Kekê Fewzî Özmen,kekê,fewzî,özmen

Kekê Fewzî Özmen

A+ A-

Fêrgîn Melîk Aykoç

Li Kurdistanê pişti komkujiyan xwerû komkujiya Dêrsimê li seranserê bakurê Kurdistanê ji ber behna xwinê bêdengiyeke mirinî destpêkir, lewre kesayetiyên şiyar û bikaniya rêberî bikirana, hatibûn küştin, medreseyên bi kurdi ders didan û ne di bin siya dewleta dagirkerande bûn jî, hatibûn qedexekirin. Nivşên di salên çili de derfeten bi tirki xwendinê bi dest xistin di nava behna xwîna li Kurdistanê hatibu rijandin de mezin bûbûn, bi tirs jî ba di nava lêgerinekê de bûn. Mijar 49 an yan jî girtinên sala 1960 (Doza 49an 3 Çile 1961 destpekiribû) an ya piştê cuntaya leşkerî, encama vê lêgerînê bû. Kekê Fewzî Özmen jî wê demê li Erzurumê di dibistana amadehiyê de dixwend, ji vê rewşa destpêka şiyarbunê haydarbû, tekiliyên wî û DDKO yê ji li ser vê bingehî pêkhatibû. Bi giranî nivşên salên 40, 50 û 60 di şiyarbûn û li xwe vegerîna Kurdistaniyan de roleke gelek girîng lîstin. Kom û gengeşiyên salên heftêyî li ser vê bingehê bilindbûbû. Pişti cunta leşkeri ya 1980yî jî dagirkerî bi cevsorî û xwînxwariya salên bîst û sîyî, xwerû bi bikaranîna teknikên nû di ser Kurdan de hatibû. Bi dehan TV yên wan hetanî kulînên Kurdan hatibû. Dagirkerên Tirk ve carê jî bi giranî baweriya bi toz û kîsa çolistanê têklihevbûyi (Diyanet, Akinci û derdorên faşîst) ji bo asimilasyon yanê mejîşuştinê bikaranîn. Ev heta dibistanên seretayî dirêjkiribûn. Mînak gernindeyê dibistaneke seretayî ya li Depê (weke Nîko tê zanîn) her çendî qaşo dilxwazê tevgerekî Kurd bû, em bi hevre li gundekî xebitîbûn jî, ji bo xwe bi cuntayê şîrîn nîşandanê navê zarokên min û zarokên kesen wekî min ji ber hovitiya cuntayê revîbûn hatibûn Ewropê, hilnedaye, tim bi gotinên weke „keça terorîst, kurê terorîst!“ zarokên min binavkiriye, heta zarokên dibistanê ji tirsa wî newêrîbûne ku bi zarokên min re bilîzin. Li hember vê êrişa hovane weke divêtiyekê li çiya û baniyan şer gur bûbû,  Ji ber vê rewşa ku ji nijadperestiyê jî wêdatir e, gelek nivşên xwenda jî ji neçariyan derketin derveyî welêt. Ji wan yek jî gorbihuşt kekê Fewzî Özmen bû.

 

Kekê Fewzî Sala 1941 - 2 de li gundikê Şoraxê tê dunê, lê di nasnameya wî de 1943 dinivîse. Hê piçûk e bavê xwe wenda dike, li ba apê xwe mezin dibe. Gundê Şorax girêdayiyê navçeya Çetê ye. Di nava gel de ji wê heremê re „Herêma Qortiyê“ dibêjin û Çet navçeyeke parêzgeha Erzurimê ye. Wê demê hê li gundê wan dibistan tinebûye, ew dibistana seretayî li gundê Barmasiya Navçeya Çetê dixwîne, dibistana navîn û amadeyî (lîse) jî li Erzurimê kutadike. Zaningeha Peymangeha kargeriyê (iktisat) jî li Stenbolê diqedîne.

