1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ezîzê Cewo
  4. R’OJEKÊ EM DIVÊ JI HEV R’A R’ASTÎYÊ BIBÊJIN?
R’OJEKÊ EM DIVÊ JI HEV R’A R’ASTÎYÊ BIBÊJIN?,r,ojekê,em,divê,ji,hev,r,a,r,astîyê,bibêjin

R’OJEKÊ EM DIVÊ JI HEV R’A R’ASTÎYÊ BIBÊJIN?

A+ A-

Ezîz ê Cewo

Xwendevanên hêja!

Di dawîya gotara xwe ya bi sernivîsa “Ne dem e, gelo, mirov ji hev r’a r’astîyê bibêje, ew çiqasî tal dibe, bila bibe?” da min nivîsî bû:

 “... Hê sê sal berê min bi vê mijarê du gotar bi sernivîsa giştî ya “R’ojekê em divê ji hev r’a r’astîyê  bibêjin?” nivîsîbûn. Ev gotarana di weşanên cuda da hatine belavkirin... Piştî gengeşîyên navborî ez bi bawer bûm, ji bo ku xwendevan bikaribe mijarê bi berfirehî binirxîne, û pirsgirêk bi berfirehî bê têgihîştin, evan gotarana dikaribûn r’ola xwe bilîstana. Û, lewra jî ez hêvîdar im, ku malp’er’a AmidaKurd dê di demên pêş da wan gotarana pêşkêşî bala xwendevanên xwe bike... ” ( http://www. amidakurd.net/ku/tekst/NE_DEM_E_GELO_MIROV_JI_HEV_R_A_R_ASTÎYÊ_BIBÊJE _EW_ÇIQASÎ_TAL_DIBE_BILA_BIBE ).

Û, weha, dem pêra gihîştye, ku soza dayî bê pêkanîn!

____________________

 

Li şûna pêşgotinê.

 

Piştî ç’avdîrî, lêger’în û wat’edarkirina hinek pirsên ola gelê k’urd a kevnar – êzdîtîyê, û weşandina gotara xwe ya yekem a bi sernivîsa “Êzdîtî”, ez bendê bûm, ku hinek helwest û nêr’înên derên holê (yên piştgirîyê, yan – dij, ewqasî jî ne girîng bû!). Lê ji wan kesan, ên ku ew gotar xwendibûn, her t’enê hinekan di nameyên xwe da hinek dîtinên xwe yên r’ojane anîbûn zimên, lê hîç kesekî hewl neda wê pirsgirêkê di çapemenîyê da govtûgo bike û bike mijara gengeşîyan... Û ewana, yên ku divê li ser wê pirsê vekirî govtûgo û gengeşî bikirana, bi bêdengîya xwe ez matma kirim...  

Lê ez bi bawer bûm, ku ew bêdengî dê dirêj nek’işîne, ku, her çiqas li ser vê r’êyê wisa jî astengîyê derûnî (psîkolojî) hebûn, dê demê bê, û emê di derbarê wê pirsê da ji hev r’a gotinên xwe bibêjin…

Lêbelê, gelek pirs, ên ku pêwendîya xwe bi êzdîtîyê r’a hebûn, li ser her gavekê, di her warî da didan der, tuyê bibêjî, daxweza bersîveke heşmendî dikirin… 

Û di vê navberê da min çavdêrî û lêger’înên xwe didomandin, û di encama lêger’înên min ên zanistî da r’êzek gotar derk’etin, û di çapemenî û medya civakî da destbi govtûgo û gengeşîyên germ bûn…

Di nava r’êza pirsên mijara lêger’înan da wisa jî yên cuda hebûn, heya yên lêpovajî û t’ewş ên di derbarê êzdîyan û êzdîtîyê da…

Balk’êş bû, gelo ewan dîtinana destpêka xwe ji ku digirtin? Ew bêdadî û derew ji k’u dihatin? – Min bi xwe pirs dida û bi xwe jî hewl dida, bersîvekê ji bo wê pirsê bibînim.

Piştî demekê min di ç’avkanîyên kevnar da dane û zanîyarîyên balk’êş dîtin, û ew jî bûn bingeh, yên ku derfet dane min, ku ez lêger’înên xwe di vî warî daa bidomînim…  

Lê, yek e, dîsa jî di vî warî da hinek “xalên sipî” mabûn, û evê r’ewşê t’avetî nedida min. Min dixwest, tê bigihîjim, di ç’avkanîyên cuda da ewqas dane û zanîyarî hene, çima heya naha kesekî bala xwe nedaye wan, û ev r’ewşa heya naha jî di hemû warên têgihîştin û wat’edarkirina tiştan a kevneşopî da hebûna xwe didomîne...   

Erê, bersîv di çavkanîyên kevnar da hene, lê mirov çawa dikare wana di lêgerînên jîyana êzdîyan a îroyîn di bi praktîkî k’ar bîne? Min hîs dikir, ku divê mirov li ser vê mijarê govtûgo û gengeşîyan pêk bîne. Lê çawa? Mirov ji k’û û ji çi dikare destpê bike? Ez li r’ê û r’êbazên bi zanistî wat’edarkirin û dazanîna pirsê diger’yam, û … carekê min di întêrnêtê da du gotar dîtin… Dema min ew gotarana xwendin, ez gihîştim wê nêr’înê, ku mirovê bikaribe bi r’êya nirxandina wan herdu matêrîlan bersîva gelek pirsan bibîne.

Ma ne, ew nêr’în, ên ku xudanên wan gotaran anîne zimên, di cîyekî xalî p’eyda nebûne (û, ya here sereke, ewan tiştan êzdî bi xwe dibêjin, û ne ku ç’avdêr an lêger’înerên bîyanî),  û ji bo ku dîtinê wisa bînin zimên, dibe ku sedemên wan hebûne?! Bingehên wan sideman li k’u veşartî ne, û ji b o peydabûna wan çi ç’avkanî hebûne?   

… Derk’etina van gotaran careke dinê da xuyan, ku ji bo têgihîştina êzdîtîyê – ola gelê k’urd a kevnar, divê mirov bê paşxistin dustbin nirxandin û r’onîkirina wan pirsgirêkan bike, yên ku bi sedsalan li ser hev da berv bûne.

Û r’ehên wan pirsan divê mirov di k’ûrahîya dîroka kevnar da biger’e…  

Û, eger heya van demên dawîyê ev pirsana di nav gel da dihatin nirxandin, lê îro êdî di derbarê wan da di weşanên zanistî yên cuda da dinivîsin. Ew pirsana di forûmên cuda da tên nirxandin. Dertê hole, ku ew pirsana hatine-gihîştine r’ojên me, ew hatine destnîşankirin, lê bersîvne heşmendî ji bo wan nehatine dîtin?..

