1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. Prensîp û zimanê rebeniyê
Prensîp û zimanê rebeniyê,prensîp,û,zimanê,rebeniyê

Prensîp û zimanê rebeniyê

A+ A-

 

Mahabad Felat



Giyana kole, ya serpêl bingeha xwe ji binestiyê digire. Jîyana di bin nîrê bindestiyê de giyanê dihone û ew giyan dibe jîyana mirov bixwe. Piştî wê eger şoreşek nebe veger ne pêkan e û her xirabtir dibe, mirov zêdetir bi desthilatdariyê û desthilatdaran ve tê girêdan.

Pir zêde giran e mirov bikaribe di mercên bindestiyê de giyaneka azad biparêze an jî biafirîne, lê giran be jî, ev yek pêkan e. Mirov çendî bikaribe di mercên bindestiyê û dagirkeriyê de giyana xwe ya azad biparêze, ewçendî jî dikare rola xwe ya civakî û ya vê jiyanê bilîze. Ango çendî xwedî giyaneka azad bî, ewçendî jî bi hêz û xwedî roleka mezin î. Her wiha xwedî erkeka mezin î û dikarî bi van erkên xwe jî rabî û bi ser jî bikevî. Ev hemî bi asta giyana azad ve girêdayî dikarin bi pêş bikevin.

Giyana ne azad a serpêl, yekser bi dijminên xwe, bi dagirkerên welatê xwe ve girêdayî ne. Jiyana wan di bin destê dagirkeriyê de ye û wisa tê honan û bikaranîn. Ew êdî ne xwe ne, lê dijberî xwe ne û li dijî xwe ne.

Dijmin vê rastiyê ji destpêkê ve û ji me çêtir dizane û li gor vê rastiyê tevdigere, polîtîka diafirîne û bi hemû derfetên xwe û bi her cure rêyên gemar jî vê pêk tine. Sedema bi taybet di 12ê îlonê de çanda arabesk bi pêşxistin ev bû, lewre di çanda arabesk de rebenî hebû, edebiyata rebeniyê dihate kirin û giyan dihate çelexwarîkirin û teslîmgirtin. Bi pêşkeftina Tevgera Azadiyê re ev rewş guherî, lê ew çanda arabesk carekê ketibû nav şanikên civakê. Loma jî ew çanda rebeniyê xwe di helbest û stranên ji bo welat dihatine honan de jî bel dikir û bêtir li pêş û popular bû. “Bihara min bu zivistan / Ne gul maye ne jî gulistan / Çar hawïr dor buye goristan…” û bi sedan stran û helbestên di vê çarçovê de li dijî pêşxistina giyana azad têdikoşiyan, him jî di bin navê kurdayetiyê de, ji bo kurdayetiyê(!) Îroj jî heman tişt bi rengên cuda, ji ser bi taybet medyaya civakî tê kirin. Zimanê rebenî û netutiştiyê, ya xweradestkirinê tê bipêşxistin. Di her tiştî de li sedemeka ji derveyê xwe digerin û hev û du di vê çarçoveyê de jî tewanbar dikin, xwe ne li dijî dijminên xwe lê li dijî hev û du sor dikin ku mixabin çapemeniya kurd jî bi giştî vî karî dike. Civak bi van kiryaran careka din tê çelexwarîkirin, armanc tê şaşkirin û berê civakê ji bilî rastiyan û giyana netewayetiyê pêştir didine her deverî. Ji bo min bê guman e ku ev hemî jî lîstikên dijmin û dagirkeran e. Kesên vê dikin bi giranî ne di vê zanebûnê de bin jî ev vê rastiyê naguhere.

Jiyan, kesayet bi prensîpan xurt dibe, teşe digire. Prensîp bi zanyarî û zanebûnê bi pêşdikevin, xurt dibin, xurt dikin. Kesayetên xwedî prensîp giyanazad in, xurt in, ne tenê ji xwe re ne lê baş dizanin bêyî rastiya xwe û ya civaka xwe ne tu tiştek in, tenê lîstok û berikên li ser dezgehên gemar in.

Mirov divê neyêne lîstika lîberalîzmê lê ji bo destkeftiyên xwe û ji bo mafên xwe divê bêyî hum û gum, bi tenê radîkal bin û rê nedine tu tiştekî din.  Mirov divê beriya her tiştî li hemberî xwe bi rêz be, lewre tu ji xwe re ne bi rêz bî, ne li bendê be ku kesekî din bi rêz û rast nêzîkî te bibe. Giyana reben û serpêl kuştina rêza li hemberî xwe û gelê xwe ye. Bêrêziya li hemberî xwe beriya hertiştî xwe dikuje. Loma jî divê em ji xwe hez bikin, ji hev hez bikin, hev û du bilind bikin, hev û du rast bikin, ji bo vê radîkal bin, destkeftiyên xwe biparêzin, zarokên xwe jî bi vê giyanê mezin bikin.

Zanebûn prensîpan diafirîne, prensîp giyanê azad dikin, giyana azad kesayetê xurt dike û kesayeta xurt serkeftina kes û civakê teqez dike.

2022/07/25


Gotinên miftehî :