 

Taybetiyeke kekê Fewzî jî ev e; ew di malbateke aristokrasiya Kurd de tê dunê û mezin dibe. Gelek kesayetiyên di medreseyên kurdî de xwendine, çîrokbej, ramanwer, dengbêjên Kurdiniya wê serdemê guhdarî dike, ji wê zimanê wî xwerû jî agahiyên wî yên wejeya kurd ya heremê gelek xwirt bû. Min çendî caran jê xwest ku ew wan henekên arîstokrasiya Kurd binivîsîne, lê bawer dikim ji ber rewşa civakê cesaret nekir. Dengê wî jî dengeki dengbêjiyê yê gelek taybet bû û bi dehan stranên dengbêjîya Serhedê dizanî. Mirov dikane hê jî li ser înternetê deng û dengbejiya wî guhdarî bike. Yanî di her warî de pireyekî rewşenbîrîya Kurd ya di navbera rewşenbîrîya klasîk û nûjen de bû. Di warê kedê de jî kedkarekî perwerdeya zimanê kurdî, kesayetiyeke rêzgirtinê, mezin û hevalekî bi dil û can, gula civaka kurdinîyê bû. Dema em bi hev re li ser mijareyên siyasî biaxiviyana dîtinên xwe yên li ser tevgeran ji min re vedigot, carna gengeşiyê me jî di vî warî de gur dibû. Lê rasterast li hemberê ti tevgerî nenivîsand. Miroveke dilfireh û dildost bû.

 

Min û wî me cara yekem hevdu di kongreya YRWK ê ya li Bonnê pekhatibû (1993) de hev nasî. Bawer dikim, ji ber ku cihana me ya siyasî, wejeyî û çandî gelek nezîkê hev bû, Ji wê hevaltiyeke me ya bi dil û can destpêkiribû. Hetanî çû ser dilovaniya xwe jî, têkiliyên me di warê sazî û xebatên zimanê kurdî de ji hev qutnebû. Xebata me ya herî dawiyê jî amadekirina Kovara Lêkolînê hejmar 21 an (2023) a mijar wê li ser Rêya Heq e bû. Agahiyên li ser Reya Heq yên herî têr, ji saxtekariya dagirkerên welêt dûr agahiyên vê hêjmara Lêkolînê ye. Rexneyên wî yên li ser kesayetiya min, yek, tim digot: „Xweşik li xwe bike, carna lixwekirin dikane bandorê li yên hember bike.“ Rexneyeke wî jî ev bû: „Tu tim zu hers dibî, ev jî dikane hin dostan biêşîne!“

 

Di wê  kongreya YRWK ya dawiyê (1993) de biryara saziyên pîşeyî yên weki Yekitiya mamosteyên Kurd, Enstîtûya Kurdî, Yekitiya hiquqnasên Kurdî, Yekitiya rojnamegeran hate girtin û bi vê dabeşkirina pîşeyî re YRWK bi dawî bû. Dibe ku bayê çand û zimanê herêma Serhedê jî em nêzîk hev kiribin, hima bi silavdayînê re axaftina me germ bûbû. Ew nû hatibû Almanyayê. Di wê dabeşkirina YRWKê de min û wî me bi hev re di du saziyan de cih girt. Enstituya Kurdi ji bo lêkolîn û zanist, di Yekitiya mamosteyên Kurd YMK yê de. Min ew ne tenê wekî rêheval û xebatkarê ziman, wek kekê xwe, mezinekî xwe pejirandibû û jê re rêz digirt.  

 

Du sal dû re jî yani 1995 an min li Komaleya Hamburgê bi qasê du hefteyan qursa gramera Kurdî dabû berendamên hîndekaran. Gorbihuşt Kekê Fewzî jî tevê wê qursê bûbû. Lê dû re xwe di warê rêziman de gelek pêşxist. Berê ku xebatên xwe bidana çapê, ji min re dişand û dixwest, fikra min jî bigire. Piraniya xwebatên min jî gelek caran di ber destê wî re derbas dibûn. Barê redekteya berhemên perwerdê yên rêvebiriya YMK jî, her li ser milê wî bû. Cara dawiyê jî li ser ferhenga Abdulkadir Ulumaskan amadekiribû xebitî, dewlementkiribû. Di her mijarên ziman de her dem bi min re diket gengeşiyê, hê ew dida rûniştin. Carnan jî ji serhişkiya min hers dibû. Di hemû civîn û kongreyen de em mutlaqa li kêleka hev rûdiniştin û me axftin û biryarên dihat girtin bi hev re gengeşa dikir. Herî dawîyê jî, em di kongreya PENa Kurd ya li Oldenburgê de li gel hev bûn.

 

Mixabin kesayetiyên wisa bi dil û can yek bi yek ji nav me bardikin û di nava rûpelên dîrokê de wenda dibin. Wekî Ethem Xemgîn, Cemal Nebez, Alî Beltir, Kekê Namet û herê dawiyê jî Kekê Fewzî Özmen. Ji te re oxirbe kekê min.

 

 

 

 


Gotinên miftehî :