Gelo bingehên wan pirsan, ên ku îro derk’etine holê, li k’u telyane? Mirov divê bersîvên wan li k’u biger’e?  

Û, ji bilî vê, çima heya naha bersîva wan pirsan li wan deran diger’in, li k’u ew nikarin hebin? Ev hemû bi şaşî tên pêkanîn, an …? Em çima ji hev r’a r’astîyê nabêjin? Em  ji çi ditirsin?

…Û min hewl da, li ser bingeha encamên ç’avdêrî û lêger’înên xwe, yên ku êdî li ber destê min hebûn, bersîva wan û pirsên dinê bibînim.

Fermo, va, ew jî li vir e:  

 

 

–I–

 

Demekê berê li ser r’ûp’elên malp’er’a MEZOPOTAMYA.gen.tr gotara Newaf Mîro ya “Êzdî çima wê peyvê bikar naynin?” hatibû weşanidin ( http://www.mezopotamya.gen.tr/cand-kultur/zd-cima-w-peyv-bikar-naynin-h2079.html ).  Min ew gotar bi baldarî xwend û bêyî r’ayê xwe veger’yame r’ojên bihurî yên havîna 1994-an. ...Em, grûpeke k’urdên Yekîtîya Sovêtê, çûbûn Şamê – mêvanîya r’êberê gelê k’urd bir’êz Abdullah Ocalan. Piştî du r’ojan ji mer’a pilanek hate danîn, ku em heri’n nav gel. Berî derk’etina ser r’ê birêz Ocalan gote me: “Hûn hatine vir,  baş e, lê nabe, ku    neçin K’urdistanê – nav gel. Her’in, hem bila gel we nas bike, hem jî hûn gelê xwe bibînin. Ma ne, hûn di vî gelî da mezin bûne?!” – Ewî got û k’umek dost û heval bi  me r’a danîn, û me berê xwe da Başûrê Biç’ûk. Di nav k’oma ku bi me r’a hatibû, welatp’arezekî bi navê Elî hebû. Ew k’urdekî êzdî bû. Di r’ê da, dema em k’etin   gundekî, Elî got, ku li wir malbeteke dostên wî heye, û pêşniyar kir, ku em her’in mêvanîya wan, li wir bêhnekê vedin, paşê r’êya xwe bidomînin... Em k’etin hewşê, camêrekî r’ûspî em pêşbazî kirin. Ew derdorê 65 – 70 salî hebû. Elî em dan  nasîn, got, ku em ji Sovêtê hatine, ku em mêvanên Serok in. Û di dawîyê da jî lê zêde kir, ku sê ji me k’urdên êzdî ne. Divê we her bidîta, k’a çawa di ç’avên wî da pirîskên r’onahîyê dîyar bûn... Piştî demekê ji me r’a çay û şîrinahî anîn, û di nav axavtinê da yekî ji wan,  ên ku bi me r’a hatibûn, çay li ser xwe da r’êt û qêr’ya: “Hey, Şeytan...!” – Ez ji kesekî lêborînê nxwazim, ku vî navî dinivîsim, ji ber ku ez bi bawerim, û  pêşîyên min jî bi bawer bûne, ku t’u p’êwendîya wî  navî bi me – êzdîyan r’a nîne. Ku ew di nav olên kevneşopî da heye, lê di nava ola êzdî da – na, ku nûnerên olên dine r’ojane wî navî bi k’artînin!... Û, eger em helwesteke wisa li hember vî navî bidin xuyan, em bi otomatîkî wan şer’ û şilt’axên ku avîtine êzdîyan piştr’ast dikin û li ser xwe dip’ejirînin... Ji xwe daxweza neyarên vê ola gelê k’urd a kevnar jî ew bû ye, ewan bi vê r’êyê bi mîlîonan k’urd neç’arkirine, ku ew berê xwe ji ola xwe biguhêzin...

Naha em bên ser wê, k’a piştî wê çi qewimî... Piştî vê gotinê, teyê bigota ava sar li ser xwedîyê malê da kirin, r’eng jê çû, dest lê lerizîn... Elî jî sar bû û bêdeng ma, yên dinê li ç’avên hev nihêr’în... Me jî, emên ku ji Sovêtê hatibûn, mat’ma li wan dinihêr’î: “Ma, çi bi van hat?” – Min bi xwe bêdeng ji xwe r’a got. Yekî  ji k’oma me bi xeyd li ser wî da çû: “Mal ava, – ewî got – ma tû tê negihîştî, ku ev mala ya êzdîyan e, û di nav mêvanên me da jî hevalên êzdî hene?” Ewî hevalî lêborîna xwe xwast, mîna mirovekî, yê ku sûcekî giran kiribe. Lê, dîsa jî, em heya dawîyê tê nagihîjtin, k’a çima... Min berê jî ji hinekan bi sivikayî bihîstibû, ku di nav êzdîyên K’urdistanê da r’ewşeke wisa heye, û ez t’enê mat’ma bibûm... Min ber xwe neda: “Çi bûye, camêrno, çi ji me?” – Û ez veger’yam ser  xwedîyê malê: “Çima, keko, ma, ew nav di nav ola wan da heye, û ew jî wî navî tînîn zimên, çi ji me, hûn ji bo çi dixeyîdin?!...” – Û, ji bo mijara axavtinê bidim guhar’tin, min got, ku  dixwazim derêm û destê xwe bişom... Ez r’abûm, xwedîyê malê bi min r’a derk’et hewşê. Hema ku em pişt dêrî k’etin, ewî milê min girt, bi ç’avên t’uje hêsir, bi k’elogirî pirsî: “Kur’ê min, bi r’astî tu êzdî yî?” – Min bersîva wî bi erênê da. Ewî gotina xwe domand: “Îja wê halê me çawa be, gelo?...” – Min gotê, ku k’urdên r’esen, ên ku li ser  ola pêşîyên xwe mane, em bi xwe ne, ku ji vir û pêva r’ewş dê baştir bibe... Û ji ber ku ji  bo wê axavtinê, ya ku hinekî berê di mal da pêk hatibû, ez zêde ne amade bûm, hem jî r’ewş ne ew bû, min mijar guhar’t ser r’ewşa k’urdên êzdî yên Yekîtîya Sovêtê, min got, ku di nav me da tiştekî wisa nîne... û em veger’yan hindur’...  

