1. Tekst

  2. Gotar

  3. Fêrgîn Melîk Aykoç
  4. Kî berê bi çivîk û ajalan re axiviye?
Kî berê bi çivîk û ajalan re axiviye?,kî,berê,bi,çivîk,û,ajalan,re,axiviye

Kî berê bi çivîk û ajalan re axiviye?

A+ A-

Filmeke aktirîstê Emerîkî Eddie Murphy ê pirr diaxive, heye. Ew di wê filmê de bi zimanê hemû ajalan dizane, film li dor wê mijarê diçerixe. Ev çîrok ne rasterast fantaziyeke senarîstan e. Wan ev fikra hanê ji çîrokên berê, yan jî ji xewnên mirovahiyê wergirtiye. Ji ber ku ew bi dîroka Kurdan, rastiya dîroka Rojhilata Navîn nizanin, li ba wan tenê Silêman Pêximber (Salomon) bi van çîrokan te nasîn, wan ew mînak girtiye. Di warê hunerî de filmeke gelekî baş e.

Li welatê me behsa zimanê çivîkan tê kirin, zarokên her herêmê vî zimanî bi formên cuda bi kar tînin. Mînak; dema em zarok bûn me kîteyên “ize, vize, civ cav,” li koka peyvan zêde dikir û bi wî awayî hewl dida ku bi hev re biaxivin. Me ji vê re “zimanê çûçikan” digot. Dibe ev jî ji lîstikên zarokan yê dema gorbihuşt Feqiyê Teyran hatibe, yan jî hê kevintir be, ji dema Serwerê Mîtaniyan Sanştattar hatibe! Yan jî diyariyeke wan ji bo zarokên Kurd be. Ango zimanê çivîkan û ajalan, li welatê me ketiye nava wêjeya zarokan jî.

Em vî aliyê şiroveyê bidin aliyekî û li mijara xwe ya bingehîn vegerin. Em dizanin ku ev awayê têkiliya mirov, çivîk û ajalên din, berî parzemîna Emêrîkayê were keşfkirin, li welatê me dihat bawerkirin ku Feqiyê Teyran bi zimanê çivîkan dizanîbûye û wî ev navê xwe yê “Teyran” ji vê behremendiya xwe ya efsanewî ango ji bi çivîkan re axaftinê girtiye. Heta çîrokeke wî û cihûyekî bi awayekî berbelav tê zanîn û bi kêfxweşî tê vegotin. Dema ew û cihûyekî bi hev re diçin Cizîra Botan, di bin darekê de rûdinin, bêhna xwe vedidin, di wê kêliyê de komek çivîk tên li ser darê datînin û dikin çîve çîv. Feqîyê Teyran bi çive çîva wan çivîkan dikene, ev li cihû dibe nûgerî û jê dipirse, “Tu çima û bi çi dikenî?” Feqiyê Teyran jî xwe nagire û wiha bersiv dide; “Eger te bizaniba, ka çivîk çi dibêjin, tu yê jî bikeniya!” Çîrok dirêj e, em li ser mijara xwe bisekinin.

Ji ber ku em Kurd bi dîroka xwe ya kevnar baş nizanin, em van diyardeyên efsanewî dibin bi rêber û mîrên biyaniyan ve girê didin. Haya me jê tine ku wan ji dîroka me wergirtiye û ji mirovên xwe yên pîrozwer re kirine mal. Mînaka herî balkêş ev e: Di dînê Îslamê de mijarê Silêman pêximber heye ku ew mîrek ji mîrên cihûyan bû, li gor efsaneyên dînî, wî jî bi zimanê hemû çivîkan zanibûye, ji çivîkan xwastiye ku ew ji bo nivînên banû Belqîsê pûrtên xwe birûçikînin û bidin wî. Li gor gotinan, tenê qirik li dij derketiye.

Ma gelo bi rastî jî yê ku cara yekem wek diyardeyeke efsanewî û derê xwezayî bi çivîk û ajalan re axiviye Silêman ê Cihuyan e, yan beriya wî jî kes hebûne, ew mînaka wan kesan ji Silêman re kirine mal û ew bi vî awayî pîrozwer nîşan dane? Li gor daneyên berdest Silêman Pêximber di sala 970 – 931 beriya Mîladê jiyaye.

Em ji xwendina levhayên nivisandî yên Sumeran û yên li Misrê hatine xwendin, dizanin ku gelek tiştên baweriyên samiyan (Cihû, Xiristiyan, Îslam) ji van lewheyên nivîsandî hatine girtin. Mînak; Mijara mîhracê  hem di van lewheyan de heye û hem jî di baweriya Zerdeştî de heye. Zerdeşt 1100/ 1200 sal beriya Muhammed Pêximber dijî. Ew jî çûye mîhracê bi riya ferîşte Vohûmenah bi xwedê re axiviye. Di mîtolojiya Îslamê de jî Muhammed bi rêya Cebraîl bi Xwedê re axivîye.

Em cardin li çîroka bi çivîkan re axaftinê vegerin. Serwerê Mîtaniyan Sanştattar di salên 1400´î beriya Mîladê de serwerê Mîtaniyan e. Li gor daneyên berdest, ew yekem mirovê efsanewî ye ku hem bi zimanê çivîkan û hem jî bi zimanê hemû ajalên din zanibûye. Heta mohra wî jî li gor vê taybetiya wî hatiye amadekirin. Ew wek serwerê hemû zindiyan hatiye binavkirin.

Divê em vê ji bîr nekin, dijminahiya gelê Mezopotamya xwerû yên wek Kurd û Asûran hinek jî di vê rastiya dîroka wan de veşartiye. Dema gelê Kurd di tekoşîna xwe de bi ser keve, bigîhîje serxwebûn û azadiya xwe, wê bi awayeke zanistî berê xwe bide lêkolînên dîroka xwe, kûrahiya zanistiya di dîroka xwe de veşartî. Ew ê bikane rastiya dîroka xwe bi hemû cihana bêbext bide pejirandin, rastiyên dîroka xwe ya hatî dizîn, înkarkirin, veşartin, belovajîkirin, ji bawerî û gelên din re kirine mal, yek bi yek li ber çavan raxîne. Bi dîtina min dijminahiya gelê Kurd, xwerû ew dek û dolabên li pêşiya tekoşîna gelê Kurd di vir de veşartiye.

 

YENI ÖZGÛR POLITIKA