1. Tekst

  2. Ziman û Perwerde

  3. Ezîzê Cewo
  4. DEMA MIROV LI SER PIRSGIRÊKÊN ZIMANÊ K’URDÎ BI SÎSTÊMÎ R’ADIWESTE, HEMÛ BINGEH Û SERSEDEMÊN WAN DERTÊN BER Ç’AVAN… III
DEMA MIROV LI SER PIRSGIRÊKÊN ZIMANÊ K’URDÎ  BI SÎSTÊMÎ R’ADIWESTE, HEMÛ BINGEH  Û SERSEDEMÊN WAN DERTÊN BER Ç’AVAN… III,dema,mirov,li,ser,pirsgirêkên,zimanê,k,urdî,bi,sîstêmî,r,adiweste,hemû,bingeh,û,sersedemên,wan,dertên,ber,ç,avan,iii

DEMA MIROV LI SER PIRSGIRÊKÊN ZIMANÊ K’URDÎ BI SÎSTÊMÎ R’ADIWESTE, HEMÛ BINGEH Û SERSEDEMÊN WAN DERTÊN BER Ç’AVAN… III

A+ A-

DEMA MIROV LI SER PIRSGIRÊKÊN ZIMANÊ K’URDÎ

BI SÎSTÊMÎ R’ADIWESTE, HEMÛ BINGEH

Û SERSEDEMÊN WAN DERTÊN BER Ç’AVAN…

 

 

III

 

PIRSGIRKÊN RÊZIMANÎ DI KURDÎYA ZARKÎ Û NIVÎSÎ DA, SEDEMÊN PEYDABÛNÊ Û RÊYÊN ÇARESERÎYA WAN

 

Ezîz ê Cewo

Eger mirov careke dinê armanca weşana van r’êzegotaran mak bike, xwendevanên hêja, dê mabesta wan a giştî derê ber ç’avan: Em divê çawa bi hev ra wan bingehên obyêktîv û sûbyêktîv bibînin û binirxînin, ên ku di zimên da dibin sedema çewtaxavtin,  çewtnivîsîn û çewtxwendinê, û ji bo çareserîya wan r’ê û r’êbazên pêkan bigerin, ên ku dê bikevin bingeha pergala r’astaxavtin, r’astnivîsîn û r’astxwendinê û wan di zimanê kurdî da misoger bikin.      

Di gotara yekem a di vê r’êzê da[1] me bi hev r’a li ser bingeha mînakên zimanê k’urdî pirsgirêkên heyî r’avekirin û nirxandin, sersedemên p’eydabûna wan û r’ê û r’êbazên ç’areserkirina wan destnîşan kirin.

Piştî vê, dema bingehên mijarê hatin dazanîn û bi zanistî  hatin nirxandin û makkirin, pêwîst bû, ku ji bo nirxandinên zanistî govekek (çarç’oveyek) bihata danîn. Ji bo vê jî ev sernivîsa giştî hate hilbijartin: Dema mirov li ser pirsgirêkên zimanê k’urdî bi sîstêmî r’adiweste, hemû bingeh û sersedemên wan dertên ber ç’avan …”. Û di bin vê sernivîsa giştî da beşê yekem wek Têbînîyên giştî” [2] hat weşandin.  

Pey vê r’a, dema mijar hatibû makkirin û zanîn, ji bo nirxandinên zanistî-r’êzimanî r’ê û r’êbazên sereke yên pirsgirêkan hatibûn destnîşankirin, dor gihîşt pirsa wan sedemên dîrokî, yên ku di nivîsa k’urdî da p’ir’ê caran pirsgirêkan derdixin pêş. Û dîsa di bin heman sernivîsa giştî da beşê II ê Nivîsa k’urdî – r’astîya dîrokî, pirsgirêkên wê û r’êyên ç’areserîyê”[3] gihîşt ber destê xwendevanê hêja. Di vî beşî da sersedemên pirsgirêkên nivîsa k’urdî ji hêla dîrokî va hatin nirxandin û r’êyên ç’areserîya wan hatin makkirin.

Naha jî, piştî amadekirina bingeheke weha, em bi herv r’a veger’in ser pirsa

sersedemên çewtîyên r’êzimanî, yên ku di axavtina me ya r’ojane da, di nivîs û p’eyamên

medya civakî da, di çapemenî û weşanên r’adîo-têlêvîzîonî da û, dawîya dawîyê, heya di berhemên wêjeyî û ferhengên k’urdî da ser her gavekê dertên pêşîya me.

Helbet, ev pirsgirêk, ên ku dê li vira di derbarê wan da bê axavtin, dibe ku demên cuda di gotarên cuda da hinek tişt bi giştî hatibin gotin. Lewra jî ezê her bêyî nirxandinên dûr û dirêj û berfireh pirsgirêkê destnîşan bikim, mînakên çewtîya şêwazên r’êzimanî bînim û hewl bidim, bidim xuyan, k’a şêwazên wana ên r’ast divê çawa bin.