Piştî ku em ji Sûrîyaê veger’yan Moskovayê, me dest bi amadek’arîyên weşana r’ojnameyeke k’urdî kir. Û di destpêka 1995-an hejmara wê r’ojnameyê bi navê  “Axîna welat” derk’et... Wê demê k’arê me ewqas p’ir’bû (r’ojmnamegerî, k’arên t’evgerî û civakî, p’êwendîyên bi sazî û r’êxistinan r’a û yên dinê), ku, ji bo gelek pirsên dinê zêde dem nedima. Lê dîsa jî, ez dem bi dem di r’amana xwe da vediger’yam ser wê mijarê, û her carê jî ji bo pirsa “Çima, gelo, li bal êzdîyên welêt li hember wî navî helwesteke wisa heye?” min  bersîvek nikaribû bidîta. Û min bi r’amanî analîz dikir (helbet, dîsa dem bi dem!), r’ewşa  k’urdên êzdî yên Yekîtîya Sovêtê û yên welêt  hemberî hev dikir... Min didît, ku di vê pirsê da ya me û êzdîyên welêt li hev nagire. Çima? Çima êzdîyên li bal me ji wî navî sil nabin, lê yên welêt helwesteke wisa didin xuyan. Çima? Min di destpêkê da nikaribû şiroveya wê bidîta... Piştî demekê min xwest bersîva wê di civaka me da, di gundê me, di malbata me da biger’im. 

Wek ku min di gotara xwe ya “Êzdîtî” da nivîsî bû ( http://www.mezopotamya.gen.tr/gotar-makale/gotareka-dewlemend-di-der-bar-ola-zdt-de-h2140.html ), gundîyên me dûsed salî berê ji ber zulm û zordarîyê  welatê kal û bavan t’erikandibûn û hatibûn, li ser axa Ermenîstana îro bi cîh û war bibûn. Û, wek ku tê xuyanê, wê demê ew “r’êform” û guhar’tinên Şêx Adî (Şîxadî) xwe t’am bi wan r’a negîhandibûne... û, dibe  ku, ji ber wê jî di gundê me da t’enê ocaxên p’îran hebûne... Helbet, ev pirsa jî bi serê xwe mijareke lêger’înê ya cuda û t’aybet e... 

Tê bîra min, heya dawîya salên şêstî – nîveka salên hevtêyî yên dewra XX ji gundên adirbêcanan (gundîyên me ji wan r’a ecem digotin) hinekan k’erên xwe bi qenzîl (hêşinahîk e, bîna wê nêzîka ya sîran e, dikirin tirşînê), hurmîyên k’ûvî, selik û zembîl, şivên germaşivê bar dikirin, ji bo zar’okan jî fîtik û fîq û tiştên dinê hildidan, li ser do çîyan r’a derbaz dibûn, dihatin, digihîştin gundê me û herç’ê tiştên ku anîbûn,  bi ceh, genim û tiştên dinê r’a  diguhêrandin, diçûn... Ew mirovne p’ir’ belengaz bûn, r’oja çûyîna ser mezelan jî dihatin gundê me û xêr berv dikirin, ji neferîn xwe r’a dibirin. Dema tişt jî ji bo firotanê danîn, pîrejinên gund gunehê xwe bi wan danîn xwarin-vexwarin didan wan... Û, weke naha tê bîra min, dema kalemêrên gund bi wan r’a nîvlaqirdî-nîvcidî bazar dikirin, û bazara wan “li hev nedigirt”, digotin: “Ay k’işî, Ellahê te ji te r’azî be, eger tu hinekî arzan bikî, wê çi bibe?!”  – Lê, eger ew dîsa li ser ya xwe diman, wana dîsa nîvlaqirdî digotinê: “K’a, bîne, bîne, belkî şeyt’anê te di şever’eşê da li pêşîya te derê!” Ango, êzdîyên gundê me dizanibûn, ku Ellah jî şeyt’an jî yên wan in!..

 Wisa jî, dema em, zar’okên t’axa me li hev berev dibûn û me di xerabeyê avahîyê kevn ê mala Qeroyê  Heso da dilîst, mezinên me ditirsyan ku ew xanîyê  hizhizî dikare r’ojekê li ser me da t’ep bibe, û em di bin da bimînin... Û dayka min jî ji xalê minî Et’ar hîvî kiribû  (du lawên wî jî di nav me da hebûn), ku tiştekî bike, me bitirsîne, ku em êdî berbi wir va neçin... Xalê min çi kir, çi got û negot, em nedisit’irîn. ...Ewî çend r’ojan navber da wan gotinên xwe û r’ojekê jî di nav axavtina xwe da, wek ku bê mabest, got: “Hûn dizanin, nep’akê wan, – ewî destê xwe berbi alîyê wan ç’îyan dikir, ji k’u eceman dihatin gundê me – hatine û di wan xerabeyan da xwe  veşartine!” –  Û, hew! Sibetirê, kesekî me berbi wir va neçû. Me jî wê demê dizanibûbû, ku ew tiştne ne qenc in, lê çi ne, me nizanibû. Û me serê xwe dêşand, k’a, gelo ew nep’ak çi ne, ew yên k’ê ne?! Paşê me digot, dibe ku ew bi wan eceman r’a hatibin gundê me... Û her çiqas dem bihirî, mezinan ji me r’a şirove kirin, û ew têgeha wê p’eyvê bi  wat’eya xwe ya r’ast va li ber me vebû, û tirsa me jî bi wê r’a zêde bû...  

...Û, tiştekî balk’êş jî, dema kalikê min kuloç’a sersalê ker dikir, di destpêkê da digot:  “Ev p’ara Mêrê R’ojê!” – Ewî peyva Şems bikar nedanî (di vê derbarê da bi hûrbînî di  gotara “Êzdîtî” da bixwînin). Dema ewî sibê zû derê malê vedikir berê xwe dida r’ojhilatê û dest bi dirozga xwe dikir, digot: “Ya, Mêrê Rojê!” Lê êdî îro yên ku gotina Mêrê R’ojê bik’artînin, kêm bûne, p’eyva bîyanî ya Şems êdî cîhê xwe di axavtina me ye r’ojane da girtye... Û r’oj bi r’oj r’engê êzdîtîya r’esen û r’astîn, tê guhar’tin! Ev jî sedemên xwe yên obyêkîv û sûbyêktîv hene...

