1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ronî Reşo
  4. GELO PİRTÛKA HANDA SURREALÎST/RASTÎDER E
GELO PİRTÛKA HANDA SURREALÎST/RASTÎDER E,gelo,pirtûka,handa,surrealîst,rastîder,e

GELO PİRTÛKA HANDA SURREALÎST/RASTÎDER E

A+ A-

Ronî REŞO

Berî ku em li ser vê mijarê rawestin, hewceye em sernivîseke piçûk bi pirsîn binivîsin;

Pirtûka Handa Zincîreçîrok e?

Di serî bêjim ku nexêr ne zincîreçîrok e. Ber ku ev pirtûk bi xwe ne çîrok e û ne jî roman e. Min hê pê dernexist, bê ka çi ye. Di vê kitêbê de bûyer tune ye. Beşên pirtûkê bi nav û tiştên wekî şênber (Heyv, Neynik, Mifte Sindoq...) hatiye honandin û naveroka kitêbê bi xwe raz û sir e. Em nizanin Handa bi xwe kî ye?! Lê mesela me anha li ser teşeya kitêbê ye.
Pirtûk bi hivdeh (17) beşan pêk tê û di vir de ev beşên hanê û tiştên şênber bi têkiliya Handayê ve tê girêdan û vegotin. Belê di kitêbê de pevxistineke bûyerî nîn e, nivîskêr çavderê Handayê ye û tiştên di hişê Handayê de ne, dizane. Handa bi xwe di nav tunebûnekê de ye û ger ku "bayê di pencerê" de li Handayê nedaba, me yê bigota Handa karakterekî xeyalî û ruhî ye. Rastî û xeyal di nav hev de ne, Handa jineke bi tena serê xwe di mezelekê* de (dibe ku gor be ev ode) tim bi rabirdû û dahatûya xwe dibîne. Handa raz e û jineke nexweş e, nexweşiya derûnî. Li gor kitêbê Handa sêwî ye, bê dê ye û tim hesreta hembêza dêya xwe ye. Lê tişta ku min fahm kirî Handa di xewn û xeyalên xwe de ne dêya xwe, ciwantiya xwe, dema ku zewicî û ji hêla mêrê xwe hatiye berdan (bî ye) dibîne û li ser vê êşa xwe tim dirame.


Kitêbê de ya bala min kişandî neynik û çarşefa spî ye. Li gor min neynik çavên Handayê ye, ber ku wekî jineke sêhrebaz û di fanosekê de tiştên rabirdû û dahatû tê dîtin, di neynikê de jî Handa gelek tiştan dibîne. Handa serboriya xwe dibîne di neynikê de. Çarşefa spî jî, kifnê Handayê ye. Ew çarşef, hebûna wê dinixumîne ku Handa jineke têkiliyên xwe bi dinyayê re qut kiriye.

Zemanê di kitêbê de tim berêvar, êvar û şev e.

Gelemperî kitêb, bi şêwazeke efsûnî hatiye honandin. Kitêb bê pevxistineke bûyerî ye loma meriv nikare bêje roman e an jî zincîreçîrok e. Gerek e ku mirov hay ji efsanayên kurdî hebe, ber ku di kitêbê de qala mîtolojiyên kurdî jî tê kirin.

Em werin ser pirsa xwe yî serî, kitêba Handa kitêbeke surrealîst e?

Surrealîzm bi pêşengiya nivîskarên wekî André Breton, Paul Eluard û Louis Aragon, bi nasîna psîkîanalîzî û binhişiya Jung û Freud, di sala 1924an de li Fransayê hate destpêkirin.
Ev rêbaz ji ber piştî şerê cîhanê yê yekemîn de mirovên ku ji hêla derûniyê de têk çûbûn, derkete holê. Ber ku mirov her çiqasî ji aliyê aborî û debarkirinê de têr bûn jî, dîsa jî xwe bextewar hîs nedikirin û maneviyata wan pir kêm bû. Loma André Breton bi manîfestoyekê ev rêbaz ragihand.

Ev rêbaz di edebiyatê de li gor xwe, xwedî hinek taybetmendiyan e;

1)Nivîsa otomat-îk: Di vir de a herî girîng ev taybetî ye. Ber ku wateya nivîsa otomatîk de, tê xwestin ku mirov an jî nivîskar rahije pênûsa xwe û bê navber di hiş û binhişê wî çi hebe, bê sansur û bê xal û bêhnokan peyvan binivîse. Di surrealîzmê de huner, ne lîstokeke bi aqil, mantiq e ku meriv bide nîşan. Loma li gor surrealîzmê nivîskar ne kesekî afirînêr e, ew, ew kes e ku tiştên di dilê xwe de wekî otomatan binivîsê ye.

2) Mîzah: Surrealîst girîngiyeke mezin didin mîzah û henekpêkirinê. Lewra li gor wan mîzah,  derî aqil û mantiq û şikenandina tabûyan e.

...

Bedewî, Xewn, Şêtîbûn, Vegera Serboriya xwe yî Zaroktiyê û Şêwaz.

Ne tenê di kitêba Handayê de, li gor van taybetmendiyan ne bawer im ku kesek bikare roman, çîrok an jî kitêbekê surrealîst binivîse. Ber ku taybetmendiya vê rêbazê di edebiyatê de a herî girîng nivîsa otomat-îk e, wexta çi peyva were bîra me em binivîsin dê tiştekî tewş derkeve holê û ji xwe ev yek jî nabe tiştekî hunerî.
Di kitêba Handayê de jî tenê em dikarin bêjin ku nivîskar di nava hewldaneke risimvanên surrealîstan de ye ku dixwaze bi peyvan kevalekê biafirîne. Ango nivîskar bi vegotin, hiş û binhişî, liv û tevgerên Handayê û sir û raza jiyana wê a ku em nizanin Handa karakterekî di nava kîjan çîrokê de ye, bi awayekî surrealîstî ji me re vebêje. Belê di kitêbê de, xewn, vegera serboriya zaroktiyê , binhişî, şêtîbûn hene, lê nivîsa otomat-îk? Nivîskar bi peyv û hevokan heta xal û bêhnokan li gor rêziman honandî ye. Jixwe André Breton bo surrealîzmê wiha dibêje:

"Surrealîzm, tu bixwazî bila bi devkî an jî bi nivîskî be an jî bila bi rê û rêbazeke din be jî armanc ew e ku em dixwazin bi awayekî aqil bidin şixûlandin û tiştên di hiş û binhişê meriv de bêyî ku bikevin nav tirs û bala estetîzmê û bêyî ku em aqil bixin bin kontrola xwe de, tiştên di binhişê xwe de bêjin û binivîsin e."
Loma honandina kitêba Handayê bi rêbaza surrealîzmê ceribandinek e. Bi serkeftî ye, belê nivîskar serkeftî honandî ye. Ber ku ji bilî taybetmendiya nivîsa otomat-îk, hemî taybetmendî di kitêba xwe de bi kar aniye. Dema ku min ev kitêb xwend fîlmên derhêner Andrey Tarkovskî hatin bîra min. Kitêb bi ravekirin û vegotinê zêdetir, ji me re wêneyên liv û tevger û xewnên Handayê girtî ye. Û ji hêla zimên kurmanciyeke zelal kitêba xwe vegotiye.