1. Tekst

  2. Gotar

  3. Hesen Harrani
  4. Rojava Kurd û Filîstin
Rojava Kurd û Filîstin,rojava,kurd,û,filîstin

Rojava Kurd û Filîstin

A+ A-

Rojava dilê me ye. Namûs û bextê me ye. Canê me ye. Em bixwe ne. Yên li wir şer dikin 

rûmeta me ne.

Rojava nikare bibe qurbana saîkên îdeolojîk ku êdî bûne gend û gû û çûne ser sergoyê.

Rojava pêşeroja me hemî Kurdan e.

Îro jibo rojava rojeva sereke mafê bidestxistina statuyê ye. Statu mora hebûnê ye tapûyê ax û

mafê netewî ye. Her wiha normekî nasandina navnetewî ye û ev kar bi encama tekoşînê û

têkilîyên dîplomasîyê yên serkeftî tê bidestxistin.

Serkeftina karê dîplomasîyê bi kurtasî li ser du lingên sereke tê pêşxistin û serkeftin li gorê

vê esasê mîsoger dibe.

Çine ev herdu ling?

1- Tekoşîna te ya rewa û li gorî daxwazên netewî û ontolojîk.

2- Têkilîya dostîyane û dan û stendinên li miqabilî hev û normên rewabûna navnetewî.

Tevgerên ku li ser esasên netewî avabûne di têkilîyên navnetewî de xwe bi hêsanî li gorî van

norman dîzayn dikin û mafê rewabûnê bidest dixin.

Lê tevgerên ku li gorî saîkên îdeolojîk bi rêk û pêkbûne û daxwaz û talebên netewî zêde

dernxistine pêş di bidestxistina rewabûnê de gellek zehmetî kişandine û dikişînin. Lewre

barîyera wan a astengîyê norm û hiqûqa wan ya îdeolojîkîye ku li ser hemî qad û jîyana

tekoşîna xwe hakim kirine. Ev jibo wan di qebûlkirina navnetewîde astengekî herî mezin e.

Ev rewş û rastî herdem bi kêrî dijminê wê tekoşînê hatîye.

Mênak dijayetîya tevgera Kurd bi eşkerebûnî ya li dijî sistema hêzên cîhanê astenga herî

mezin ya neqebûkirinêye.

Tabî di vir de berjewendîyên herêmî û têkilîyên navdewletî ez li vir ji pêş çavan naxim. Lê

vana barîyerên neyên rakirin, an jî nayên rûxandin nînin. Mînak têkilî û berjewendîyên

Tirkîyê û Amerîka û Natoy'yê tiştekî ku neyê guhertin an jî cihê wî neyê guhertin nîne. Lê

barîyera îdeolojîk tiştekî ku bê guhertin an jî bê rakirin nîne. Dewleta Tirk di qada navdewletî

de hêza xwe ya herî giring û mezin ji vê xalê digire. Û di serî de jî berîya tinekirina tevgera

Kurd xala ku pêşî naxwaze biguhere ev saîk û sekna îdeolojîk e. Lewra ya ku di têkilî û

neqebûlkirina navdewletî de ku herî zêde jêre alîkare ev xalin. Yanî bi vê pozîsyonê dewleta

Tirk bi hêzên cîhanê dide qebûlkirin ku jibo te hêza rewa û a pêanînker ez im, ne ev in. Ev

jibo te jî xeterin.

Jixwe di dema desthilatdarîyê Tump de û şerê li ser Girê spî de aragumana ku herî zêde

derxist pêş û bi Trump da qebûlkirin ev bû. Erdogan vê xalê bi dengê bilind diqîrîyan û

digotin Ev gotin belesebeb nebû, hêza xwe ji hîmê ku tevgera Kurd xwe li ser ava kirîye

digirt û digire.

Ez bi dengekî bilind vîya dibêjim. Cihê ku mafê min ê netewî di destê minde nebe ezê çi

bikim ji van îdeolojîyên sedsal ji pareve mayî? Heta ez xwedî mafê xwe ê netewî nebim ezê

çawa karîbim doza mafê xwe yê çînayetî bikim?

 

Ji ber vê yekê ez wiha dibêjim, îdeolojîya we bila ji we re be, lê mijarên xwe yên îdeolojîk

nekin pêşîya mafên min ên netewî.

Heta netewa min bin destande be şerê çînayetîyê li xwe heram dikim û ji xesarê wêdetir ti

feydekî nade min û netewa min tev.

Di vê zanîn û hayê de ez li doz û mafê netewa xwe xwedî derdikevim.

Derdê min jî kula min jî ev e.

Kurd îro bi zanebûna ku dijminê wan daye wan di her mijar û meseleyê de bûne çel perçe û

çel pîne.

Zanîn hîm e. Te çi ji xwe re kir hîm paşê tiştên ti li ser rabikî li gorê wî teşe digire. Kurdan

îdeolojîyê ji çepgirên Tirkan hîn bûn. Sekin û nêrîna wan a îdeolojîk bi giranî bi îdeolojîyên

çepên Tirk derbasî me bûye. Tale lê rastî eve.

Nêrîna li hember Sovyetê, Filistînê, eşîrtî û feodaîteyê hemî bi krîter û prensîbên çepgirên

Tirkan derbasî zihînê me bû. Û bû çel sale jî em ji van prensîban rizgar nebûne.

Gihaştina hev a îslamîst û çepgirên Tirkan li ser nêrin û xalekî ne tesadufe. Ev hîm e û hîmê

bi plankirîye.

