1. Tekst

  2. Gotar

  3. Fêrgîn Melîk Aykoç
  4. Aşûre, Kerbela û Rêya Heq (Ra Heq)
Aşûre, Kerbela û Rêya Heq (Ra Heq),aşûre,kerbela,û,rêya,heq,ra,heq

Aşûre, Kerbela û Rêya Heq (Ra Heq)

A+ A-

Fêrgîn Melîk Aykoç

Tirk çi peyv tirkî nebe, yan bi erebî, bi farisî yan jî Uygurî ve girê dide. Peyva „aşûre“ jî birine bi koka zimanê erebî "aşr" ve gire dane. Dibe di erebî de jî peyveke dişibe vê peyvê hebe, yan jî rasterast  عشور hebe, lê ez ne di wê baweriyê de me ku ev peyveke erebî be û ji çanda wan hatibe! Ji ber ku tiştên xiltiya „aşurê“ pêktîne, bi piranî di nava jiyana Ereban de tine. 

 

Gelek dîrokzan û gelê Asûrî - Suryanî dibêjin: „Ji peyva „Aşşûr“ tê Aşşûr Xwedawendê Asûran bû, di pîrozbahiyê de ji bo wî xwarineke taybet dihat çêkirin, jêre „Aşşûre“ dihat gotin.

 

Lê ev peyv dibe Sumerî, Kasîtî, Lulubî jî be. Ji ber ku di Sumarî de „a“ av e, „şur“ di du wateyî de ye, sor û germ. Li gel wê di kurdiya îro de jî tê heman wateyî. Mîtolojiya „Nuh“ ji destana Gilgamêş hatiye girtin. Di destana Gilgamêş de Uta Na Pîştim keştiyekê çêdike, bi we keştiyê, ji tovanekê difilite. Di baweriya gelê me de jî tê ragihandin ku êdî xwarina wan li ser qedandinê bûye, çi ji ber maye civandine, jê xwarinek çêkirine, Jê re „avşore > aşûre“ gotine. Hişmendiya mirov dikane vê werbigire. Ji xwe piraniya çavkaniyên Îslamê jî bi Nuh ve girê dide.

 

Kerbela, di bingehê xwe de encama şerê xîlafet bi destxistinê ye. Di navbera Yezd bin Muaviye û Hz . Huseyin  de derbas dibe. Hz. Huseyîn xalîfetiya Yêzd bîn Muavîye napejirîne, teslîm nabe û komkujiyek pêk tê. Alîgirîn Elî şiayî vê berxwedanê û encama wê ya bi êş wek efsaneyekê werdigirin û her sal şîna wî girêdidin. Lê têkiliya wê komkujîyê bi Yarsanî û Rêya Heq re hîç tine. Bi taybetî di dema şerê Yavuz û Ṣah Îsmaîl de bi pêvajoya Qizilbaştiyê re ji bandora şîîtiyê derbasê Rêya Heq û qizilbatiyê dibe, ango şîna Kerbelayê (Yasî Muharem) jî. 

 

Divê em vê jî bêjin. Murşîdê Baba Tahîr Ûryan Ṣah Hoşengê pîroz jî wekî Hz. Huseyîn bi hovane hat kuştin, Ev kuştina hovane jî di nava Yarsniyan û Rêya Heq de wek êş û şînekê hat pêşwazî kirin. Ev peyva  „Ṣah Hoşeng“ li Dêrsimê  bi awayê „Ṣa Oşen“ tê bilêvkirin. Heta navê kesayetiyekî payeberz û pîrozê ku ji Komkujiya Dêrsimê pêve, dest ji jiyanê kişandibû, şîna komkujiyê girêdida jî „Ṣa Oşen“ (Ṣah Hoşeng)  e. Ew wek pîrozî di giyana her dêrsimiyê de runiştiye. Weke mînaka  „Ṣah Hoşeng“ ji wî re jî „Ṣa Oşen“ dihat gotin. Çavên kê li wî biketa, êşa komkujiya Dêrsimê dihat bîra wan. Yanê ew li Dêrsimê remzeke taybetî bû. Li Dêrsimê peyva Husêyîn jî wekî „Ûşên /Oşên“ tê bi navkirin. Hetanê komkujiya Dêrsimê jî her kesî ji peyva „Ṣa Oşen“ di wateya  Ṣah Hoşeng de bikardianîn. Lê di pêvajoya salan de, ji ber bandora Elewitiya dewleta Tirk afirandî navê Hz. Huseyîn cihê „Ṣah Hoşeng girt û peyva „Ṣa Oşen“  bû navê Hz. Huseyîn.

 

Di pêvajoya Cemiyeta Ittahat Teraqî ji bo tirkîze û îslamîzekirina derdorên berê xwe weke Qizilbaş dizanîn û gelê meyê Rêya Heq peyva „Elewîtîyê“ di mêjiyan de da rûniştin de, êdî mijara Kerbelayê bû pareke baweriya gelê me. Yanê hewldanê îslamîzekirinê êdî bi ser ketiye. Vêre navê Hz. Huseyîn cihê navê „Ṣah Hoşeng“ girt.

 

Encam; „Ṣah Hoşeng“ û rengê wî ye sedsala bîstan „Ṣa Oşen“ Pirê min in! Pîroziyên min in, wê her û her weke zexteke bîranînê di bîra min de bin, lewre ne tenê Dêrsim êşa min e, gelek merivên min jî li Dêrsimê hatin kuştin. Mijara Kerbelayê pirsgirêka Îslamê ye, divê ew di nava xwe de vê mijarê zelal bikin. Mixabin ku komale û federasyonên ne bi navê Rêya Heq, bi navê Elewîtiya ku Cemyeta Îttahat Teraqî daye ber me, hatine damezrandin jî hewl didin ku gelê me bi tevahî ji dilpakiya Rêya Heq biqetînin û bikin Elewiyên bi têgîhîştina Tirk îslam.