1. Tekst

  2. Gotar

  3. Hesen Harrani
  4. LI SER BAŞÛR Û BEDEL BOSELÎ
LI SER BAŞÛR Û BEDEL BOSELÎ,li,ser,başûr,û,bedel,boselî

LI SER BAŞÛR Û BEDEL BOSELÎ

A+ A-

 

 Hesen Harranî

Li ser mijarekî germ û nerm dixwazim bisekinim. Lê ev mijar ne a yekemîn e ne jî wê bibe ya dawî. Van mijarên wilo kodekî kevnare yek ji wan kodên amûrên perçekirin, lihevududayîn, dubendî, xayîntî û qelaştîya ku bi deatê dijminê Kurdan  kirina nava miletê Kurd e. 

Ev mijar mijara hesûdî, hevudu bikaranîna jibo dijminê Kurd e. Di dîroka me de ev mijar,  biqasî mijara xayîntî û xefikkirinê kevin e. 

Di hemî dem û pêvajoyên dîroka Kurd e ev nexweşî rû daye û dijminê Kurdan vê nexweşîyê xweyîkirine , xurt kirine û li hemberî hevudu bikar anîne. 

 

Ev nexweşî nexweşîya hevudu reşkirin û bê îtîbarkirin û erzankirinê ye. 

Amûrên vê kiryarê yên  herî kevin û xurt, dijberî û dijminatî û hevudu erzanxistine. 

Dijminên Kurdan û hinek hêzên veşartî ku xwe wekî xas-el Kurd nîşan didin lê di rastîyê de ew wekî şanikên penceşêrî di nava dil û cergên miletê Kurd e cih girtine û pir bi hêsanî   dijberîyên sûnnî derdixin holê û sor dikin. Di vî warî de jî mixabin gelek serkeftîne jî. 

 

Sedsalên borî de ev nexweşî di nava miletê Kurd de bi lez û bez dihatin derxistin û bi lez encam digirtin. Sedama vê yekî nebûna têkilîyên navcivakî bû li Kurdistanê. Nezanî, bê perwerdehî û bê rêxistinbûna nav civakê jî yek ji wan awantajên pêşketina van mijarên bêyom bû. 

Fitne, fesadî û hevudu reşkirin û tawanbarkirin zû derdiket holê û li dijî Kurd û berjewendîyên Kurd bi ser diket.

Îro em di dem û pêvajoyekî globalî de ku têkilîya navcivakî bi rêya endezyarîya dijîtalî pir hêsan e û pêkane de dijîn. Jibo zanîn û têgihiştina netewî û rihê hevgirtinê divîya tu asteng li pêşîya miletê Kurd nemaba. Divîya Kurd bi van navgîn,  rêbaz û derfetan hemî hesûdî, xerabî, nexweşî û genîbûna navxweyî ji nava xwe pak bikira û şûna vana de hevgirtin, ji hevuduhezkirin, îtîbardayîn  derxistina pêş û  berjewendîyên xwe pêş bixista. Lê mixabin û hezar car mixabin di vê sedsala 21 an de û tevî ewqas derfet û navgînên bikaranînê, berdewamîya vê nexweşîyê jibo me Kurdan eybekî mezin e. 

 

Kurd zû li hemberî hev bêewle dibin, zû ji hevudu dihesidin û zû ji hevudu dûr dikevin. Wekî me got ev nexweşî ta ji dema civaka forma eşîrtî di nava Kurdan de cihê xwe girtîye û hebûna xwe bêyî lewazbûnê hê bêtir xurt dike û didome. 

 

Zihîn û zanebûna civakî, organîzasyona dewletî bi aweyekî rasyonelî di sazîyên xwe yên perwerdehî de ta bi ta bi îtînayekî mezin dihunin. Ev,  ji berjewendîyê civakê wêdetir,  bi kêrî berdewamî û daîmîkirina ew organîzasyon a dewletîye. Lê ev heman demê de bi kêrî civakê jî tê. Di rewşên krîtik û karesatên ji derveyî de ev zanebûn û hişmendî dibe amûrekî hevgirtina navxweyî ya civakê. Ev tişt mixabin di nava me Kurdan de tevî hewildanên pêşxistina vê yekê  hîna jî çênebûye û nehatîye roniştandin. 