Û yeke dinê jî, dema xwendk’arîya zanîngehê, me demekê wisa jî dersên zimanê farsî dîtin. Û ji wir min dizanibû, ku fars ji horî-melek’an r’a frêştê (فرشته) dibêjin, û  wisa  jî min dizanibû, ku ev p’eyveke îranî ye, lê li şûna wê  hemwat’eyên wêye erebî derbazî nava êzdîyan bûne: melek, milyaket... Lê ew çawa pêk hatye, sedemên wê çi bûne, wê demê min nikaribû bizanibûya... Û dem bihurîn,... û sala 1979-an ez bûm serwêrê (dîrêktor) dibistana gundê Dêrikê (Cercer’îsa berê, ya navçeya Aragat’sê ya Ermenîstanê). Xanimeke êzdî ya p’ir’ hêja li wir dima, navê wê  Gulîzera Filît bû... Em t’eze çûbûn wî gundî, û di xanîyê wan da diman. R’ojekê min hinek belgeyên avahîyê dibistanê yê nû dane wê, ku bip’arêze. Piştî du r’ojan min jê pirsî: “Met’a Gulîzer, te ew belge çawa kirin, xwe destê zar’okan negihîtê?” Ewê li min veger’and:  “Min danye cîhekî wisa, kur’ê min, ku destê firêştêyên Xwedê negihîjê!” – Ez zendegirtî mam, min jê pirsî: “Met’ê, ma te ew p’eyva frêştê ji k’u anî?” – Ewê got: “Çawa, k’urê min, pîrka min bik’ar danî, ez jî li ber destê wê mezin bûme!...” – Lê, wek ku tê zanîn, ger ji êzdîyên me bipirsin, ewê nikaribin bibêjin, k’a ew çi p’eyv e û wat’eya wê çi ye.

Min ji bo çi wasa ji dûr va destpê kir? Ji bo ku em tê bigihîjin, k’a me nav û têgehên ola xwe yên r’esen çawa windakirine û li şûna wan nav û têgehên xur’û k’urdî yên ola meye kevnar çawa yên bîyanî hatine nava me, k’a ew komplêk’sa tirsê û xwebiç’ûkdîtinê çawa di nav k’urdên êzdî da çandine û li wan ferz kirine?! Eger em vê tê bigihîjin, emê wisa jî têbigihîjin, k’a çawa û di çi r’ewş û mercan da k’urdan bi giştî berê xwe ji ola xwe guhaztine... Û, eger em van hemûyan tê bigihîjin, wê demê, emê bi têgihîştinî wan guhar’tina binihêrin û êdî helwesta meyê jî êdî cuda be...

Ji bo ku ev hemu bi dîmenê xweyî r’astîn li ber me vebe, lêger’în û lêk’olînên zanistî yên p’ir’alî pêwîst in. Ew çi ku hatye serê gelê k’urd û, bi t’eybet jî, serê k’urdên  êzdî û êzdîtîyê, di r’ojekê da pêk nehatye, ew di pêvajoyeke dîrokî ya demdirêj r’a derbaz bûye û ew îro jî hê didome... Û, eger em wê pêvajoya dîrokî ji bo xwe r’ave bikin, emê ne t’enê r’astîya vê ola gelê k’urd a kevnar têbigihîjin, lê wisa jî –  r’astîya gelê k’urd bi giştî! Di dîrokê da t’u tişt wisa bê şop winda nabe, hinek tişt bi zanebûn, hinek jî bi nezanî tên veşartin, hinek tişt li pişt p’erdeya bi dest daxistî ya dîrokê va, an jî di bin sîya hinek tiştan da mane. Her t’enê dimîne, ku em bixwazin û  bikaribin sedemên wan hêmûyan biger’in û bibînin, ewê p’erdeyê bidine alîyekî, sîyê ji ser wan r’astîyan belav bikin û t’evahîya  r’astîya dîrokî derxinae r’onahîyê... Û ji bo wê jî, pêwîst e, ku em bingehên r’astîn ên wan bûyerên dîrokî bibînin.

Wek ku tê zanîn agahîyên dîroka mirovahîyê di  ç’avkanîyên demên cuda da hatine  p’arastin, û ji ber gelê k’urd jî p’arçeyekî vê mirovahîyê ye, di derbarê paşer’oja wî da jî gelek agahîyên kêrhatî divê di nav ç’avkanîyên dîroka mirovahîyê da mabin. Gelek ji wan di nava lêger’înên di derbarê dîroka gelê k’urd da ji hêla zanîyarên cuda va hatine bik’aranîn... Lê gelek ç’avkanî jî hene, yên ku hîç dest jî negihîştine wan, an jî, eger hatine bik’aranîn jî, ew bi mabesteke  dinê bûye... Ji bo wê jî emê li vir her t’enê hinek agahîyan ji çend berhemên lêger’înî pêşk’êşî bala xwendevanê xwe bikin, û bi hev r’a wan binirxînin.    

Weha:

 

S. V. Têr-Manvêlyan,  erkdarê olî yê ermenî yê destpêka dewra XX:

 

“... kurmancên êzdî  di xewn û xiyalên ola pêşîyên xweye  xwezayperest da bi zorekê xwe ji tevkujîyên  xwînrêj ên fanatîkên îslamî, wisa jî ji stemkarîyên bêwijdan ên xrîstîanan, parastine. Lê, ji ber ku ewana bi bîrûbawerîya xwe ya serbixwe va, mala Xwedê ava, ne ji wan olan in, ên  ku îro  desthilatdar in, ji ber wê jî ewana ji hêla hemûyan va bi ç’avkorî wek gelê bê ol hatine p’ejirandin, heya ji hêla birayên xwe yên ji heman net’ewê va jî, yên ku k’etine hemêza muhemmedîyê. Û hemû jî weke hev ji wan zivêr in û wan nuxsan dikin...”

(ՍիոնՎարդապետ Տէր-Մանուէլեան, «Եզիդի կուրմանժ», Ախալցխա,1910//Sîon Vardapêt Têr-Manvêlyan, “Kurmanjên yêzîdî”, Axalt’sxa, 1910, rû. 5 – 6, bi zimanê ermenî).

 

Ez dibêjim, ev gotinana, pêdivîya xwe bi şiroveyan nînin. T’enê, wek agahî bibêjim, kesê ku p’irtûka S. V. Têr-Manvêlyan bixwîne, wê bibîne, ku ew di derbarê êzdîyan da ne ku t’enê li ser bingeha nivîsên hinekan nirxandinên xwe pêk tîne, lê bi xwe jî di nav êzdîyan da demeke dirîj maye, ew nas kirine, her çiqas di hinek nirxandinê xwe da ew jî ket’ye bin bandiora hinek nêr’înên ne obyêktîv, ên ku berî wî hatine nivîsîn...

 

***

Xaçatûr Abovyan, r’onaydarê ermenî yê mezin ê nîveka dewra XIX:

 

“... ev gela her t’enê ji ber wê sedemê şeyt’anp’erest navkirine, ji ber ku helwesta gelên cînar, ên ku bi fanatîzma xwe va diyar in, li hember wan ne qenc bûye, wana ew nefret û bêr’ûme tkirine...”

(Хачатур Абовян, , «Иезиды», газета «Кавказъ», №9,Тифлис, 28 февраля 1848 г, стр. 4.// Abovyan, Xaçatûr,  “Yên Îêzîd”, r’ojnameya “Kavkaz”, №9, T’îflîs, 28-ê sibata 1848-an, r’û. 4,bi zimanê r’ûsî).

