra jî Azadîya Rêberê Netewî ji bo gelê kurd ewqas bi nirx û girîng e, lewra jî, ji bo  tecrîda li ser wî rake, gelê kurd îro li ser pêyan e, bi çalakîyên xwe yên cihêreng doza azadîya Rêberê xwe dike, ji bo vê doze bi hezaran dot û lawên gelê kurd ên here hêja di gireva  birçîbûnê da ne.

Û, lewra jî, eger em îro ji bo van serkevtinên gelê xwe pîroz dikin, divê di sêrî da Rêberê gelê kurd birêz Ocalan pîroz  bikin, û van serkevtinan ji bo 70salîya vî Mirovê mezin bikin dîyarî û pîrozbayî!

… Ji bo watedarkirina hebûna Rêber Apo, wek Kesayetîyeke Mezin, û bîrdozîya wî, ez parçeyekî ji pirtûka xwe ya dawîyê pêşkêşî bala xwendevanên hêja dikim. Fermo, berî ku bixwînin, bizanibin, ev encamên lêgerînên zanistî ne:  

“… ya balkêş jî ew e, ku, dema hinek di derbarê bîrûbawerîya zerdeştîyê û bîrdozîya Tevgera Rizgarîxwaz a Netewî da diaxivin, ewana hinek têgihîştinên xwe yên bîrûbawerîya

zerdeştîyê bi îdêolojîya Abdullah Ocalan şirove dikin...

Her çiqas, ew lêgerînên hinek kesên di vî warî da li ser bingeha wan hizir û têgehan pêk tên, ên ku di weşanên bi zimanên bîyanî da hene (ji ber ku, wergera kurdî ya wê peykera nivîskî – ya “Avêstayê” hê nîne), dîsa jî, ji hêla weşanê û şiroveyên giştî va, di wana da tiştên balkêş hene û ew hêjayî baldarîyê ne…

Her çi jî hebe, xudanên wan nivîsan ji çi hêlê va jî nêzîkî pirsê bibin, yek e, ew delîl bê guman e, ku di nava civakê da têgehên bingehîn ên bîrûbawerîya zerdeştîyê tên govtûgokirin, û gelek normên exlaqî-toreyî û naveroka nirxên giştî yên mirovahîyê di nava wê govekê da tên şirovekirin, û ev jî, êdî di derbarê gelek tiştî da dibêje…

Lêbelê, dema mirov hinek binaxeyên bawerîya zerdeştîyê û îdêolojîya Abdullah 

Ocalan hemberî hev dike, û wana di nava govekekê da dinirxîne, dertê holê, ku:

– eger Zerdeşt Pêxember di dîroka mirovahîyê da cara yekem mafên wekehev ji bo mêr û jinê naskirye, lê Abdullah Ocalan ew bi zanistî ravekirye û bi praktîkî di jîyanê da pêk anîye; ew dibêje, eger mirov di derbarê azadîya gelekî da diaxive, wê demê, divê bizanibe, ku ew gel nikare azad be, eger nîvê wî gelî (jin!) blindest be û, wek endamên heman civakê, xwedî heman mafan nînbe; û îro hemû rêxistin, sazî, rêvebirî û komeleyên kurdan, ên ku îdêolojîya Ocalan dipejirînin, hemû jî hevserokên xwe hene – bi nûnertîya jin û nêran va; li rex HPGê wisa jî Hêzên Jinan ên Parastina Gel (HJPG) hene, û hemû parleşkerên wan fermanên xwe ji Biryargeha Navendî ya HJPG distînin û pêk tînin; jin li ser asta here bilind beşdarî pejirandina hemû biryarên girîng ên siyasî, leşkerî, dîplomasî, çandî û darayî dibin. Ango, di vê civakê da bi rastî prînsîpa wekhevîyê pêkan e.

– Zerdeşt Pêxember kedkarîyê pîroz dibîne û ewê digîhîne heya asta xwedayî – wek şêwazekî xizmeta Xwedê li ser erdê. Anegorî bîrûbawerîya wî, cotkarî, xwedîkirina ajalan (rêncberî), avakarî û her şêwazekî kar ê dinê, yê ku ji bo jîyana mirov xurtkirina hebûna derfetan misoger dike, ew erka pîroz a mirov e di cîhanê da; lêbelê, ji bo Ocalan şêwazê herî bilind ê karê mirov – ew xizmeta mirov e di hemû warên jîyana civakî da, li ku divê garantîya mafên wekehev û jîyaneke hêja ji bo hemûyan hebe, û pirsên êkolojîyê yek ji beşên girîng ên îdêolojîya wî ne…

