1. Tekst

  2. Gotar

  3. Hesen Harrani
  4. LI SER PEYV A HOL Ê. HOL ÇÎYE?
LI SER PEYV A HOL Ê. HOL ÇÎYE?,li,ser,peyv,a,hol,ê,hol,çîye

LI SER PEYV A HOL Ê. HOL ÇÎYE?

A+ A-

Hasan Harranî 

Ez îro dixwazim li ser peyvekî bisekinim. Ev peyv di meselok û çîrokên herêma ez lê hatin dinê de tim derbas dibû.

 

Paşê dema ez gihaştim temenekî û şûnde û min li ser dîrok û zîmanê netewa xwe mereq kir û ketim nav lêkolînan min wê peyvê di nivîs û dokûmantêrên bawerîyên Kurdan de jî dît û ez lê mam heyîrî.

 

Ji ber vê yekê ez li ser vê peyvê hûr bûm. Ev peyv peyva Hol e. An jî Hola.

 

Peyva Hol di jîyana me ya rojane de jî bi taybetî li herêma Licê hema di her rewşê de tê bikaranîn.

 

Mînak; Ev çi hol e law! Law ma we gerand gerand hol a xwe anî ber derîyê me?

 

Ev çîye dîsa hun hol ê digerînîn!

 

Bisekine hol ê tev nede! Welleh dîsa holekî heye lê çîye çi nîne ne belîye!

 

Ev çend hevok bo nimûne min li jor nivisî.

 

Îca em werin ser dokûmantên resen yên Kurdî di warê olî û bawerî de.

 

Hevalekî min yê mamoste ku lêkolînerî û nivîsarî dike bo tercûmekirina hinek qewlên Êzdayî ya bi Tirkî ji min re şandibû. Nêzîkê çil (40) rûpel qewlên bawerîya ola Êzdayî hebû di nava van dokûmenta de.

 

Di wan qewlan de -ku van qewlan pirên wan qewlên Şêşims bû- peyva hola derbas dibû.

 

Wekî hun dizanin dawîya hinek peyvan de bi devoka Serhed, Amed û Botan de tîpa "e" tê. Lê di devoka torî û Ewênîyan de û kurmancîya jêrîn de şûna "e"ê de "a" bikar tînin. Ji ber vê yekê bi devoka Kurmancîya jorîn de dema dibêjin "hol e", hol e dibêjin. Lê di Kurmancîya jêrîn de bi piranî Hol a dibêjin. Di qewlên Êzdayî de jî Hol a hatîye bikaranîn. Lê mijar yeke û wate yek e.

 

Em vegerin ser mijara xwe ya esil. Peyva hol di termînolojîya Kurdî de peyvekî bi qedir û qîmete. Peyvekî navtêkirîye. Peyvekî bingehîn e û xwedî cewherekî felsefîye.

 

Çima?

 

Mesele ev e. Peyva Hol peyvekî bûyercivak e. Jiber vê yekê em zêdedirêj nekin û werin ser wate û naveroka wê. Li herêma me Licê û deverên derdora me li Amedê ev peyv di wateya bûyerên navgelî û civakî de dihat bikaranîn. Hîna jî heman wateyê de tê bikaranîn.

 

Yanî ji bûyer û tevgerên nav civakê re, lihegerîna komî re, ser û binbûna civakê re an jî ji pevçûnên nav eşîrî re hol digotin.

 

Yanê dema tevlîhevî, rabûna hilpêyekîna gelî hebana digotin hol heye. Di wateyekî din de jî ji bela û mûsîbetên civakî re jî dîsa hol digotin. Piştî min ev peyv dehsal berê di qewlên Êzdayî de jî dît ez matmayî mam. Min carekî din ji gelê herêma me re û bav û kalên xwe re sipasî û hurmet kir ku ev peyva giranbiha anîne heya vê demê.

 

Tişta min heyîrî jî hişt di qewlên Êzdayî de ev peyv di heman wate û naverokê de dihat bikaranîn bû. Ev, min gelek dilşad kir. Di wir de jî peyv a Hol dîsa di wateya hilgerîya civakî, rêkûpêkbûn û tevgerîya civakî û pevçûna hilperîna civakî de hatîye bikaranîn. Her wiha di qewlên Êzdayî de ev peyv bi naveroka rabûn û hilpekîna nûbûn û mizgînîya aramî û azadîyê de jî hatîye bikaranîn.

 

Gihaştina min ya vê encamê min gelek kêfxweş kir. Îca em werin ser naveroka vê peyvê ya felsefî û etîmolojîk. Hol lihevgerîn, tevlîhevî û lihevxistina rewşekîye ku ji nûbûn û derketina rewşekî nû û aram re gebeye re tê gotin. Hilpekînên tevlîhevîyê ye, dagerîna pevçûnê ye, lihevgerandina civakê ye.

 

Ger em bi termînolojîyên aşîna bidin zanîn vakia ye, zuhûra gengeşî û tevlîhevîya guherîna nûbûna civakek nû ye. Ji ber vê yekî teqez divê felsefekar û civaknasên Kurd vê peyvê bikin ruknê termînolojîya Kurdî û bikarbînin. 


Gotinên miftehî :