Weha:

 

  1. 1.    Pirsa r’astnivîsîna paşdaçekên r’a”, va”, da”!  

 

... Helbet, ji bo hinek xwendevanan ev pirsgirêk nîne, ên ku zimanê dê her di t’emenê xwe yê mezin da fêr bûne, û têgihîştina wan a r’astnivîsîn û r’astaxavtina zimanê k’urdî li ser bingeha pirsgirêkên heyî yên r’êzimana k’urdî şêwaz girtine. Û, lewra jî,  ewana bi destekî sivik û bi dilekî hêsan berî ku berhemên zarkî û nivîskî, yên nivîsk’ar û dengbêjên cuda diweşînin, t’ekaz di wan da hemû paşdaçekênr’a”, va”, da”,  diguhêr’in û dikin re”, ve”, de”.

Çima? Ji bo çi? Anegorî k’îjan r’êzik û qanûnên hindur’în ên zimanê k’urdî?

Kesek nizane, û yên ku van tiştan pêk jî tînin, ne dikarin bersîva van pirsan bidin, ne jî dixwazin bizanibin, k’a çima û çawa?   

Û, ji ber ku ez di gotarên xwe da van paşdaçekan bi şêwazê wan ê xwezayî û r’esen bik’artînim, piştî ku hinek weşanan, bêyî ku min agahdar bikin, wek xwe guhar’tin kirin nivîsên min, min êdî nivîs ji wan r’a neşandin û bi wan r’a p’êwendîyên xwe qut kirin.

Weha, ev zêdetirî 25 salan e, ez serê xwe diêşînim, dixwazim tê bigihîjim, k’a ev nexweşî ji k’u tê. Ji bo vê min di vî warî da lêger’înên zanistî-zimanzanî pêk anîne, heya, dema ez diçûm nava gel, min bi baldarî guh dida axavtina gelê sade, k’a ew wan daçekan çawan tînin zimên: r’a”, “va”, “da”,  anre”, “ve”, “de”? Û ev ne t’enê di nava k’urdên Sovêta ber da. Ez çûme  herçar p’arçeyên K’urdistanê, di nava k’urdên me yên kurmanc, soran û zaza da bûme mêvan, bi wan r’a axivîme, min bi baldarî guh daye ser axavtina wan, û li her deverê jî r’a”, “va”, “da” bihîstye... Û her carê jî min xwestye, têbigihîjim, k’a ev şêwazên re”, “ve”, “de” ji k’u hatine, ku hinek wisa bi bir’yar wan li gelê me ferz dikin?

Weşanên k’urdî bi giranî berhemên nivîsk’aran, bêyî ku wan agahdar bikin, an bi wan r’a govtûgo bikin (ji xwe ji yên mirî napirsin!), nivîsên wana wek xwe diguhêr’in û şêwazekî nuh didin wan. Heya gihîştye wê astê dema min daxwez kirye, ku berhemên min, wek ku mn nivîsye, bên weşandin, eger, bibe, û ew pêwîstîya guhartinekê bibînin, min agahdar bikin, em li ser wê govtûgo bikin, wan camêran di dawîya weşanê da nivîsîne, ku ew berhem bi xwestina nivîsk’ar bê guhar’tin tê weşandin! – Qey bibêjî, ewlehîya xwe ji metirsîyekê misoger dikin (?!)...

Ji k’ê û çima?

Ev ji k’u tê?   

Min hewl da, ku vê r’ewşê bi bingehîn têbigihîjim, k’a divê mirov sedemên vê li k’u biger’e. Û ez bi bir’yar di nava wêje, çand û hunera me da mînakan ger’yam. Û di vê navberê da  p’irtûka wêjezanê navdar, doktorê wêjezanîyê  buhuştîyê Odîxanê Celîl hate bîra min, a ku sala 1966-an bi sernivîsa Poêzîya Cegerxwîne bajarvanîyê”  ji hêla Weşanên Akadêmîa zanistî ya Ermenîstana Sovêtî va di Yêrêvanê da hatibû weşandin. Û wê demê her ciwanekî k’urd ê Sovêtê di derbarê wê p’irtûkê da bihîstibû, gelekan ew xwendibûn, ew di p’irtûkxaneyên gelek malbatên k’urd da hebû, heya gelekan jî hinek helbestên Cegerxwînê nemir cara yekem di wê p’irtûkê da xwendibûn û ezbere kiribûn... Û di hemû berhemên Helbestvanê nemir ên vê p’irtûkê da daçekên navborî bi şêwazên “r’a” “va” “da” hatine nivîsîn...  

