1. Tekst

  2. Gotar

  3. Hesen Harrani
  4. GIRÊKA GORDION Ê
GIRÊKA GORDION Ê,girêka,gordion,ê

GIRÊKA GORDION Ê

Girêka Gordionê an jî pişperdeya wî ya rast şîfreya vekirina derîyê Mezopotamyayê

A+ A-

 

 

 Hasan Harranî

 

Gelo çîye girêka Gordion ê?

 

Rastîya wî çîye û divê em çi jê fam bikin?

 

Têkilîya vîya û Kurdan, navê Gordion û Kurdî bi hevre çîye?

 

Girêka Gordîonê an jî bi navê xwe yê rasteqîn Kordian/ Kurdîyan çîye?

 

Emê di vê nivîsê de li ser vê mijarê rawestin.

 

Bi gorê efsaneyê qaşo di perestgeha bajarê Kordianê de sandoqek hebûye û qapaxa vê sandoqê bi girêkekî tevlîhev a kor hatîye girêdan û ti kes nekarîbûye veke.

 

Bi gorî efsaneyê tê gotin ku, kî vê girêkê veke ew digihêje mexseda xwe û kehanet tê cîh.

 

Bi kurtasî di derheqê girêka Gordionê de agahîya tê zanîn eve.

 

Lê bi zanîn û qenaeta min ev zanîn rast be jî piştperdeya vê zanînê cudaye.

 

Di dema dîroka qedîm de jî nakokîya Rojava û Rojhelat hebûye û ev herdu şaristanî timî li hemberî hevdu di nava kar û barê hevdu dagirkirinêde bûne.

 

Lê tê zanîn ku heya dema Skender her tim şaristanîya Rojhelat ya Med û Persîyan li hemberî şaristanîya Rojava a Grekîyan serdest bûye û sînorê Medan û Persîyan her tim li herêma Anatolîyayê bûye.

 

Tê zanîn ku ev bajar ji hêla Frîgan ve hatîye avakirin û paytexta dewleta Firîgê bûye. Firîgî kîne û ji ku hatine baş nayê zanîn.

Lê dibe ku berdewamîya Lûvîyanbin. Ger berdewamîya Lûvîyanbin jixwe Kurdbûna wan jî îspat dibe. Ya rast ewe ku ew ne gelekî Grekî ne.

 

Bajarê Kordiasê li ser riya Qiralan hatîye avakirin. Di dema îro de nêzîkê riya Enqerê û Eskîşehîrê, li sergihaneka çemê Seqarya/ Sangarios ê û çemê Porsukê hatiye avakirin.

 

Riya qiralan riya nabeyna şaristanîya Anatolîyê û Persîyayê ye.

 

Biqasî ku di nabeyna van herdu şaristanîyan de şer û pevçûn hebûye zêdetirîn jî têkilîyên bazirganî, geşta deryayî (wekî îro dibêjin turîzma deryayê) hebûye.

 

Di wê bawerîyê de me ku jibo geşta deryayê key û giregirên Mezopotamyayê çûne van herêmên berkenarê deryaya sipî wekî cihê ku îro em wekî Îzmîr, Bodrum û Antalya dizanin.

 

Navê Bajar yê bi zimanê Firîgîya Kordias e.

 

Keyê vî bajarî Mîdas e û îro gelek dîrokzan dibêjin ku ev bajar û Keyê vî bajarî di eslê xwe de Mezopotamîne.

 

Di dema Medan de têkilîyek taybet û nêzîk di naveyna gelê vê derê û keyê vê derê û Medan de hebûye.

 

Heta Keyê Medan Astîyages bi navê wî yê Medî Aştîyag bi keça Keyê vî bajarî re jî zewicîye.

 

Çûn û hatinên wan li hevudu zêdebûye. 

 

Dîsa li gorî daneyên zanyarîyên dîrokê tê zanîn gelê vî bajarî û gelê Med bi zimanê hevuûdu zanîbûne.

 

Key Mîdas a rastî navê gelê xwe li vî bajarî dike. Kordîas.

 

Dîsa tê zanîn ku gelek caran gelek eşîr û êlên Medî derbasî Anatolîyê bûne û li vir bajar û şaristanî ava kirine. Yek ji vana Lûvîne. Lûvî raste rast Kurdin û xwedî bawerîya Riya Heq a bawerîya Mitrabûne.

 

Jixwe bi gorî qenheta min navê Mîdas jî navekî xerabûyî ê Mîtradades an jî ê Mîtra ye.

 

Niha em werin ser girêka Gordionê.

 

Bi bawerîya min ev girêka Kurd e.

 

Bajarê Midas derîyê Mezopotamyayêye. Ew dost û dildarê Mezopotamyayê bûne.. Girekî û ev şaristanîya vê derê ne yekin. Şaristanîya vê derê şaxa berdewamîya Mezopotamyayê ye û ew her dem rojhelatê xwe parastîye.

 

Rastî bêjim ku ev bajar çepera pêşîn a Mezopotamyayêye û Girekî çiqas hatine xwestine vê sûrê hilweşînin û derbasî Rojhelat bibin biserneketine û li vê girêkê qelibîne.

 

Vî bajarî û vî gelê vê derê jibo xwe wek girêkekî lanetê dîtine û şaş mane bê ka çima vî çeperî derbas nakin.

 

Girêk û çeperbûna vê derê bi gorî min du lingê wî hebûne.

 

Hêla bawerîyê ku ev di perestgehê de tê teswîrkirin. Yanî hêza olî, rahîp û  remildarîyê. Sandoka bi girêka kor ku hatîye qefilandin û nayê vekirin sembola hêza bawerîya wî bajarîye.

 

Hêza din jî hêza gel e. Hêza gel û bi ol û rêveberîya xwe bixweye.  Di gelek belgeyên dîrokîde tê dayîn ku keyê Kordîas keyekî pir adil bûye. Gelek keyên din jî her wiha adilbûne. Adilbûna xwe ji ol û bawerîya xwe girtine. Loma jî Greekî çiqas xwestine vê derê bixînin û derbasî Rojhelat bibin biserneketine. Loma jî vê derê jibo xwe wek girêkekî kor dîtîne.

 

Sandoqa li perestgehê sîhîr û tilsima hêza Kordiasê ye. Hêza bawerîyêye.

 

Şikandina vê bawerîyê bidestxistina vî bajarî û erdnîgarîya pişt wîye.

 

Skender vîya baş zanîbûye û loma jî pêşî êrîşa bawerîya vê derê kirîye û bawerîya vê derê di sembola sandoqê de şikandîye.

 

Piştî şikandina hêza bawerîya vê derê Skender karîbûye wan herêmên girêdayîyê vî bajarî bidest xwe bixe.

 

Derîyê Mezopotamyayê Kordias bû û ew derî bi Skender hat şikandin û rê li pêşîya Skender vebû.

 

Divê em Kurd car din van efsane û agahîyên di dîrokêdene lêkolîn bikin û şîrove bikin.


Gotinên miftehî :