 

Ev gotinan jî pêdivîya xwe bi şroveyekê jî ninin, her tişt bi zelalî hatye gotin.

 

***

Êndryû Kollînz, lêgerînerê înglîz ê serdema me:

 

“... Hîç şik û gumanek nîne, misulmanan  yên êzdî ne tenê mirovên bê ol û bawerî, lê wek kafirên nepak dîtine, yên ku divê bê merhemet bên  tunekirin, eger dest ji bawerîya xwe bernedin û neyên ser ola îslamê”.

 (Эндрю Коллинз, «Падшие ангелы», Москва, 2008, стр. 190//Wergera r’ûsî ya pirtûka Êndryû K’ollînz a bi înglîzî (Andrew Collins, “From The Ashes of Angels”), Moskova, 2008, r’û. 190.)

Wek ku tê xuyanê, dîtina vî camêrî jî pêdivîya xwe bi şiroveyan nîne.

 

Mirov li vir çi dikare bibêje? Dertê holê, ya ku hersê dîtinên jorê yên sê mirovên cuda digihîne hev, ew e, ku hersêk jî xwedî heman nêr’înê ne, ew jî ev e: “Ew, çi ku di derbarê êzdîyan da hatye û tê gotin, hemû jî  ji ber helwesta gelên bi fanatîzma xwe dîyar e, li hember wana...” 

Û ya dinê jî, ya ku, bi dîtina min, ji vê kêmtir  girîng nîne, eger em van gotinên van lêger’îneran r’ast binirxînin û r’ast r’avebikin, emê tê bigihjin, k’a ew k’urd, ên ku îro êdî misulman in, di çi r’ewşeke giran da bûne, çi bêdadî û malwêranî hatye serê wana û ji ber çi zulm û zorê bi neç’arî dest ji ola pêşîyên xwe ya kevnar berdane...

 

 

Alêksandr Sêrgêyêvîç Pûşkîn, helbestvanê rûs ê mezin ê dewra XIX:

 

Eger ew hersê dîtinên jorê weke hev yekawa zelal hatine dîyarkirin, lêbelê ya helbestvanê r’ûs ê mezin Pûşkîn ji ya wan cuda dibe. Ya wî, bêhtir pirsên wî çêbûne, wisa jî xwesteka wî ya zanebûna mijarê  û helwesta wî ya dilovanî ya hember  êzdîyan dîyar dibe. Weha ew çi dinivîse:

“...Di konê gênêral R’ayêvskîy da begên alayên misulmanan berev bibûn; û govtûgo bi r’êya wergêr pêk dihat. Di nav art’êşa me da wisa jî gelên herêmên me yên Kafkasîyayê û yên ji binecîyên wan xakan hebûn, ên ku van demên dawîyê hatibûn dagerkirin. Di nav wan da min bi baldarî li êzdîyan (Pûşkîn yazîdî dinivîse. – E. C.) nihêrî, yên ku di R’ojilata Navîn da wek şeyt’anp’erest tên naskirin. Derdorê 300 malbat li binp’êya  ç’îyayê Araratê dijîn. Ewana desthilatdarîya dewleta r’ûsî naskirine. Serk’arê wan, mirovekî bilind û ebulu, berbaraneke sor lê û k’umekî r’eş li sêrî bû, carna ji bo silav û r’êzên xwe bide gênêral R’ayêvskîyê serk’arê hemû  leşkerên sîyarî, dihate bal wî. Min hewl da, ji yê êzdî r’astîya  bîrûbawerîya wan bizanibim. Ewî bersîva pirsa min da û got, ku, ew gotegotên di derbarê wê da, ku, xwedêgiravî, yên êzdî bi şeyt’ên bawerdikin, ç’îrokeke vala ye; ku Xwedê yek e, û ew jî wî bawer dikin; ku, r’ast e, anegorî qanûnên wan, nifir’î li şeyt’ên kirin, tiştekî ne hêja û  ne qenc hesab dibe, ji ber ku ew naha bedbext e, lê, dibe dem bê, û ew bê efûkirin,  ji ber ku nabe, ku mirov sînoran ji dilovanîya Ellah  r’a dayne. Ez ji bo êzdîyan p’ir’ dilşad bûm, ku ewana şeyt’ên nap’erêzin; û bi min diyar bû, ku  mirov dikare dîtinên wan ên ner’ast bibaxşîne wan”.Ev bîranên r’êwîtîya xwe  Pûşkîn sala 1829-an nivîsîne. (Пушкин А. С. «Путешествие в Арзрум», Избранные сочинения в 17 томах, т. 8, книга 1.  Москва, 1995, стр. 468//Pûşkîn A. S., “R’êwîtî berbi Erzrûmê va”, Berhemên bijare ji 17 bergan, bergê 8., p’irtûka 1. Moskova, 1995, r’û. 468, bi zimanê r’ûsî).

 

... Li ber ç’avan e, ku dîtineke weha di sêrî da bê bingeh e. Û heya îro jî ne li ser asta zanistî, û ne jî li ser asta ezdayzanîyê (t’êologî) qîmetek nedane dîtinên weha û ew nehatine valaderxistin. K’a, binihêr’in! R’ast e, Pûşkîn “ji bo êzdîyan p’ir dilşad bûye, ku ewana şeyt’ên nap’er’êzin”, lê, dîsa jî, wek ku ew bi xwe dibêje, bi wî “...diyar bûye, ku mirov dikare dîtinên wan ên ne r’ast bibaxşîne wan...

Ger wisan e, dîsa jî hinek guman û dîtinên Pûşkîn di derbarê “dîtinên êzdîyan ên ne r’ast” da  mane?

Û ya dinê jî: çi ku Pûşkîn dinivîse, ewî bi r’êya wergêrekî navbeynk’ar bihîstye, ji ber ku  êzdîyên wê serdemê bi zimanê r’ûsî neaxivîne.  Zimanê r’ûsî ji bo wan bîyanî û nebînayî bûye, û P’ûşkîn bi xwe jî, nikaribû zimanê k’urdî bizanibûya. Û ev jî xwezayî bûye. Wê demê, dertê holê, ku ewî bi yê êzdî r’a bi r’êya wergêr p’êwendî danîne (ew bi xwe jî di derbarê wê da dinivîse). Û ev wergêr jî ji hêla xwe va  dikare, wergera axavtina yê êzdî bi alîk’arîya wergêrekî dinê pêk anîbe, yê ku axavtina yê êzdî ya bi zimanê k’urdî ji bo wî wergerandibe t’irkî?  Ma ne, yên êzdî, heya eger bi t’irkî axivîbin jî, axavtina wan a t’irkî p’ir’ lewaz bûye. Û, wek ku tê xuyanê, ew  “wergêrê” duyem misulman bûye, ji ber ku êzdî (û bi giştî p’ir’anîya  k’urdan) ji Xwedê r’a negotine û îro jî nabêjin Ellah. Ew her dibêjin  Xwedê yan Xweda.

