1. Tekst

  2. Gotar

  3. Fêrgîn Melîk Aykoç
  4. Hevpeyvîn kirin, yan çêkirin?
Hevpeyvîn kirin, yan çêkirin?,hevpeyvîn,kirin,yan,çêkirin

Hevpeyvîn kirin, yan çêkirin?

A+ A-

Fêrgîn Melîk Aykoç

 

Mahabad ji min pirseke mînker nekîr kiriye. Bersiv hem pir hêsan û hem jî ewqas jî dijwar e. Pirs ev e: „Hevpeyvîn kirin“ yan „hevpeyvîn çêkirin?“

 

Divê em di serî de vê bêjin, hinpirsgirekên rêzmana zimanê me hê jî baş nehatine zelalkirin, lema gelek caran bikaranînên cûda derdikevin pêş me.

 

Di kurdî û hin zimanê ewropî de lêkera „kirinê“ hem lêkereke bingehîn û hem jî lêkerekî alîkar e. Forma wê ya alîkar di zimanê latînî, xwerû di almanî de bi awayê „ieren“ minak; „kontrolieren, subtrahieren, telefonieren û û“ derbas dibe.

 

Di kurdî de bi alîkariye berlêker û vê lêkerê gelek lêkerên nû çêdibin.

 

„Çêkirin, lêkirin, telefonkirin, kontrolkirin, barkirin û û û.“

 

Belê anegorî vê divîbû, „hevpeyvîn kirin“ bihata bikaranîn. Dema mirov bi awayê; „kî ev erka pêkanî? bipirse, di kontekstê de „kirin“ bi tena serê xwe di valahiyekê de xuya dike. Ji wê her çendî bibe rengekî tirkî jî, gelek caran „çêkirin tê bikaranîn. Ev aliyekê rastiyê ye.

 

Li aliyê din: biwêja„Hevpeyvînê“ her çendî di forma peyv /biwêjê de jî bê bikaranîn, di rastiyê de bi serê xwe lêker e. Hem jî lêkereke hevgîn (hevdudanî) e. „Em bi hev re peyîvîn, ezê wê bi hev re peyvîna me biweşînim.“

 

Ev forma hevpeyvînê ya di zimanên ewropî de:

 

îngîlîzî = „interview“, Fransî = „entrevue /entrevoir“, bi almanî = interviewen, bi kurdî de jî lêkera „hevpeyvîn“ derketiye pêş. Lê mixabin ku ev wek lêker hima bigire hîç nayê bikaranîn. Her çendî Hevpeyvîn kirin yan jî hevpeyvîn çêkirin tê fêmkirin û tên bikaranîn jî, rastî di hevpeyvînê de ye. Bi dîtina min divê pispor di vî warî de yekitiyekê biafirînin.

 

eh... dîse pirsek

 

„Hûn hevpeyvîn dikin, yan çêdikin?


Gotinên miftehî :