 

Hişmendî û zanebûn û xwe peywidar dîtin li hemberî hevudu biqasî ku tê xwrstin bê pêşxistin mixabin sînorên herêmî, eşîrtî û xanedanî hê jî derbas nake. 

 

Em zêde dora mijarê de neçin û neyên hema têkevin mijarê. 

Wekî her Kurdekî dizane di hemî parçeyên Kurdistanê de li hevudu  kêm û zêde 50 sal zêdetire tekoşîn didome. Serkêşî û serkirdayetîya van tekoşînan rêxistin û tevgerin ji hev cuda dimeşînin. Em rêzikname û bernameyên wan yên programî bidin hêlekî hema herkes behsa yekîtî, serxwebûn û pêşketina Kurd û Kurdistanê dikin. Lê dema rêz tê rêza  kar û barê jiyan û têkilîyên navxweyî ev gotin û îdîa wekî qet tinebin xuya dikin an jî herkes dixe tûr û davêje mîx.

 

Sedema vê yekê berjewendîyên biçûk, bêvîzyonbûna netewî û fergat nekirina mafê eşîrtî û” îtîbar”a malbatî û xanedanî ye. Mixabin rêxistinên modern jî xwe ji vî hiş û aqilê genî û lewaz ku dijmin her û her siwarê vê yekê ye rizgar nekirine û dibin navgînek ji amûrên van kiryarên bêyom. 

 

Ev demek e li başûr rêxistinbûnîyek nîvdewletî ji hêla hêzên navdewletî hatîye wucûdê. Sazî û dagerîna civakî jibo forma dewletbûnê pêkan e û hemî derfet û amûrên vê yekê hene. Lê çawa her tişt ji hişmendî û feraseta mirov tê wucûdê forma civakî û dewletbûnê jî mixabin ji hişmendî û feraseta mirovan tê holê. Mirov û hişmendîya wî,  derûnî û cîhana wî ya hundirîn çibe xwe neqşî kar û barê wî dike. 

Me got li Başûr nîvdewletbûnek heye. Lê bi teşebûnîya xwe ya vê nîvdewletbûnê mixabin naşibe tu dewletbûnekî li tu deverekî cîhanê. Emîratên Ereb bixwe ji vê formê pêşdetirin. 

Bihesibînin di vê herêma Kurdistanê de serkirdeyatî hîna jî navparvekirina du eşîran rizgar nebûye. Du herêmê parvebûyî li du partîyên xwedî forma eşîrî hatîye dabeşkirin. 

 

Di rewşekî asayî de ev rewş di cîhanê de dibe sedema pêkvehatine yekîtî û serxwebûna mîletî. Di tekoşînên gelek miletan de em dibînin van herêmên rizgarbûyî bûne bingeha rizgarkirina perçeyên din û rihê yekîtî û hevgirtinê li van herêman di hişmendîya gelî de bi cih bûye. 

Mixabin ev rewş wekî gelek mînakan di welatê me de berovaci dizivire. Parçeyên rizgarbûyî wekî mînaka Başûr hê bêtir dibe kosteka pêşîya pêşketina parçeyên din. 

 

Îro jibo pêşketina civakê û jibo bihevuduve kelijandina ruhî û hişmendî ya civakê yên herî sereke bê guman amûrên ragihandin û ragirtinêne. Yanê medya ye. Yanê medyaya civakî û televîzyonin. Hişyarî û hişmendî di van deran de tê bîna kirin. Kî bixwaze başî bike di vir de biser dikeve, kî bixwaze xerabî bike dîsa di vir de digihêje emelê xwe. Li van qadan kê çi bajo wî diçîne. 

Kurdan di van qadan de mêjîyê serxwebûnxwaz, yekîtîxwaz û aştîxwaz nedan roniştandin. Di vir de mejîyê eşîrtî û partîvanî bicihkirin. Ev form jî jibo xwe bike navgînekî xwe bikaranîna jibo dijmin ji duh ve amadeye. Lewma jî dijmin bi hêsanî dikare vana bixe nav destê xwe û li hemberî miletê wî bide bikaranin. 