Û têbînîyeke dinê jî: eger Pûşkîn bi navbeynk’arîya yekî misulman p’êwendî bi yê êzdî r’a danîbe, wê demê, ne hemû agahîyên di derbarê êzdîyan da gîhandine helbestvanê mezin, an jî ewî ew agahî weke helwesta xwe gîhandinê!

Li ber ç’avan e, ku ev hemû jibinva ner’astîyek e, yan, dîsa jî, hinek kes, bêyî ku wê têbigihîjin, hinek tiştan t’evlîhev dikin?  Ev hemû ji k’u tê? Ma ne, bi sîstêmî du têgehên  cuda, du bîrûbawerîyên cuda û du dîtinên cuda jî di derbarê sêwirandina cîhanê da hene!? Ji hêlekê va ola êzîdî  û êzîdîtî (wek t’arîqet) hene, ji hêla dinê va jî – ola êzdî û êzdîtî?!  (Di derbarê vê da bi hûrbînî di gotara “Êzdîtî” da binihêr’in).  

Û jinûva pirs dertê holê: “Bi r’astî, mirov dikaribû di derbarê ner’astîya dîtinên k’ê da bigota?  Di derbarê ner’astîya dîtinên êzdîyan da, yan di derbarê ner’astîya dîtinên di derbarê wan da?!”

Divê mirov evê pirsê di çarç’oveya demajoya dîrokî da binirxîne, û lêger’înên wê bi hemû merc û r’ewşên obyêktîv û sûbyêktîv va pêkbîne.

Hemû nêr’înên di derbarê ola êzdî û şiroveyên di derbarê bîrûbawerîya wê da di bin bandora  bawerîyên olî yên kevneşopî û di bin pirîzmaya bîrûbawerîya wan da pêk hatine. Û ji ber wê jî ev hemû nêr’în bi t’u awahî nikarin obyêkîv û sazûmandar bin û, ji ber wê jî, ne pêkan in... 

 

***

Naha jî em bên ser gotineke dinê ya Xaçatûr Abovyan a di derbarê êzdîyan da. Di sêrî da mirov dikare bibêje, ku ev gotina Abovyan di nava hemû gotinên dinê da ya here balk’êş û girîng e, ji ber ku ew dide xuyan, k’a çawa di dîrokê da û heya naha du ol û bawerîyên cuda t’evlîhev kirine... Weha,

 

Xaçatûr Abovyan:

 

“Navê êzdî (di nivîsa wî da – îêzîd. – E. C.) nefret û xof dikir û îro jî dike dilê hemû gelên asîyayî û heya dilê erebên dirinde jî, yên ku êzdî di nav van da jî dijîn”.

(Абовян, Хачатур, «Иезиды», газета «Кавказъ», №8,Тифлис, 21 февраля 1848 г, стр. 3// Abovyan, Xaçatûr, “Yên îêzîd”, r’ojnameya “Kavkaz”, №8, T’îflîs, 21 sibata sala 1848-an, r’û. 3, bi zimanê r’ûsî)

 

Mirov li vir her dikare zendegirtî (mat’ma) bibe. Dîtinên nebînayî û danasîna ne obyêktîv! Ma, gelo tiştên weha dikaribûn pêk bihatana? Ma ne, di nav wan da êzdî di r’ewşa zulm û zordarîyê da bûne, di bin êrîşên bê navber da bûne, û wana bi zorekê karibûne xwe ji t’evkujî û xezayê r’izgar bikin!? Di vê r’ewşê da, gelo êzdîyan dikaribûn di nav wan der-doran da navekî wisa derxistana? Em li vir careke dinê gotinên erk’darê ola xirîstîyanî S. V. Têr-Manvêlyan  bi bîr bînin: “... kurmancên êzdî ji bo ku xwe ji t’evkujîyên xwînrêjî yên fanatîkên îslamî, wisa jî ji stêmk’arîyên bêwijdan ên xrîstîanan  r’izgar bikin, bi dijwarî di xeyalên bawerîya pêşîyên xwe ya xwezayîp’erest  da xwe p’arastine”.–Weha, piştî ku li ser ger’ û aqarên dîrokê olên kevneşopî p’eyda bûne, r’ewşa r’astîn a bawermendên ola êzdî ev bûye!

...Û, jinişkêva, tiştên weha! Dertê holê, ku navê wan mirovan, ên ku bi zorekê ji t’evkujîyên xwînrêjî û stêmk’arîyên bêwijdan filitîbûne, “... nefret û xof dikir û îro jî dike dilê hemû gelên asîyayî û heya dilê erebên dirinde jî, yên ku êzdî di nav wan da jî dijîn?” Tiştekî nebînayî (Fantastîka)! Ner’astîyên çawa! Derew û bêbextîke çawa, yên  ku li ser bingeha van dîtinên ne r’ast sazbûne! Fermo, bibêjin, k’a li vir r’astî li k’uye? Êzdîno, belengazno! Bi r’astî, di heşê mirov da cîh nabe! Tiştê wisa çawa dikaribû bibûya?! Ma ne, ev êzdî bi xwe bibûn aramnca êrîş û cerdên ereb û misulmanan, wisa jî stêmk’arîyên bêwijdan ên xaçp’arêzan, û zulm û zordarîyeke nebînayî li wan dibû. Û ji bo ku xwe ji t’unekirinê r’izgarbikin, hebûna xweye fîzîkî, ola xwe ya kevnar û r’eng û r’ûç’ikê xweyî  net’ewî bip’arêzin, wana  miskenê xweyê kal û bavan ji  dijminan r’a hiştine û r’evyene nava r’êzeç’îyayên bilind û hasê! Û, ji nişkêva navê wan “...nefret û xofê dike dilê hineka!?” ... Û, ku ... ew heya di nav ereban da jî hene!? Ma tiştên weha çawa dikaribûn bibûyana?! Erê, k’urdên êzdî, çawa karibûne, wisa jî ber xwe dane û çiqasî karibûne, xwe p’arastine. Erê wana ji bo r’izgarîya xwe, ji bo bi fîzîkî p’arastina xwe têk’oşîyane. Lê ku wê demê (û îro jî!)  ewana dê bikaribûna di nav erebên misulman da îdare bikirana, û, heya xof û nefret bikirana dilê wan!? Hîç nak’eve heşê mirov! Ev tiştekî ne r’êal e! Ev hîç ne heşmendî ye! Ma, gelo dikaribû tiştekî wisa bibûya, ku, wek ku S. V. Têr-Manvêlyan dibêje, ewana, yên ku“... ji hêla hemûyan va bi ç’avkorî wek gelê bê ol hatibûne p’ejirandin”, û “...hemû jî weke hev  ji wan zivêr bûne û ew nuxsan kirine”tirs û xofê bikin dilê gelên cînar? Di derbarê wê da, ku ev nêr’în nikare r’ast be, li bal Xaçatûr Abovyan bi xwe govanîyên balk’êş hene:  “... ev gela her t’enê ji ber wê sedemê şeyt’anp’erest navkirine,  ji ber ku helwesta gelên cînar, ên ku bi fanatîzma xwe va diyar in, li hember wan ne qenc bûye, wana ew nefret û bêr’ûmetkirine...”