Ji ber ku dikare, hinek bibêjin, yê ku ev helbest weşandye k’urdekî Sovêtê bû ye, û lewra jî ew bi wî awahî hatye nivîsîn, ez li dengê Cegerxwînê nemir ger’yam. Û weha, min di întêrnêtê da hevp’wyvîna Hosta yê Nemir ê Pênûsê dît: Hevpeyvîna dîrokiya   Cigerxwîn 1983”, û di destpêkê da, li ser êkrana vîdêoyê jî weha dane zanîn:“Ev hevpeyivina bi Cegerxwin re di 1983an de...” (Belê, belê, hema wisa, hem navê Helbestvanê Nemir  li cîyekî Cigerxwîn nivîsîne, lê li cîyekî dinê – Cegerxwîn, hem jî hemû bi re”, “ve”,de” hatye nivîsîn! – Min li vira hemû nivîs bê guhar’tin anye – https://www.youtube.com/ watch?v=GZ4N6e2Socc&t=2s ). Lê, dema mirov axavtina Cegerxwîn bi xwe dibihê, ew wan daçekan bi şêwazê r’a”, “va” ûda dibêje...

Ez dîsa hinek mînakên dinê jî ger’yam.

Û, weha, yek jî, ya ku min di întêrnêtê da dît, strana mamosta Şêx Mîsbahê Silîvî ya “K’uda diçî, lawo!” ye. Û ev jî, di danasîna Youtube da weha hatye nivîsîn: – Şêx Mîsbahê Silîvî – Kude diçî lawo – Sal: 1977 –https://www.youtube.com/watch?v=cak Oawaw0TA . Û li vira jî, her çiqas di danasîna stranê da “kude hatye nivîsîn, dema mirov stranê guhdar dike, dibihê, ku“kuda tê gotin.

Ya dinê mînakeke helbestê ya nivşê vê serdemê ye.

...Demekê berê dostekî vîdêoyek ji min r’a  şandibû – helbesta Rêber Hebûn a bi sernivîsa “bi vegera te re”. Belê, belê, hema wisa, navê helbestê li ser êkranê bi tîpa biç’ûk nivîsîne!  (Min ev sernivîs, wek ku hatibûye weşandin, anye!) Balk’êş bû. Min bihîst – mirovek dixwîne. Û çi? Di xwendina helbestê da tê xuyan, ku hemû jî: hem “re”, hem “de”, hem jî “ve”, wek “r’a”, “va”, “da”, tên gotin... Di binî da jî ev danîne: 

HELBESTêN KURDî 2019 – Bi vegera te re…

 ( https://www.youtube.com/watch?v=HGmr7YNeGao )

Van û mînakên dinê yên wek vana ne ku t’enê mirov matma dikin, lê, her weha, berê wî didin wê, ku ew bixwaze bizanibe, k’a bingehên vê ji k’u tên.

Helbet, eger miro bi baldarî dîroka pêşk’evtina nivîsa k’urdî ya sedsala XX bişopîne, dê bikaribe wan bingehan bibîne.

Weha, eger tê bîra xwendevanên hêja, di gotara berî vê da min nivîsîbû, k’a bik’aranîna tîpa Q – li şûna K çawa û ji k’u hatye nava zimanê k’urdî û çi şop di nava axavtin û nivîsa me da hiştye:

“... Di  varîanta (cudaşêwaz) destpêkê yê vê alfabêyê da Celadet Bedirxan tîpa latînî ya Q li  şûna K danîbûye, lê tîpa K – li Şûna Q. Û ev kovar du sal û du mehan: ji 25. 05. 1932-ê heya 23. 07. 1933-an (ji hejmara 1-ê heya ya 23-an) bi vî cudaşêwazê alfabê tê weşandin (me jî digot, k’a ev şêwazên p’êyvên Emerîqa, Enqere, Qûba, Qolûmbos, Nîqaragûa, Nîqolay Gogol, qomîte, qomûtan, qûrs û yên mîna vana ji k’u tên!?)... [4]

Û, wek ku tê xuyan, şopên şêwazên wan paşdaçekên navborî jî mirov divê di kovara “Hawar”-ê da biger’e. Eger mirov bi baldarî bala xwe bidê, dê bibîne, ku di “Hawar”-ê da li şûna paşdaçekên “r’a”, “va” û da” şêwazên wan ên re”, “ve” ûde” hatine bik’aranîn. Û ev bûye wek kevneşopîyekê, û em jî îro nikarin xwe ji wê r’izgar bikin, her çiqas demên cuda di vê derbarê da hinek dengên cuda derk’etine jî ...