Her wiha ev jibo li hemberbûna hêzên Cîhanî jî wihaye.

Û ev hîna jî didome. Lewre di warê bertekdayîna serdehatinên dijmin li ser Kurdan perçebûnî

û belawelabûnîya Kurdan tiştekî ne jixweberveye. Îro ger çep û rastên Kurdan, sosyalîst û

oldarên Kurdan li ser birîna xwe zêde nakalin û bêhtir ji Filistînê re hêsir dibarînin ev encama

hilgirtina zîhnîyeta çewt a çepgirî û rastgirîyêye. Ev encama dayîna zanînê a dijminê wan e.

Îro kuştina Filistînîyekî ji wêrankirina bajarekî Kurdan bêtir jan dide di dilê oldar û sosyalîstên

Kurd û Tirkan de. Ma ev şibihandina ecêb ji cihê nîşkavede çêbû? Na! Ev encama

perwerdekirin û çêkirina hîmekîye. Ev hîm jî ji hêla dijmimê me ve hatîye avêtin. Divê em

xwe gavek zû ji vî hîmî rizgar bikin û nêrîn û awirekî rast û baş hilgirin. Heta em xwe ji vê

rastîyê qut nekin û dûrnexin wê rewş neguhere û xwe dubare bike.

Loma jî dijminê me li ser serê me agir dibarîne lê van derdoran kolanek ji xwe wêdetir

nabîne, çavê wî kor bûye, guhê wî ker bûye.

Lê 1500 kîlo metre dûr dengê Filîstînîyan dibîhîze û li vê derê hawar û fîxan dike û qûn li

xwe diqetîne.

Agirê ber derîyê xwe nabîne avê dibe ji agirê dijminê xwe re.

Filistînî tu caran başîya Kurdan nexwest û naxwaze. Hîna jî li hember doza Kurdî li qadên

navnetewî dema mijar dibe mafê Kurd û Kurdistan li dijî vê rastîyê nêrîn eşkere dike.

Em gotina Mehmûd Ebbas ji bîr nakin.

Û em çeteyên Yaser ku di enfalê de cîh girtin û keçên me ji xwe re birin li bazaran firotin jî

jibîr nakin.

Lê yên ku mejîyê wan bi zîhnîyeta çepgirên Tirkan û rastgir û îslamîstan jehrî bûye û vê

rastîyê nabînin bila cehnema wan be jî.

Doza Filistîn dozekî wergirtinîyêye û rastîya wî di dîrokê de nîne. Axa ku Filistînî dibêjin a

meye di eslê xwe de ya Cihûyane.

Mafê Cihûyan heye ku mal û milkê ku di dîrokê de ê wan bû paşve bistînin. Ev mafê wan yê

rewaye.

Di dîrokê de di gelek hêlan de çêyî û feydeya Cihû û a Kurdan gihaye hev. Lê ya Ereban bi

qasî misqalekî negihaştîye Kurdan.

 

Ev evînîya Filistînîyan ne ya rastîye ku li ser Kurdan peyda bûye. Ev wergirtinekî îslamîst û

çepgirên pijê îttîhat terrakîne.

Divê ev rastî bê dîtin û Kurd neyên lîstika van çepgir û îslamîstan.

Encama vê nêzîkatîyê wandakirina Kurdan e û divê Kurd bizanibin ku ev lîstikekî plankirîye

jibo Kurd li qada navnetewî allîkarî û meşrûîyet qezenç nekin tê kirin.

Bi nêrîna min tevgera azadî a Kurdistanê divê di du alîyan de nêrîn û sekina xwe zelal bike.

A rastî birêz Ocelan di paraznameyên xwe yên Îmralîyê de çarçoveya van herdu hêlan dabû.

Jibo bi Cihûyan re û bi Îsraîlê re têkilî ji nûve bê danîn û tenzîmkirin çarçoveyekî nîşan dabû.

Lê çi ecêbe tevgerê jiber hesasîyeta çepên Tirk û oldarên Tirk û Kurd nêrîna xwe

neguherand. Çine ev herdu hêl?

Nêrîna mijara Filistînê û nêrîn û sekina li hemberî Emerîka û Îsraîlê.

Çi ecêbe ku di çareserîya pirsgirêka Kurdistanê de ev herdu hêz jî hêzên serekene di

Cîhanê de. Û tevgera Kurd ji ber hinek hessasîyetên ne li cî û pir girîng xwe ji vê xefikê

nikare rizgar bike. Yan jî bi rastî jî naxwaze.

Lê ev rastîyeke ku dijberîya li hemberî van herdu hêzan girêkekî herî girîng e di çareserîya

kêşeya Kurd de.

Îro divê em baş bizanibin ku kêşeya Filistînê êdî ne kêşeyekî rewa ye û li kêleka vîya

cîhgirtin an jî destnîşankirina piştgirîyê jî ne rast e. Ev ji feydê zêdetir zirar dide me.

Çepgirên ku jibo birîn û mirina min nekin ax û wax ne mitefîkê minin. Bi wan re rêmeşandin

heram e û divê ev mijar ji nûve were nîqaşkirin.

Cihê me ne li kêleka van der û doran e û ne jî li kêleka Filistîn e. Maf û çarenûsa me Kurdan

bi kî re tê axavtin û tê çareserkirin cihê têkildarîya navnetewî a me li wir e.

Hesen HARRANÎ


Gotinên miftehî :