1. Tekst

  2. Gotar

  3. Fêrgîn Melîk Aykoç
  4. Li Rojhilata Navîn du pergalên baweriyê hene
Li Rojhilata Navîn du pergalên baweriyê hene,li,rojhilata,navîn,du,pergalên,baweriyê,hene

Li Rojhilata Navîn du pergalên baweriyê hene

A+ A-

Eger mirov diyarde, pêkhatinên dîrokî û baweriyên cûda di nava çarçove û têgihîştina baweriyekê de binirxîne, her tiştî serobino û rastiyê tehrîf dike. Li Rojhilata Navîn tevahiya baweriyan û dîrokê di nava çarçoveya Îslamî û li Ewrûpê jî di nava çarçoveya Xiristiyanî de tê nirxandin, ev jî tê wateya barovajîkirina rastiyan. Dema mirov bi awayekî lêkolînerî û rexnegirî nêzîkê baweriyên li Rojhilata Navîn afirîne, dinêre û dirûberîne, dibîne ku du navend û du pergalên ji hev cuda yên baweriyê derdikevin pêş. Em hewl bidin vê mijareya hatiye rûpoşandin, bi rûberandina cudahiyan ravekin:

Navendên Baweriyê

Li Rojhilata Navîn du navendên baweriyê hene. Yek; baweriyên li sêkoşeya Qudus-Yêmen-Misirê ku baweriyên gelê Samî (sam û ham) ne. Ev bawerî li ser baweriyên Cihûyan, Misra Kevn û qiraliyeta Saba rûniştiye û rengê xwe ji jiyana van gelan girtiye. Ev bawerî di vê roja me de wek baweriya Cihûtî, Xiristiyanî û Îslamê tên nasîn.

Ya duyem jî; baweriya sêkoşeya Mezopotamya- Derya Hezarê û Navenda Anatolyayê ye, ango navend Kurdistan e. Ev jî bi giranî baweriyên gelên Arî ne. Ev navend bingehê baweriya xwe ji baweriya Mîthrahî (xwedayê rojê) baweriya Someran (destana Gilgamêş), Zerevanî, Mardûk, Zerdeştî, Manî digire, li encama tevlihevbûnan jî, ev bawerî di rengê Yarsanî, Êzidî, Elewî (yên Kurd) û Zerdeştiyan de gihîştine vê roja me.

Di navbera van herdu pergalên baweriyê de cudahiyên herî mezin ev in:

1– Afirandin, xêr û şer

a) Di  baweriya sêkoşeya Qudus-Yêmen-Misrê de çarenûsa mirovan di Qalûbelayê de hatiye nivisandin, şer û xêr ji Xwedê ye, Xwedê hukim li giyan û hestê mirovan dike, li gor vê zelal e ku fonksiyona mirovan zêde tine. Lema di vê pergala baweriyê de melekê xirabiyê heye, daku fermana Xwedê ya xirabiyan pêk bîne.

b) Di baweriya Mezopotamya navend Kurdistanê de jî Xwedê mirov afirandiye, lê çarenûsa mirov daye destê mirovan. Xwedê li giyan û hişmendiya mirovan hukim nake. Mînak I: Di destana Gilgamêş de gelek baş zelal dibe, ji ber ku xwedawend nikanin li giyan û hestên mirovan hukim bikin, her carê teşeyekî wek Enkîdû, Cumbaba dişîne û dixwazin ku bi tirsê mirovan bigirin bin kontrola xwe. M.II: Dînê Zerdeştî; xirabî û başiyê di giyana mirov de dibîne. “Spenta” aliyê giyanê yê başiyê, Ankara (Angaryu) jî yê xirabiyê ye, lewma di vê pergala baweriyê de melekê xirabiyê tine. (Ehrîman ne xwedayê xirabiyê ye, ew li mirin û jiyanê, li payîz û zivistanê dinêre û bi Ahura Mazda ve girêdayî û di nava yektiyekê de ye. Pirraniya nivisakar û lêkolîneran vî aliyê giyanê Angaryu û rola Ehrîman tevlihev dikin û Ehrîman wek melekê xirabiyê destnîşan dikin. Ev dîtin şaş e.

2 – Xwedê û Wekîl

a) Di baweriya sêkoşeya Qudus-Yemen û Misrê de mirovên wekîlê Xwedê ne, hene, yanê Xweda mirovek wek wekîl şandiye rûyê erdê. Hz. Mûsa dibêje, “Ez çûm Tûrî Sîna, bi Xwedê re axivîm!” Ango; “li jor Xwedê û li jê jî ez”. Hezretê Îsa xwe bi sura îlahî ve girê dide, heta xiristiyan jê re kurê Xwedê dibêjin. Ango li jor Xwedê li jêr ew. Hz. Muhammed dibêje, “Laillaha ilallah Muhammed resûlillah” Ango Yek Xwedayê tenê heye û Muhammed resûlê wî ye.

b) Di pergala baweriya mezopotamiya-Kurdistanê de wekîlê Xwedê tine, Xweda tevahiyeke bê nûnêr e, tenê her hezar salî carê melekekê carinan di teşeyê mirov de tê rûyê erdê, rê nîşan dide û diçe. Lewma Hz. Zerdeşt gotiye; “Baş bifikirin, gotinê baş bibêjin û karê baş bikin!” Yanê negotiye, ez resûl, yan jî wekîlê Xwedê me. Peyva pêxember, ne di wateya wekîl de ye, tê wateya kesê peyamek aniye. Wekîltiya Xwedê gunehê herî mezin tê dîtin.

3 – Di baweriyê de rola wekîlên Xwedê

a) Di navenda baweriya Qudus-Yemen-Misre de şehadet bi wekîlan tê anîn û di navenda baweriyê de wekîlên Xwedê  hene. Cihû, Xiristiyan û Misliman şeheda xwe bi wekîlan tîne.

b) Di baweriya Navend Kurdistan de bawerî; giyanî û felsefîk e. “Humata, huksta, huvarîşt”a yanê “ramana baş, gotina baş, karê baş” wek şehadet e û bingeh e.

4 – Afirandina jinê û cihê jinê.

a) Di baweriya sêkoşa Qudus – Yemen – Misrê de jin tenê wek alaveke di xizmet û têrkirina hestên mêr de tê dîtin, ti nirxeke wê ya din tine. Her wisa zarokên keçinî jî.

b) Li ba baweriya navend Kurdistan de, jin û mêr wekî hev hatine afirandin, jin pîroz e, ji ber ku jin dayîk e û afrîner e, ew ji mêr pîroztir e. Her wisa zarok jî pîroz in.

Bêguman mirov dikane hê gelek cudahiyên din jî lê zêde bike, lê cudahiyên herî bingehîn û girîng ev in. Lewma divê mirov ne di nava çarçove û têgihîştina Îslamî, Cihûtî û Xiristiyaniyê de li baweriyên Mezopotamyayê binêre, mirov hewl bide ku wan baweriyên heyî di nava têgihîştina wan baweriyan de fêm bike û binirxîne.

 

YENI ÖZGÛR POLITIKA