Wê demê ev agahî ji k’u tê? Ma, gelo, li vir Abovyan (û gelekên dinê jî!) navê êzdî  û yê êzîdî t’evî hev nake?!...

Û, eger, heya me nikaribûye r’ehên vê bêdadî û nep’akîya dîrokî ya hember êzdîyan (û hemû gelê k’urd) bibînin, li ser bingeha daneyên pêbawer  ew derew û şer’ û şlt’axana bi bingehîn r’ed nekirine û r’astîya dîrokî dernexistye holê û jîndar nekirye, emê nikaribin bi cîhana mayîn r’a, wek t’erefdarên vê ola kevnar û bîrûbawerîya wê ya bêhemp’a, biaxivin. Emê nikaribin bibin xwedîyên mîrasa wê çanda kevnar, ya ku hebûna gelê k’urd ê p’ir’mîllîonê ye.

Û, eger em îro r’abin û t’enê di nav çarç’oveya r’êformên Şêx Adî da êzdîtîyê  binirxînin, emê bi wê yekê dîrok û şaristanîya gelê xwe ya dewlemend a hezarê salan binax bikin û ew dewlemendîya şaristanî ya gelê me wê bê şop winda bibe... 

Naha jî em veger’in ser wan mercên r’ewşî û derûnî (p’sîkolojî), yên ku êzdî  t’evahîya wê demajoya dîrokî di nav da bûne. Ma ne, ew daneyên berovajîkirî, yên ku pisporên bîyanî (heya, carna, hinekên k’urd jî!) di lêger’înên xwe da bik’artînin, divê ku ewana ji êzdîyan bi xwe, bi  t’aybetî jî, ji erk’darên ola êzdî  bihîstibûna? Lê, wek ku tê zanîn, bîrûbawerîya êzdîtîyê p’ir’ girtî ye, û li ser her agahîyeke di derbarê wê da qedexeyên cuda hene. Û carna, dema bersîva pirsên bê r’awestan û bi baldarî yên lêger’îneran, an jî yên nûnerên olên dinê dane, êzdîyan di derbarê ola xwe da ji wan r’a negotine: wana her t’enê ew pirs nirxandine, yên ku bala axavtvanê wan k’işandine, û, ew jî, t’enê di anv çarç’oveya wan agahêyên di derbarê bîrûbawerîya ola axavtvanê xwe da, yên ku ewana zanibûne. Û ji bilî wê, axavtvananên wan bi xwe pirsên xwe li ser bingeha bîrûbawerî û dîtinên li ser sêwira cîhanê yên olên kevneşopî û, wisa jî, li ser bingeha agahîyên di derbarê êzdîyan da yên berovajîkirî û ji hinekan bihîstî ava kirine, ji ber ku agahîyên wan ên dinê t’unebûne û nikaribûne hebin jî...

Weha, ji êzdîyan di derbarê wan r’ûh û r’ewanên ne qenc da pirsîne, ewên ku di derbarê wan da di olên kevneşopî yên xrîstîyanî û misulmanî da tê gotin. Ma ne, di ola êzdî da heya agahîke here sivik jî di wê derbarê da nîne. Û, heya, eger yên êzdî hinek têgînên xwe di derbarê r’ewanên (r’uh) wî r’engî da hene jî, ew bi “saya”  p’êwendîyên wane bi nûnerên olên kevneşopî r’a bûne. Ma ne, êzdîyan ji gelên derdorê xwe yên cînar dorgirtî nejîyane û îro jî najîn?! Ma ne, p’êwendîyên wan bi cîhana mayîn r’a hebûne û îro jî hene?! Yan jî di nav wan da erk’darên olên dinê çûne-hatine, bi mabesta mîsîonêrîyê, ji bo ku bawerîya xwe bi wan bidin p’ejirandin?! Û ji bilî van hemûyan û ji van jî zêdetir, ma ne, Şêx Adî gelek têgeh û têrmînên îslamî bi xwe r’a anîne nav êzdîtîyê?! Û ji ber wê jî, heya, eger êzdîyan bi axavtvanên xwe r’a hinek pirs goftûgo jî kiribin, wana ew di nav çarç’ova bîrûbawerîyên olên kevneşopî da pêk anîne, û hinek caran jî – weke xwesteka axavtvanan. Û hew!

 Divê bê zanîn, ku di nav çarç’oveya bîrûbawerîya xwe ya olî da, heya ku nikaribû bihata heşê êzdîyan jî, ku di derdorên Xwedê da dikaribûn r’uh û r’ewanên neqenc jî hebin. Û ji wê jî zêdetir, ku dikaribû Xwedê bi xwe ew sêwirandibûna. Ji ber wê jî ewan wisa berxwe dane û nexwastine nefretê li r’ewanekî pîroz bikin û gotinê nûxsanîyê ji wî r’a bibêjin, yê ku di bawerîyên kevneşopî da wek r’ewanên neqenc, şeyt’an, satana, lyût’sîfêr  tên navkirin.

 – Tiştekî wisa çawa dikare bibe? – Yên êzdî zendegirtî dibin. Ma ne, bi têgihîştina wana, di pant’êona pîrozîyên êzdîyan da kesayîbûna (pêrsonîfîkat’sîon) r’ewanê neqenc nîne. Eger neqencî û nep’akî hene, ew t’enê di nav mirov da hene. Û ji ber wê jî hinek erk’darên ola êzdî wisa t’evlîhev dibin, û bi tirs û xofekê dipirsin: “Tiştekî wisa çawa dikare bibe, ku Xwedê r’ewanê (r’uh) neqenc bisêwirîne?” (Helbet, eger gotin di derbarê Xwedê da ye!)