Û ev pirsgirêk heya sala 2018-an bê baldarî maye û nehatye destnîşankirin jî, ku tiştekî wisa heye, heya ku k’omek zimanhez û zimanzanên k’urd di k’omxebatekê da berevnebûne  (“Komxebata kurmanciyê”), pirsgirêkên zimanê k’urdî nenirxandine, di encamê da  “Rêbera rastnivîsînê” amadenekirine û neweşandine (ew bi giştî ji 33 r’ûp’elan pêk tê). Û, wek ku yek ji beşdarên wê K’omxwebatê, mamosta Deham Ebdulfetah dinivîse: “... Paşdaçekên bazanî “da, ra” li hin deveran sivik bûne û bi şêweyê (de, re) dihên xebitandin. Bo  standardkirina vê mijarê jî Rêberê tekez kirîye ku paşdaçek divê li gora

resenîya xwe bihên xebitandin...” [5] 

Her çendî dîtin û destnîşankirina vê pirsgirêkê p’ir’ dereng jî maye, û hebûna vê pirsgirêkê ne anegorî r’astîya wê hatye makkirin, dîsa jî – wek ku dibêjin: “Mala Xwedê

ava!”  

Lê, ji talebextan r’a, wek ku tê xuyan, hîç kesekî, ji bilî beşdarekî wê – r’êzdar Deham Ebdulfetah, k’arê vê K’omxebatê neşopandye, biryarên wê li ber ç’avan r’a derbaz nekirye, ew nenirxandye,... Û. Lewra jî encamên K’omxebata navborî hema wisa jî di cîyê xwe da maye, kesekî guh nedaye “Daxwîyanîya...”-ya (bixwîne – Qêr’îna) mamosta Deham Ebdulfetah, û piştî wê K’omxebatê pênc sal jî bihurîne, lê hîç guhartinek nîne, dîsa, mînanî berê, her tişt wek xwe dimeşe...  

Helbet, bê guman, hem   “Daxwîyanî...”-ya mamosta Deham Ebdulfetah, hem jî “Rêbera Rastnivîsînê” ya K’imxebata navborî divê tekaz ji hêla zimanhez û zimanzanên k’urd va bên xwendin, nirxanin... Wisa jî mirov dizane, di hîç warekî da hîç nêr’înek û pêşnîyarek bê nirxandin û gengeşî û govtûgo nayê p’ejirandin, lê divê di vî warî da pisporên zimanzanîyê pirsên zimanê k’urdî p’ir’ bi baldarî, li ser bingeha zanista di derbarê zimên da (r’êzimana zanistî) û zimanzanîya giştî pirsgirêkan bi obyêtîêvî  binirxînin, ji bo ku, dawîya dawîyê, di warê r’êzmana k’urdî da em bigihîjin encameke hevbeş a zanistî...

Divê bê gotin, ku ji bo hinek xalên “Daxwîyanî...”-ya mamosta Deham Ebdulfetah mirov dikare govtûgo bike û heya gengeşîyan jî pêk bîne, lê bi giştî ew, wek nêr’în-nirxandina beşdarekî wê K’omxebatê dikre hîç nebe hinekî bîna zimanzanîyê bide wan tabloyan, yên ku di “Rêbera Rastnivîsînê” da hatine weşandin û ç’avê mirov li ser r’astîya pirs û pirsgirêkên axavtina k’urdî (hem ya zarkî, hem jî ya nivîskî) veke û bingehekê ji bo nirxandinên zanistî saz bike...

Û pirseke balkêş jî!

Min bala xwe da çend ferhengên k’urdî û zimanên dinê (yên Qanatê Kurdo, Îzolî û Zana Farqînî) di wan da, her çendî di derbarê tîpên konkrêt ên alfabêya k’urdî da jî agahî hene, lê di derbarê wan daçekên navborî da – na! Her di “Ferhenga k’urdî-rûsî (soranî)” ya Kûrdoyêv û Yûsûpovayê da min di derbarê daçekên “da” (r’ûp’el: 257) û “r’a” (r’ûp’el: 307) da agahî dîtin.[6]

Wekî dinê lêger’în û nirxandinên me dê bidomin...  



[1] “Pêdivîya me bi rastaxavtin, rastnivîsîn û rastxwendinê heye” https://www.academia.edu/107985573/ PÊDIVÎYA _ME_ BI_RASTAXAVTIN_RASTNIVÎSÎN_Û_RASTXWENDINÊ_HEYE_ Hatye_npkirin

[5] Deham Ebdulfetah: “Daxwîyanîyek di derbarê “Rêbera Rastnivîsînê” da”

Rojnameya “Pênûsa nû”, tebaxa 2019-an, hejmara 81, r’ûp’elên 1, 2, 4 – www. penusanu.com  

[6] К. К. Курдоев, З. А. Юсупова, Курдско-русский словарь (сорани). Москва – 1983. // K.K. Kûrdoêv, Z. A. Yûsûpova, Ferhrnga k’urdî-r’ûsî (soranî). Moskova – 1983.