1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ronî Reşo
  4. BÊBAVÎ, Pirtûkeke Kurteçîrokan a Modern û Çîroknûsiya Kurdî (Beşa Bakurê Kurdistanê)
BÊBAVÎ, Pirtûkeke Kurteçîrokan a Modern û Çîroknûsiya Kurdî (Beşa Bakurê Kurdistanê),bêbavî,pirtûkeke,kurteçîrokan,a,modern,û,çîroknûsiya,kurdî,beşa,bakurê,kurdistanê

BÊBAVÎ, Pirtûkeke Kurteçîrokan a Modern û Çîroknûsiya Kurdî (Beşa Bakurê Kurdistanê)

A+ A-

 

 Ronî Reşo

Beriya çend rojan li Wanê, li kafeyekê gotûbêjek hate kirin. Du mijarên gotûbêjê hebû; yek li ser çîroknûsiya kurdî bû a din jî li ser postmodernîzmê û mînakên wê di berhemên kurdî de bû. Li ser mijara çîroknûsiya kurdî, nivîskar Sîdar Jîr dest bi axavtinê kir û kêm zêde wiha got:

"Ji hêla wext de, di neqeba Hawar û Rewşenê de valahiyek çêbû. Di navbera wê demê de pir kêm çîrok hatin nivîsandin. Dema ku nifşên Rewşenê zend û bend badan, çîroka kurdî hinekî bi berz û pêş de çû, lê ev yek heta sala 2000an dom kir. Piştî wê demê bal û populerîte çû ser romanê û çîroknûsên wê demê berê xwe dan romanûsiyê. û bê navber dom kir "Çima çîroknûsên wê demê ev yek nedomandin? Û hiştin ku çîroknûsiya me di cihê xwe de rasweste! Û dizanim, çîroknûsî ne tiştekî hêsan e û berê çîrokê ne bi qasî romanê berfireh e. A niha çîroknûsiya me qels û lawaz bûye û pêwîst e, çîroknûsiya kurdî nemire!" 

Piştî ku gotûbêj qediya, li ser standê pirtûkên her du nivîskaran hebû. Min çend pirtûk sitand û berê xwe da malê. Piştî demekê ez li ser gotinên nivîskar Sîdar Jîr ponijîm û min dest bi xwendina pirtûka kurteçîrokan 'Bêbavî' a nivîskar Şêxo Fîlîk kir. 

 

Bêbavî û Binhişî 

 

Teknîka Binhişî, teknîkeke nivîskarên modernîstan e. Li gor vê teknîkê nivîskar, çi tiştekî ku di bin hişê karakterên wî de hebe vedibêje. Di vê teknîkê de wext, ne li gor kronolojiyê ye, akronîk e. Hinek rexnegirên edebiyatê dibêjin ev teknîk Dostoyevskî jî bi kar aniye lê hinekî din dibêjin ev teknîk bi nivîskarên wekî Marcel Proust, W. Woolf, James Joyce... hwd. dane destpêkirin. Li ser destpêkirina vê teknîkê, tiştekî zelal nîne. 

Min jî dema ku ev pirtûk xwend, min dît ku nivîskar Şêxo Fîlîk karakterên xwe yî di van heft kurteçîrokan de bi teknîka binhişî û monologan/yekbêjî afirandî ye. 

 

Kurteçîrokên pirtûka Bêbavî, bi awayekî monologan/yekbêjî dest pê dike û karakterên van kurteçîrokan lal in. Wekî ku nivîskar karakterên xwe derbixe ser dikê stend-upê bikin û bi xwe re biaxivin. Di bin hişê wan de çi hebe ji xwe re vedibêjin û timî dudilî ne. Teknîka binhişî zêde girîngiyê nade rêziman û di fikrên wî de çi hebe dibêje. Wekî mînak 'biqasîkumerivbidêvesêwîdibebibavêvenabe" (Wşn Avesta/rpl:43) 

Nivîskar tenê girîngî daye fikr û raman û tiştên di binhişê karakterên xwe. Karakterên wî ji xweremere diaxivin û her objeyek dihêle ku tiştek were bîra wan. 

...

"-Çîk e çîk... Fîstan, fîstan e yê min e, yê bûk... sala ku ez ê bibim bûk min kir, ji nava mînderê derket. " (Mînder/rpl:37) 

...

 

Pevy û hevokên karakteran nîvco ne, ber ku ev teknîka nivîskarên modernîstan e ku hiş, ne bi awayekî rêk û pêk û rêzimanî dipeyive. Û a rast bi vî awayî nivîskar dihêle ku xwîner tevlî binhişiya wî bibe ku, xwîner bi xwe çîrokê temam bike. Di van kurteçîrokan de karakter tim tenê ne û timî bi gilî û gazind in. 

Nivîskar, bi kurdiyek xwerû dihêle ku xwîner, çêj û tahmekê ji kurteçîrokan seh bike. Lewre, çîrokên xwe bi biwêj û gotinên bav û kalan piştras dike û têr û dagirtî dike.