Ma ne, wek ku li jorê hate gotin, di pant’êona xwedavend û r’ewanên bihurtî û pîroz a bawerîya êzdîtîyê da têgeha r’ewanê neqenc û kesîyekirina wan nîne... Helwesteke wisa li dijî r’ûmet û hestên olî yên êzdîyan bûye. Lê ewana li dijî nûnerên wan olên kevneşopî çi dikaribûne bikin, ên ku, wek ku Têr-Manvêlyan dibêje,  “olên desthilatdar” bûne?... Ji ber wê jî ew ji her nirxandineke wisa ya di derbarê pirsên wisa da zendegirtî dibin.  Û ew hemû pirs, ên ku ewana neç’ar bûne li ser wana govtûgo bikin, an jî di derbarê rûhê neqenc  da bibêjin, ewan her t’enê bi neç’arî, ew jî bi nûnerên bawerîyên xrîstîyanî û misulmanîyê r’a pêk anîne! Lê di nav êzdîyan da axavtinên wisa wek êrîşên bêhurmetîyê û nuxsanîyê li hember  hemû r’ewanên bihurtî û pîroz tê dîtin, ji ber ku di ola wan da têgeha r’ewanên neqenc nînbûye û îro jî nîne, helbet, eger gotin di derbarê êzdîtîyê da ye, û ne ku êzîdîtîyê da...

Hemû r’ewanên bihurtî û pîroz û xwedavend di pant’êona pîrozîyên ola êzdî da t’enê nûnerîya destpêka qenc dikin. Û, ya here pîroz, ya ku êzdîyên îro ji ola xwe ya kevnar  p’arastine û gîhandine r’ojên me jî, dibe ku, hema ev e! Ji hêla xwe va her r’ewanekî pîroz  Xudanê malbatekê, binemalekê, berekê an tiştekî dinê ye. Ji ber wê jî yên êzdî ji wana r’a  “Yên ji me çêtir” dibêjin, û ji vir jî p’eyva – “Meçêtir”! Û ji bo ku van hemûyan têbigihîjin, mirov divê di  malbata êzdîyan da ç’avê xwe li cîhanê vekiribe û di hewa bîrûbawerîya ola êzdî da gihîştibe û p’erwerde bûbe, t’erbe-t’oreya xwe di “xewn û xiyalên” (wek ku Têr-Manvêlayan dibêje) wê ola  kevnar  a bi sur’ û sêr da dîtibe.  

Dema êzdî dibêjin, ku mirov ji dêya xwe êzdî dibe, û ne ku dibe êzdî, dibe ku mabesta  wan hema ev e!

 

***

 

Piştî vê mirov çi kare bibêje?

Ola êzdî bi bîrûbawerîya xwe va, bi dîtina xwe ya li ser sêwrandina cîhanê va û bi sazîya pant’êona xwedavend û pîrozîyên xwe va ji olên kevneşopî cuda dibe û, ya sereke jî,  bi têgihîştina têgehên qencî û nep’akîyê va... 

Ji bo wê jî, em ên k’urd (hem ên êzdî, hem jî yên dinê) divê r’astîya vê ola gelê xweye kevnar r’ast r’avebikin û nas bikin. Em divê hewl bidin, herdu demajoyên vê ola gelê xwe ya kevnar (ya berî û piştî Şêx Adî) bi dîrokî nas bikin û ji hev cudabikin. Û ji bo ku felsefeya jîyanê, ya sêwirandina cîhanê û ya qencî û neqencîyê ya net’ewa gelê k’urd bidine vejîyandan, divê r’astîya ola êzdî ya kezî û pîroz,  a berî r’êform û guhar’tinên Şêx Adî vejîyan bikin... Û ev jî deynê me yê wijdana net’ewî û ya r’ûmeta mirovî ye...

Lê, heya ku ev yeka pêk bê, min dixwast bala xwendevanên xwe bikişanda ser hinek dîtinên Têr-Manvêlyanê erk’darê ola xirîstyanî yên di derbarê nirx û hêjahîyên  êzdîyan da. Ew dîtin jî ewî li ser bingeha ç’avdêrîyên xwe yên zêndî  sed salî berî me nivîsîne. Û, eger em bi hev r’a wan dîtinan hemberî vê r’ewşa êzdîyan ya naha bikin, emê bibînin, k’a ji ber sedema êrîşên derûnî, t’ehdîdên t’evkujî û t’unekirinê di nav beşekî gelê me da ew nirx û hêjayî çawa hatine lewazkirin û li ser bingeha  komplêk’sa tirsê û xwebiç’ûkdîtinê ew bi têgeh, têrmîn û navên bîyanî va hatine guhar’tin. Û ew, çi ku di gotara Newaf Mîro da derk’etye holê (ya “Êzdî çima wê peyvê bikar naynin?”), her t’enê encama bermayên wan êrîş, stêmk’arî, t’evkujyan e, ya ku sedê salan li hember êzdîyan hatine meşandin. Û, ji bilî vê, wek ku min êdî li jorê jî gotye, eger em vê r’ewşê r’ast tê bigihîjin, emê r’astîya gelê xwe bi giştî têbigihîjin, emê li şûna hev t’ewanbarkirinê bi têgihîştinû û li ser bingeha net’ewî yekîtîya xwe xurt bikin... 

Mirov ku dixwîne, têdigihîje, k’a êzdî (û hemû k’urd) berê k’î bûne û îro gihîştine çi r’ewşê.

Fermo, çend p’arçe ji p’irtûka S. V. Têr-Manvêlyan a “Kurmanjên yêzîdî”:

 

“...Mirov zendegirtî (mat’mayî) dibe, cîhan wana mirovên bê ol û bawerî hesb dikir û îro jî hesab dike, lê ew – t’evahîya mirovayê”(r’û. 12).

 

***

“...Ew (yê êzdî. – E. C.) hez dike û jêra bûye hînbûn, ku ji jorva, ji bilindahîya olîmpî va li gelên dora xwe binihêre... (r’û. 23)

 

***

Divê bê gotin, ku kurmanc (li vir mabest dîsa êzdî ye. – E. C.) serbilind hatye cîhanê, di her gaveke wî da, di her liveke wî da, di axavtina wî da ruhê wanî serbilindîyê tê xuyanê . (r’û. 23)

 

***

“ Lê, her çiqas jî êzdî di r’ewşeke giran da ne, paşdamayî ne, û bi xwe hindik jî mane, lê dîsa jî ewana bi t’aybetîyên xwe yên bi  nirx û hêja va diyar in, ên ku bi giştî li bal peyhatîyên net’ewên gewre hene” (r’û.:5).

­­­­­­­­­­­­­­­­­­­­

…Wekî dinê, tiştê ku em ji hev r’a bibêjin, dîsa hene, lê vê care ewqas jî bes e. Ez hêvîdar im, ku emê li ser vê mijarê hê biaxivin.

Li gel silav û rêzên xwe, 

22. 05. 2014

 

http://www.mezopotamya.gen.tr/gotar-makale/gotareka-giring-balks-ji-pensa-mamoste-ezz-cewo-h2173.html