Dijmin di van deran de hemî tovê dijminayetî û ji hevudu dûrxistinê, reşkirin û lihevudu sorkirin diçîne. Li vir Kurdan li hevudu sor dikin, li hember hevudu xera dikin û bê îtîbar dikin. 

Li Başûr hema bêje hemî navgînên medyayê ketine destê van kesên sûcdar ku mihtecê ji xwe re cihdîtinê. 

Kesên sûcdar bê cih û war in. 

Ji ber vê yekê li gel kî di hîmayêyêdebe ji wî re diewitin. 

 

Dewleta Tirk van şanikên dijberî û dijminayetî ji salên du hazarî û şûn de bi destê mîsyonerîyên cemet û terîqetan bikar anî. Vî karî ew çax dan Fethulahçîyan û yên din. Bi riya bazirganî û perwerdehîyê ew herêm hemî girtin bin kontrola xwe û kadroyên xwe afirandin. Îro ew kadro hemî sazîyên teşekirina civakê birêve dibin. Gelek TV û rojname di kontrola vana de weşan dikin. Kar û barê wan bi Kurdayetîyekî genî û sexte dijminayetîya Kurdayetî dikin. Mejî û têgihîna miletê Kurd bi weşanên van navgînan serobino dikin. Mejîyê Kurdayetî yê heyî jî belawela dikin. 

Prensîba bingehîn dîsa di bin hinek krasên rengcuda de “Kurd nabin mirov” “Kurd nabin yek “ û “Kurd bê îtîbarin” “ Kurd bê îktîdarin” e . 

Kurdan bi destê çeteyên di van sazîyan de hatine bicihkirin li hev sor dikin û bi destê wan pirên hene hemî hildiweşînin. 

 

Ez bi vê yekê bawerim. Ji Kurdekî ji rêzê bigir heya yê asta jor ku rewşenbîre gelek kesayet ji vê rastîyê bêhayîne. Di dilê wan de eşq û evîna Kurdbûnî û Kurdistanî  perdeyekî herî qalind e jibo dîtina rastîyan. Bi hestîyarîyekî pak ê zelal ji hêz û serkirdayetîya herêmê bawer e. Hebûna Kurdistanekî  nîvdewletî jibo xwe serkeftinekî şanaz û  bêhempa dibîne û naxwaze hêlên nebaş ne bibîne ne jî bibihîze. Heya ku bi xwe bikeve nava vê çerxa genî û sosret û bi çavê xwe bibîne. 

 

Mijara Bedel Boselî jî mijarekî wihaye.

 

Ew dildarekî Kurd û Kurdistanî bû. Sê sal berê nîqaşên min û wî yên tûnd çêbêbû. Me saetekî nîqaş kir lê min tu tiştekî nekarîbûm bikim serê wî. 

Lê xuyekî heqîqetê heye zû dereng mitleq xwe derdixe pêşberî te û xwe ispat dike. Ev jî wilo bû. 

 

Bedel heya neketibû nava ew çerxa organîk girêdayî îstîxbaratên bîyanî (wekî Turk Ereb û yên din) bawer nedikir ku hêzên“Kurdî”  ewqas ketine bin kontrola îstîxbaretên Tirkan û yên din. 

Organîzasyon wilo ne. Hêzên bîyanî carê organekî te diguherînin. Mînak tilîya te jê dikin tilîyekî din ku di xizmeta wan de be pêve dikin. Paşê dest diguherînin. Paşê lingê, çaqê her wiha heya serî diçe. Rewş tê astekî wilo ku tu nikarî nava xwe paqij bikî. Jêre yan têgihiştin, zanebûn û profesyonelîyekî ji dijmin xurttir lazim e yan jî divê tu bi temamî şoreşekî pêk bînî. 

 

Deşîfrekirina Bedel Boselî baş dibînim. Me van tiştin wî digot ji berê de dizanîbûn. Lê ew hîn nûh dibîne û dibêje. 

Divê bê gotin lê çi bê gotin divê bêtir ruhê Kurdayetî Xurt bike. Kurd bêhtir nêzîkî hevudu bike. Kurd xurt bike û bawerîya wî ya serkeftin û azadîyê bêhtir pêşde bixe. 

 

Her Kurd û rewşenbîr û ronakvan divê bi vê zanebûn û pirsyarîyê tevbigere. 

 

 

 


Gotinên miftehî :