– eger di cîhana rewanî da tê gotin, ku Zerdeşt Pêxember di heş û rewanê mirovan da hizira jihevcudakirina Dilovanîyê û Zulmê bi cî kirye û bang kirye, ku divê xwe li dilovanîyê bigirin û zulmê red bikin, wisa jî, eger pêwîst be, amade bin, li dijî zulmê têbikoşin – ew çi rengî dibe, bila bibe, lêbelê, anegorî têorîya Ocalan di mafên xwe da hemû gel û mirov divê wekehev bin, û, eger ew mafana tên binpêkirin, ew bi xwe şêwazekî zulmê ye, û, lewra jî,  divê li dijî wê zulmê têbikoşin; ewî bi zanistî rê û rêbazên wê têkoşînê dîyar kirine û bi xwe jî rêberîyê lê dike…, lê têorîya wî ya Konfêdêralîzma Dêmokratîk hemû prênsîpên pêwendîyên civakî destnîşan dike, û, eger civak anegorî wan tevbigere, ewê bikaribe di nava aştî, aramî û ahengîyê da bijî. Û mînaka di jîyanê da pêkanîna wê sîstêmê jî îro Rojavayê Kurdistanê dide xuyan. 

Li vira, dibe ku pirs derê hole: “Ev mînahevîya helwest, têgihîştin û watedarkirina jîyana mirov ji ku tê?”– Wek ku tê xuyanê, dijwar e mirov bikaribe bersîveke yekawa ji bo vê pirsê bibîne…Lêbelê, mirov dikare bibêje, ew, ku Abdullah Ocalan di dema xwe da hinek tişt di derbarê zerdeştîyê da xwendibin jî, ewê dê nikaribûya bandora xwe li ser têgihîştin û dîtinên wî yên gerdûnî bihişta, lewra ku, ya yekem, Ocalan wek têorêtîk û siyasetmeder li ser bingeha sosîalîzma zanistî pêk hatye, û, ya duyem, wê demê di wî welatê misulmanîyê da (Tirkîya) zerdeştî nikaribû di nava gel da ewqasî naskirî û pêkan bûya, ku di jîyana wî da cîyê xwe hebûya.

Li vira mirov tenê dikaribû bi bawer bigota, ku, her çiqas, piranîya kurdan îro misulman in, lê gelek deremên (êlêmênt) asa, norm û ferzên bawerîyên kevnar ên gelê kurd (heya yên berî zerdeştîyê jî!) di civaka kurdî da zêndî mane û tên parastin, û hema di wê civakê da jî Ocalan gihîştye, mezin bûye û wek kesayetîyeke têgihîştî pêk hatye. Û, wek ku tê xuyanê, evan mercana, wisa jî rewşa civakî û siyasî ya ku wê demê di Komara Tirkîyayê da serdest bûye, perwerdeya wî ya siyasetmederîyê, û bîra wî ya gênêtîkî, ji bo ku têorîzan (theorist) û têkoşerekî ji bo mafên gelan ê weke wî pêk bê, bûne bingeh…

Ev herdu kesayetîyên gewre (Zerdeşt û Ocalan) zarokên heman gelî yên serdemên cuda bûne. Û, anegorî wê jî, di serdemekê da (dewra VI a berî s.m.) pêxemberekî gewre pêk hatye, lê di ya dinê da (nîveka dûyem a dewra XX – destpka a XXI a s.m.) – têorîzan, stratejîst û rêberekî gewre…”

(Ezîz î Cewo: “Zerdeşt Pêxember (Rûpelên dîroka “windabûyî”...)”, Weşanên Aryen, s. 2018, rûpelên 104 – 107 – https://www.academia.edu/38211603/ZERDEŞT_ PÊXEMBER_RÛPELÊN_DÎROKA_WINDABÛYÎ_..._  )

Helbet, dîrokzan û lêger’înerên dihatûyê wê hê di derbarê jîyan û k’arê R’êber Abdullah Ocalan da lêger’înên xwe pêk bînin, nivîsk’ar û helbestvanê jîyana wî Mirovê Mezin bikin mijara berhemên xwe yên wêjeyî, hunermendê stranên nû dîyarî wî bikin, lê îro ew di girtîgeha li girava Îmralîyê da di t’ecrîdeke nemirovî ya giran r’a r’ûberû ye  û di wê rewşê da bi berxwedaneke bêhemp’a hevtêsalîya xwe pêşbazî dike! Û di vê r’ewşê da jî, her çiqas ew di wan mercên nemirovî da ye, her çiqas dîwarek di navbera wî û gelê wî da hatye danîn, lê dîsa jî fikir û r’amanên wî bi mîlîonan mirovan t’evger dikin, ên ku bi lehengîyên bêhemp’a û nebînayî gav bi gav berbi Azadîya Mezin va dimeşin û her tiştî dikin, ku R’êberê xwe r’ojekê berî r’ojekê di azadîyê da bibînin... 

Û em jî îro bi vam hêvî û daxwezîyên Mezin beşdarî pîrozbahîyên hevtêsalîya R’êberê gelê xwe dibin!

 

Li gel slav û r’êzên xwe,

03. 04. 2019

Paytîgorsk/R’ûsîya